Li Germiyanê pêncemîn festîvala bazarê tê lidarxistin
Biryar e di 14.11.2024an de pêncemîn Festîvala Bazara Germiyanê bi beşdariya nêzîkî 300 kompanî, marka, karên destî yê jinan û xwarinên Kurdî û 170 hezar mêvan û geştyaran vebe û roja 17.11.2024 bi dawî bibe.
Îşev 11.011.2024, rêvebiriya giştî ya geştûguzariya Germiyanê ragehandiye, ku di bin çavdêriya rêveberiya giştî ya geştûguzariyê ya Germiyan û bi hemahengî li gel Yekitiya Hinardekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê, pêncemîn fîstîvala bazarê li Germiyanê birêve diçe.
Herwaha amaje bi wê jî kiriye ku di festîvala bazara Germiyanê de salane nêzîkî 300 kompanî û marke û xwedankar û karên destî yên jinan û xwarinên kudewarî li bajarên Kelarê beşdar dibin.
Herwaha aşkera kir ku ew festival bi mêvandariya zêdetir ji 170 hezar mêvan û geştiyar birêve diçe û hat diyar kirin ku festival dê 4 rojan ango ji 14ê mijdarê heta 17 mijdarê li parka Şarî yarî ya bajarê Kelarê bedewam be.
Rudaw