• Tuesday, 30 April 2024
logo

Ker dikevit dûvik li xweyiyan e

Ker dikevit dûvik li xweyiyan e
CIZÎRA BOTAN, 2/7 2013 — Mîna her miletî bab û bapîrên me kurdan jî bi navê “gotinên pêşiyan” hin gotinên zêrîn ji me re kirine diyarî. Carînan mirov dikevin rewşên welê û derd û belayên wereng tên serê mirovî ko ew gotin wek dermanê nojdarî tên hawara mirovî û ji wî derdî de re dibin derman. Ez bixwe her dem serî li wan gotinana didim. Ji ber ko min sûd ji wan wergiriye.

Yek ji wan gotinên zêrîn jî gotina “Ker dikevit dûvik li xweyiyan e”. Li gor vê gotinê dema tengiyek, nexweşiyek hat serê mirovekî, ji her kesî bêtir divê ew mirov yan jî ew kesên herî nêzîkî wî mirovî bi xwe hewl bidin ko xwe ji wê tengiyê derxînin. Divê li hêviya ti kesî nemînin. Barê herî giran dikeve ser milê wan bixwe.

Qedera Îlahî ji gelê me yê Rojava re derfeteke zêrîn derxistiye holê. Pergala faşîst û zalim a Beşar Esed li ber ruxandinê ye, êdî nikare xwe li ser lingan bigre; ha bikeve, ha bikeve. Dîsa wek kurdan gotî “Diya mirovî her roj kuran nayîne”, “Her roj ji mirovî re qafok li ber avê nayê” Wek Mewlana Cizîrî gotî: “Tali’ ko tête firset muhlet li nik heram e.”

Her wekî qeder ji kurdan re bibêje:

“Ey gelê kurd ê ko ev serê sedan salan e bi xewna azadiyê radibîn û rûdinîn! Eve min ji we re firseteke zêrîn afirand. Ji wê firsetê sûdê werbigrin. Ez tiştekî tenê ji we dixwazim: Yekîtî. Ko ev jî yekane çareya rizgarbûnê ye, bêyî vê çênabe. Dibe ko ramanên we cuda bin, ev ne girîng e. Ew mercekî mirovbûnê ye. Ya girîng ew e ko hûn hetanî xwe azad bikin, yekîtiyê di nava xwe de çêbikin. Piştî ko hûn azad bin, êdî hûn bi serê xwe biryara xwe bidin ka we pergaleke çawa divê. Kurdistana Başûr ji xwe re wek mînak bigrin. Çawa çeng û perê Sedamê faşîst şikest firset kete destê wan, hema tavilê ew herdu partiyên mezin yên wek PDK û YNK-ê di nava xwe de yekîtiyek saz kirin ko saya serê wê yekîtiyê îro ew kurdên li wê parçeyê Kurdistanê nîv-azad dijîn.”

Lê sed heyf û mixabin haya kurdên me yên Rojava ji vê heqîqetê tune ye. Digel ko gelê me yê wê parçeyê ji her sê parçeyên dî bêhtir ji zana, mezin û helbestvanên kurd re mazovanî kirine, ji wan sûd wergirtine. Lê dîsa jî guh nadin dengê qederê ko firset ji wan re afirandiye û li bayê felekê nanêrin ko li gorî dilê wan tê. Li hev ketine xezebê. Di bin bandora teng ya ramana partiyên xwe de mane. Her yek ji wan partiyan, yên hember bi xiyanetê tawanbar dikin. Beşeke wan bi havalbendiya pergala Sûrî, beşeke din jî bi havalbendiya Turkî tên sûcdar kirin. Mirov nikare bibêje yek ji wan mafdar e, yek ji wan ne… Lewra holê hatiye gotin: “Dudoyan daye tayeke zirav neqetiya ye, ji ber ko yekî ji yekî re berda ye.” Lê em dinêrin, yek ji yekî re bernade. Ji ber wê çendê herdu alî jî neheq in. Agahiyên ji Amûdê tên dil û mêlak bi me ve nehiştine. Em ji qehran dimirin.

Îca em werin ser meseleyê. Di van rojên teng yên ko kurdên me yên Rojava dijîn de barê giran dikeve ser milê serokê netewî kak Mesûd Barzanî. Wek çawa min di serê nivîsê de jî îşaretî wê çendê kir dema belayek hat serê yekî divê xwediyê wî derdî bixwe li riya çareseriyê bigere, nehêle hêviya kesên dî ve. Vêca ev derdê ko hatiye serê kurdan tenê kak Mesûd Barzanî dikare safî bike, yekîtiyekê, biratiyekê di nava wan de saz bike. Ji tecrûbeyên xwe îstîfade bike û wê îstîfadeyê bi wan re parve bike. Kak Barzanî bila bi çavê babîtiyê li kurdên herçar parçeyan binêre. Dibe ko ji wan parçeyan hin dengên nexweş jî derkevin, lê bila ew li qusîra wan nenêre. Piştî ko çavê babîtiyê bit, bav li qusîra zarokan nanêre.

Em vêya jî zanibin, eger ji ber îxtîlaf û hevnegirtina kurdan ev firseta ko îro ketî destên kurdên Rojava de ji dest wan derkeve, neku tenê ew welatiyên me yên wî perçeyî dixusirin, di heman demê de derbeyeke mezin li hêviya kurdan ya serxwebûnê jî dikeve. Lewra dijminê kurdan yên hundir û yên derva her demê gotina “kurd nabin yek, kurd havûdin qebûl nakin, kurd xayîn in” kirine qajikê devê xwe. Vêca li gorî vê rewşê ew gotin rast derdikeve.

Ji ber ko rewş gelik nazik e, divê mudaxele jî zû bibe. Eger dereng bimîne dibe ko êdî mudaxele jî ti feydeyê nede.
Top