Duyemîn festîvala Tehîn li Amêdiyê destpê dike
Îro seat 11an destpê dike.
Biryare îro li bajarê Amêdiyê ya li Parêzgeha Dihukê 2mîn festîvala Tehîna Amêdiyê û berhemên destî were organîzekirin.
Ev festîvala han vê du rojan bidime û tê payîn hijmareke zêde ji xelkê berê xwe bidin Amêdiyê û bazara festîvalê jî gerim bikin.
Devera Amêdiyê yek ji wan deverên Kurdistanêye ku, têde zêdetirîn rêjeya Konciyan têne çandin û salane zêdetir ji 200 ton tehîn tê berhem anîn.