• Monday, 29 April 2024
logo

Hêmin Hewramî: serok Barzanî û pêşdeçûn û serkeftinên Kurdistanê di 8 salên borî de

Hêmin Hewramî: serok Barzanî û pêşdeçûn û serkeftinên Kurdistanê di 8 salên borî de
Axavtin li ser deskeftiyên siyasî û neteweyî û diplomasî û abûrî û avedanî di dema serok Mesud Barzanî de ku li 12/6/2005 sûnda yasayî xwariye, dûr ji helwîstên aydûlojî û dîrokî, hêjayê hûrbîn û helsengandineka ekadimî û siyasiye.

Weke xuya heya niha Kurdistan di nava hind qunaxên hestiyar û alozde ye loma divê axavtin li ser serokatiya Barzanî di postê serokatiya herêmê de tevî van qûnaxan bê kirin ew qûnax jî:

1- Qunaxa rizgariya nîştimanî û neteweyiya xelkê Kurdistanê.

2- Qunaxa veguhastinê (Transition in to Democracy) ji diktatoriyê pêş 1991 ber bi demokrasiyê ve, ev qunax jî bo hind qunaxkan parvedibe, weke dawîanîn bi saziyên diktatorî, damezrandina saziyan, bihêzkirina saziyên dîmokrasî.

3- Qûnaxa diristkirina kiyanê neteweyî û niştîmanî û demokrasî, State Building

Di vî warî de kesatiya serok Barzanî û karkirina berdewam ji bo serketina vê qûnaxê ne tenê ji 12/6/2005 destpêdike û nejî bi dawîhatina tê beruvajî ev xebat her berdewamdibe.

Ceyn Şarp di pertûka (From Dictatorship to Democracy) de gelek bi runî behsa hebûna serkirdeyên xwedî dîtin û nêrînên sitraticî di serxistin û gehandina civakekê ji diktatoriyetê bo dîmokrasiyê dike. Serok Barzanî di gotarekê de li hember pêşmergên dastana Xwakork bi nêrînekê cîhanê bas li guhartinên mezin dike, ku li 21/3/1991 li hember şêniyên Koye gotarek pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir û têde bas li demokrasî û azadî û helbijartin û deshelata gel kir, deme ji bo yekrêziya Kurdistanê desberdarî serkeftina parta xwe dibe li sala 1992, dema rêneday fidraliya parêzgeha li ser Kurdistanê bê sepandin, demê rêneday Pêşmerge bi mêlîşyat û çete bênbinavkirin, dema rê li hatina sipayê Tirkiyê girtî, dema şerê Kurdan bi Kurdan re heramdike û dike kiltorek ji parçên din yên Kurdistanê jî re, dema li Kerkûk û Şingal û Xaneqînê rê li sipayê Îraqê digire û Pêşmergey li wan deran bicî dike, dema nahêle bêjeya Kêmîne ji bo Tirkuman û Aşûr û Kildan û Siryan û Ermenan bê bikaranîn û binemayê hevwelatîbûnê dike binyatê hukimdariyê, eve hemî ew nêrînên yên Ceyn Şarp di pertûka xwede ji bo hebûna nêrînên sitratîjî bas lêdike.

Herwesa Samwêl Hantgiton, sê mercên serekî dike bingehê anîna demokrasiyê ku ewjî pêktê ji ( jinavbirin û nehêlana saziyên sîstema diktatorî, damezrandina sazuyên destûrî yên sîstema dîmokrasî, aramî û pêşkeftin), bi vê nêrînê rola serokatiya serok Barzanî her ji sala 1991 ji anîna van pêşmercên dîmokrasiyê roleka serekîbû.

Eger em bi hûrî û binemayên zanistî bitaybet di warê siyasî û hikumdarî û diplomasî û peywendiyên nîvdewletî li ser Kurdistanê basbikin taku bizanin erê di dema serokatiya serok Barzanî de Kurdistan pêşdeçûye yan ne, divê li destpêkê ama je bi binemayên mêtodî bikin yên ku çemikê serokatî û îdarekirina welatekî pê tê pîvan.

1- Mîtoda hevberkirinê

Ev mîtpde li serbinemayê hevberkirina niha ya ciyekê tev rabirduyê wî cî, hevberkirina vî cî tevî derdorên wî, nasandina diyardên niha yên wî cî û hevberkirin tevê wan diyardan her li wî cî lê di dema rabirdû de.

Eger vê mîtodê li ser Kurdistanê bêxin kar ji bo pîvana niha ya herêmê tevî sala 2005 dê bînin ji hemî aliyan pêşdeçûna berdewam û helkişanên pozetîv di astê siyasî û abûrî û civakî, dîmukrasî û dîplomasî yên Kurdistanê eşkera tên dîtin. Paşî bi data em li ser mînakan disekin.

