Berpirsekî partî li dijî cînavê likandî ye
April 13, 2012
Gotar û Nerîn
Niha jî nûçeyên berîkê di ragihandina Kurdistanê de heye, bi taybetî ragihandina ku nav li xwe nane dijbere (opozisyon), pir caran balê dikişîne bi ser bûyerên rast û durist. Kirina ra û boçûn bi nûçe karekî di ragihandinê de belav bûye, lê bi bêjiyetî na. Li ba mini bêjiyetî cureyeke ji raport nivîsînê û dest pîsî di kar de. Mirov dest pîs û ne pak be, mitmaneya dewrûberê ji dest dide.
medyaya opozisyonê, îcar ji ber bêkariyê yan ji ber her niyazeke veşartî, gav bi gav boçûneke min dike nûçe, di sernavekê dibêje: Berpirsekî partî "anku ez" wiha û wiha dibêje. Ew jî li ser boçûnekê ku min nivîsî be û ligel siyaseta partî de li hev nabe. Di rastiyê de, ez qet ne berpirsekî partî me, pileya partîtiya min renge ji endamê jêr jêr ve zêdetir be. Weku hemwelatiyekî asayî dengûbas û siyaseta partî ji navgînên ragihandinê dibihîsim. Ez nivîskar im, pir serbixwe dinivîsim û renge ji sed carî carekê ligel siyaseta fermî ya partî de ra û boçûnên min li hev nahên. Ew jî tiştekî asayî ye, divê boçûn azad be di vê serdemê de bi taybetî bo ewên ku pîşeya wan nivîsîn e.
Ez li derveyî welat bûm, çend heval û hevkaran nameyên elektronî ji bo min dinivîsîn, ew sebaret raportnivîsên mediyaya opozisyonê xembar bûbûn, ku serêşiyekê ji min re bihînin, ew jî li ba min ecêb û semereyeke din bû. Min ji wan re got xema nexwin, divê partî jî bixim kêşeyeke mezin ne tenê opozisyonê. Çon? Gotarekê dinivîsim bi vê sernavê: Berpirsekî partî boçûnên zimanî yên ciyawaz hene.
Kes wê nizane ku min nehêniyeke mezin di ziman de çêkiriye, ew tiştê jê re tê gotin cînavê likandî (lezqandî, pêvebûyî), bi asî siyaseta dagirkeran, ziyan li neteweya kurd kiriye. Ew tiştê xirab anku " cînavê likandî" nahêle kurd baş ji hev têbigihin, her wiha pir caran wiha dike bi berevajî ji yektir fêm bikin. Li Silêmaniyê bêje "birdiyanim" anku wan ez birim, li Hewlêrê bêje "birdiyanim" anku min ew birim. Bi badînî bêje "ez dixwim" anku ez tiştekî dixwim lê eger got "ez xwarim" anku wî yan wan ez xwarim. Eger cînavê likandî nebûya kurdan di ziman de baş hev digirtin, renge di siyasetê d jî.
Lê bê cînavê lkandî jî hîç tiştek di kurdî de nahête gotin. Tu li dijî cînavê likandî bî anku tu li dijî zimanê kurdî yî. Lê herçî be, ez ji wê paş de venagerim ku cînavê likandî bûye bi dijminê min ê xwînî. Dibe opozisyona Kurdistanê jiber bêkariya xwe, xwe bike bi xwedan û xemxwar û birapiştê cînavê likandî û pişta min li erdê bixwe di raporeke wiha de.
Her ji ber bêkariya opozisyonê û ta ew dema ku govendeke nû bigerînin, , bi baweriya min baş dibe ew bi navê xwe de biçin di rûyê zimanzaniyê de û navên xwe sererast bikin ji ber navê wan hemûyan şaş e. Çon? Bila berê xwe bidinê:
Yekem: bêjeya "Yekgirtû" di navê Yekgirtûwî Îslamî de, hevalnav e (sîfet e) û ne nav e. Bo nimûne Dewletên Yekgirtî "Yekgirtû" yên Amerîka (DYA) , Neteweyên Yekgirtî (NY). Diyar e "birayên me" destpêkê xwestine xwe ji bêjeya "yekêtî" vedizin û bêjeyeke din berdêlî wê bikin. Lê ew biserneketinê û ketinê çewtiyê. Hezaran Kawa û Ako û Jiyar ên xwe guhartne û bi Ûsame û Musene û Ebidulbarî guhartine, Çima nikarîne navê xwe rast bikin. Yekgirtû "yekîtî" nîne. Bila bi berpirsane danûstanê ligel zimanê kurdî bikin û biçin navê xwe biken Yekbûna Îslamî ya Kurdistanê.
Duyem: Komel di navê Komela Îslamî de "grûp e", “cemaet” nîne. Berî 70 salî li Mehabad ciwanên Kurdistanê, Komeleya Jêkafiyan damezrandin anku komeleya vejandina Kurdistanê, paşê Komeleya Rencderan durist bû. "komel" ji aliyê wateyê ve kombûna her tiştekî yr, lê "komele" cureyeke ji yekgirtinê û wateya wê berev partîtiyê diçe.
Sêyem: Di "Bizûtnewey goran" de hemû nav şaş e. "bizûtnewe" rader e, ne nav e. Têgeha bizaw "bizav" di zimanî kurdî de ligel "tevger-hereke" nagunce. Goran jî "guhartin" nîne "guherîn" e, anku Goran "guherîn" karekî bixwe rû bide, lê "guhartin" kareke hinek dikin.
Li gorî vê navê Bizûtnewey Îslamî jî şaş derdiçe, divê Bizawî îslamî be. Ew jî sernaveke din e bo mediyaya opozisyonê: Berpirsekî partî dibêje navên partiyên opozisyonê "Hemû şaş in û bila di vê maweya bêkar de pêde biçin".
Kurdên her çar beşên Kurdistanê basî çewsandina ziman dikin ku dagirkeran li ser wan kiriye, Lê di vê salên dawî de ji min re diyar bû ku kurdî Îran farsi baş nizanin, kurdên Tirkiye jî tirkî baş nizanin. Ez basî kurdên Iraqê nakim ku çendî erebiya wan xerab e. Kurdên bakur jî di salên 90î de sersam bûn bi tirkiya rêkar û hêja ya Abdulla Ocalan ku pê dinivîsî û bi şanazî amaje pê didan, paşê diyar bû yek ji baştirîn nivîskarên tirk jê re serast dikin, renge ji bo wî dinivîsin jî. Ew jî dibe nûçeyeke din ya berîkê ji bo mediyaya opozisyonê bêje: Berpirsekî partî dibêje Ocalan tirkî nizane.
(AKnews)