• Friday, 17 May 2024
logo

“Kurdistan di dilê me de, dilê me nav destê me de”

“Kurdistan di dilê me de, dilê me nav destê me de”
Bedran Ehmed Hebîb ji pertûka xwe ya nû re ev nav hilbijartiye, “Kurdistan di dilê me de, dilê me di nav destê me de”, pertûk ji aliyê dezgeha Aras ya çap û weşanê ve dawiya sala 2011ê, hatiye çapkirin ku ew bi xwe jî rêveberê wê dezgehê ye.

Pertûk bêtirî 100 gotar û nivîsan li xwe digire, her nivîsek hefteyê carekê di rojnameya heftane “Bizaw” ku dezgeha Şefeq û ajansa AKnewsê derdixe, hatiye weşandin, babeta hin nivîsan serbixwe ye û hinên din jî rêzbend in, carina 4-5 nivîs hevdu temam dikin û her babetekê dikolin û tevdidin.

- Babetên pertûkê:

Di vê barê de, ez dikarim bêjim ku naveroka pertûkê rengvedana hemû aliyên jiyanê li Herêma Kurdistanê ye, weku ji babetên pertûkê diyar e, Bedran Hebîb parçeyek ji civaka xwe ye û hemû xemên civaka xwe parvekirine, lewma bi firehî rexnekirinê cihê xwe di pertûkê girtiye, lê Hebîb bi omêd û serbilindî û çêja bi serkeftinê û hêviya bi paşerojê jî pelên pertûka xwe geş kirine.

Paşketin û paşverûya civakê babeteke serekî ye ji babetên pertûkê ye, nivîskar bi hişmendî nêzî kêşeyên civaka xwe bûye û bi wêrekî rexne li hemû aliyan kirine, ta pir caran birêvebir û berpirsên payebilind yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî para xwe ji rexneyên wî wergirtine. Helbet rexneyeke avaker ne ya rûxanî û ne jî weku rexneyên dijbereyê (opozisyonê) ku bi şev û rojê û bi tewş û korkî rexneyan dike, lewma reftara wan jî bûye babeteke nivîsên wî.

Babeta ku nivîskar serê xwe pê êşandiye “îslam û misliman” in û bi taybet ewên li Kurdistanê ne ku nediyar e qubleya wan berev ku ye. Hebîb perde li ser gelek şaneşînên ayîna îslamê rakiriye û gelek girêkên ku çi kesî newêriye dest lê bide vekirine. Hinek caran wî rexne li rênmayên îslamê bi xwe jî kirine û ew çewt dane nasîn, lê bi piranî rexneyên wî li misilmanan in, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Îslam me riswa dike” Bedran Hebîb dibêje:
“Neçarî ye, bivênevê îslam dihête parastin, eger em çi sîstemeke dûr ji bîreweriya ayînî jî damezrînin û bi her rû û şêweyekî jî xwe pêşkêş bikin, em îslam in.”

Ji bilî ziman, siyaset, desthilatdarî, dijbere û kurdewarî, her wisa jî civak di pertûkê de ji hemû aliyan ve hatiye guftûgokirin. Hebîb derdê civaka xwe baş nas kiriye, di nav babetên civakî de kêşe û pirsgirêkên jinê bi şêwazekî taybet hatiye gengeşekirin, taybetmendiya wî ku ne tenê daxwaza maf û azadiya jinê kiriye lê helwesta jinê a neyînî û neçalak rexne kiriye di gotara bi navê “Jina duyem feminist e” de dibêje:

“Hoy û sedemên paşketinê di civaka kurdî de ne tenê bi mêr ve girêdayî ye, eger jin hatiye çewsandin jî, jin bi xwe jî beşdar e di vê çewsandinê de. Pêşandana mêrê kurd wek dêw û hirç li beramber daxwazên jinê bi hîç şêweyekî rast û rewa nîne. Eger mêrê kurd hêjayî guhartinê nebe û bi xwe azadiyê nepejirîne bo jin û xuşk û keçên xwe, êdî kê ev hemû beşdarî û azadî li Kurdistanê daye bi jinan.”

