• Monday, 29 April 2024
logo

PYD û Til Hemîs

PYD û Til Hemîs
Piştî di şerê Tel-Hemîsê de bi dehan şervanên PYD hatin kuştin û qat bi qat ji wan zêdetir birîndar bûn agir ji devê wê dibare.

Geh êrîşî herêma Kurdistanê dike, geh êrîşî partiyên din dike, Rewşenbîrek nikare bêje ev ҫi felaket bû, ev ҫi ziyan bû. Wê hinek hebin weke ji başî û nebaşiyan, wusa jî ji rastî û kêmasiyan re" t i l î l i yan" bidin. Ew „rewşenbîrên“ serayê ne û wê siba, nîvro û êvaran pesnê mîr bidin. Mîr bibe Dahakê xwînvexwar jî, bibe melaîkê aşîtiyê jî dîsa ewê pesna wî bide. Rihê berpirsiyariyê û wijdan li cem van kesan qels e an jî qet tune ye. Eynî ev mirov, bi xwe, wê liser laşê mîr govendê bigirin gava bikeve li ber kêrê.

Ji dila PYD hesab bide, ji herkesî hesab dixwaze. Ev keҫ û xortên dikevin nav refên we mirovên dilpak, dirûst, û hêjayên vî welatî ne. Berpirsiyartiya jiyana wan liser milê we ye, mafê we tune ye hûn wan, bi kêfa dilê xwe, bişînin mirinê. Binêrin Îsraîl ji bo leşkerekî wê neyê kuştin bi sedan tedbîr distîne, û gava tê kuştin jî sed caran hesab ji xwe dixwaze.
Di dîroka xwe de PKK carekê ziyaneke gelek mezin da, 34 gêrîlayên wê di yek şerî de hatin kuştin. Ji bo vê yekê gelek guftûgo hatin kirin, hesab hat xwestin ji kesên bûyîn sedema vê yekê. Lê PYD vê jî nake, har dibe û êrîşî derdoran dike.

Rejîmê ҫi soz dabû we?

Ҫima soza xwe pêk ne anî? Rejîmê ji wer e got, dem hatiye em herêmê ji van terorîstan paqij bikin. Liser wan de biҫin, emê piştgiriya we bi firok û topan bikin. Ҫima nekir? Heger rejîm bixwaze, dikare di ҫend rojan an jî di ҫend hefteyan de wan ji holê rake. Lê ҫima nake? Ҫima rejîm şerê wan nake û vê wezîfê dide kurdan? Gelo, yên li Tel-Hemîs şerê we kirîn û xwîna evqas ciwanên me rijandîn ne zilamên rejîmê ne, ne eşîretên bi rejîmê ve giredayî ne? Divê em şiyar bin. Ev dafkên rejîmê ne û em dikevin nav.

Destê xwe dike kuna mar

Tu diҫî destê xwe dikî kuna mar, bi te ve dide û piştre tu dikî qîreqîr û dijûnan dikî gundî û cîranan. Ka ҫi li vir rast heye em piştgiriya te bikin? Tu dibêjî van hêzan amadekariyên xwe dikirin, wê êrîşî Qamişlo kiriban. Baş e. Te amadekariyên xwe kiriba, gava êrîş kiriban, bila biketan dafka te. Ji dila te ewqas ziyan daba bila wan daba û me tevan wê ji dil û can piştgiriya we kiriba.

Amûdê û Tel-Hemîs

Ciwanên ku li Xwepêşandana Bajarê Amûdê de ketîn û ciwanên li Tel-Hemîs ketîn qurbanên yek siyasetê ne. Te berê guleyan da ciwanên li Amûdê û te berê ciwanan da guleyên li Tel-Hemîsê. Tu cudabûn li vir de tune ye. Ha te berê guleyan da ciwanan ha te berê ciwanan da guleyan. Divê ev herdû bûyer bê hesab derbas nebin. Kesên van tektîkan dimeşînin divê hesabê wan bidin, divê werin mehkemekirin û cezayê xwe bixwin. Hinek behsa lêborînan dikin. Nabe. Ne mafê dost û hevalên van goriyan heye li sûcdaran biborin, ne jî mafê dayîk, bav, xwîşk û birayan heye.Tenê EDALET dikare bibe bersiva wijdanên birîndar, tenê EDALET dikare rê li pêşiya van sûcan bigire, tenê EDALET dikare pirên baweriyê di navbera me tevan de careke din ava bike.

