• Thursday, 21 November 2024
logo

Ahmet Kaya berî 23 salan ji ber êş û kulên sirgûniyê koça dawî kir

Gulan Media November 17, 2024 Hunerî
Ahmet Kaya berî 23 salan ji ber êş û kulên sirgûniyê koça dawî kir

 Îro 24 sal di ser koça dawî ya hunermendê Kurd Ahmet Kaye re derbas dibin.

Ahmet Kaya di 43 saliya xwe de berî 24 salan ji ber krîza dil koça dawî kir.

Di sala 1999an de, dema ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Magazînê ve hat xelatkirin, wî Kurdbûna xwe eşkere kir û got, ew dê klîpekê bi zimanê Kurdî çêbike.

Ahmet Kaya ji ber gotina ku Kurd e û dê klîpeke bi zimanê Kurdî amade bike, di salonê de rastî êrişa nijadperestên Tirk hat.

Piştî çend rojan doz li dijî wî hat vekirin û bi 12 salan cezayê zindanê hate mehkûmkirin.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya neçar ma ku koçî derveyî Tirkiyeyê bike û berê xwe da Ewropayê û li Parîsê bicih bû.

Ahmet Kaya 16ê Çiriya Paşîn a 2012an li Parîsê koça dawî kir û li goristana navdar a wî bajarî Pere Lachaiseyê hat veşartin.

Ahmet Kaya

28ê Çiriya Pêşîn a 1957an li Meletiyê ji dayik bûye
Sala 1984an albûma xwe ya yekem belav kir
1988an bi nav û deng bû 
21 albûmên wî hene
1999an ragihand ku ew dê klîpeke bi zimanê Kurdî çêbike
Li ser vê yekê bi 12 sal cezayê zindanê hat mehkûmkirin
1999an li Parîsê bicih bû
Sala 2000î bi krîza dil li Parîsê koça dawî kir
Cenazeyê wî li goristana Pere Lachaiseyê nêzîkî gora Yilmaz Guney hat veşartin

 

Rudaw

Top