• Sunday, 24 November 2024
logo

Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire

Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire
KURDISTAN, 11/9 2013 — Herçend dema amadekirina Konferansa Neteweyî ya Kurdan hat paşde dan jî minaqeşeyên li ser konferansê berdewam in. Heger PKK di form û stratejiya amadekirina konferansa neteweyî de guhê xwe bide serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ew jî û kurd jî naxusirin.

Divêt her ji destpêkê ve aşkera be civîna kurdên ji herçar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê dê “konferanseka neteweyî” be û ne “kongreyeka neteweyî” be. Li başûrê Kurdistanê di zaravayê soranî de bêjeya “kongreyê” di cihê bêjeya “konferansê” de têt bi kar anîn û bo nimûne ji “preskonferansê” re jî dibêjin “kongreya rojnamevaniyê” yanî “basin toplantisi”. Ji ber hindê dema ko berpirsên başûrê Kurdistanê behsa “kongreya neteweyî” dikin mebesta wan “konferansa neteweyî” ye û divêt kurdên bakur vê fêm bikin.

Di “kongreyan” de endamên organeka hazir hene û endamên wê organê dicivin û bi dengdanê biryarê li ser paşeroja wê organê didin û biryarên wê organê hemî endaman girêdide. Lê belê di “konferansan” de aliyên cida tên û li ser mijarekê kom dibin û minaqeşeya meseleyekê dikin. Biryar û fikrên konferansê dest û lingên aliyên amadebûyî girênade.

Lewra jî divêt ji PKK-ê û hemî aliyên dî re diyar be ko başûrê Kurdistanê di “konferansa neteweyî” de ti mafê biryardanê li ser qedera başûrê Kurdistanê nade PKK-ê û hîç hêzeka dî ji beşeka dî ya Kurdistanê.

Başûrê Kurdistanê kiyaneka siyasî ya meşrû ye û ji aliyê nêvneteweyî ve hatiye qebûl kirin û ti berpirsên başûrê Kurdistanê ne hewqasê “şêt” in ko qedera başûrê Kurdistanê bixin destê rêxistineka wekî PKK-ê de ko tiştek di destan de nîne û ji aliyê nêvneteweyî ve jî wekî rêxistineka “terorîst” têt hesibandin. Yanî başûrê Kurdistanê kodika xwe ya tejî li kodika vala ya PKK-ê nade.

Di konferansa neteweyî de partiyên kurdan û kesên beşdar dikarin biryarê li ser avakirina organeka nû bidin û bibêjin ji niho û pê ve hemî partiyên beşdar dikarin bibin endamên wê organa nû ko navê wê “Kongreya Neteweyî ya Kurdan” e. Ez bi xwe zêde baweriyê bi avakirina organeka wisa jî naînim ji ber wekî min gotî başûrê Kurdistanê qedera xwe naêxe destê hêzên kurdan yên ji parçeyên dî de ko tiştek di destê wan de nîne. Di destê me de dimîne “konferanseka neteweyî” û em dikarin behsa wê bikin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze li Hewlêrê ji bo kurdên herçar parçeyan ”konferanseka neteweyî” amade bike da kurd ”dîskursa xwe ya siyasî” yanî gotara xwe ya siyasî bikin yek û li hemberî rûdanên li herêmê û cihanê bikarin hemfikir û hemaheng bin. Ruknê esasî yê vê konferansa neteweyî jî ew e ko PKK dest ji xebata çekdarî berde û xebateka siyasî li bakurê Kurdistanê bimeşîne.

Bi ”prosesa çareseriyê” ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zemîneke nerm ji bo avakirina konferansa neteweyî çêbû û PKK-ê destpê kir ko hinek gerîlayên xwe ji bakurê Kurdistanê bikişîne başûrê Kurdistanê. Qedera ”prosesa çareseriyê” jî niho ne diyar e û kengê be dikare careka dî şer û pêkdadan di nêvbera gerîlayên PKK-ê û eskerên Tirkiyeyê de derkeve.

