• Sunday, 05 May 2024
logo

3GUL

3GUL
Gulekê rojçêbûna xwe ji xwînê re digot..

Gulekê ji bîna axê re behsa baranê dikir..

Glekê jî di guhê azadiyê de kurtepist dikir..

Sê gul di ronahiyê de dilerizin.

Sê gul ber bi dilê welatê min ve dibezin.



Ma tu nema dest ji pêşwaziya darbestan berdidî Amedê!?

Ma tu nema birînên keleha xwe,

Xewnên hespên xwe

Û pencereyên dilê xwe derman dikî Amedê!?

Ma tu nema berbanga azadiyê

di şeneyên me de bêşik û bêguman dikî Amedê!?



Sakîne Cansiz



Rûpela spî ya jiyanê ya ku bi agirê rondikan dişewite..

Bîna rastiya ronak a ku ji gulên evînê difûre û jê bêpar dimîne..

Nameyên bêzar ên şevê yên ku tenhatiyê dikujin..

Zeviyên tênahiyê yên ku çavên xwe li ewran digerînin..

Peravên xewnan ên ku di pêlên hêviyan de dixeniqin..

Birînên min ên ku ferhengên êşê bi êşê diafirînin..

keskesora bêrîkirina min a ku di asoya mirina min de dilerize..

li ber pencereyên xatirxwestinê rawestana sirûdan..

çavên girtî yên heyva çardeşevî ku nema stêrkên hevdîtinê dibînin..

Guldanka dilê şoreşan a ku bi gulên oxirê di ser dev re diçe

deryaçeyên bîranînan ên ku bi pêlan re dipeyivin..

Sînga sibehê ya tijî raz û tijî balinde û tijî rojçêbûn..

Çavên Parîsê yên ku li mirinê dinêrin..

Çavên Amedê yên ku di mirinê de diçurisin..



Fîdan Dogan



Ewrê Parîsê pemboyê birînê amade dike,

Pêlên deryayê peravan bi girî vedikin,

Şînê şîniyan bi destmala destê êvarê radipêçin,

Şengebî digirî..

Tu dilop î, tu çavên çiyê

Bi reşeewran girêdidî..

Tu kilîta azadiyê bi xwe re

Ber bi Deriyê Ruhatê ve

dibî..



Leyla Soylemez



Ji mirinê bi dûr nekeve,

Di çavên te de mêkewan dibînim..

Di nermika destê te de tembînameya begerê,

Li ser lêvên te sirûda hespên şevê,

Li ser serê te tacegula baranê..

Di sînga te de keservedanên rojê,

Di sîbera te de refên qulingan..

Û

Û

Di hawara te de dilbijîna Behra Wanê dibînim..
Top