Mela Seîdê Kurdî û (ne)seyîdbûna wî
January 25, 2013
Gotar û Nerîn
Yek ji wan aliman jî Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Seîdê Kurdî di sala 1876-yê de li gundê Nûrsê yê Hîzana Bedlîsê ji dayik bûye. Navê babê wî Mîrza, navê diya wî Nûrê(1) ye. Di medreseyên Kurdistanê, li cem alimên herêmê perwerdeyiya xwe kuta kir. Di demeke kurt de bû alimekî navdar. Ji ber ilmê wî yê zêde ji teref alimên herêmê ve leqeba “Bedîuzzeman” jê re hat dayîn. Ûstad di sala 1926-ê de ji aliyê hikûmetê ve bo herêma Rojavayê hate mişextkirin. Piştî wê dîrokê hetanî wefata wî êdî hatina wî ya bo Kurdistanê hate qedexekirin. Bes beriyê wefata xwe demeke kurt bêyî destûr vegeriya welatê xwe Kurdistanê, bajarê Rihayê. Di sala 1960-ê de li vî bajarî çû ser dilovaniya Xwedê.
Rewşa Bedîuzzeman ji ya alimên dî gelkê cudaye. Lewra ew hem di saxiya xwe de rastî xeşma hikûmetê hatiye hem jî piştî wefata xwe… Zordestiyeke bêmened lê hate kirin. Ew ji hemû mafên wî yên însanî, olî, civakî, ramanî mehrûm hatiye hiştin. Ji ber ramanên wî yên oldarî û kurdewariyê ew li welatê wî rihet nehêlan. Di mişextiyê de jî her tim di bin tecrîdê de hiştin. Destûr nedan ko xizmên wî û hembajariyê wî bên serdana wî. Ji 1926-‘yê heta wefata wî ew dever bi dever mişext kirin. Ji wê dîrokê heta wefata wî jiyana wî di girtîgeh û mişextiyê de derbas bû. Ew bixwe rewşa xwe holê dibêje:
— Temenê min hemû di qadên şer de, di girtîgehên esaretê de, an jî di girtîgeh û dadgehên welêt de derbas bû. Cefaya ko min nekişandîbe û kul û derdên ko min nedîtibe nebûne. Di dadgehên leşkerî de muameleya mîna mêrkujan bi min hate kirin. Mîna yekî serserî ez ji vê deverê sergomî devereke din hatim kirin. Çend caran ez hatim jehredarkirin. Ez dûçarî heqaretên cur bi cur bûm. Hin caran dibû ko min hezar qatî ji jiyanê bêtir mirin xwastibe. Heke dînê min men’a min ji xwekuştinê/întîxarê nekiriba, belku îro Seîd di bin axê de rizî bibûya, çûbûya. (2)
Pergala nijadperest wek çawa ev alimê qedirbilind di jiyana wî de rehet nehêlan, piştî wefata wî jî nehiştin ko ew di gora xwe de rehet bimîne. Rê nedan ko ew jî wek her kesî bibe xwediyê gorekê û dilxwazên wî yên ko di saxiya wî de ji ber zordestiyê nikaribûn hatibana serdana wî qeneve piştî wefata wî bihatana jê re fatîheyek xwendibana. Piştî derbeya faşî ya 27 Gulana 1960’ê bi darê zorê daxwaznameyek bi birayê wî dane şanenavkirin û cesedê wî yê bimbarik ber bi dereke nediyar ve birin. Heta roja me ya îro jî nayêt zanîn ka gora wî li kuderê ye.
