• Sunday, 05 May 2024
logo

Kurdistana Rojava û Pêvajoya Piştî şoreşê

Kurdistana Rojava û Pêvajoya Piştî şoreşê
Birastî di demeke kurt da çar rêjîmê dîktetor li welatên erebeban hatin rixandin û li wan welatan şoreş derbasî qonaxeke nû bû û pêvajoya avakirina hukûmetek demî dest pêkir, ku kar û xebata vê hukûmetê ewe sîstemek nû saz bike ku têda demikrasî û azadî ya giştî misoger be , bi gotineke din hukûmeta demî berpirsîyarî ya xwe ewe armanca ku şoreş ji bo wê serî hildabû bêne cîbecî kirin.

Pirsa hukûmeta demî ango nav lê têye kirin pêvajoya piştî şoreşê , ez pêwîst dibînim ger ku bi kurtasî bêjî mirov hin xalên girîng dibê dest nîşan bike , ji ber ku demeke ev yek ketîye rojeva oposizyona Sûriye û civaka nav netewî ye , û ji hêla dinda goftûgo û amedekarî yên piştî rêjîma “ Esed “ têne kirine û vê yekê ne tenê di çapemenî da deng vedaye di heman demê da di ware piratîkî da jî amedekarî hene , minak her çend gurûpên ji nav oposizyonê Sûriye li hev di civin û di nav xweda amedekarî avakirina hukûmetekê dikine , ta niha hukûmedek ji dayîk bû ye bi serpereştî ya “ Heysem al malih “ e lê hemû hêzên oposizyonê ev pêngava ne pejirandin , her wiha hukûmeta dûyem jî li ser rê ye , lê pirsa ku tê bala mirov ewe gelo tevgera kurdî jî amedekarî û beşdarî ya xwe ta çi astê heye ji van pêşvaçûyînan.

Bê guman heger hat û hukûmetek demî ji hêla hemû hêzên oposizyona Sûriye va hate avakirin bi hawayekî fermî , wê ev pêngava ne hesan bê , ji ber ku gelek babetê girîn hene ji bo ku ev guhêrtin bi serkevin :

- Qonaxa piştî şoreşê da gelek gurûp û dewletên gewre û hêzên sîyasî wê bixazin deskeftîyên şoreşê li gor bercewendîyên xwe bi rêk û pêk bikine , ji ber vê yekê dibê ku ev qonax bi salan jî dirêj bike , mînak şoreşa “ Rûsya “ pêvajoya piştî şoreşê bi 10 salan dirêj kir , û her wiha li “ Yemen û Misir û Lîbya “ jî dora salek û didîyan berdewam kir.

- Wê pisgirêkê sîyasî û aborî û olî û pêkhatîyên civakê jî der Kevin di vê qonaxê da , ji ber ku wê her halîyek bixazê beşekî mestir ji deskeftîyan bi destxînê ji bo vê yekê ne dûre ku careke din hin hêzên dîktetor werin ser desthilatdarî û di bin navî parastina demokrasî û sîstema nû da , minak li “ Lîbya “ piştî têkçûna rêjîma “Al qezafî “ li hêlekê herêma “ Al berqa “ doza fîdralî yê kirin , û li hêla din hêzên çekdar ku beşdarî şoreşê kiri bûn çekên xwe radestî hukûmetê demî nekirin û doza hin mafan taybet kirin , her wiha ev rewşa li “ îraq “ ê jî rûda ku hîn ta roja mey îroj pisgirêka “ Kerkûk “ nehatîye çareserkirin û bi hawayekî zirav û polîtî nakokî yê ( şîha û Sine ) berdawamin.

- Li pêşîya hukûmeta demî gelek mijarên cûr bi cûr hene , ku wek avakirin û ser raskirina Destûra bingehîn û rengê hilbijartina ku wê bibe cîyê goftûgoyên meretonî di nav bera hêzên older û sivîl da , bi vê yekê da girêday ku wê çawa bê rengê aborî û rewşa artêşê û peywendî yên derva pîştî avakirina sîstemeke nû di hinder dewletê da .

- Di qonaxa pîştî şoreşê da car carne bê bawerî di nav gel da jîyan dike ji ber ku daxazên gel bi girseyî çêdibin û pir dibin û derfetê pêkanînê di wê demê da têrê nakin.

Min hewl da ku hinek xalên sereke dest nîşan bikim di derbarî pêvajoya piştî şoreşê da , mebesta min jê ewe ka gelo tevgera kurdî li beram berî van pêşvaçûna li kur sekinî ye û çi pirojeyên xwe ji bo van tiştên ku min li jor nîvîsî hene..?

Bê guman ezmûma kurdistana fedral li ber çavên me zindî ye , me dît ku çawa partîyên wî parçî di piştî hilweşandina rêjîma “ Sedam “ bûn yek û Enîya Kurdistan avakirin û pêşvaçûn û guhêrandin li gor berjewendîyên kurdan bi rêva birin .

Divê sazî û partîyên kurdistana rojava ji nihav pirojeyan û pîlanan dirist bikin û ji xwera dersan ji ezmûna Kurdistan fedral derxwin ji ber ku ta asteke rewşa her dû parçan wek heve ji hela erdnigari û jeopolîtîk da , eger em ev hemû hişyarîyan di piratîkêda bi cîbecî bikin wê di qonaxa piştî şoreşê da mafê me kurdên rojava misoger bê.
Top