• Sunday, 22 December 2024
logo

Kurteyek ji raboriya Kurd û Kurdistanê (2)

Kurteyek ji raboriya Kurd û Kurdistanê (2)
Gelek caran guhbîsî me dikin, dibêjin kurd bi razîbûna xwe çûne jêr saye vê ayîna nû. Yan dibêjin ew dergeheke xêrê bû ji kurdan re ji bo ji sîstema raborî rizgar bibin, ku sîstemeke paşketî bû. Ev qet ne rast e û bi hemû şêweyan ji rastiyê dûr e. Berî îslamê komek ol û ayîn di nav kurdan de hebûn ku baweriya wan bi xwedayê tak û teniya hebû, ew tiştekî aşkere ye ku piraniya kurdan li ser ayîna Zerdeştî bûn, ne pûtperstî bûn weku di nav ereban tê zanîn. Rastî ew e, kurd ti caran bi xweşiya xwe nebûne misilman. Divê bête zanîn ku ev jî tiştekî asayî ye û hemû dagirker rûbirûyê parastin û bergiriya dijwar ya xwedan welat dibin.

Dîroka wan serdeman ji me re diyar dike: bi dirêjiya hukmê Umewî û Ebbasî, kurdan dest ji raperîn û şoreşê bernedaye, lewma ketin ber tepeserkirin û kuştar û talan û enfalê. Êlên kurd berdewam rûbirûyê êriş û gefên êlên ereb bûne û ne jiyan û ne mal û ne jinên wan ji destdirêjiya wan êlan nehatine parastin. Hindek car êlên ereb bi şer nikarîne bigihin mirazên xwe, neçar bûne bi jin û jinxwazî têkeldarî ligel êlên kurdan bikin û bi rêyê dostaniya wan bi dest bînin. Dibêjin dayîka Merwan xelîfeyê dawî yê Umewî kurd bûye. Herwiha Ebû Ceferê Mensûrê Ebasî jî. Lê evê bi hîç cureyê dadî nedaye, ereb bi çavê dîl û kole li kurdan binêrin ku yeksanî di navbera wan de bi cî nehatiye. Ebû Mislimê Xoresanî ku navê wî yê kevin "Behzadan" bû û serkirdeyekî mezin yê îslamê bû, Bi tevî gelek xizmetên wî di vê ayînê de, bi xefk û fêlên Ebû Ceferê Mensûr di vexwendineke nanxwarinê de hatiye kuştin anku bi pêyî planeke pêşekî.

Şaîrekî reben yê ereb navê wî "Ebû Dulame" ye, di şiîrekê da ji dêvla (Eba Muslim) bi (Eba Mucrim – Bavê Tawanan) navê wî mêrxasî hênaye. Helbesta wî bi vê wateyê ye:
- Bavê Mucrim xwedê nîîmet li ser ebdê xwe qut nekiriye heta tu qut bikî.
- Ma tu ê di dewleta Mensûr de xedrê bikî, xwediyê xedrê bavê te kurd in.

Sala 845 di serdema hikimdariya Wasîq Bilalê Ebbasî de, kurd li gelek cihên Kurdistanê de raperîn, lê tepeserkirina vê raperînê kete stûyê serkirdeyê Ebbasî Wesîfê Turk. Wesîf bi talankarî û kolekirina sedan keç û kur û law û zarokên kurd bes nekir, bi ser de ew bi dîlî birin Tekirîtê. lê serhildan her berdewam bûye, kurdên Cezîre û Botan, di salî 866ê de Mûsilê ji destî ereban derhênaye û hukim lê kirine. Şaîrekî ereb bi navê "Ecîn" bi nêrîneke regezperestî bi dizî di helbesteke xwe de gotiye:

- Xelkê weku vê serdemê nedîtiye, taku Mûsil ewqas zelîl bibe û kurd tê de hukimdariyê bikin.

Kurdan ji bilî şoreşa xwe alîkariya her kesekî kirine ku li dijî dewleta îslamê serî hilda, wek nimûne şoreşa Zinc û raperînên Yaqûbê Sefar û şoreşên Xewarîc û şîe. Gelek caran jî kurdan alîkariya dewleta navendî kiriye li dijî ewên radiperîn. Bo nimûne alîkariya Merwanê duyem ê Umewî kirin li dijî ewên serî hildan. Herwiha piştgiriya Mamûnê Ebbasî kirin bo wergirtina xîlafetê ji birayê wî Emîn. Di heman demê de, berdewam alîkariya dewleta Îslam daye di şerên li dijî ermeniyan û navçeyên sînorî yên rojhelata faris û şerê xaçperestan. Di van şeran de kurdan bi mêranî şer kirine.

Bi kurtî, ligel hatina îslamê de kurd ketine torekê êdî rizgarbûna xwe nedît. Bi giştî em dikarin bêjin kurdan di vê dîrokê de dûr û dirêj ya ereban li Kurdistanê, herwiha piştre di serdema Sefewî û Qacarî û Osmanî de jî, xebat bo wan kirine, bi şêweyekî rûwaletî ser bi dewleta navendî de bûn lê li di rastiyê de serbixwe û azad bûn si birêvebirina karûbarê xwe de.