Gunehkara têkçûna ”prosesa çareseriyê” ne PKK tenê ye. Gelek kes wisa dihesibînin ko PKK bi zordariya Îranê û Sûriyeyê dixwaze ”prosesa çareseriyê” ya li bakur têkbide û li şerî vegere.

Guman tê de nîne ko destê Îranê û Sûriyeyê jî di nêv hinek aliyên PKK-ê de heye. Lê belê divêt mirov ti caran ji bîr neke ko PKK muesseseyeka esasî ya dewleta Tirkiyeyê ye û bi kîjan aliyî ve xwe tirr bide jî her xizmeta dewleta Tirkiyeyê dike û ne ya hîç terefekê dî.

PKK wekî muesseseyeka esasî ya dewleta Tirkiyeyê ji bo dewletnebûna miletê kurd û ji bo rêlibergirtina parçebûna axa siyasî ya Tirkiyeyê hatiye ava kirin û heta îro qet ji wê mîsyona xwe bi dûr neketiye. Mîsyona didoyê ya PKK-ê ew e ko heger jê bêt parçeyên dî yên Kurdistanê bi projeya “Misak-i milli” vegerîne ser axa Tirkiyeyê.

Prosesa çareseriyê ya li bakur li ser esasekê îstixbaratî destpê kir û aktorên vê prosesê yên berçav jî misteşarê MIT-a Tirkiyeyê Hakan Fidan û rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan in. Fikra amadekirina konferansa neteweyî ya ko PKK dixwaze ava bike di wan hevdîtinan de pêşket û li ser wî esasî PKK-ê li Enqereyê, Diyarbekirê û Brukselê sê “konferansên neteweyî” amade kir. Ya çarê jî divêt li Hewlêrê li gor dîrektîvên rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan çêbe.

Li gor rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan kurd ne miletekê cida ne û çênabe ko kurd dewleteka neteweyî ya kurdî ava bikin. Lewra jî Ocalan di hemî minasebetan de behsa “xirabiyên dewletçêkirinê” ji bo kurdan dike û dibêje divêt kurdên li herçar parçeyan daxwaza wî “gunehê mezin” yê dewletavakirinê nekin û tenê bi komeleyan û rêxistinên sivîl îdareya civaka xwe bikin. Li gor Ocalan dewletbirêvebirin karê Enqere, Tehran, Bexda û Şamê ye.

Ji bo serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan “prosesa çareseriyê” ko PKK wê prosesê wekî “prosesa aştiyê” bi nav dike tenê ew e ko PKK gerîlayên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derxe û bibe başûrê Kurdistanê. Derdê Erdogan ew e ko hilbijartinên sala 2014-yê bêteşqele derbas bike û bibe serokê Tirkiyeyê.

PKK-ê ji sala 2003-yê ve li gor daxwaza hêzên berê yên dewletê û ergenekonciyan şerê Erdogan û hikûmeta AKP-ê dikir. Piştî ko Erdogan esker û hêzên kevin yên dewletê şikandin rêberê PKK-ê Ocalan ji wî re name rêkir û daxwaza hevkariyê kir. Ji ber ko PKK wekî muesseseyeka dewleta Tirkiyeyê hatiye ava kirin kî bêt ser desthilatê ew PKK-ê li gor siyaseta xwe ji bo xizmeta dewleta Tirkiyeyê bi kar tîne.

Erdoganê ko PKK-ê hertim şerê wî dikir dema bû hikimdarê dewletê wî jî xwest wê muesseseya dewletê yanî PKK-ê û Ocalan ji bo xwe bi kar bîne. Niyeta Erdogan hîç nîne ko li Tirkiyeyê reformên pêwist bike û efûyeka giştî ji bo PKK-ê derxe û gerîlayên wê ji serê çiyayan vegerîne. Pêwistiya dewleta Tirkiyeyê û Erdogan bi PKK-ya çekdar li başûrê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê heye.

