• Wednesday, 15 May 2024
logo

Cefer Şêx Mistefa bo Gulan: Beşdariya serok Barzanî di eniyên şer de sedema serekî a serketinên pêşmerge ye

Cefer Şêx Mistefa bo Gulan: Beşdariya serok Barzanî di eniyên şer de sedema serekî a serketinên pêşmerge ye
Serketinên pêşmerge di eniyên şerê dijî DAIŞê hêvî ji bo paşeroja serfiraziya Kurdistanê çêkiriye, yekrêzî û yek helwêstiya aliyên siyasî jî asteng û zehmetî sivikkirine û her bi yekrêzî û yekhelwêstî jî destkeftiyên zêdetir bi destdikevin, ji bo axaftin li ser rewş û morala pêşmerge li eniya Germesêr, me ev dîmaneye bi Cefer Şêx Mistefa endamê pîlotbîroya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)ê û berpirsê mîhwerê Germesêr yê pêşmerge yê Kurdistanê re encam da û bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê da.
* Serketina hêza pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê hêviyeke geş ji bo paşerojê çêkiriye, gelo wek fermandeyekî pêşmerge tu çawa li vî şerî dinêrî?

- Ez dibînim ku serketinên pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê ber bi serbixweyiya Kurdistanê ve dere, ew kêşe û gefên ku niha rastî Kurdistanê tên, hemû demkî ne û bi xweragiriya milletê me em ê vê qûnaxê derbazbikin û gavê bo serxwebûn û serfiraziyê bavêjin.

* Ji bo vê qûnaxê paş piştevaniya xwedê, yekrêziya Gelê Kurdistanê û yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê çiqasî giringe ji bo milletê me di vê qûnaxê de?

- Dema ez dibêjim ev qûnaxe bi xweragiriya milletê me derbaz dibe, xuyaye berî her tiştî xweragiriya milletê me ji yekrêziya me tê, ev jî wate yekrêzî û yekdengiya hemû aliyên siyasî, ew kêşe û gefên ku îro rastî neteweya me tên, ne tenê gefin li ser beşekî yan aliyekî siyasî belku ev gefin bo ser me hemûyan û tak bi takê hemû xelkê Kurdistanê, ji bo dûrxistina van gefan jî pêwîstiya me bi yekrêziyê heye û tenê bi yekgirtinê em dikarin li pêşiya dijminê vê axê bisekinin, dîrokê jî ji me re selimandiye ku her dema em yekrêz û yekdengbûne li hember gefan me kariye gefan dûrxin û derbazbikin, her dema em yekrêzbûne me destkeftên pir baş bi dest xwe xistine, her dema em perçebûn jî wiha me nikariye wan tirsan ji xwe dûrbixin.

* Wek fermandeyekî leşkerî ku ji nêzîk ve tu agehdarî eniyên şerê pêşmergeyî li dijî terorîstên DAIŞê, di mawê vî şerî de serokê Herêma Kurdistanê berdewam li eniyên şer bû û seredana hemû eniyên şer jî kiriye, gelo ta çiqasî hebûna Serokê Herêma Kurdistanê li eniyên şer bûye çavkaniya morala pêşmerge û bûye sedema şikandina DAIŞ an?

- Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ye û fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Kurdistanê ye, di dîroka xwe de ew her pêşmerge bû û herdem li gel pêşmerge di eniyên şer de bû, lewra goman têde tuneye dema pêşmerge dibîne serok û fermandeyê wî li kêleka wî di eniyên şer deye û aje xweşî û nexwaşiyên wî ye, wiha bi germî û moraleke zêdetir ew pêşmerge ye şer dike, lewra ez dibînim ku amadebûna cenabê serokê Herêma Kurdistanê di dema çend mehên borî de li eniyên şer bi hêzên pêşmerge re sedema serekî û giring a ew serketinên ku pêşmerge bidestxistine û para mezin a wan serketinan vedigere ji bo amadebûna cenabê wî li eniyên şerê pêşmerge. Heger cenabê serokê Herêma Kurdistanê bi xwe ne li eniyên şer ba, wê serketin bi dest neketana, seredanên serok ji bo hemû eniyên şer heta bi Celewla û Xaneqînê û civîna wî bi hemû fermandeyên li eniyên şer wiha kir ku paş civînên wan yên bi serokê Herêma Kurdistanê re, ew germande bi germî û moraleke zêdetir çûne sengerên xwe, ev yeke ji bo pêşmerge pir giringe, çûnkî pêşmerge fêrnebûye jê re were gotin here şer , lê gereke jê re were gotin a ez derim tu jî bi min re were, lewra hebûna serok Barzanî li eniyên şer ew peyam gehand, ku ew hertim ji pêşmerge re dibêje a ez derim tu jî bi min re were, lewra bi rastî hebûna serok Barzanî li eniyên şer pir giring bû û sedemeke giring jî bû ji bo ew serketinên pêşmerge bi dest xistiye.

* Tu berî niha Wezîrê Pêşmerge yê Hukumeta Herêma Kurdistanê bû û tu ji nêzîk ve aje hêza pêşmergeyê Kurdistanê yî, xuyaye ev şerê terorîstên DAIŞê yekgirtina hêza pêşmerge yê Kurdistanê kiriye tiştekî pêwîst, ji bo vê yekê jî biryara perlemana Kurdistanê û rasparde û rênimayên serokê Kurdistanê hatine şandin ji bo wezareta Pêşmerge, gelo ji bo niha yekgirtina hêza pêşmerge çiqasî giring e?

- Her neteweyekî xudanê kiyan û qewareyeke siyasî be, gereke hêza wê jî di çarçovê yasayê de rêxistî be û tu part û aliyekî siyasî hêzeke taybet bi xwe tinebe, di vê çarçovê de gereke hêzên çekdar di bin yasayê de bin, vêca ew hêze hêza leşkerî wek hêza pêşmerge be yan hêzên asayîş û polîs be yan hêzên din wek yên dijî terorê be, lewra gereke ev hêzane her yek li gor taybetmendiya xwe di çarçovê wezareta pêşmerge û hundir û civata ewlehiyê de werin rêxistin, ji bo niha ev fere hêzî ziyanê digehîne me, raste pêşmerge yê çiyê pêşmerge yê partiyan bûn û ev destkeftiyên niha berhema xebat û qûrbaniyên wan bûn, lê îro hukumeta me heye û Herêma Kurdistanê heye, pêwîstiya me bi wê yekê ye ku me yek hêza pêşmerge hebe, yek navenda biryarê hebe û di çarçoveya yasayê de hemû hêzên pêşmerge werin rêxistin û hemû yek meşqê bikin û wek hev werin pirçekkirin û wek hev pêwîstiyên wan werin peydakirin. Şerê terorîstên DAIŞê xuyakir ku fere hêz û hebûna navendên biryarê yên cuda mifayê xwe tuneye, lewra heta niha tu rêgireke siyasî ji bo yekxistina hêzan tuneye, ew a berê hebû kêşeyên biçûk bûn wek nebûna bodce û kêşeyên vî şerî, lewra niha giringe biryara perleman û ferman û biryar û rênimayiyên Serokê Herêma Kurdistanê hemû wek xwe sed ji sedî werin cêbecêkirin, nabe hêza çekdar bi ser tu alî û hêzan be û gereke hemû li gor yasa û sîstemê bin.
Top