Netewe ya Kurd û Tekoşîna Hebûn û Tinebûnê (Xelek 1)
July 16, 2012
Gotar û Nerîn
Reva Ji Xwe:
Xweda Nirgal qulikek di dîwarê Cîhana Bin-erd de vekir, û giyana Enkido careka din derket bin tava rojê:
Gilgamiş: Ey dostê min! Ey dostê min!
Bibêje min, te çi di Cîhana Bin-erd de dît?
Enkido: Ez nabêjime te. Ez nabêjime te.
Eger ku ez bûyerên Cîhana Bin-erd bidim nasîn
Tu yê rûnî, û bidî girî".
Ez nedizanim çira ev bira ji Efsaneya Someran xwe avêt bîreweriya min, çaxa min xwe amade dikir ku ez van rupelan binivisînim? Gelo, ma rewşa kurdan wek rewşa yên ku xwedayan xişima xwe bi serê wan de dirijandin, û ew davêtin kûraniya Cîhana Bin-erd, cihê şevreşiyan, sawêran û îşkencan?
Tê xuyan ku rewşa Kurdan wena ye, çimkê ji bêtirî şeş mehan de, min hewlda ku ez dest bi nivisînê li ser rewşa kurdan bikim, xişimeka birîndar ez dixistim bin bandora xwe, ez di xwe de dikeliyam, li xwe dixeyidîm, bêna min gelekî teng dibû, di mal de ez diçûm û dihatim, ez wek bêçaran bi rêyên bêkes diketim, bangên girgîn di kûraniya hinavên min de serî bi hêz hildidan: Hawar! Çi bi serî me Kurdan de hat? Hawar! Ta kingê eva ê rewşa me be?
Gelek caran min hewlda ku ez binivisînim, lê li dawiyê ez ji nivîsandinê direviyam, mirov ne dilxwazê nivîsandina li ser rewşên tiracîdiye, min bi dostekî re ji dûr de got: Min biryar bir ku ez dest pê bikim. Gote min: pêwist tu dest pê bikî. Lê mixabin careka din dilêriya min ji dest min çu, ez ji xwe reviyam, reva ji xwe pîstirîn rengên revê ne, ez rabûm li ser mijara şûreşa Sûriyê binivisînim, nasnameya Sûriyê ya dîrokî bidim xuyan, çawa Nîv-Ereban ew ji dest gelên xwerû girtin û xistin paşela xwe, çawa îro bi hovane li ser digrin hav, çawa hin firoşyarên Xweda, evîndarên xwinê û şagirtên kultûra bermayên cengên olî, hewldidin ku Sûriyê di pencên xwe kin, lê ez qet nêzîkî rewşa Kurdan (Sandiqa Matmatiyan) ne bûm.
Dostekî ji dûr de gote min: Ev nivîsandinên te gelekî bi sûd in, hin resteqînan dixin bin ronahiyê, ji bo ku gelê me û gelên din pê haydar bibin. Lê bi rastî min tinaz bi xwe kir, min dizanî ku ez hên ji xwe direvim, ez hên di gil û çepela revandinê de vedigevizim, mirovê ku di kûraniya xwe de revderbûyî be qet ê ne dilşad û bextewer be, eva eger ku mirovekî tek be, lê ma rewşa wî ê çawa be eger ku ji neteweyeka li dirêjiya nîvê dîroka xwe de revderbûyî be?
Min nivîsandin bi sikinandin de, ji min ve hat xuyakirin ku ev nivîsên li ser mijara Sûriyê, û evîndarên şûran û xwînê, cihê wendakirina hêz û demê ye, û bi serda jî xwe-xistina ber dava du şaşîtiyên sitratîcîne:
- Karê di hundirê ecindeyên dagîrkeran de.
- Serbinheviya bikaranîna kar û barn.
Gelê Li Dervayî Dîrokê:
Ji bêtirî deh salan de, ez pê hay bûm ku doza me mezintirî ku em bi ecindeyên dagîrkeran mujûl bibin, û pêwiste em nexin nav bazara (kîjan dagîrker ji yê din baştire?), hên gotina apê min Elî- cihê xwe buhişt be- di bîra min de ye, digot "Turk gişt bidareke", ango tu cidayî di navbera vî dagîrker û wî dagîrker de nîne.
