• Thursday, 26 December 2024
logo

Mûş hingivê xwe difiroşe zêdetirî 20 welatan

Gulan Media November 3, 2024 Corane
Mûş hingivê xwe difiroşe zêdetirî 20 welatan

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê salane bi tonan hingiv tê berhemanîn.

Hingivê xwezayî yê li parêzgehê tê berhemanîn cara yekem îsal hinardeyî zêdetirî 20 welatên cîhanê tê kirin.

Wê yekê dilê mêşvanan xweş kiriye û rê vedike ku ew armanc bikin hejmara mêşên xwe zêdetir jî bikin.

Mêşvan Mîrza Pekbay li ser karê xwe got:

“Ez ji sala 1988an ve vî karî dikim. Bi malbatî em vî karî dikin û hingivê me xwezayî ye.

Sala 2024an me bi kompanyayeke taybet re li hev kir, em hingiv difiroşin wan û ew jî hinardeyî derveyî welat dikin.

Bi saya Xwedê em dê salên pêşiya me vê hevkariyê mezintir bikin.”

Malbata Pekbayan ku 36 sal in karê mêşvaniyê dikin 2 hezar kewarên wan ên mêşên hingiv hene.

Li gorî salan ew hejmar carinan kêm dibe û carinan jî zêde dibe.

Salane berhemê mêşên wan 60 ton hingiv e.

Îsal dê cara yekem ji wî 50 tonî hingivî hinardeyî derveyî welêt bikin û 10 tonî jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bifiroşin.

“Hinardeyî zêdetirî 20 welatan dike”

Berpirsê kompanyaya hingiv Adem Bîrdal da zanîn:

“Kompanyaya me hingiv hinardeyî zêdetirî 20 welatan dike.

Bi taybetî welatên Rojhilata Navîn, Ewropa, Welatên Balkan û Afrîkayê.

Em yek ji wan yekem şîrketan e ku ji Mûşê hingiv hinardeyî derveyî welêt dike.”

Mêşvanên Mûşê armanc dikin sala bê berhemê hingiv bigihînin 150 tonî.

Li gorî amarên Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Mûşê, li parêzgehê 392 kes karê mêşvaniyê dikin û 65 hezar kewarên wan ên mêşan hene.

Ew li bendê ne rêjeya hingiv li parêzgehê îsal bigihêje 600 tonî û dahata wê jî bigihe 180 milyon lîreyên Tirkî.

 

Rudaw

Top