• Friday, 06 December 2024
logo

Xwendekarekî Kurd li Holendayê xelata Spatulaya Zêrîn stand

Gulan Media November 6, 2024 Corane
Xwendekarekî Kurd li Holendayê xelata Spatulaya Zêrîn stand

Xwendekarekî Kurd li Holendayê xelata Spatulaya Zêrîn stand ku ew xelata taybet di warê kîmyayê de ji aliyê Komeleya Kîmyayê ya Holendayê ve tê dayîn.

Xwendekarê Kurd ê ku îsal xelat stand Mîtan Baxewan e.

Mîtan Baxewan lîsansa xwe li bajarê Nijmegenê xilas kir û di nava lîsteya 10 xwendekarên herî baş ên ku teza kîmyayê ya hêja amade kiribûn de cih girt.

Amadekirina tezê ji bo wergirtina bawernameya lîsansê wekî şertekê ye.

3 kesên ku xelat standin
Sê mamoste, şêwirmendên teza Mîtan Baxewan diyar kir ku ev tez mijareke tevlîhev a kîmyayê ye û ev mijar di asta lîsansê de amadekirina lêkolîneke dijwar e.

10ê mehê bi merasîmeke mezin xelat hatin belavkirin û Xelata Spatulaya Zêrîn, Mîtan stand.

Xelata Spatulaya Zêrîn ku ji aliyê Komeleya Kîmyayê ya Malbata Şahê Holendayê ve tê dayîn, tezên herî baş ên kîmyayê yên lîsansê dinirxîne û di nava sê fînalîstan de yê serkeftî diyar dike.

Xelata Spatulaya Zêrîn
 Mîtan Baxewan di nava sê xwendekarên ku derbasî fînalê bûn de bû yekemîn.

Xelat ji sala 1982yan ve her sal ji bo bipêşxistina zanista kîmyayê û teşwîqkirina xwendekar tê dayîn.

Komeleya Kîmyayê ya Malbata Şahê Holendayê wekî rêxistina kîmyayê ya pîşeyî ya herî mezin ê Holendayê tê zanîn ku nêzîkî 8 hezar 500 endamên wê hene.

10 xwendekarên ku xelat standin
Mîtan Baxewan ku bi teza xwe ya serkeftî bal kişand ser xwe, niha li Zanîngeha Amsterdamê li beşa Kîmyaya Organîk masterê dixwîne.

 

Rudaw

Top