• Thursday, 16 May 2024
logo

Babekir Dreyî bo Gulan: pêwîste biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê hemûyan ve bi giringîpêdan werin cêbecêkirin

Gulan Media February 16, 2015 Dîmane
Babekir Dreyî bo Gulan: pêwîste biryarên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê hemûyan ve bi giringîpêdan werin cêbecêkirin
Qûnaxa serketina pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê ku şerekî nexwastî bû rastî Kurdistanê hat, hinek pirs kirine destpêka siyaseta Herêma Kurdistanê, ji wan: yekxistina hêza pêşmerge û temama hêzên çekdar yên Kurdistanê, herwiha bi sedema ew kirêza abûrî a rûbirûyî Kurdistanê bûye, pêdiviyên çaksazî û gorankarî û ger li pê çavkaniyên dahatê bûye pirseke din, derbarê van pirsan, Babekir Direyî endamê civata nîştimanî a Goran bi vî rengî ji Gulan re axifî.
* Niha rewşeke nû li Kurdistanê hatiye pêş û çend gorankariyên leşkerî û siyasî çêbûne, gelo tu çawa li vê rewşê dinêrî?

- Di vê rewşê de derfeteke pir baş ji bo Herêma Kurdistanê hatiye pêş, bi taybet paş şerê DAIŞê piştevaniyeke cîhanî ji bo Kurdistanê çêbû, tevgera diplomasî a Serokatiya Herêm û Hukumeta Herêma Kurdistanê bi şêweyekê bû ku karî piştevaniya cîhanî ji bo Herêma Kurdistanê misoger bikin û di eniyên şer de werin ektîvkirin ji bo dakokîkirin li ax û xelkê Herêma Kurdistanê, piştre Herêma Kurdistanê karî pêşmerge bişîne Kobanê û di astê neteweyî de gavên baş avêtin, ku ev jî bûye zêdetir bihêzkirina cihê Herêma Kurdistanê li ser astê neteweyî, çi ji bo Bakur û çi ji bo Rojavayê Kurdistanê, bi van gavan cihê Herêma Kurdistanê li ser astê cîhanê bi şêweyekî baş ber pêş ve çû û li ser astê Herêmê jî tirs li ser Herêmê nema ji ber ku ev Herêm e aramtir bû di nav xwe de, piştevaniya welatên dunyayê bi şêweyekê bû ku êdî lêdanana Kurdistana Îraqê ne asane, di vê qûnaxê de daku em Herêma Kurdistanê bi hêztir bikin, sê merc pêwîstin daku Herêma Kurdistanê baştir arambe û ber pêşve here, ku pêktên ji: belakirina şiyan û saman û zanînê, belavkirina şiyanê wate demokrasî zêdetir were çespandin û partiyên siyasî yên Kurdistanê ne tenê beşdar bin belku hevbeş jî bin, bi şêweyekî giştî gavên baş hatine avêtin bi mercekî ku lêpirsîn hebe li ew kompaniya ku bûne egerê kemûkurtî û gendeliyê li Kurdistanê wiha cihê Hukumeta Herêma Kurdistanê bihêztir dibe û ew tonêla ku kurd têre dere wê dawî ron be û tarî nabe, bi giştî ez geşbînim bi gişt piroseya ku Hukumeta Herêma Kurdistanê dayemeşandin û gav li cihekî dirust û rastin lê pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em berdewam mijolî çaksaziya navxwe bin, lewra bi wê mercê ku ew sê tiştên min behsê kirine werin dabeşkirin bi şêweyekî dirust û bi zanebûn.

* Win agehdarin ku bernameyek li Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û serokê Herêma Kurdistanê jî pir tekezê lê dike, ew jî berdewamiya wan çaksaziya ye ku te Behsê kirî, li vir daku ev werin encamdan, rol û erkê hemû aliyên siyasî çiye heta ew dadweriya niha heye bi şêweyekî baştir be, çawa hemû piştevaniyê li vê piroje û bernameyê bikin?

- Bêgoman erkê hemûyane ku cêbecê bikin, bo nimşne serokê Herêma Kurdistanê berî niha biryar da ku tu kes û aliyek ji bilî Hukumeta Herêma Kurdistanê nabe mîlîşiyayên xwe hebin, ew biryareke dîrokî giringe û Perlemana Kurdistanê pesenkir, vêca gereke Serokatiya Herêmê çavdêriya cêbecêkirina biryara xwe bike û ew aliyên bi vê biryarê razînabin xelkê Kurdistanê ji wan agehdar bike û xelk bi giştî bizanin ka ew aliyane kîne yên ku astengan li hember cêbecêkirina biryarên giring yên Herêma Kurdistanê çêdikin, çûnkî di vê maweyê de ku piştevaniya cîhanê ji bo Kurdistanê heye, di demeke wiha de ku goman li ser tineye ku Serokatiya Herêmê biryaran ji bo yekgirtina leşkerê Kurdistanê derdixe, heger niha hev negre, wê yekgirtin di paşerojê de mehal be, dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê gereke helmeteke ragihandinê destpêbikin û rêgirbin li hember her kesatî û aliyekî ku ji bo ev biryara giring a Serokatiya Herêmê dibine asteng, di kojma ew doz û pirsyarên din de , dema Serokatiya Herêmê biryarê ji bo çaksaziyê dide, ev yeke pir giringe, lê ev pêdivî bi pêdaçûneke berdewame. Derfet ji vê baştir nayên ku hum di derbarê hêza millet de em bihêztir bikin û hum di derbarê siyasî ve çaksazî werin encamdan, gereke biryarên Serokatiya Herêmê ji aliyê hemûyan ve bi giringîpêdan werin cêbecêkirin.
Top