• Sunday, 05 May 2024
logo

Sibehên zingezingê

Sibehên zingezingê
Vê sibehê,

Êşên xwe ji te re dûbare dikim

Gurmîna daholên xwe,

Velerzîna sirûd û serhişkiya Nemrûd

Û xemsariya rêber û serkêşên xwe

ji te re dûbare dikim…

şkestina xwe ya di nav destên te de dûbare dikim..

wendabûna xwe ya di bagerên sînga te de dûbare dikim,

û reşê xwe jî

yê ji nijada çavên te

yê ji firyada navên te

dûbare dikim..



Vê sibehê,

Sînorê te gazinan ji qederê dike

Daristana te amadeyiya bagerê dike

Çavê te dijberiya fenerê dike

Çenteyê te bêriya seferê dike

Xewna te bendewariya vegerê dike

Gula min jî

Dilbijîna destê dilberê dike..



Vê sibehê,

Gulên hesreta xwe bi destên te yên kurmancî av didim,

Sirûdên xemgîniya xwe

bi gerdeniyên ronak ên şevên penagehan, dixemilînim..

Pencereyên bendemana xwe ji kevokên te yên birîndar re vedikim,

Di esmanê xewna te de ewrên hêviyan berhev dikim,

Li ser lêvên te yên tijî buhar,

kulîlkên welatê min dipişkivin,

Di himbêza te ya dilovan de

çûkên welatê min xwe ji seqema qedeê diparêzin,

xwe bi hinasên te germ dikin..

Di dergûşên te de hîvên çardeşevî zarokên welatê min dilorînin,

Ez jî naçar im;

Stiranên xunavê

û peyvên bêrîkirinê

ji te re binehwirînim.



Vê sibehê,

Di cenga bêrîkirina te de,

Şervanekî serxweş û sergerdan im..

Bi zingezinga daristanên xewna te,

Çûkên temenê xwe ji westanê diparêzim..

Kêrên toza te bi parsûyên bendemanê himbêz dikim..

Xelk tên guhertin..

Goristan tên guhertin..

Êş tên guhertin..

Sirûdên berxwedanê tên guhertin…

Lê navê te û bêrîkirina min

Wekî xwe dimînin..



16.06.2012
Top