• Wednesday, 15 May 2024
logo

Dilşad Şehab ji bo Gulan: Ev yekdengî û yekhelwêstiya aliyên Kurdistanê xala serekî a serkeftinê û cihê omêdiya xelkê ye

Gulan Media February 11, 2015 Dîmane
Dilşad Şehab ji bo Gulan: Ev yekdengî û yekhelwêstiya aliyên Kurdistanê xala serekî a serkeftinê û cihê omêdiya xelkê ye
Her çawa serketinên hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAIŞê de bi yekrêzî û yekhelwêstî û xwîna pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê bi dest ket, bi heman şêwe parastina van destkeftan û gav avêtin ber bi paşerojeke geş de jî wiha tê bi destxistin. Ev şerê terorîstan ku bela xwe bi Kurdistanê daye, man û nemana Kurdistan û Gelê Kurdistanê ye bî cudahiya olî û neteweyî, lewra ev şer e şerê tak bi tak yê xelkê Kurdistanê ye, ji bo axaftin li ser vî şerî û serketinên hêza pêşmerge, Dilşad Şehab endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê bi vî rengî boçûna xwe ji bo Gulanê rêxist.
* Tu çi tiştî bi gerentî dizanî ji bo ew serketinên ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê vê dawiyê bidestxistiye?

- Gerentiya serekî a serketinan û parastina Kurdistanê û derbazbûn ji ev qûnaxa hestyar a çend mehan ku bi sedema DAIŞê rûbirûyî Kurdistanê bûye, ji parastina wê tenahî û yekrêziyê destpêdike ku niha li Herêma Kurdistanê hest pê tê kirin, ev hevdengî û yekrêziye ji bo civakeke demokrat wek Herêma Kurdistanê ku têde diyardeya ferehizbî û hizir û boçûnên cuda heye, xala serekî a serkeftin û cihê omêda hemû xelkê Kurdistanê ye, herwiha ev yekrêzî û yekhelwêstiye cihê balkişandina dostên me ye û bi şêweyekî ji şêweyan mercekî serkî ye jî ji bo berdewamî li ser ew piştgiriya ku niha li Herêma Kurdistanê tê kirin.

* Xuyaye Kurdistan di qûnaxa şer re derbaz dibe, gelo çiqas giringe ku xelkê Kurdistanê hemû vê qûnaxê berçav bigre?

- Pir giringe li ser astê millî her takekî Kurdistanê hest bi wê yekê bike ku welatê wî di şer de ye, raste bi canfîdayiya pêşmerge û beşdarî û serpereştiya yekser a cenabê serok Barzanî di şiyan de bû bergirî ji Kurdistanê bata kirin û rewşa tenahiya bajaran hate parastin, lê giringe her aliyek hest bi berpirsyaretiya vê qûnaxê bike ku em niha di şer de ne û şerekî wiha ye ku hemû cîhan ji vî şerî ditirse û metirsiye bo ser her aliyekî, lê heta niha ew yek hatiye selimandin ku tenê hêza pêşmergeyeê Kurdistanê kariyê rûbirûyê terorîstên DAIŞê bibe û wan bişkîne, ev serketinên hêza pêşmergê Kurdistanê jî pêwîstî bi beşdariya her aliyekî heye û hoşyariyeke heme alî dixwaze, hevkarî û hemahengiya hemealî pêwîste, hinek rewş bi sedema vî şerî peydabûne û pêwîstî bi xweragirî û aramiyê heye, raste xelkê Kurdistanê pêdivî bi mûçe û xizmetguzariya heye lê em di rewşa şer de ne, heger hinek kêmasî jî hebin, gereke ev rewşe li ber çav be ku şer li ser welêt hatiye sepandin û ji hemû aliyan ve pêdivî bi qurbaniyê ye.

* Aliyekî cuda yê ev şerê cîhanî ku rûbirûyî Kurdistanê bûye, şêwazê hovane yê terorîstên DAIŞê ye, gelo çawa di vî rewşî de em hemû bi hev re li pêşiya vî şerî bisekinin?

