Sûrye û rastîya şeré nav xeyî
July 3, 2012
Gotar û Nerîn
Lewra rijîmé dît ku ev xwepéşandanén aştîyane ji şerekî bi hezaran top û tifing û leşker dijwar tire , ji bo vé rijîmé tehemûl nekir û li péş çavén raya gîştî dest bi girtin ,qirkirin û kom kujîyan kir , ev ji héla piratîkî da , raste her sîstemek ji bo
hebûna xwe bi paréze hemû rék û alavan bi kar tîne , û giréday vé ji héla sîyasîva rijîmé bi hevkarén xwe ra wek ( Rûs , Cîn û îran ) é dest bi piropigenda û listokan kir , û carne wiha gotin : li welét gurûpén çekdar hene , ku him hemwelatîyan û him hézén ewlekarî di kujin ,û bi destî hin dewleté herémî û nav netewî di xazin welét derbasî nav şerekî nav xweyî bikin , û parçe bikin …hwh.
Bi van polîtikan rijîma sûrye karibû ev alozî ji himbéza xwe çekira himbéza (komkara Erebî ) û piştra bi xista himbéza dinya yé , bi rastî jî wihaye îroj péşeroja gel û rijîma sûrye ketîye nav desté hézén gire gir, ku hîn nîyeta çi hézén alîgiré rijîmé dikin û yé alîgirén şoreşé dikin baş ne hatîye dîyar kirin .
baş xuyaye ku gelé sûrye bi tené li meydané hatîye hîştin , û tu çareserî yén piratîkî ne hatine péş xwistin , rijîm her li ser çareserî ya xwey ewlekarî ber dewame , û li héla din opozosîyon civînan li dûv civînan li dar dixé hin ji parçe bûn û nakokî yan rézgar nebû ye , her wiha hézén nav netewî jî xûyaye ku ji nakokî yén bercewendî yé xwe derbas ne bûne , û gaveké péşda çedikin û dû gavan paşva çedikin , rojeké civîneké li " Tûnis , istembol " li dar dixin , û di rojén li péşîya me da , giréday pîlana "Kofi enen " wé kongira "Cinév " li darkevé ye , bi mebesta guhértina rijîma sûrye û avakirina hukûmeta yeketîya netewî , lé çavdérén sîyasî di wé baweré da ne, ku wé atmosfera vé kongiré jî wek yén beré bé ye , ji ber ku daxazén lîstikvanén hindir û derva hîn gelekî dûre hevin.
Belé her kes bi baldarî bûyeran dişopîné gelé sûrye bi gîştî û kurdén rojava bi taybetî , heger hat û hemû hewil danén çareserî yén sîyasî bi ser ne kevin , wé welat berve şerekî nav xweyî heré , û nexşeya vé yeké li hin cî bi cî ne nîşan didé , ji
ber ku peymaneke li hevkirina sîyasî , civakî , candî û aborî di nav bera réxistin û partîyén sûrye da hin baş zelale ne bû ye , lewra wé her halîyek bixazé xwe bi paréz é , ger em bixazin an naxazin ev rastî yeke , ta roja mey îroj bi saya hemû réxistin û partî yén rojavay Kurdistané heréma kurdan roleke bi bandor beşdarî şoreşa azadî ya gelé sûrye bûye û bi awayekî aştîyane li dûrî agir û şer hatîye parastin , di vé babeté da gelek pirs tén bala mirov , gelo ev parastin bi térî rojén li péş me dikin ..? gelo hin amedekarî yén din péwîstin ..?
Bé guman divé ji bo parastina heréma kurdan projeyek hevbeş di nav bera hemû sazî û partî yan da bé li dar xistin , belé demé li péşîyî me wé zelal bibe , ku wé heréma kurdan parastî û aram bi mine wek beré .