Herçiqas cesedê wî jî birin, winda kirin lê hêjî ew agirê di dilê wan de bû venemirî. Lewra di serî de gelê Kurd hemû dinyayê dizanî ko ev kesayet Kurd e û xelkê Bedlîsê ye. Pergala faşî ji ber ko li ser rûyê erdê miletek yê ko navê wî Kurd e qebûl nedikir, dê çawa qebûl kiriba ko ev alim Kurd e. Ji boyî ko vê pirsgirêkê çareser bike kûr kûr ramiyan, ramiyan, di dawiyê de biryara xwe ya nehs dan: “Bedîuzzeman ne Kurd e, Ereb e; lewra seyîd e.” Belê, de ka îca dê kê ev wezîfe kiriba? Ji wê re jî çare dîtin: Xwendekarên wî bixwe…
Belê ew xwendekarên (!) wî yên ko ji dibistana nijadperestiyê bi awayekî serkeftî mezûn bûyîn jixwe ji vê çendê re zemîn amade kiribûn. Hêj berî hingê leqeba wî ya “Seîdê Kurdî” rakiribûn û li dewsa wê “Seîdê Nûrsî” danibûn. Di nav şeş hezar rûpel pirtûkên wî de çiqas navên Kurd û Kurdistanê hene hemû derxistibûn. Êdî karê wan rehet bibû. Belê serê pêşî ev biryara xwe ya nehs di sohbetên taybet de ji hev re gotin, taliyê jî hew xwe ragirtin, bi destê nijadperestekî, hem jî di civîna çapemeniyê de aşkere kirin ko Bedîuzzeman ne Kurd e, ew seyîd e.
Giregirên xwendekarên Rîsaleyê Nûrê yên di termînolojiya Nûrcîtiyê de ji wan re “abê-keko” dihat gotin jî di civînê de cî girtibûn. Diyar bû ko ewana jî li benda xebereka xweş ya ji devê Akgûndûz-ê wan derketiba bûn. Ji xwe ewana wî gelik baş nas dikirin û jê piştrast bûn ko tişteka ji gelê Tirk re baş e dê ji devê derbikeve. Lêbelê ew tişt rast e yan nerast e, li gorî pîvanên Rîsaleyên Nûrê girîngiya wê heye an na, ev qet ne girîng bûn. Ya girîng ew bû ko hema carekê navê Kurdan ji ser Ûstad rabûya, ev besî wan bûn.
Akgûndûz maweya demjimêrekê behsa seyîdbûna Ûstad kir. Hem ji aliyê dê ve hem jî aliyê babê ve daku qet tu guman jj hazîrûn (yên li wir hazir) re nemîne. Dema gihîşt dawiyê û li gor xwe seyîdbûna Ûstad îsbat (!) kir, beşişîna li ser rûyê wî dişibiya beşişîna fermandarê ko kaleyeke mezin fetih kirî û paşê hatî ba padîşah û li benda ûcreta xwe mayî.
Dawiya civînê dor hate ser pirsiyaran. Ji aliyê heqperestekî ve pirsiyar jê hat kirin: “Ma çi hewceyî bi vê xebatê hebû?” Lêbelê Akgûndûzî nikaribû bersivekê bide vê pirsa maqûl. Yekî dî pirseke balkêş kir: “Seyda! Di nav van hemû şertan de Bedîuzzeman Kurd e an na?” Akgûndûz ji xwe li benda pirseke holê bû. Xwe da hev û holê got:
“Karakeçiyîyên ko îro li Sîverekê dijîn ko Tirkên xurî ne û ji babikê (Kayı) ne çiqas Kurd in, Bedîûzzeman jî welê Kurd e.”
Em li herêma Botan di hemberî gotinên bi vî rengî mezin, bê binyat û derew de weke bertek “Vî teyrî çi zilqek kir lo!!!” dibêjin.
Vê hevoka wî ya wek bersiv dayî ew da dest, diyar bû ko armanca wî ya ji vê xebata dûr û dirêj çi ye. Her kesên xwedîhiş û xwedîwijdan zanîn ko armanca wî ewe ko Ûstad bike Ereb.
