Sibehên xweliya xewnê
February 19, 2012
Gotar û Nerîn
Stiranekê, da ku agirê dilê min vemirîne, ji te dixwazim..
Lê berfê, berî te, dest bi stirana xwe ya ji girî kir..
Min hemî peyvên xwe yên tarî ji bîr kirin,
Min dilê xwe yê ji kovanê li ber te danî,
Min hemî parçeyên xewna xwe bi destên te yên nûranî berhev kirin..
Û min dîsa stiranek ji te xwest,
Stiranek ji ferhenga keseran,
Stiranek ji velerzîna bîranînan,
Stiranek ji çewtiyên jiyanê...
Vê sibehê,
Li çavên te dinêrim,
Hawar! Têra hêviyên deh welatan dikin..
Li destên te dinêrim,
Hawar! Têra raperîna deh gulistanên ronahiyê dikin..
Li rûyê te dinêrim,
Hawar! Têra pêşwaziya deh hîvên derengmayî dikin..
Û li lêvên te dinêrim,
Hawarrrr! Têra afirandina deh helbestên reşgirêdayî
Û têra bi dehan komkujiyên giyanê min dikin...
Vê sibehê,
Çemê te di navbera xweliya xewnê û şkeftên êşa min re diherike,
Nizanim çima li hêviya barana te ya ku nema dibare, dimînim?
Nizanim çima çavkaniyên kenê te di dilê xwe de zuha nakim?
Nizanim çima xwe û te bi xwedawendên jiyanê dixapînim?
Wek çemekî ji te û ji xuşîna xwîna te direvim,
Sîbera xwe bi destê xwe yê tawanbar dikujim,
Kavilên xwe bi zimanê xwe yê birîndar dipesinînim,
Bi nimêja te sersom dibim,
Bi destê te digirim
Û dest bi dîlana azadiya te ya ji bîna bîhokan dikim...
Vê sibehê,
Hemî diyariyên te yên ku bîna goristanan ji wan tên, li te vedigerînim,
Hemî rûpelên reş ên dîroka te bi agirê evîna xwe dişewitînim,
Peyamên te yên ji keviran,
giranewrên te yên ji nifiran,
rojhilata xewnkuj a ji gawiran,
serçavkên te û wêneyên zarokên te, yeko yeko, bi ser serê te de direşînim..
Ronahî li ber dergehên te dikulkule...
Ronahî di kêrên girî de, di nav pencên hêviyên mirî de, dixilxile..
Ronahî diyariya te ye,
Ji sorrengê xwînê ye,
Ji ayetên jena dil e...
12.02. 2012