Gelo ev sed sala kurdane .?
May 6, 2012
Gotar û Nerîn
Baş dîyare ku îroj li Kurdistana başûr dewleteke federal çêbû ye .li gorî dîtina min wê li wî parçî kurd berve dewlet bûnê va biçine ,lewra mêtinger hewl didin ku ev pêngav bi ser ne kevê. Lê li gorî xuya ye ku wê dîrok xwe dûbare nekêye,lê wê bixazin wî parçey ji hêla aborî, çandî û sîyasîva bixin bi bandora xwe , bitaybetî dewleta Turkîye û îran ê,ji ber ku nikarin û şansê wan nîne bi şêweyekî leşkerî mûdaxele bi kin , ev ya yekem û ya dûyem jî ber ku rewşa herêma rojhilata navî di nav bihareke şoreşan û raperînan da derbas di bê ye , bi xwera nexşeyek nû di afirînê , her wiha ewû hêzên navnetewî jî wek berê piştgirî nadin wan, ji bo vê yekê her dewletek ji van dewletên dagirker di nava tirs û fukaran da jîyan dikin , ewûna nav rewşeke parastinê dane.
Hêjayî gotinê ye ku kurd li her çar parçan îroj xwedî sazî ne, û bi rêxistine,kurdan ji hêla fikrî û rewşenbîrîva sînor hey rixandine,îdî dîyalog û peywendî yê xwe di asteke pîroz dane, her wiha kurd ji hêla sîyasî ,hişmedî û dîplomatîva li dinya yê xwedî roleke nûjen û berçavin ,bê guman xwedî studuy ne ,li parçekî kurd xwedî dewleteke federalî ne ,li parçê mezin di astekê da bi rêk û pêkin ,xwedî perlementer in û kaxezeke bingehîn di destê wanda ye ji bo pêşeroja Turkîyê , ji hêla çekdarî va jî xwedî hêzin .tê dîtin ku kurd li Kurdistan a rojhilat ewû jî li ser pîyan in û hebûna xwe diparêzin ,xwedan sazî û rêxistin e ,tenê li benda hin mercên nav netewî ne .
Belê îroj li kurdistana rojava bi taybetî û li Sûrye bi gelenperî raperînek gelerî heye û derfetek dîrokî li pêş kurdê rojava ye ,pêwîst di bînim hin babet bi kurtasî bêjî dest nîşan bi kim,niha aşkereye hin dewletên dagirker û hin hêzên din çi nav netewî di be çi herêmî di bê dixazin bercewendî xwe bixin nav guhêrandinê ku çêdibine di şoreşa Sûryê da ,her wiha hin ji wan hêzan alîgirê rijîma Suryê ne û rola "Rûs,çîn û îran"ê ber bi çave,û hin hêzên dinjî alîgirê şoreşê ne ,yên alîgirîyê dikin nîyetê hinkan hîn baş ne xwuyaye û yê hinka jî baş xûyaye ,di vê babetê da rola hukûmeta " Erdoxan " balkêşe ,di destpêka şoreşa azadî li Sûrye da Turkîyê hêzên opozisyonê li cem xwe civan din û" Encûmena niştîmanî ya Sûryê " ava kir, ku piranî ya wan ji rêxistina " birayî misilman " pêk tê,û ewû xistine bi insîtîfa xwe ,ta gîştê astekê li ser axa xwe perwerde û alîkarî ya leşkerî di dê " sûpa azad ya Sûrye " ,armanca Turkîye ne tenê ku di pêşeroja Sûrya nû da îslamek librarî ava bike, ku wek li " Tûnis ,Misir û Lîbye " kirî, bê guman armanca xwey sereke ewe ku kurd li rojavê kurdistanê neghên studuy kê,ev yek roj bi roj zelal dibê,loma em di bînin ku opozosîyona Sûryê berî demekê di belgename ya xwe da ku wê bibe wek manîfêsto ya rojên li pêş,di wê belgename yê da mafê gelê kurd li rojava nasnekir û li paş çavên xwe xistin û pirensîvên netewên yekbûy ku di derbarê gelan da çi xûyakirîye bin pêkir, ji ber vê serokê Encûmena niştîmanî ya Sûryê "xelyon" carekê dibêje:( kurdên rojava wek penaberên ereb li Firensa ne) , û berî çed rojan dîsa bi xwîneke sar got:( mafê kurdê rojava yê fedral xwene û xeyale).Ma gelo "Xelyon" ev cesaret ji parçebûna me girtîye.? an dîroka rojhilat navî ne xwandî ye , na ewî baş xwandî ye û baş dizanê .
her wiha dagirker û ecindayên xwe bi van kiryarên xwe tenê ranawestin, hewl didin ku nakokî ,parçebûn û tevlehevî bixin nav gelê kurd,
bi kurtî ji bo ku ev derfeta dîrokî ji destê gelê mey kurdistana rojavay neçin ,divê li hember van hemû listokên dagirkeran hişyar bin ,pêwîstî heye ku hemû rêxist û sazî jî dev ji bercewendê xwey şexsî û hizbayetî berdin û li halîkî bihêlin ,dive em dersan ji ezmûna(tecrûbe) kurdistana başur bigirtin , me dît ku çawa partîyên başûr bûn yek di dema berî hilweşandina rijîma Sedam da,û her wiha rewşa kudistana bakur li ber çavên me ye , ku çawa helwesta wane sîyasî yeke, ji perlementerekî bigre ta partîyên wan hemû yek helwestê di din di derbarê pisa kurdistana bakur da,birastî ev ne şîretin , ev rastîne, dive hemû rêxistinên me helwesta xwey sîyasî û diplomatî bi kin yek,heger ev yekbûn pêk nehê, wê pirsa gelê mey rojava di çarçûfeyek hinek mafên biçûk da bê çareserkirin,lê heger yekbûn di piratîkê da pêk werê, wê ev sed sal bibe sed sala rêzgarî ya gelê kurd bi gîştî.
Kamî[email protected]