Belê Ûstadê me yê ko hetanî sala 1926’ê ango wê tarîxa ko berê wî ketî sergomê her û her bo Kurdan xebitî, dilê wî ji perîşaniya wan re êşiyayî, ji boyî wan çûyî ba padîşah dakû zanîngehekê li Wanê bide vekirin, ji bona wan ketîyî timarxaneyê.. belê ew Seîd ji Kurdbûnê, ji wê Kurdbûna ko jê hez dikir berî kirin.
Peywirdarê vê bêbextiyê jî Profesör Ahmet Akgündüz bû. Akgûndûz tirkekî li Kurdistanê cî bûyî ye.
Akgûndûzî dema ev digot qaşo şecereyek seyîdbûnê jî di destê wî de bûye.
Belê herçiqas pergalê û yên li ser navê Nûrcîtiyê nijadperestî dikirin ev bêbextî li Ûstadê me dikirin lê tiştek jibîr kiribûn, nedizaniyan êdî çavên Nûrciyên Kurdan jî vebûne, haya wan jî ji dinê heye, ew jî zordestî û vê bêbextiyê qebûl nakin. Wek pêşiyên Kurdan gotî: Tehnan li Memê eser kiribû, yek carî ji eqlî bêxeber kiribû.” Nûrciyên Kurdan jî zend û bendên xwe badan û her yekî ji aliyekê ve bersiva van nijadperestên ko li ser navê Nûrcîtiyê neyartiya Kurdan dikirin dan.
Herçiqas ez ne hêjayî wê çendê me ko pepê xwe têxim nav pepên wan de, (3) lêbelê eger ez jî biqasî zanîna xwe di vî warî de xebatekê nekim, roja qiyametê ez ê şerm bikim ko li rûyê wî yê bimbarik binêrim. Ji ber vê çendê min jî biryar da û bi rojan li ser pirtûkên wî lêkolîn kir.
Ev xebata min ji sê beşan pêk tê:
1) Ka Ûstad Bedîuzzeman Kurd e, an na
2) Ka Ûstad seyîd e, an na;
3) Herçiqas ne seyîd e jî, lê eger em ferz bikin ko seyîd be…
a- Ûstad ji gondê Nûrsê ya nehiyeya Spayêrtê ye. (4) Spayêrt jî bi bajarokê Hîzana Bedlîsê ve girêdayî ye. Devera ko Ûstad lê ji dayik bûyî xurrî Kurd in, ji bilî Kurdan tu miletên dî tune ne. Ûstad hetanî sala 1921’ê li binê hemû pirtûk, gotar û axaftinên xwe de leqeba Kurdî deynaye. Herweha di hemû berhemên xwe yên berê de herûher gotiye ko ew bi eslê xwe Kurd e û mensûbî netewaya Kurd e. Jixwe hetanî van demên dawî jî derheqê kurdbûna wî de tu guman çênebibûn. Ka em lê binêri Ûstad bixwe di pirtûkên xwe de çawa behsa Kurdbûna xwe dike:
“1- Eger îddîaya teferrûdê (bitenêmayîn, biserêxwemayîn), îxtîlaf, xodfiroşî (Ew kesen ko dixwazin daîm xwe bidin ber çavan û xwe nîşanî xelkê bidin ) meyla axatiyê, îstîxdam (danşuxulandin) xapîn, xapandin wek pêwistiya Kurdîtiyeke sun’î were nîşandan, hûn bibin şahid ko ez ji wê Kurdîtiyê îstîfaya xwe didim. Û ez bi Kurdîtiyeke tebîî ko nîşana (inwana) wêrekî û dilsozî û oldariyê ye şanaz dibim. Wek çawa di dema îstîbdadê de ez ji bo vê kurdîtiya tebîî ketim tîmarxaneyê. Min ji doxtorê dînan re got: “Eger şalûsî (mûdahene), temellûk (xwedîlêderketin) tezerrûa sennûrî (lavayiya pisîkê), melaqiya kûçik, ‘fedakirina berjewendiya umûmî bo berjewendiya şexsî’ ji pêwistiya aqil were hesibandin, hûn bibin şahid ko ez ji wî aqilî îstîfa dikim û bi dinbûniyê şanaz dibim. Kurdino! Min timarxane qebûl kir. Û ji bo ko ez Kurdbûniyê lekedar nekim, min fermana padîşah, mehanî û qenciyên padîşah qebûl nekirin. Serkeftin havalê niyeta xalis e. Wesselam. Ma temme’l-kelam (Dersên Îctîmaî, Nutuk, 34-35 Weşanxaneya Zehra, İstanbul,2004)
Ji nivîsê diyar dibe ko Ûstad ji kurdbûneke neyînî îstîfa dike, bi kurdbûneke tebîî şanaz dibe. Herweha ji bo ko navê kurdbûnê lekedar neke timarxane û dînîtî qebûl kiriye.