Li seranserê tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê PKK bi hêzên xwe yên çekdar bûye belaya serê başûrê Kurdistanê. PKK bi kişandina gerîlayên xwe ji bakur bo başûr hêj zêdetir metirsiyê ji bo başûrê Kurdistanê çêdike û her ji niho ve rê li ber gundiyên başûrê Kurdistanê digire û nahêle ew biçin ser gundên xwe.

Têkiliyên başûrê Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyeyê herçend di warê ticarî û siyasî de pêşketibin jî ev nayêt wê me‘nayê ko ti nakokî di nêvbera herdu aliyan de nînin. Tirkiye wekî dewleteka mezin dixwaze têkiliyên xwe digel başûrê Kurdistanê pêşde bibe lê belê dixwaze PKK-ê jî wekî şûrekê di destê xwe de li raserî serê başûrê Kurdistanê bihêle û her roja ko jê re lazim be pê rê li ber başûr bigire.

Ji bîr nekin ko bi rizamendiya MIT-ê û Tirkiyeyê gelek gerîlayên PKK-ê bi qefleyên dused-dused ji bakurê Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re derbasî rojavayê Kurdistanê bûn û bi navê gerîlayên YPG-ê li rojavayê Kurdistanê şer dikin.

Ji bo ko kurd li rojavayê Kurdistanê nebin xudanê desthilateka wekî li başûr û statuyeka wekî federasyonê bi dest nexin Tirkiyeyê bi awayekê pir aktîv arîkariya PKK/PYD-ê kir. PYD di mezher de wekî hêzeka mitefiqa rejîma Sûriyeyê kar dike û Tirkiye bi vê gelek kêfxweş e. Nuqteyên kilît yên PYD-ê di destê PKK-ê û dewleta Tirkiyeyê de ne û PYD li gor rewşê dikare yekser li rejîma Sûriyeyê biqulipe û bibe mitefiqa aşkera ya Tirkiyeyê. Yanî PKK û PYD amade ne ko digel rejîma Sûriyeyê û rejîma Tirkiyeyê bixebitin da hîç tesîreka başûrê Kurdistanê û Mesûd Barzanî li ser rojavayê Kurdistanê nebe û federasyonek li rojavayê Kurdistanê ava nebe.

Digel van hemî planên dijminane û destên di nêv PKK-ê de cardî jî desthilata başûrê Kurdistanê û nemaze serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xwe xistine bin barê wê rîskê de ko digel PKK-ê konferanseka neteweyî amade bikin.

PKK bi rêya BDP-ê li bakurê Kurdistanê tenê ji % 30 dengên kurdan distîne lê belê cardî jî dixwaze ko ji nîvî zêdetir delegeyên konferansa herçar parçeyên Kurdistanê ji wê re bin. PKK bi navê rêxistinên xwe yên “sivîl” û rêxistinên rengûreng yên di bin kontrola xwe de dixwaze hejmara delegeyên xwe zêde bike. Kurdên başûr bi vê “hîleya” PKK-ê hesiyane. Başûrê Kurdistanê jî dikare bi navê rêxistinên xwe yên sivîl daxwaza sê caran ji PKK-ê zêdetir delegeyan bike. Baş e PKK bi çi heqî daxwaza hewqas delegeyan dike? Kurdên ko dengên xwe didin AKP-ê û partiyên dî dê çawa di wê konferansê de bên temsîl kirin.

Mirov dikare bi rehetî hêzên ko ji konferansa neteweyî qezencê dikin û hêzên jê dixusirin wiha tesnîf bike:

PKK – qezenc dike

1. Herçend PKK di esasê xwe de muesseseyeka dewleta Tirkiyeyê be jî bi vê konferansê wekî rêxistineka neteweyî ya kurdan têt qebûl kirin.

2. Digel ko PKK-ê li bakurê Kurdistanê gundek jî rizgar nekiriye di konferansa neteweyî de dibe xudana biryareka mezin.

3. PKK di qada nêvneteweyî de îmkana meşrûbûnê bi dest dixe û firset jê re çêdibe ko ji mohra “terorîzmê” xelas bibe.

4. PKK ne tenê li bakurê Kurdistanê lê belê li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê jî dibe aktoreka xurt ya siyasî.