Şoreş û raperînên, kurd hindek car bi jêrketin û bi serketin û hindek car jî bi wê temam dibûn ku mîrnişînên nîvçe serbixwe ava dikirin. Bi pêyî henek jêder li serdemên Ebbasî de 12 mîrnişînên kurdî hebûn, ji hemûyan girîngtir: Hesenawayî ku desthilata wan ji Şarezûrê heta Loristanê bû sala 959z, Dostekî li Kurdistana naverast 990-1096z, Merwanî li başûrê Diyarbekirê heta digihe bajarê Ruha li bakurê Cizîra Botan 984-1083z, Şedadî li pişt Qafqasya ve heta digihe bi çemê Aras 951-1075z, herwiha dewleta Şiwankare li Îranê di sedsala yazdem de û Dewleta Hezar Hesp li Loristana mezin 1148-1339z û dewleta Zendî 1167-1202z û çendên din.

Serkirdeyên mezin yên kurd di nav artêşa îslamê de derketin û şopên xwe di mêjûyê de berçav hiştin. Binavûdengtirîn kes di vî warî de, serkirdeyê bi navûdeng Selahedînê Eyûbî 1137-1193z ku karî êriş xaçperestan bikira û bi yekcarî ew bişikandina û dewleta binemala Eyûbî li Misr û Şam û Iraq û Kurdistanê dabimezranda. Di navbera 1095-1291ê de anku bi maweya 200 sal êriş û pelamarên xaçperest yek li dûv yek bi ser rojhilat de berdewam bûn. Rast e ev pelamar û êriş, bi navê ayînê û bo rizgarkirina xaka pîroz ji destê dijminên misilman bûn, lê di rastî de şerekî dagirker bû ji bo welat zep bikin.

Kurd di berengarbûna êrişên xaçperest de wek serbazên bergiriya li îslamê beşdar bûye ne weku kurd. Ne tenê beşdarî bergiriya li ayîna îslamê bûye lê beşdarî di şerê parastina hebûn û mayîna xwe û xaka xwe ji zepkirina biyaniyan. Selahedîn her wek kesayetiyekî îslamî xwe nasandiye ne wek kesayetiyekî neteweya kurd. Eger rojekê ji rojan kurdbûna xwe bi bîr bihêna, wî fermandariya Şarezûrê di cergê Kurdistanê de nedida bi kesekî Memalîk ê tirk ku navê wî "Kiştoxdî" bû. Rast e para mezin ji artêşa Selahedîn kurd bû û serkirdeyên artêşê ji xizm û kes yan neteweyên wî bûn, herwiha beşekî mezin ji reşeleşkeran kurd bûn, lê hîç girêdanek wan bi kurd û xaka Kurdistanê ve nebû. Jêder heye dibêje Selahedîn her demê ligel kurdan dadinişt û bi kurdî diaxivî. Her di serdema wî de, lîwanek li zanîngeha Ezher bo xwendekarên kurd hate vekirin û nav lê na lîwana kurdan (Rîwaq el-Ekrad).

Selahedîn li bajarê Tekirît ji dayîk bûye, lê bav û bapîrên wî ji "Duwîn" hatine ku gundekî bênav bû. Gotegot gelek hene kanî Duwîn ji meydanê bi ku ve çû, Ermenistan e yan Kurdistan? Jêderên wê demê nivîsîne Duwîn li Azerbaycan dikeve, bi pêyî gotinên hindek mêjûnûsên wê demê, ji gelek cihan re Azerbaycan hatiye gotin, renge beşeke Kurdistana me jî di nav xwe de girtibe. Tiştê yekalî bûye ku Duwîn li pişta bajaroka Pîrmamê ya li Hewlêrê bû, koç û rêwîtiya binemala Şadî ji dewrûberê Hewlêrê bo Tekirîtê zêdetir li cî ye ne ji Yêrîvana Ermenistanê weku hatiye gotin. Ne dûr e ku Duwîna Ermenistanê di serdemeke zûtir de war û cihê binemala bapîrên Selahedîn bin û paşê wan berev jêr û vê cihê Duwînê koç kiribin û nav li wî cihî nabin Duwîn, yan jî navê wî gundî berê hebe lê danîştiyên nû bi soz û hesta Duwîna kevn nav li wî jî nabin Duwîn.

Eger ev boçûn rast bihê wergirtin, em ê mat bimînin ku binemala Eyûbiyan her ji kevin de koç bûne û nexwestine jiyana xwe veguhêzin bo wargeheke nû.

Kurdistan di serdema hikimdariya îslamê de nikariye ew kesên xwestine roleke kara û mêjûyî di warê serbazî yan siyasî yan heta rewşenbîrî de bileyîzin bihewîne. Ev diyardeyeke nivîskarê navdar Mesûd Mihemed bi navê Liberçûna Aborî (Nezîf Îqtîsadî) daye nasîn.

Weku çon Selahedîn û binemala wî li derveyî Kurdistanê rabûn û derketin, bi heman şêweyê jî bi dehan zana û rewşenbîrên kurd berê xwe dane derveyî Kurdistanê, heta di vê serdema dawî de Mewlana Xalid û Nalî û Hacî Qadir û Keyfî Ciwanroyî cih li Kurdistanê nedîtine û berê xwe dane xerîbiyê. Diyar e xwesta siyasî ya binemala Şadî han daye herdem li fersendekê bigerin heta roleke dîrokî hêjayî xwe bistînin, cara dawî jî li Misrê fersend hatiye pêş wan ku bergirî ji ayîn û xaka hemû gelên navçeyê re kirin, gelê kurd jî di nav de.

Wergêr: (Aknews)
Top