Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê: 'Weşanxaneyên Kurdî di tengasiyê de ne'
41emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê tê sazkirin û bi hezaran weşanxane tevlî fûarê dibin.
Di nava 30 weşanxaneyên Kurdî de bi tenê Weşanxaneya Nûbiharê tevlî fûarê bûye.
Li Tirkiyeyê fûara herî mezin a pirtûkan, 41emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê tê sazkirin.
Fûara ku di 2yê Çiriya Paşîn dest pê kir wê heta 10ê mehê berdewam bike.
Di pêşangehê de derdora hezar weşanxane beşdar in lê belê tenê weşanxaneyeke Kurdî beşdar e.
Gelek weşanxaneyên Kurdî ji ber mesrefên zêde nikarin beşdar bibin.
Hem kêmfirotina pirtûkên Kurdî, hem jî rewşa xirab a aboriyê li ser pişta weşanxaneyên Kurdî dibe bareke giran.
Ji loma jî ew pirî caran wekî weşanxaneyên Tirk nikarin beşdarî fûara pirtûkan bibin.
Di fûara îsal de "Mêvanê Rûmetê" nivîskar Yalvaç Vural, “Welatê Mevan” jî Azerbeycan e.
“Bila xwîner bên fûarê”
Berpirsê Fûaran ê Weşanxaneya YKYyê Yakup Yilmaz wiha got:
"Armanca me ya sereke ew e ku em pirtûkên xwe bigihînin xwînerên xwe.
Em xizmeta çandê dikin. Em li benda xwîneran in ku werin serdana fûarê bikin."
Xwînerê bi navê Izeddîn Demîr diyar dike ku fûara pirtûkan gelek xweş e kê pirtûkên Kurdî pir kêm in.
Di fûarê de 1000 weşanxane, bi dehan weqf û saziyên civaka sivîl, bi sedan nivîskar cih digirin.
Dê di nava 9 rojan derdora 450 bername, rojên îmzeyê, gotûbêj û atolyeyên çand û hunerî bên lidarxistin.
Serokê DÎSK Basinê Turgut Dedeoglu jî li ser pêşangehê wiha got:
“Me jî standa xwe li vir vekir. Lewra şertên karkerên weşanxaneyan baş nîn in.
Em wan vedixwînin ku li hember vê zext û kedxwariyê xwe bi rêxistin bikin.
Em hewl didin ku ew mafên xwe nas bikin."
Fûar di bin siya krîza aboriyê de birêve diçe û ev yek bandora herî zêde li weşanxaneyên Kurdî dike.
Ji loma jî weşanxaneyên wekî Avesta, Aram, Lîs, Peywend, Sîtav û Dara ji ber mesrefên zêde tevli fûarê nebûne.
Di nava dehan weşanxaneyên Kurdî de îsal bes Nûbihar beşdarî fûarê bû.
“Fûar ji bo reklam moral û nasînê baş e”
Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik jî li ser weşanxaneyên Kurdî wiha got:
“Em dixwazin li fûara pirtûkan weşanxaneyên Kurdî werin temsîlkirin.
Fûar ji bo reklam, nasandin û moralê baş e. Însan dema tên vir çav bi weşanxane û pirtûkên Kurdî dikevin kêfxweş dibin.
Bi rastî jî tevlibûna fûaran gelek bi mesref e.”
Dengbêjê bi navê Mihemed Serhedî jî li ser li ser kêmbûna hejmara weşanxaneyên Kurdî wiha got:
“Li Tirkiyeyê 40-50 milyon Kurd dijîn lê tenê weşanxaneyeke Kurdî li vir heye. Bi rastî ev hem kêmasiya me ye, hem jî ya pergalê ye.”
Weqfa Îsmail Beşikci jî bi pirtûkên xwe yên Kurdî û Tirkî di fûarê de cih digire. Civaknas Îsmail Beşikci jî wê pirtûkên xwe îmze bike.
“Weşanxaneyên Kurdî di tengasiyê de ne”
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz jî wiha got:
“Mixabin ji aliyê aboriyê de weşanxaneyên Kurdî gelek di tengasiyê de ne. Li Stenbolê 5 milyon Kurd dijîn lê hejmara weşanxaneyên Kurdî gelek kêm e.”
Ji ber ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê ne zimanê fermî û perwerdeyê ye, hejmara xwînerên pirtûkên Kurdî jî gelekî kêm e.
Hem kêmfirotina pirtûkên Kurdî hem jî rewşa xirab a aboriyê li ser pişta weşanxaneyên Kurdî dibe barekî giran.
Ji loma jî ew pirî caran wekî weşanxaneyên Tirkî nikarin beşdarî fûara pirtûkan bibin.
Rudaw