5. PKK wê firset û îmkanê bi dest dixe ko partiyên beşên dî yên Kurdistanê jî terorîze bike û fikra avakirina dewleteka serbixwe ya kurdî di nêv wan de jî lawaz bike.

6. PKK wê firsetê bi dest dixe ko çawa bi rêya Desteya Bilind ya Kurdî li rojavayê Kurdistanê hertişt xist bin kontrola xwe û PYD-ê de wisa bi rêya konferansa neteweyî bi serê xwe hereket bike û biryarên xirab di heqê başûrê Kurdistanê de bide.


PDK – dixusire

1. PDK piştî konferansa neteweyî nikare li rojavayê Kurdistanê rikeberiyeka çekdarî yan siyasî digel PKK-ê bike û divêt rojavayê Kurdistanê ji PYD-ê û Sûriyeyê re yan jî ji PYD-ê û Tirkiyeyê re bihêle ko ev xetereka gelek mezin e li hemberî ewlekariya başûrê Kurdistanê.

2. PDK piştî konferansa neteweyî dê li başûrê Kurdistanê jî bi encamên siyaseta PKK-ê ve mijûl bibe û taqet û firsetê ji bo parastina doza neteweyî ya miletê kurd li hemberî Bexdayê nabîne. PKK-ê bi rêya rojavayê Kurdistanê 200 000 penaber kirin belaya serê PDK-ê û başûr. PDK niho bi wan penaberan ve mijûl e û ne bi qedera rojavayê Kurdistanê ve. PKK dê li başûr jî wisa bike ko kurd bi PKK-ê ve mijûl bibin û ne bi Bexdayê ve.

3. PDK dê ji bilî YNK-ê û Goranê rikebereka dî li ser axa başûrê Kurdistanê ji xwe re bibîne ko PKK ye. Jixwe her ji niho ve medyaya YNK-ê û Goranê medahiyê ji PKK-ê re dikin û kêfxweş in ko PKK jî li hemberî PDK-ê li hawara wan bêt.

4. Li gor madeyeka ”Belgeya helwêsta siyasî” ya KCK-ê ew dê li başûrê Kurdistanê siyaseteka wisa bimeşîne ko “hêzên demokratîk” hilbijartinan qezenc bikin û PDK û Mesûd Barzanî li ser desthilatê nemînin. Konferansa neteweyî dê firsetê bide PKK-ê ko bi awayekê xurttir tifaqê digel YNK-ê û Goranê bike da familyeya barzaniyan û PDK li ser desthilatê nemînin.

5. PDK hêvî dike ko bi vê konferansa neteweyî PKK-ê ji tesîra hêzên derve dûr bixe û wê bikişîne aliyê xeteka neteweyî. Lê belê PKK muesseseyeka wisa ye ko hemî hêzên biyanî dikarin faydeyê jê bibînin û tenê kurd nikarin faydeyê jê bibînin. Bi îhtimaleka pir mezin PKK dê PDK-ê hêvîşikestî bike.

6. Li herçar parçeyên Kurdistanê şerekê desthilatê di nêvbera PDK-ê û PKK-ê de heye. PDK wekî rêxistineka neteweyî dixwaze bibe sîwanek ji bo kurdên herçar parçeyan û rêgira li ber vê stratejiya PDK-ê ji bilî dewletên dagirker PKK ye. Konferansa neteweyî çêbe û çênebe şerê desthilatê yê di nêvbera PDK-ê û PKK-ê de dê berdewam bike ji ber PKK gora kurdan dikole û PDK jî dixwaze kurdan ji goristanê rake ser piyan.

Vêca heger PKK bêt ser rêya rast û guhê xwe bide serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hem PKK dê qezenc bike û hem kurd dê qezenc bikin. Tecribeya tarîxa PKK-ê nîşanî me daye ko ew zûbizû nayêt ser rêya rast.

Cardî jî em ji konferansa neteweyî re duayan dikin û hêvî dikin ko kurd jê nexusirin.
Top