• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Iraqê 10 tawanbar hatin darvekirin û ew prose her ku diçe zêde dibe

Li Iraqê 10 tawanbar  hatin darvekirin û ew prose her ku diçe zêde dibe

Li gel wê ku Hikûmeta Iraqê red dike ku li wî welatî darve kirin bê cêbicê kirin, lê ajansên nûçeyan radigehînin ku duh 10 tawanbar li Nasiriyê hatine darve kirin.

Li gor nûçeyeke ajansa Reutersê, hikûmeta Iraqê cezayê darvekirinê li ser 10 tawanbaran de cêbicê kiriye.

Di nûçeyê de hatiye, di çaksaziya Nasiriyê a li başûrê Iraqê de, ew biryar hatiye cêbicê kirin û ew kesana hemû jî Iraqî bû ne.

Tekezî li wê hatiye kirin, ku wan tawanên metirsîdar encam dane û ji rêxistina DAIŞê bûne.

Di hemandemê de di meha Nîsanê de 11 tawanbarên din hatin darve kirin.
Herê dawî, rêxistina lêbûrîna navneteweyî ragehand: “Tirsa me li wê heye ku hejmareke zêde bên darvekirin û neyên aşkera kirin.”

 Basnews

Top