• Wednesday, 15 May 2024
logo

Ferhad Mela Salih ji bo Gulan: piştevaniya Hevpeymaniya Nêvdewletî ji bo Kurdistanê vedigere bo hemahengiya ku di navbera Serokatiya Herêm û aliyên siyasî de heye

Gulan Media February 9, 2015 Dîmane
Ferhad Mela Salih ji bo Gulan: piştevaniya Hevpeymaniya Nêvdewletî ji bo Kurdistanê vedigere bo hemahengiya ku di navbera Serokatiya Herêm û aliyên siyasî de heye
Ew ê rûxisara siyasî a Herêma Kurdistanê li pêş çavê cîhanê ciwan kiriye, ew jîngeha demokrat a ferepartî ye ku çepgir û rastgir bi xwe ve girtiye, hemû jî bi hev re di xaleke hevbeş de sekinîne û li dijî terorîstên DAIŞê hev girtine û bi hev re di yek eniyê de şerê terorîstan dikin. Derbarê vê rewşê Ferhad Mela Salih endamê pîlotbîroya Yekgirtûya Îslamî bi vî rengî ji Gulan re axifî.
* Hemû xelkê Kurdistanê sipasiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin di şerê dijî terorîstên DAIŞê, gelo ta çiqasî berdewamiya vê helwîstê giringe?

- Baştirîn bijarde ji bo xelk û aliyên siyasî yên Kurdistanê ew e ku yekrêziya nav mala kurd parastî be, niha bi beşdariya pênc partiyên serekî yên beşdar di nav piroseya siyasî û rêveberiya Hukumeta Herêma Kurdistanê û perlemanê, bi şêweyekî bingehfereh peydabûye û baweriya xelkê Kurdistanê bi van aliyan zêdetir bûye di ev qûnaxa pir nazik de, xuyaye jî ku ev erkê hemûyane ku xelkê Kurdistanê di ev qûnaxa metirsîdar de bibin qûnaxeke ewle û aram, ji bo vê jî tu bijardeyek li hember part û aliyên siyasî yên Kurdistanê tuneye, ji bilî yekrêziyê. Şerê metirsîdar a DAIŞê ger bi yekrêziya nav mala kurd nebe yekalî nabe, her pirs û gaveke din jî ku ji bo aramiya vê Herêmê tê avêtin, bi parastina nav mal kurd tê misoger kirin, a duyê jî bi kişandina dostên zêdetir yên ew aliyên nav hevpeymaniya dijî DAIŞê taku piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin di ev şerê ku li ser hatiye sepandin de. Xaleke giringa din ew rêkeftina vê dawiyê bû ku Herêm û Bexdad ji hev nêzîk kir. Gereke em hemû biparêzin û berdewamiyê pê bidin daku Kurdistan ji ev qûnaxa demkî a metirsîdar derbazbe. Pêre ew piştgiriya ji aliyê hevpeymaniya nêvdewletî bo Herêma Kurdistanê peydabûye, beşek vedigere bo ew yekrêzî û yekhelwêstiya ku li Herêma Kurdistanê heye û ew hemahengiya di navbera serokayetiya herêm û part û aliyên siyasî û çîn û texên xelkê û li nav perlemana Kurdistanê rengvedaye, hevdem ev piştgiriya nêvdewletî a li dezgehên ewlehî yên Herêmê tê kirin, ev dergehên zêdetir vedike ji bo pêşveçûna doza kurd li hemû cîhanê û herwiha dibe sedema serketinên zêdetir li eniyên şer, ku wek me dîtî li van dawiyan serketinên mezin bidestxistin ji Mexmûr û Guwêr heta digehe eniya rojavayê Mûsilê û rizgarkirina temama Kobanê ku rolê hêza pêşmerge li wir jî hebû, gereke ev serketinane ji bo gavên çarenivîssaz yên mezintir werin bikaranîn.

* Yekgirtûya Îslamî wek hêzekê ji hêzên Kurdistanê hertim piştevaniya siyaseta stratîjî a Kurdistan û piştgiriya siyaseta ron û rast a serok Barzanî kiriye, bi taybet me li heftiya borî dît ku mamosta Mihemed Ferec seredana mihwerê Zumar kir û çav bi serokê Herêmê ket, em dikarin bizanin tekezkirina wê piştevaniyê ji bo serokê herêmê ji çi hatiye?

- Ew ji ew hesta netewî hatiye ku Yekgirtû bi erkê ser milê xwe zane, îro em destxweşiyê ji bo wan pêşmergan dişînin ku xelk û axa Kurdistanê diparêzin ji ew DAIŞ ên pîst ku bela xwe bi Herêma Kurdistanê dane, hevdem cenabê emîndarê giştî daxwaza piştgiriya zêdetir ji xelkê Herêma Kurdistanê dike ji bo serokê Herêmê û pêşmergeyên çavnetirs yên li eniyên şer rûbirûyî DAIŞê dibin daku em bi serketî ji vê metirsiyê derkevin.
Top