• Tuesday, 23 July 2024
logo

Amerîka piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike

Amerîka piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike

Konsulê Giştî yê Amerîkayê piştevaniya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike û  herwaha tekezî  bi pêşvebirina danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê dike.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragehadiye: “Îro 22 tîrmeha 2024ê me li Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, pêşwaziya konsulê giştî yê Amerîka Mark Straw û şanda pêre li Hewlêrê kir.”

Amaje bi wê jî da, “Di hevdîtinê de li gel tekezî kirina li hemahengî û pêywendiyên Herêma Kurdistan û welatên yekbûyî yên Amerîkayê,  danûstandin di derbarê pirsgirêkên navxweyî û pêşketinên dawî yên siyasî û pêşvebirina pêywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexda û lihevtêgiheştinên vê dawiyê bo çareser kirina di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de hatine kirin.”

Di ragehandinê de ev jî hatiye aşkera kirin: “Konsulê giştî  yê Amerîkayê ji aliyê xwe ve dubare piştevaniya xwe wek Amerîka bo Hikûmeta Herêma Kurdistan tekez kiriye û pêşveçûnên danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê û berdewamiya diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera herdû aliyan bi rêya destûrê bi pêywîst zanî û bi sipasî behsa helwest û piştevaniya Amerîka bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.”

 

Basnews

Top