“2- Ey azadiya şer’î! Tu bi dengekî welê bidehşet, bes xweş û bi xebera xêrê ban dikî ko Kurdekî mîna min ê ko di dereceyên xefletê de razayî ye hişyar dikî. Eger tu nebûya ez û hemû millet em ê di esareta zîndanê de bimana. (Dersên Îctîmaî, Nutuq. 12, Weşanxaneya Zehra, İstanbul, 2004)
3- Ey birayên min yên di vê mizgeftê de û birayên min yên piştî çil-pêncî salan di mizgefta mezin ya alema Îslamê de! Zen mekin ko ez ji bo ko şîretan li we bikim derketime vî meqamê dersê. Bêguman ez derketime vêdê em doza mafê xwe yê ko li ba we ye dikin. Yanê menfeeta taîfeyên biçûk yên mîna Kurdan û bextewariya wan ya dinê û axretê bi seydayên hakim yên mîna we Ereb û Tirkan ko taîfeyên mezinin ve girêdayî ye. (Dersên Îctîmaî, Xutbeya Şamîye 59 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
4- Piştî hemd û selewatan: Ey birayên min yên Ereb ên ko di vê Mizgefta Emewîyê de li vê dersê guhdarî dikin! Ez ji bo îrşada we derneketime vê mînberê û vî meqamî, ko ev ji heddê min der e. Ji ber ko ne heddê min e ko ez dersê bidim we. Ya rast (belkî) mînaka min ya di hemberî cemaeteke we ya ko di nava wê de nêzî sed zanyar (alim) hene mînaka zarokekî ye ko ew zaroka sebî serê sibê diçe dibistanê, dixwîne, êvarê tê ba bavê xwe û dersa ko xwendiye derpêşî bavê xwe dike. Ta ko ka dersa xwe girtiye, an negirtiye. Li benda hişyarkirin (îrşad) yan jî pesenda bavê xwe dimîne. Belê em Kurd li gorî we (nîsbet we) di hukmê zarokan de ne û em xwendekarên we ne. Hûn seydayên me û seydayên netewayên Îslamê ne. Vaye ez jî beşeke dersa xwe ya ko min standiye ji seydayên mîna we re holê beyan dikim. (Dersê Îctîmaî-Xutbeya Şamê-40, Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
5- Ez bi kurdî difikirim; Tirkî û Erebî dinivîsim. (Dersên Îctîmaî, Mûnazarat, 80 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
6- Hem jî gotin (kelam) ji ber ko sirûştî ye hestên xûyê gotinkerî dide bîranîn. Û wê dema ko were xwendin ji nêrîna xeyalê re dide xuyakirin ko madena wê kurdekî mîna min e. Û di zêhnê de resmê manewîyatê bi awayekî rast neqiş dike. (Dersên Îctîmaî, Meqaleyan, Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004))
7- Ey ew kesayetiyên ko li vê şehadetnameya min temaşe dikin! Ji kerema xwe ruh û xeyalên xwe bi mêhvanî bişînin cesed û dîmaxê xwendekarekî Kurdê hêrsok yê ko nû tevlî şaristaniyê bûyî daku hûn nekevin şaşiya şaşîkirinê.