2- Mîtoda hukimdariya baş (Good Governance)

Evejî pîver û mîtodek giringe ku welatek yan herêmek yan navçeyek ji aliyê kargêrî civakî miovatî pê tê pîvan. Ev mîtode jî li ser hind binemayan disekine ew jî:

• Serweriya yasayê (Rule of Law )

• Bandûra saziyan û karînên wan (Effective and Efficiency)

• Tevgirî û yeksanî (Equitable and Inclusive )

• Dayna bersivan (Responsive)

• Xuyakirinkarî (Transparency)

• Hestkirin bi berpirsyariyê (Accountable)

• Sazan û hevboçûnî (Consensus Oriented)

• Hev beşî û beşdarî (Partnership and Participation)

Bi heman awa eger vê mêtyotê li ser Kurdistanê bikarbînin asta pêşdeçûnê de dema serok Barzanî de bi eşkerayê tê dîtin, jiber wê yekê ew dîdevanên rastgo û obcêktîv bin û dûr bin ji helwîstên aydolojî vê serkeftinê baş dibînin, renge ya ku serok Barzanê dixwast di bernameya serokatiya xwe de bike yan ya xelkê Kurdistanê li bendê hemû ne hatibe kirin, belê wek Olif Palme dibêje (( siyaset hunera piyadekirina îradê ye)) serok Barzanî jî îradek negor û bihêz hebû rêya wî ronahî bû ji bo destxistina pêtir deskeftiyan li gor pîverên hukimdariya baş di dema serokatiya herêmê de. Paşî di çend mijaran de emê li ser wan deskftiyan bisekinn.

1- Mîtoda dewletên şikestin dîtî (Failed States)

Ev mîtode jî li ser çend binemayan disekine û birêya wan binemayan welatek yan deverek tê pîvan û helsengandin taku bizanin ew cî yan welat şikestin xwariye yan ne ew binema jî evin:

- Erê dinav welat de koçbarbûna navxweyî heye?

- Givaşa akinciyan çende?

- Dudilya xelkê û xirabiya xizmetkariyan şawaye?

- Pêşdeçûna ne wekhev çawaye? Wate gelo tenê yek cî pêşdeçuye û ciyên din paşkeftî mane?

- Geşeya mirovî di çi ast deye, hatin û çûna xelkê bo wî cî çawaye?

- Xerabiya rewşa abûrî û jiyanê çawaye?

- Şerîyeta deshelata siyasî çawaye? Wate gelo helbijartin hene yan jî serkutkirin û inqîlabên serbazî hene?

- Xizmetgozariyên giştî di çi rewşê de ne?

- Rewşa mavên mirov çawaye? Gelo zîndanên siyasî hene yan jî tinene?

- Gelo saziyên ewlehiyê di xizmeta welatiyan de ne yan ji bo serkotkirina welatiyane?

- Belavbûna Mafiya di rewşek çawa deye?

- Destêwerdana derekî heye? Çawaye?

Bi vî awayê eger em yek bi yek van pîveran li ser Kurdistanê di dema serokatiya serok Barzanî de bikarbînîn, emê derencab bizanin ku ne tenê Kurdistan nakeve lîsta welatên şikestin anî belkû dikeve rêza welatên serkeftin anî. Salane di govara (Foreign Policy) îndîksêkî navê welatên şikestin anî tê belavkirin li dû vê yekê çend salin Fînlenda, Danîmark, Siwîd ji welatên here serkeftiyên cîhanê ne û welatên mîna Somal, Efxanista, Çad, Sudan, ji welatê ji hemiya pêtir çikestin anî ne. eger em van pîveran li ser beşê Erebiyê Îraqê bikarbînînwê xuya bibe ku ew beş welatekê şikestin anîye, ji ber wê yekê li gor Îndîksê li sla 2012 Îraq lirêza pêncê yên welatên şikestin anî hat. Lê ji ber ku li Kurdistanê koçbarbûna navxweyê tineye, deshelat bi inqîlab nehatiye bi helbijartinan hatiye, destêwerdanên derekî tineye, bizavkiriye pêşdeçûn ne tenê li senterê bajaran be belku jî 4000 gund avakirine û rê û xizmetgozarî birinê bajarik û komelgeh û navçe û qeza jî avaedan kirine û zanîngeh li hind devaran mîna Helebçe û Kelar û Raniya û Soran û Akirê û Zaxo û Koye vekirine, bilindbûna rewşa jiyanê, zêdebûna geştên xelkê Kurdistanê bo derve, hatina gelek biyanî û kompaniyên biyanî bo Kurdistanê, hebûna hind hêlên esmaniyên navdar û hebûna du balefirgehên nîvdewletî Hewlêr û Silêmanî, û pirojê dirustkirina balefirgeha Duhok ê nimonên zêndiyên geşeya mirovî ne, ya ji hemiyan giringtir nebûna zîndanên siyasî li Kurdistanê, wate yek kes li Kurdistanê li ser nêrînên siyasî nehatiye zîndankirin, renge hinek bêjin kesanên ser bi aliyê Îslamî yan endamên Partî û Yekêtî û aliyên din jî hatine girtin, ew kesên hatîne girtin yan ji ber tawanekê yan beşdarbûn di giropekê tîroristî de yan jî ji ber karekê sîxurî hatîne girtin kesek ji ber nêrînên xwe yên siyasî ne hatiye girtin, ji vî alî jî ve zêdebarî hebûna hind têbîniyan lê raportên UN û rêkxirawên nîvdewletî amajene ji bo başbûna rewşa mafê mirov li Kurdistanê.

