• Sunday, 24 November 2024
logo

Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê

Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê
DIYARBEKIR, 19/11 2013 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdana xwe ya Diyarbekira paytexta bakurê Kurdistanê ruhê vî bajarê qedîm lê vegeriyand. Mesûd Barzanî bajarê Diyarbekirê ji sloganan, ji teşqeleyan, ji zordarên li hemberî kurdayetiyê û ala Kurdistanê rizgar kir. Diyarbekir ji niho û pê ve aştîxwaz e, kurd e û kurdistanî ye.

Di van 40 salên dawiyê de bakurê Kurdistanê bi giştî û nemaze bajarê Diyarbekirê bûbû qada sloganan, qada protestoyan, qada îdeolojiyeka çepgir û kemalîst û qada paçikên PKK-ê yên ko ne kurd dizanin ji kû hatine û ne jî ti têkiliya wan bi sembolên Kurdistanê ve hene.

Alaya Kurdistanê alaya hemî miletê kurd li hemî parçeyan e. Lê belê mixabin di van 40 salên dawiyê de PKK-ê bi zanîn xwest ko alaya Kurdistanê li bakur li ber çavên miletê kurd reş bike û îdia kir ko ew alaya başûrê Kurdistanê tenê ye.

Cara pêşiyê alaya Kurdistanê ji aliyê rêxistina Xoybûnê ve ko pirtir wekî rêxistineka bakurê Kurdistanê ye, yanî ji aliyê kesên wekî mîrê kurd Celadet Alî Bedir-Xan ve hat qebûl kirin û ji kurdên hemî beşan zêdetir divêt kurdên bakur xwedîtiyê lê bikin.

Ji ber ko miletê kurd yek milet e û axa wî yek ax e li rojhilatê Kurdistanê di dema Komara Kurdistanê de heman ala hatiye hildan. Ji roja ko Qadî Mihemed şehîd bûye û pê ve serdarê kurd Mele Mistefa Barzanî ew alaya pîroz hilgirtiye û îro wekî alaya resmî ya dewleta federal ya Kurdistanê ye.

Yanî çawa kurdên rojhilatê û başûr û rojavayê xwedîtî li alaya Kurdistanê kirine wisa jî xwedîtî li roja rojnamevaniya kurdî û derketina rojnameya Kurdistanê ji aliyê familyeya bedirxaniyan ve kirine û negotine ew ya kurdên bakur e.

Bi heman awayî miletê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê xwedîtî li sirûda niştimanî “Ey Reqîb” kirine û ti kesê negotiye ew sirûd soranî ye û ya kurdên başûr e.

Di nêv hemî rêxistinên kurdan de tenê PKK û rêxistinên bi wê ve girêdayî li dijî sembol û pîrozahiyên mişterek yên miletê kurd derdikevin û alaya Kurdistanê di ti minasebetan de û di ti newrozan de hilnadin.

Armanca esasî ya serdana serokê Kurdistanê bo Diyarbekirê aştî bû û piştgiriya aştiya di nêvbera kurdan û tirkan de bû lewra jî Mesûd Barzanî got ji bo aştiyê ew dikare deh carên dî jî bêt Diyarbekirê.

Mesûd Barzanî bi xwe re ne tenê mesaja aştiyê anî. Wî bi xwe re ruhê kurdayetiyê, sembola pîroz ya miletê kurd alaya Kurdistanê jî anî û kolane, cade û meydanên Diyarbekirê bi alayên Kurdistanê hatin xemilandin.

Serokê belediyeya Diyarbekirê Osman Baydemir centîlmeniya herî mezin ya kariyerê xwe yê siyasî nîşan da û alaya Kurdistanê li ofîsa xwe û li avahiya belediyeya Diyarbekirê bi cih kir. Bi gotineka dî mirov dikare bibêje ko Osman Baydemir şerenqeyeka jehrê li demarê kemalîst yê di nêv BDP-ê de da û BDP ji îro pê ve hêdî nikare wekî berê dijayetiya alaya Kurdistanê û sembolên neteweyî bike. Lewra jî em hêvî dikin ko di newroza bêt de li meydana newrozê tenê alaya miletê kurd semayê Diyarbekira paytexta bakurê Kurdistanê rengîn bike.

Vê serdana Mesûd Barzanî hêvî da kurdan, hêvî da rêxistinên dî yên kurdan ko dikarin bi nasnameya xwe ya kurdî û alaya Kurdistanê li bakur siyasetê bikin. Vê serdanê pirseka mezin di serê gelek kurdên di nêv BDP-ê de çêkir û hêviyek da wan ko kurdayetî ne ew e ko mirov li pey îdeolojiyên çepgir û kemalîst biçe û qedera miletê xwe bêxe destê hinek tirkên marjînal de ko bi kêrî miletê xwe jî nayên.

Divêt hemî berpirsên PKK-ê yên li Qendîlê û cihên dî bizanin ko ji îro û pê ve ehdeka qayim di nêvbera Kurdistanê û Tirkiyeyê de çêbûye û ev dê tesîreka mezin li ser hemî parçeyên Kurdistanê bike. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hêdî ne rêberekê siyasî yê herêmî ye. Her roja ko derbas dibe Mesûd Barzanî dibe aktorekê mezin di siyaseta nêvdewletî de û gotina wî tesîrê li Washingtonê, Parîsê, Londonê, Moskovayê û Enqereyê dike.

PKK û PYD divêt zû dest ji lehîstoka xwe ya bi dîktatorên herêmê re berdin û hêviya xwe bi Beşar Esed û Bexdayê û Tehranê ve girênedin. Bêyî piştgiriya Mesûd Barzanî û başûr PYD nikare li Kurdistana Sûriyeyê ti mafên esasî bi dest bixe û dê di destê Beşar Esed de tenê wekî karteka lehîstokê be.

Mesûd Barzanî henekan nake dema ji PYD-ê re dibêje li Peymana Hewlêrê vegere û dest ji rejîma Sûriyeyê berde û zilmê li kurdan û partiyên dî neke.

Heger PKK û PYD siyaseta xwe neguhorin û destekê ji Mesûd Barzanî nestînin ti kes nikare wan xelas bike. Emerîka, Ewropa û Rûsya bêyî Barzanî pênc qurîşên xwe bi PYD-ê nadin. Tirkiyeyê û Erdogan jî nîşan da ko mixatebê wan di meseleya doza miletê kurd de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li belediyeya Diyarbekirê ji Osman Baydemir û parlamenterên BDP-ê re gotineka wisa got ko divêt ti caran ji bîr nekin. Barzanî got “yan PYD dê li Peymana Hewlêrê vegere yan jî oxira wê ya xêrê be”. Heger mirov vê gotinê bi zimanekê zelal rave bike ew e ko “PYD ti xêrê ji xwe nabîne” û qedera wê têkçûn e.

Gelek aspektên dî yên vê serdana serokê Kurdistanê bo Diyarbekirê hene lê belê min xwest di vê nivîsara xwe de tenê behsa pêla nû ya kurdayetiyê ko bi ser bakur de têt bikim û bînim bîra berpirsên PKK-ê û PYD-ê jî ko ji îro û pê ve ew nikarin xwe li ber vê pêlê bigirin.
Top