(Dersên Îctîmaî, Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê, 156 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
8- Kurdekî nexwende û kovî, ango azad, tirkînezan (ancax) dikare evqas xwe îfade bike. Wesselam…(Dersên Îctîmaî, Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê, 185 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
9- Bila nebe fexr, ez dibêjim ko em ko Kurd in em têne xapîn lê em naxapênin. Em ji bo jiyanê tenezulî derewê nakin (Dersên Îctîmaî, Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê, 169 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004))
10- Ez, ko kurdekî nexwenda û koçer im (bedewî me) Min şîret li nivîskarên bi vî rengî xwediyê cerbezeyê, xwediyê sefseteyê û kîndar kir, tu nabêjî min cînayetek kir. (Dersên Îctîmaî, Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê, 161 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
11- Ez, ko kurdekî ji rêzê me. Min erkeke ko li ser aliman ferzuleyn e deynaye li ser milê xwe, tu nabêjî min cînayetek kir. (Dersên Îctîmaî, Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê, 161 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004))
12- Ez ko, ji ber girêdan (întîsab)a min a bi Îslamiyetê, bi perwerdeyiya Îslamê, bi aliman, bi şagirtiyê, bi Osmanîtiyê, bi xelîfetiyê, bi Îttîhada Muhemmedî û bi Kurdîtiyê, mîna daîreyên hevbir yên ji van sifetan derdikevin… (Dersên Îctîmaî, Meqaleyan, 537 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
13- Şaşiya dudoyê: Di qesîdeya Cenabê ‘Elî de, bi hesaba ebcedê ev derdikeve: “Di sala hezar û sêsed û pêncîyê de dê Seîdê Kurdî bêt” Ji rîsaleyeke mehrem standine. Bersiv: Cenabê ‘Elî (r.e.) ko derbarê Xulagû, tîpên latînî, Deccalê Îslamê û şaşiyên hin aliman de xeberên qet’î dide, bi wê hevokê ji Seîdê belengaz re dibêje: “Tu yê bigihîjî wê demê. Parastina xwe ji Xwedê bixwaze.” Yan jî –haşa- qet ew neketiye serê min jî ko ez payeyekê bidim xwe. (Mûdefe’eyan 140 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
b-Angaşta Seyîdbûna Wî:
Wek tê zanîn ji zarokên Cenabê Hûseyîn yên nevîyê Ferxrê Kîanat (s.s.l.) re “Seyîd”, ji zarokên cenabê Hesen re jî “Şerîf” tê gotin. Di dema xelîfetiya Emewiyan de gelik seyîd û şerîf ji ber zordestiya li ser wan ji cih û warên xwe koç kirine û berê xwe dane deverên dî, xasma Kurdistanê û Îranê. Bêguman Kurdan qedr û qîmeteke gelik zêde dane ferdên vê malbata paqij. Di derbasbûna demê re ew jî bûne Kurd; wek çawa yên çûyîn Îranê bûne Firs.
Ji ber qedr û qîmeta ko ji seyîdan re dihate dayîn gelik kes û malbatên ko tu eleqeya wan bi seyîdbûnê re neyîn jî xwe wek seyîd nîşan dane û bi vî hawî ji seyîdbûnê sûdê wergirtine. Lê yên seyîd ji seyîdbûna xwe nehatine xwarê û negotine ew ne seyîd in.
