• Wednesday, 15 May 2024
logo

Nazim Ebdula bo Gulan: tiştê giring ew e ku em hemû bi hev re hewilbidin ev rewşa baş a ji bo Herêma Kurdistanê peydabûye em nehêlin paş de vegere

Gulan Media February 10, 2015 Dîmane
Nazim Ebdula bo Gulan: tiştê giring ew e ku em hemû bi hev re hewilbidin ev rewşa baş a ji bo Herêma Kurdistanê peydabûye em nehêlin paş de vegere
Derbazkirina ev rewşa siyasî a giran ku niha Kurdistan tê re derbaz dibe, erkê li ser milê her partî û aliyekî siyasî yê Herêma Kurdistanê girantir kiriye û ew jî hest bi berpirsyaretiyê dikin di ev qûnaxa nazik de, ji bo axaftin li ser vê rewşê, Nazim Ebdula endamê pîlotbîroya Komela Îslamî a Kurdistanê bi vî corî hizira xwe ji Gulanê re rêxist.
* Tu çawa li rewşa îro a Kurdistanê dinêrî, bi taybet ku Kurdistan di qûnaxa şerekî giran de ye?

- Ev rewşa nelibar a bi dawê Kurdistanê girtî, rewşeke wek şûr dû rûye, rûyek baş û rûyek bi tirs e, aliyê wê yê baş ew ku îro doza kurd bûye hejmarek, çi wek netewe û çi wek cihekî siyasî û cografî û abûrî bûye hejmareke mezin û giring ev aliyê wê yê pozetîve ku gereke kurd mifayê jê bibîne, ev dibe ronahiyek ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê bi taybetî û hemû gelê kurd bi giştî, aliyê wê yê bitirs jî ew e heger em wek kurd ne yekrêz û yekhelwêst bin li hember ev rewşa ne libar a siyasî û abûrî a navçeyê em ê mezintirîn ziyanê bibînin, gereke ev pêgeha siyasî ku niha ji bo kurdan peydabûye em hewil bidin ji aliyê diplomasî ve em bikarin ber bi pêşve bibin, îro ji her wextek din zêdetir pêwîstiya me bi dîplomasiyeke bihêz heye bi şêweyekî ku welatên derdûra me ev pêgeha kurd bi tirs nezanin bo ser welatê wan, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em li ser ev corê diplomasiyeta niha heye karên zêdetir bikin, ji hemûyan jî zêdetir ew e ku em hewil bidin ew rewşa niha a ji bo Herêma Kurdistanê peydabûye em nehêlin paş de vegere, DAIŞ pilaneke mezin bû, lê ta astekî baş bi yekrêziya hêza pêşmerge û serkirdatiya siyasî a kurd em ji hêla sor a metirsiyê dûr ketin, paşê pêgeha nêvdewletî jî wiha kir ku ta niha ev qûnaxe pozetîv ji bo kurd û milletê kurd bizivre, em wek milletê kurd ne şerxwaz bûn û pêwîstiya me bi şer jî nebû.

* Piştî ev şerê pîs ku rastî kurda hatî, ta astekî piraniya aliyên siyasî hest bi vê tirsê kirine û yekrêz û yekdengiya wan tê dîtin, wek nimûne piraniya aliyên siyasî piştevaniya serokê Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê dikin, ta çiqasî ev yekrêziye dikeve xizmetê milletê kurd?

- A giring ew e ku ew aliyên siyasî ku îro li qada Herêma Kurdistanê ne, her yek ji wan bi qebarê xwe di gotara siyasî a hevbeş de bicivin, wate ji bo biryarên siyasî a ser qada Herêma Kurdistanê hemû şerîkbin, ji biryaran werin agadar kirin, ew jî bibin xudanê wan biryaran û jê neyên bêagakirin, li ser xalên neteweyî û nîştimanî helwêstên cidî li ser werin kirin, ku ev bibe xala hevbeş wê bibe sedema parastina çarenivîsa me.

* Mamosta Elî Bapîr û şandeke bilind a Komela Îslamî seredana serokê Herêma Kurdistanê li eniyên şer kirin, em dikarin bizanin ku piştîvaniya vê carê a Komela Îslamî li siyaset û helwêst û biryarên serokê Herêma Kurdistanê ji çi rewangehê bû?

- armanc ji ew seredana bo cem serokê Herêma Kurdistanê li eniyên şer ew ku em hemû wek vî milletî li ser ax û av û pêgeha vî welatî dijîn, heger her serketinek were tomarkirin di berjewendiya me hemûyan de ye û her tirsek jî berê xwe bide vê axê em hemû têde zirarê dikin ne tenê partiyek yan aliyek yan kesatiyek, parastina Herêm û Hukumeta Herêma Kurdistanê em bi erkekî olî û millî a xwe dizanin, her metirsiyek di bin çi nav û naznavekê de be madam metirsiye li ser vê ax û nîştimanê em jî bi erkê li ser milê xwe dizanin ku li pêşê bisekinin û li dijê bin, seredana me a bo cem serokê herêmê jî ji bo piştevanî û bilind kirina morala pêşmerge bû, ku hemû alî piştevaniya wan dikin. Îro serokê Herêma Kurdistanê erk û rolê xwe heye bi taybetî di vê qûnaxê de ku Kurdistan di vî şerî re derbaz dibe, hevdem gereke em bizanin Perleman û Xelkê Herêmê jî çi dixwazin, bêgoman serokê herêmê jî bi wê yekê re ye ku boçûna milet bi giringî wergire, bi taybet ku serokê herêmê ji bo piraniya pirsan vedigere perlemanê ku baştirîn cihê komkirina hemû boçûn û dengên kurdistanê ye, em hemû jî wê helwêstê baş dibînin.
Top