• Wednesday, 15 May 2024
logo

Hazim Tehsîn Beg bo Gulan: Ji aliyê siyasî ve em Serok Barzanî bi lêvegera xwe dizanin

Gulan Media February 2, 2015 Dîmane
Hazim Tehsîn Beg bo Gulan: Ji aliyê siyasî ve em Serok Barzanî bi lêvegera xwe dizanin
Paş azadkirina çiyayê Şengalê û parek ji bajarê Şengalê, piras kirina Şengalê bi kantoneke serbixwe ji aliyê PKKê ve hate ragihandin, ev pirse ji aliyê serokatiya herêm û hukumet û perlemanê ve bi tundî hate redkirin, herwiha kurdên êzdî jî ev pirse redkirin û ragihandin ku ev yeke nayê qebûlkirin, ji bo axaftin li ser vê pirsê Gulan ev dîmane bi Hazim Tehsîn Beg mîrê êzîdiyan bi wekalet re encam da û bi vî corî derbarê vê pirsê boçûna xwe û êzîdiyan rêxist.
Şengal Beşeke Ji Herêma Kurdistanê Û Kes Nikare Ji Lalişê Cudabike

* Boçûna we wek Mîrê Êzîdiya bi wekalet derbarê ragihandina avakirina Kantona Şengalê ji aliyê PKKê ve çiye?

- Bi şêweyekî gîştî avakirina vê kantonê berûvajî destûra Îraqê ye, çûnkî Şengal navçeyeke ser bi Herêma Kurdistanê ve ye, Herêma Kurdistanê jî bi ser Îraqê ve ye, lewra ev temam berûvajî destûrê ye.

* Win ta çi astî rê bi kesên din didin ku bi navê kurdên êzîdî biryarê li ser çarenivîsa êzîdiyan bidin û ta çiqasî win dixwazin Şengal bi Herêma Kurdistanê re be?

- Em wek lêvegera êzîdî û xelkê Şengalê ku 85% êzîdî ne em destêwerdana di karûbarên êzîdî û Herêma Kurdistanê de qebûlnakin, nabe Şengal ji Lalişê were cuda kirin, 80% xelkê me jî dixwazin Şengal bi Herêma Kurdistanê re be.

* Di ev rewşa ku PKKê ev pirojeye ragihand, hemû xelkê Kurdistanê kar dike û hewil dide ku Şengal vegere ser Herêma Kurdistanê, win çi dibêjin?

- Em sipasiya hemû aliyan dikin, niha li Şengalê şer e û nêzîkî 30 hezar êzîdî di bin deshelata DAIŞê de ye, kengî şengal rizgar bû wê demê her biryarek wê bi destê xelkê Şengalê be, ev navçeye di çarçovê mada 140 de ye û bi me hemûyan nexweşe ku kes destê xwe têke vê pirsê û ez tekezê dikim ku Şengal bi ser Herêma Kurdistanê ye.

* Win wek êzîdî qebûldikin ku Şengal bibe kantonek û ji Herêma Kurdistanê were cudakirin?

- Na, bi tu şêweyan, ew çend kesin bi vê biryarê re ne, lê 90% a xelkê vê pirojeyê reddikin.

* Ew pêşinyara PKKê ta çiqasî li dijî îrada êzîdiyan bû û ji vir û wê de helwêsta we wê çi be?

- Em rêzê li PKKê wek partiyeke kurdî digirin, hatin alîkariya me kirin di vî şerî de û çûn, lê ne ku dest bixin nav karûbarê me û Herêma Kurdistanê, ew nayê qebûl kirin.

* Win nabînin ku ev sedema cudakarî û ji hev dûrxistinê ye di nav kurdan de?

- Ji bo pirsa berjewendiya neteweyî em hazirin ku kongireyek were li darxistin, hemû kurdên Kurdistana Rojava û Bakur û Başûr û Rojhilat bi hev re rûnin û kêşeyan çareserbikin, lê ev nayê kirin çûnkî Şengal ser bi Herêma Kurdistanê ye û ew jî bi ser Îraqê ye, Îraq dewleteke cuda ye, ne Turkiya ye, ne sinûrê PKKê ye.

* Her ji destpêka vê pirsê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî ev yeke redkirin, win piştevaniya serok Barzanî ji bo êzîdiyan çawa dibînin?

- Em sipasiya helwêsta cenabê Mesûd Barzanî dikin, herwiha berî du rojan Mîr Tehsîn mîrê êzîdiyan li cîhanê di beyannameyekê de tekes kir ku her kes û aliyek bixwaze êzîdiyan ji hev bike û dest têxe nav karûbarên wan, em ê bi tundî bersivê bidin.

* Her wek em dibînin ku ev piştevaniya berdewam a cenabê serok Barzanî ji bo kurdên êzîdî û bi taybet jî ev pirtir ji 5 mehene cenabê wî li eniya şer ê Şengal û Zumar e, gelo bi a te kes ji bilî wî dikare bi navê kurdên êzîdî biryarê bide?

- Em wek êzîdiyan me lêvegera olî heye, lê wek lêvegera siyasî em tenê cenabê wî wek lêveger dibînin.

* Wate win bi her ferman û biryareka serok Barzanî pabendin?

- Erê, cenabê kek Mesûd Barzanî serokê me ye, serokê Herêma Kurdistanê ye û Hukumeta Herêmê jî hukumeta me hemûya ye, heger ew tiştekî ji me re neke, tu kes tu tiştî ji me re nake.

* Ji niha û pêve hewlên we wê çawa bin daku Şengal vegere ser Herêma Kurdistanê?

- Me her tim gotiye, em wek êzîdî ligel Hukumeta Herêma Kurdistanê ne, herwiha em ligel wezareta pêşmerge ne, em hevkarî û hemahengiyê dikin ji bo rizgarkirina Şengal û veger bo ser Herêma Kurdistanê.

* Win wek helwêsta Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hukumeta Herêma Kurdistanê tekezê li ser cîbecêkirina mada 140ê dikin?

- Ev madeyeke destûrî ye û çareseriya vê madê bi rêkeftina navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqa Federal ve girêdayî ye daku Şengal vegere ser Herêma Kurdistanê.

* Hemû ew hewlên PKKê û ew kiryarên li dijî êzîdiyan tê kirin, em dibînin hemû kurdên êzîdî bi hev re piştevaniya serokatiya Herêma Kurdistanê dikin daku biryarê li çarenivîsa êzîdiyan bide, gelo niha boçûna hemû kurdên êzîdî li ser vê pirsê çiye?

- Her wek min destnîşankir boçûna me hemûyan li dijî vê pirojê ye û em piştevaniya temam a serokatiya herêm û hemû aliyan dikin ku li dijî vê pirojeyê helwêst hene.

Top