Tişta gelik ecêb û balkêş ewe ko Ûstad bixwe çendîn caran di pirtûkên xwe de gotiye ko ew ne seyîd e, lê dîsa jî nijadperest dibêjin “Nexêr ew seyîd e, lê nenêrin ew welê dibêje, ew ji bo ko xwe ji kibrê bide alî welê dibêje.” Ez ê niho gotinên wî yên ko angaşta seyîdbûna wî ji holê radike ji pirtûkên wî bixwe derxînim:
1- Ew kesê ko ne seyîd be bêje “ez seyîd im” û yê seyîd be bêje “ez ne seyîd im” herdu jî gunehkar in. Û wek çawa duxûl û xurûc heram in, di hedîs û Qur’anê de jî ‘li ser ve zêdekirin’ û kêmkirin qedexe ye. Bes ‘li ser ve zêdekirin’ ji ber ko nîzama wê xera dike û ji wehmê re derî vedike pêtir zerardar e. Ji kêmkirinê re nezanîn hinkê dibe ûzir. Bes ‘li ser ve zêdekirin’ bi zanyariyê (ilmî) çêdibe. Yê zanyar be mazereta wî tune ye. (Muhakemat 46 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004))
Ûstad herwekî zanibe dê di paşerojê gengeşiyên deheq nijada wî de derbikevin holê lewra li vir bi awayekî vekirî gotiye ko “Ew kesê ko ne seyîd be bêje “ez seyîd im” û yê seyîd be bêje “ez ne seyîd im” herdu jî gunehkar in” Herwekî bibêje ko eger ez seyîd bûma min ê gotiba ez seyîd im, lewra xefîkirin sedema gunehî ye.
2- Hem di dadgehê de ehlê wuqûfa Denîzliyê li gorî îtîqada hin xwendekaran di hemberî min de gotine: “Eger doza Mehdîtiye bike dê hemû xwendekarên wî qebûl bikin.” Min jî ji wan re gotibû ko: “Ez xwe seyîd nizanim. Di vê heyamê de nesil nayên zanîn. Halehale ew kesayetiyê mezin yê axirzemên dê ji Alê Beytê be….. (Lahîqeya Emîrdaxê 220-221 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
3-“ … Ez ne seyîd im. Lê heçîke Mehdî ye ew ê ji Alê Beyta Pêxember be. Hem xwendekarên gelik mudeqqiq û gelik alim yên Rîsaleyên Nûrê bi delîlê qet’î heman heqîqetên îmanê ji Rîsaleyên Nûrê standine û bi rûh û canê xwe qebûl kirine. (îca ko ji vê qebûlkirina wan re) Korîtî were gotin, eva hanê tehqîreke bêwate û nepêwist ya ji van kesayetiyên bimbarik re ye. (Mudafeeyan 160-161 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
4- “Qaşo bi min re pesinîn (tefaxur) û xodfirûşî heye û ez xwe mûceddîd dizanim. Ez bi hemû hêza xwe ve vêya red dikim. Hem hemû birayên min şehdebûnê didin ko min îsnada mehdîtîyê qet qebûl nekiriye. Hetta dema ehlê wuqûfê ya Denîzliyê got: “Eger Seîd mehdîtiyê bavêje meydanê dê hemû xwendekarên wî qebûl bikin” di pêşberî wê de Seîd di îtîraznameya xwe de gotibû ko: “Ez ne seyyîd im. Mehdî dê seyyîd be.” reda wan kiribû û tu deman ne ketiye serê min de û min negotiye ko mehdîtiya min heye. (…) Yan jî, hem ez ne seyyîd im, hem jî tu deman ez neketîme xiyaleke holê ya sed dereceyan ji heddê min zêde û …. (Şûeyan 408 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004) “
Angaşteke wan nijadperestan jî ewe ko ew Ûstad weke “Mehdî” qebûl dikin. Ji ber ko li gorî rîwayetan Mehdî jî dê seyîd be, dibêjin nexwe Ûstad jî seyîd e. Halehale Ûstad di van herdu gotinên xwe yên li jor de gotiye ko ew ne Mehdî ye û ne seyîd e jî.