Bang ji bo PYD

Gelo, dem nehatiye ku hûn hinekî rûnin û hesabên xwe li ber ҫvan re derbas bikin? Ez di wê baweriyê de me nêrînên we ji gelek tiştan re şaş in. liser bingeha van nêrînan, hûn siyasetên şahs ava dikin û ev siyasetên şaş jî ziyanê didin gelê kurd.

„Partî gel e, gel partî ye“

Dengê we weke partî bilind e. Rrast e. Lê dengê me weke gel nimiz e. „Partî gel e, gel partî ye“ têzeke kevn e, malwêrantiye. Tenê partiyên komûnîst û partiyên faşîst di vê baweriyê de bûn. Bi sed milionan mirov li dora xwe kom dikirin, lê ti felaket nema û bi serê van mirovan de ne anîn. Ew di dîrokê de bin ketin. Heger em dixwazin serbikevin, divê em xwe ji têzên wan dûr bixin û ji durûşmeyên wiha bişûn. Ew partiya xwe bike di cihê gel de, xwe bike di cihê welat de û bêje kî derî min e, derî gel û welat e, ew partî nabe welatparêz.

Xetên sor

Evqas kêferata li Rojhilata navîn û li Sûriyê ji bo ji xetên sor werin rizgarkirin. Berê Hafiz Asad, Başar Asad xeta sor bûn, Malbata wan xeta sor bû, partiya Baas xeta sor bû û û û bi dehan xetên sor. Diviyabû me, ji kêmayî ve ev derbas kiriban. Lê wusa xûyayî ye xetên me yên sor zêdetir bûne. Dîsa Serok xeta sor e, dîsa partî xeta sor e, dîsa artêş xeta sor e, û û û.bi dehan xetên sor. Xetên sor sîstema qedexeyan e. Yanî evqas kêferat ne ji bo em ji ber baranê biҫin ber şirrikê.

Welat vale dibe. Em nikarin tenê sûc bavêjin liser milê kesên dikevin riyan û ji welat baz didin. Divê mirov rûne û liser sedemên vê yekê cidî raweste. Rejîma berê xwe dixist nav jiyana mirov, lê tiliya xwe nedikir her tiştê. Niha hûn xwe tevlî her meselê dikin, ҫi hûr ҫi gir. Hûn ji her tiştê şibhe dikin û ev yek tirsê dike dilê milet. Heger we bawerî daba milet ku liser vî erdî pêşeroja zarokên wan heye, jiyaneke bi rûmet wê hebe, baz nedidan. Heger we bikarîba bi kiriyarên xwe bawerî daba ku di pêşerojê de wê mirov bi rûmet bijîn, baz nedidan. Heger we bikarîba baweriyê bidin wank u jiyana wan ya madî wê di pêşerojê de ҫêtir bibe, baz nedidan.

Di dawiyê de,

Ka têkiliyên xwe yên bi rejîmê re hinekî li bêjingê bide û tenê di asta tektîkî de bihêle.
Ka têkiliyên xwe yên bi partiyên din re ji asta „werin xizmeta min bikin“ derîne.

Ka artêşeke netewî bi leşkerên ku li herêmê hatine perwerdekirin ava bike,û heger rejîm di vî warî de razî nabe, li hember derkeve.

Ka dezgehên xwe yên ragihandinê ji dijûnan, ji propogandaya ziwa dûr bixîne.
Ka serxwebûna xwe weke partiyeke siyasî îlan bike, û siyaseta birayê biҫûk û mezin biroxîne.
Fersend hîn wenda nebûye, girtina wê berpirsiyartî û erkekî dîrokî ye. Heger hûn kêliyekê li xwe vegerin û siyastên xwe li bêjinga mentiq bidin, ev fersend wê were girtin û ziyanên me jî wê kêmtir bibin.
Top