Di cihekî din de dibêje: “mebesta min ji feminist ew keçên xwendevan û bi cilûbergên serdemiyane ne ku ew ji pêşmergeyên kevin, dewlemend, rewşenbîr û siyasetmedaran re balkêş in. Ewên bi cilûbergên modern û xence û bêhna xweş mêran dikin bernameyê xwe û saziş û destberdariyê dikin ta bibin jina duyem."

Bi kurtasî, Hebîb di gotarên xwe de destê xwe daniye ser birînê û bi tiliya ku diêşe girtiye bi armanca dermankirin û çareserkirinê.

- Zimanê Pertûkê:

Her weku tê zanîn, nivîskarên kurd bi piranî bi şêwezarê kurmancî yan jî soranî dinivîsin û herî zêde eger yek bi her du şêwezaran zanibe, nivîsa wî berev “sormancî” diçe. Gelo Bedran Hebîb bi çi zimanî dinivîse?

Zimanê Hebîb bi kar dihîne li derveyî van her sê hêlan e, Hebîb di ziman de gelek bi wêrekî kar kiriye û girêkên kesî newêriye dest lê bide vekirine. Ez dikarim bêjim zimanê Hebîb kurdî ye, lê nikarim navê çi şêwezarekî lê bikim, herwiha gelek nivîskarên şêwezarê soranî zimanê wî rexne dikin û hinên din qet qebûl nakin, çunku wî hêlên sor di ziman de nehiştine. Bedran Hebîb ku qaşo bi soranî dinivîse li ser zimanê xwe ji min re got, “Ez dixwazim soranî di zimanê xwe de hilweşînim.”

Hebîb bi sedan peyvên kurmancî derbazî nav nivîsên xwe kirine, ne tenê ji kurmancî lê ji hewramî, feylî û kelhorî belku hin caran ji kirdikî (zazakî) û lurî jî û her wiha destkarî di rêzimanê de jî kiriye. Bo nimûme; “ekan” ku di soranî de nîşaneya komkirina navan e, qet di nivîsên Hebîb de nahê dîtin, ji dewsa wê “eyl, yel” a kelhorî bikar dihîne (hemû em bûçûneyele pêçewaney rastîn, guftûgoyekî krawa le nêwan roşinbîreyl û piyaweylî ayînî da) û bi dehan mînakên wekî vê hene.

Bi giştî ziman ji hemû waran de, di gotar û nivîsên Bedran Hebîb de cî girtiye û bi vekolînên berfireh hatiye vekirin û kolandin, jixwe yek ji armancên wî ew e, vedîtina rêçareyekê ji kêşe û aloziya ziman re, berev zimanekî kurdî yê yekgirtî ve.

Bedran Hebîb li ser bergê pertûka xwe “Kurdistan di dilê me de, dilê me di nav destê me de” nivîsandiye:

“Tenê ji bo zimanî vê pertûkê bixwînin; gelek caran, dema gotarekê belav dikim, hinek kes ji min re dibêjin -em nivîsên te, tenê ji bo ziman dixwînin- lê çima wisa dibêjin? Min bîr û boçûnên xwe nivîsîne û babeta xwe kola ye, îcar ji bo çi tenê bo zimanê li pey min in? eger rast hûn li pey ziman in, ez ne li dijmî vê yekê me.

Ez dibêjim baş e, tika ye tenê bo ziman bixwînin, di ziman de nameyeke min ya girîng heye ji ya bîr û boçûnê girîngtir e. Zaf in ew rewşenbîrên kurd ku “qaşo” bîr û ramanan dinivîsin, lê di ziman de tazî û rût in.

Ev jî bîr û hizira wan biguman dike, naşê bîr û ramana kesekî wekî kaniyê ron be û di derbirînê de, devê wî çewt be. Lewma kêşe nîne tenê bo ziman van nivîsên di nav vê pertûkê de bixwînin.”

Hêjayî gotinê ye, ku ev pertûk niha di nav lepên min de ye, ez hewl didim di zûtirîn dem de wê wergerînim kurmancî taku bibe malê kurmancîaxêvan jî. Ev pertûk ji bo xwênerên kurd yên ji parçeyên din yên Kurdistanê baştirîn rêbaz e taku rewşa civaka kurd li Herêma Kurdistanê binasin.

(AKnews)
Top