5- Lîllahîlhemd wela fexr (Hemd bo Xwedê û bêyî fexr) neseb, nesil, temayî û tirs ko hêmanên kînê ne û zererê didin niyeta îxlasê min nas nakin. Ez jî wan nas nakim yan jî naxwazim nas bikim. Lewra nesebeke min a navdar tune ye ko ez hewl bidim ko rabirdûyê wê biparêzim. (Dersên Îctîmaî, Mûnazarat, 146 Weşanxaneya Zehra, Îstanbul, 2004)
Ûstad li vir dibêje ko nesebeke wî ya navdar tune ye. Gelo ev tê çi wateyê? Eger seyîd bûya wê gotiba ko nesebeke wî ya navdar tune ye?
c- Her çiqas Ûstad bedîuzzeman ne seyîd e, lê em ferz bikin ko seyîd e jî gelo ev seyîdbûna wî ji kurdbûna wî re dibe asteng an na? Bersiv: Esla nabe asteng.
1- Gelo malbateke ko ji hezar û çarsed salan bêhtir di nav miletekî de bimîne û hêjî bêt angaşt kirin ko ew ji wî miletî nayê hisabê nexwe hingê ev pirsa hanê dernakeve holê? “Ji bo ko yek ji miletekê were hisabê divêt çend salan yan jî çend sedsalan di nav wan de bimîne?”
2- Wek tê zanîn Pêxemberê me Cenabê Muhemmed (s.s.l.) eslê xwe ne ji nijada Erbeban e, mûste’reb e. Mûste’reb tê wateya yê bûyî Ereb, yê hatî erebkirin. Ji nesla Cenabê Îbrahîm Pêxember e. Cenabê Îbrahîm jî wek tê zanîn ji xaka Kurdistanê muhacir bûye, çûye Mekkeya Mukerreme û lawê xwe Îsmaîl li wir danîye. Nexwe eger dema mirov behsa nijada yekî bike, mirov li eslê wî yê berî hezar salan binêre, nexwe divêt mirov bibêje ko Cenabê Pêxember Muhemmed (s.s.l) ne Ereb e, Kurd e.
3- Di nav tevgera azadiya gelê Kurd de hetanî niho gelik kesayetiyên hêja cî girtine û gihîştine dereceya şehadetê. Di dîroka nêzîk de Şêx Ubeydullahê Nehrî yê ko binemala wî bi rêya Şêx Ebdulqadirê Geylanî digihîje Resulullah wek tê zanîn ji bo ko dewleteke Kurdî damezrîne serî li ber dewletên Osmanî û Îraniyan rakiribû. Herweha kurê wî Seyîd Evdilqadir yê ko tevlî tevgera Şêx Seîd bûyî û bi dardekirinê şehîd bûyî. Ji bilî Şerfeddîn Elçî yê ko derbarê seyîdbûna malbata wî de tu guman tune ye jiyana xwe hemû dabû Kurd û Kurdistanê. Damezrînerê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Humeynî û gelik havalên wî yên di rutbeya ayetullahîyê de digel ko seyîdîn jî lê tu deman xwe Ereb nehesibandine, her dem xwe weke îranî û furs zanî ne.
Li gorî Ahmet Gûndûzî delilek ji wan delîlên seyîdbûn û erebbûna Ûstad navê babê wî yê Mîrza ye. Li gorî vî lêkolerê ko hirsa nijadperestiyê çavê wî kor kirî navê Mîrza ji navê “Mûrteza”yê ya erebî tê û bi derbasbûna demê re “murteza” bûye “mîrza.” Halehale navê “murteza” ji “îrtîza”yê tê. Ji ber ko di tirkî de tîpa “dad”ê tune ye bi “z”yê tê nivîsandin. Tê wateya “yê jê hatî razîbûn.” Lêbelê heçîke “mîrza” ye, ji du kiteyan pêktê: Mîr-za. Mîr herçiqas ji “emîr”a erebî tê, lê di nav Kurdan de gelik tê bikaranîn û di dewsa “beg”a Kurdî ye. Kiteya dudoyê “za” jî ji “zayîn” yan jî ji “zêdebûn”ê tê. Yanê yê li mîr zêde bûyî, ji mîr hatî zayîn, ko ev nav di serî de Kurdistan û Îran li gelek dewletên herêmê tê bikaranîn.