Doza me di çar peyvan de tê civandin (welatê dagîrkirî û gelê bindest), eva rasteqîna ku pêwist em her dem lê miqat bin, û vêra bi dilêrî û riyalîtî bidin û bistînin, û eger ku em di her rojekê de, di va çarçewê de, tiştekî pêk nînin, wate ewe ku ew roja ji temenê gelê me vala dere, û em hên dîlê revderbûnê ne.
Min dest ji nivîsandinê li ser mijara Sûriyê û Nîv-Ereban berda; çimkê gelek pergalên va mijarê rûdawên hevdijîtiya pirojeyên dagîrkerên Faris, Turk û Erebe. Min nivîsandina pirtûkeka dîrokî jî rawestand, reste, nivîsandinê dîrokê avakirina dîrokê ye, lê tiştin berî tiştan hane, û pêwiste em di rojên çûyî de niqum û cûm ne bin, rojên ku em tê de dijîn ew jî girîngin, bi teybet jî ev rojên niha.
Min bi lez bangek ji gelê xwe re nivîsand, a rast ewe ku min ne bes dinivîsand, lê min ceng dikir, min dîroka neteweya me, bi hemî rûdawên wê yên bûjenî û giyanî, û bi hemî revderbûnên pir û serkeftinên hindik, di hiş û cegera xwe de civandin, min heyecana xwe bi hêza giyana gelê xwe gur dikir, giyana gelerî tu carî mirov li rêyên şaş siwar nake, lê ya girîng ewe ku mirov di xwe de bicivîne.
Ez di êşekên hişdarên gelê me de dijîm, hişdarên resen Istêrliva gelane, her dem semta rast didin xuyan, min hestên wan yên neteweyî didan ber çavên xwe, didît çawa ew bi dilgermî lêkolînan dinivisînin, bangan belav dikin, daxwazên civînan û kongiran dikin, çawa birînên neteweyî di kûraniya wan de diqîrîn, çawa ew hewldidin ku qulikekê di dîwarê Cîhana Bin-erd de vekin, gelê kurd jê rêzgar bikin, careka din di bin tava rojê da deynin.
Ey hişdarên gelê me, ey rewşenbîr û ramyarvan, gel dîrok xwe pêk tînin, û narvînên xwe diafirînin, çi ew narvînan sipî bin çi reş bin, û aloziyên awerte pêwistiyê şirovekirin û çareseriyên awartene, a li pergala neteweya me temaşekin, ji bîst û pênc salan de, di pergaleka awarte de dijî, wek neteweyeka li dervayî dîrokê dijî, û barê sererastkirinê va pergalê dikeve ser milên me, û da ku em bi vî barî rabin divê em pênc tiştan bi dest xwe xînin:
- Nêrîneka sitratîcî ya hevbeş, hişmendî û zanistî.
- Zanebûneka fireh û kûr, em pê rastiyê ji ne rastiyê veqetînin.
- Dilêriyeka payebilind, em pê xwe ji neçêyên xwe rêzgar bikin.
- Pilanina riyalîtî, em pê nêrînan û pêşniyaran bikin rasteqîn.
- Rikberiyeka ku em pê bi cangorî li hember aloziyan bixebitin.
Ey hişdarên gelê me, raste, ev banga ji bo gelê me hemîyane, lê bi teybetî jî ji bo we ye, ew hinek ji nêrîn û hestên we yên neteweyî ye, lewre ez hêvîdarim ku hûn- di paşerojê de- bixin bin şirovekirin û sererastkirinê, û bi boçûn û pêşniyarên xwe dewlemend bikin, da ku li dawiyê em (Pirojeyeka Kurdistanî ya Sitratîcî) pêkbînin, û gelê xwe ji şevreşiyên "Cîhana bin-erd" rêzgar bikin. Ev banga ê di çarçewa van mijaran de were daxuyakirin:
- Ji bo çi dewleta me ya serbixwe ava nebû?
- Rewşa me ya ramyarî çewaye?
- Barên me yên neteweyî çi ne?