- Ev şer e ne şerê bi deshelata Herêma Kurdistanê re ye, yan aliyekî siyasî re belku ev Ev şer e ne şerê bi deshelata Herêma Kurdistanê re ye, yan aliyekî siyasî re belku ev şer e bi hemû welatiyên Kurdistanê re ye bê cudahiya netewe û ol, bê cudahiya hizir û boçûn û temen û layendar û bêlayene, ev şer e li dijî hizir boçûna ilmanî û îslamî ye, li dijî ew ên li deshelat û ew ên bi corek ji coran xwe bi opozisyon dizanin, lewra heger a terorîstên DAIŞê bi serkeve û xwedê neke bi pêşkevin, wiha ew ê li Kurdistanê komkujiyan bikin, bala xwe bidin ew cihên ku nêzîkî wan in ew bi rengekî heremekî bi top û hawnan bombebaran dikin, otombêlên bombekirî dişînin û diteqînin, bê ku hesaban bikin ka ew Kurd e yan Turkman e, Kirîstiyan yan Muliman e, yan Êzîdî, di vî qûnaxî de welatiyan hest kirine ku ew bi xwe beşekin ji şer û ji aliyê dujmin ve ew wek armanc tên temaşekirin, lewra ev şer bi wataya peyvê şerê man û nemanê ye, tu mirovek ne bi hebûna van terorîstan re ye, gelê Kurdistanê bi bê cudahiya ol û netewe tenê rêyek li pêşiya wan e ew jî şerkirine, yê ku çek di dest de ye û yê çek di dest de tune ye gereke beşdariya eniyên cuda yê vî şerî bike.

* Yekrêzî û yekhelwîstiya hemû aliyan niha take rêye ji bo şikandina terorîstan, ev yeke me çiqasî geşbîn dike ku em vê qûnaxê derbazbikin?

- A ku cihê geşbînî û xweşhaliyê ye ku gavên hatine avêtin ji bo derbazbûn ji vê qeyranê heta niha bi şêweyekî berpirsyarane bû ku hemû alî bersivên erênî hebûn, serok Barzanî her ji destpêka vî şerî dûrbînane helsûkewt bi vê pirsê re kiriye û bi hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê re civiya daku helwîsteke giştgir li ser vê pirsê peydabike, ji destpêkê ve û berî êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser Kurdistanê, helwêsta serok Barzanî û hemû aliyên siyasî bi wî rengî bû ku em xwe nexine nav vî şerî heger ew bela xwe bi me nedin, em da tenê di rewşa bergirîkirinê de bana, raste sinûrekî me yê zêdetir ji 1000 KM bi dewleteke terorîstî a DAIŞê re dirust bû, lê hemû aliyan ew di berjewendiya me de didîtin ku em di rewşa bergiriyê de bin, lê ev şerê nexwastî ber me ve hat û êrişî me kirin wiha bi neçarî serok Barzanî biryara şerê seranserî û man û nemanê da, ew a cihê destxwaşiyê ew e ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê çi pênc aliyên serekî ku di hukumetê de beşdarin û çi yên ku di hukumetê de ne beşdarin hemû aliyan bi berpirsyarane piştevaniya biryaraa serok Barzanî kirin, derbarê PDK û YNK ku para mezin a hêza pêşmerge yê wan du aliyane ji destpêka vî şerî ve bi hev re di bergiriya qehremane de ne, aliyên din ku beşdarin di hukumetê de ne piştevaniya hewlên serok Barzanî kirin, Tevgera Goran ku bi kirdar beşdarin di hukumetê de û wek aliyekî siyasî jî piştgiriya hewlên serok Barzanî kirin, ji vê jî zêdetir seredana mîrê Komela Îslamî û emîndarê giştî yê Yekdirtûya Îslamî ji bo eniyên şer li cem Barzanî, herwiha seredana herdu cîgirên sekreterê giştî yên YNKê, cihê destxweşiyê û omêda yekrêzî û yekhelwîstiyê bihêztir kir, herwiha aliyên din jî wek Partiya Sosyalista Kurdistanê her ji destpêka şer bi kirdar beşdariya wan hebû, partiyên din jî her yek ji wan bi wasî qebarê xwe bi rolê xwe rabûn, bi vê yekê qûnaxeke nû hate pêş û pêwîstiyek peydakiriye ku gereke di vê qûnaxê de em bi hev re bin û ji hev ne bêminetbin, lewra vê yekhelwêstiyê asoyeke geş peydakir ku em bi serketî vê qûnaxê derbazbikin.
Top