Weke dawî:
1- Ûstad tu deman ne gotiye ew seyîd e. Berevajîyê vê her gotiye ew ne seyîd e. Herweha niho jî herin ji xizmên wî yên ko li gundê wî yê bi navê Nûrsê dijîn bipirsin ew jî qet behsa seyîdbûna xwe nakin.
2- Tişta balkêş ewe ko yên Ûstad dikin seyîd delîlên wan tim gotinên xwendekarên wî yên di dema wî de ne; filan kekî (abî) holê gotiye, bêhvan kekî welê gotiye. Li Ûstad guhdarî nakin, li xwendekaran guhdarî dikin. Ev gotineke pêşiyên Kurdan tîne bîra meriv. “Ez dibêjim te eve hirç, tu dibêjî eve rêç.”
3- Gotineke Tirkan heye: “Armanc ne xwarina tirî ye, lêdana bexçevanî ye.” Armanca wan ya pêşî ewe ko bi rêya seyîdbûn û erebbûnê ji Kurdbûnê dûr bixin, paşê jî li çareyekê binêrin ko bikin Tirk.
4- Seyîdbûna Ûstad wek çawa tiştekê lê zêde nake, neseyîdbûna wî jî tiştekê jê kêm nake. Derbarê vê xisûsê de Qur’ana Pîroz de mînakên balkêş dide: Cenabê Nûh û Cenabê Îbrahîm. Wek tê zanîn yek ji wan kurê wî kafir e, yê dî jî babê wî… Di rûhê Îslamê de ya merivî bilind dike ne babik e, kirinên wî ne erênî ne. Bi gotineke dî ya esas ne taybetmendiyên wehbî ango yên jê re hatîyî dayin in ya girîng taybetmendiyên wî yên kesbî ango yên ewî bixwe bi dest xistine ne.
5- Em tu deman wê şecereya ko piştî wefata Ûstad pêncî salan derketî holê û kes nizane kîjan hêza tarî ji derxistina wê re bûye arîkar nas nakin. Em gotinên wî jiyana wî esas digrin.
6- Ez bawerim eger Ûstad ne Kurd bûya, Tirk bûya û yekî hewl dabûya ko ew seyîd nîşan dabûya daku wî ji tirkbûnê dûr xistibûya wê Ahmet Akgûndûz lêkolînek li ser neseyîdbûna wê kiriba.
7- Ya herî girîng jî eve ko yên li ser seyîdbûna Ûstad îsrarê dikin bizanîn yan jî bi nezanîn wî bi nezanînê yan jî bi nerastgotinê tawanbar dikin ko ev jî xiyaneteke gelik mezin ya derheq vî kesayetiyî de ye.
Ez ban hemû Nûrciyên ko di nav tirkan de ne dikim, vêya zanibim, tu pêwendiya wan bi Nûrcîtiyê tune ye, ewana nijadperest in. Eger behsa Nûrcîtiyê bikin jî serê pêşî Tirk in, paşê Nûrcî ne.
1) Navê wê xatûna Nûrê ye ko li cem Kurdan bi vî awayî ye. Bes yên dixwestin Ûstad ji Kurdayetiyê dûr bixin navê diya wî jî kirine “Nurîye”.
2)Tarîxçeta Heyat, rûpel, 629 Enwar NeşrÎyat, 1994
3) Ev biwêjeke Kurdan e. Yanê dema yekî nehêja xwe têxe di nav mirovên hêja de de ew jî xwe wekî wan bide nîşandan.
4- Hinan jî ev nav weke “Îsparît” dabûn nîşandan daku bi “Îsparta”yê ve bidin girêdan.