Di dema beşdarbûne serok Barzanî di kongireya Davos de ku li 23-27/1/2013 li Siwîsra birûveçû, Peter Maurer serokê rêkxirawa Xaça sora nîvdewletî ICRC di dema dîdara serok Barzanî de ragehand ku ew weke ICRC gelek sipasiya serok Barzanî diken ji bo wan asankarî û alîkariyê ji tîmên wan re yên li Kurdistanê kirinî û ew azadiya ku li Kurdistanê hey û ew serkeftinên ku dîmokrasî yên li Kurdistanê hey taku çi zîndaniyên siyasî li Kurdistanê nînin.

Eger li gur mercên Hantington bît aramî û hebûna karê pirofêşnalê saziyên ewlehî binemaye ji bo demokrasî were holê, ya li Kurdistanê ku dîvçûnek berdewam ji aliyê serok Barzanî li ser saziyên ewlehiyê û pêşmerge û polîs û sercem saziyên wan heye, bi vê yekî karîne di nava çergê nearamiya Îraqê û Suriyê û Torên Qaîde û giropên din yên Tîroristî Kurdistanê biparêzin seqayekê aram jêre dabîn bikin, bi vê sedemê aramiya abûrî û siyasî civakîjî peydabû. Li 12/6/2005 serok Barzanî ji aliyê perlemana Kurdistanê ve hate helbijartin û li 25/7/2009 raste çend karên tîroristî yên xwekujî ji aliyê tîroristan ve li Hewlêrê hatin encamdan belê bi bizav û westiyana Asayîş û Parastin û Dije tîrorê ew kar hemû hatin eşkerakirin û reftara yasayî li gorî yasaya Kurdistanê tevî wan hatekirin, şanaziya mezin ewe ku ji ji meha 6 ya sala 2007 ve tîroristan nekariye di yek bizavên xwede asayîşa hewrêmê têkbiden, eve wê watayê nade ku tîrorista bizavnekirine ewlehiya herêmê têkbiden li gorî zanyariyên saziyên ewlehî ji 2007 ta niha 8 bizavên mezin yên tîroristî hatine jinavbirin, ev jî eger tev bajarekê wek Niyûyork bê hevberkirin û her 18 demjimêran kesek tê kuştin Kurdistanê bigiştî kariye aramiyeka ewlekarî ji xelkê xwe re dabîn bike.

Piştî behiskirina van mîtoda ji bo xuyakirina deskeftên demê serokatiya serok Barzanî pêdiviye amajî bi şend aliyên din jî bikeyn ji wan:

Serkeftin di astê pirsên neteweyî de
Di dema serokatiya serok Barzanî de pirsên neteweyî ne tenî li Kurdistanê û yên girêday Bexdayê pêşkeftinên mezin bixweve dîne, belku li ser astê parçên din yên Kurdistanê jî serkeftinên berçav bidestxistîne.

Parastina îrade û şerefa Kurd li deverê, bihêzkirina bawerîbixwebûna Kurdan hember netewên din yên deverê, nehêlana hesta xwe bikêmtir danan hember netewên din yên li deverê, ev hemî jî li ser binemayên neteweperwerî ne li ser binemayên netewep eristiya şofênî, wate serok Barzanî gotarekê neteweyî pêşkeftinxwaz kiriye binema ji bo parastina netewa Kurd nek ji bo ku Kurd xwe ji netewên din bilindtir bidanin, herwesa karê berdewam kiriye daku Kurd xwe ji netewên din kêmtir nedanin.

Berdewamiya Babetê maye
Top