• Tuesday, 23 July 2024
logo

Libnan - Di êrişên Îsraîlê de 3 zarokên Kurd ên Efrînî hatin kuştin

Libnan - Di êrişên Îsraîlê de 3 zarokên Kurd ên Efrînî hatin kuştin

Li Libnanê di encama du êrişên Îsraîlê de 5 Sûriyeyî hatin kuştin ku 3 ji wan zarok in û Kurdên Efrînê.

Bavê 2 zarokên ku hatine kuştin got, “Ji tirsa bombekirinê me cihekî ewle hilbijartibû, lê bombekirina yekem tenê li cihê zarokên min lê bûn ket.”

Artêşa Îsraîlê 16ê Tîrmehê gundê Umm Tûtê yê li başûrê Libananê yê nêzikî sinorê Îsraîlê bombebaran kiribûn.

Piştî êrişê Artêşa Îsraîlê gotibû, “Me li herêma Yarînê ya li nêzî gundê Umm Tûtê êrişî baregeheke terorîstên Hîzbulahê kir.”

Şahîn Çerkesê 55 salî yê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Şahîn Çerkes 2011an destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê koçberî Libnanê bû û li gundê Um Tûtê dijî.

Di wê êrişa Îsraîlê de 2 kurên Şahîn Çerkes ên bi navê Cano yê 10 salî û Mihemedê 7 salî canê xwe ji dest da.

Herwiha zarokekî din ê Kurd ê ji Efrînê yê bi navê Mihemed Xelîl di heman êrişê de canê xwe ji dest da.

Şahîn Çerkes bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û got:

“Em sala 2011an ji Sûriyeyê derketin û çûn Libnanê û li wê derê bi cîh bûn.

Xelkê ti cudakariyê nedixist navbera me û xwe. Vê yekê ji wisa kir ku hewqasî dirêj li wî welatî bimînin.”

Çerkez pê de çû, “6 zarokên min hene. Di dema bûyerê de ez û dêya zarokan bi karê rojane re mijûl bûn.

Dema bombebaran çêbû min pirsî ka li ku ye, gotin li nêzî dibistanê ye. Dema ez derketim min dît ku bombebaran li konê wan ketiye û zarokên min jî şehîd ketin.”

“Di dema bombebaranê de trî dixwarin”

Şahîn ji ber zehmetiyên debara xwe û koçberiyê zarokên xwe neşandiye dibistanê û got:

“Em li kêlgehê dixebitin û me nexwest li cîhekî ku ji bo zarokên me xeternak be bijîn lê tenê zarokên min ket.

Ev cara yekem e ku ew gundê ku em lê ne tê bombebarankirin.

Xweda zarok dan min û dîsa Xweda ji min stand, spas ji xwedê re.”

Herwiha Çerkes da zanîn ku di dema bombebaranê de zarokan trî dixwar.

Bavê Xelîl ku ew jî cotkar e got, “Piştî êrişê em bazdan ku bibînin ka çi hatiye serê zarokan, me dît ku 3 zarok hatine kuştin.

Xelkê gund 17ê Tîrmehê termê kuştiyan bi axê spart.

 

Rudaw

Top