• Wednesday, 15 May 2024
logo

Perlementar Cemal Murtike: Terorîstên DAIŞê stratîjiya şer derdan lewra ew berê xwe didin tektîkên tirsonek

Gulan Media February 1, 2015 Dîmane
Perlementar Cemal Murtike: Terorîstên DAIŞê stratîjiya şer derdan lewra ew berê xwe didin tektîkên tirsonek
Dema cîhan perlemanterekî wek Cemal Murtike dibîne ku li ser kursiya kêmendamiyê ji aliyê serokê xwe ve fermandariya mîhwerekî stratîjî û giring û wek mîhwerê Guwêr pêtêsipartin, gereke çi pênaseyekê ji bo wataya Pêşmerge bike?Cema Murtike pêşmergê kevin yê Kurdistanê tevî ku li eniya şer li ser kursiya kêmendamiyê serpereştiya eniyeke giring yê şerê dijî terorîstan dike, di heman dem de her li ser wê kursiyê jî di Perlemana Kurdistanê de yasadanere û yasa ji bo paşeroja vî welatî derdixe, ew jî biryar û yasaya serbixweyiya Kurdistanê ye ku serok Barzanî wê ji cîhanê re rabigehîne, li dema seredana tîma Gulan ji bo mîhwerê Guwêr me ev dîmane bi Cemal Murtike re encam da û bi vî corî bersiva pirsyarên me da.
* Ji destpêka meha Aba 2014ê ve û paş dagîrkirina Guwêr ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, tu wek berpirsê mîhwerê Guwêr hatî destnîşankirin, ev mîhwerê heta bi kuderê bi xwe ve digre û rewş heta bi niha çawaye?

- Mîhwerê Guwêr heta bi sinûrê Kelekê ye û navçeya Guwêr cihekî stratîjî ye, li roja 10 Ab a 2914ê dema me Guwêr azadkirî û heta 9 Kanona Duyê 2015ê terorîstên DAIŞê berdewam êrîşî vê navçeyê dikirin daku Guwêr dagîrbikin, tevî ku şeva 9 vê mehê karîn bi tektîkeke nû ji bo dema yek, du seat an werin nav Guwêr, lê paşê bi piştevaniya xwedê pêşmerge êrîş kir û karîn Guwêr ji DAIŞê pakbikin û hejmarek mezin ji wan bikujin, ew ên reviyanî jî di dema derbazkirina ava Zê di avê de fetisîn.

* Te destnîşankir ku mawê 5 mehane terorîstên DAIŞê hewil didin Guwêr dagîrbikin, gelo stratîjiya Guwêr ji bo terorîstan çiye?

- Stratîjiya Guwêr di wê yekê deye ku ji Hewlêra paytextê ve nêzîke, ji aliyekî din ve ew xala gîştinê ye bi mîhwerê Xazir re ji vî alî ve, ji aliyê din ve jî xala bi hev ve girêdanê ye di navbera Mexmûr û Dibisê, lewra her dema Guwêr têkeve destê dijmin, eniya Xazir û eniya Dibis – Mexmûrê jî dikeve di metirsiyê de, lewra hemû hewlên terorîstên DAIŞê di dema pênc mehên borî de ji bo wê yekê bûn ku carek din Guwêr bidest xwe xin.

* Di meha Ab a borî de terorîstan karîn bo mawê 60 – 70 demjmêran anku kêmtir ji 3 rojan Guwêr dagîr bikin, we çawa karî wê demê Guwêr azad bikin?

- Dema li roja 7 Ab a 2014ê destê terorîstan gîşte Guwêr, wek her kesek dizane, cenabê serok Barzanî biryara şerê seranserî li dijî terorîstên DAIŞê ragihand û her ew bi xwe wek fermandeyekî meydanî pilana leşkerî ji rêxistina eniyên şer darişt, ez jî roja 7 Ab a 2014ê gîştime navçeya Guwêr û li ser fermana serok Barzanî me hêzek nû pêkanî û ew hêza nû ku min serpereştiya wê dikir, bûye beşek ji ew hêza ku li roja 10 Ab a 2014ê bi serpereştiya yekser a serok Barzanî me Guwêr azad kir, ew pilana leşkerî a ku serok Barzanî ji bo rigarkirina Guwêr û Mexûrê dariştî di demekê de bû ku hên alîkariya hevpeymanan destpênekiribû tenê bi şiyanên li ber dest û îradeya pêşmerge karîn terorîstên DAIŞê bişkînin, wate paş ku arasteya şer hat guhertin, hevpeymanan dest bi şandina alîkariyan kir ji bo pêşmerge, bi wê yekê jî pêşmerge karî hemû navçeyan ji terorîstan pak bikin, sipas ji bo xwedê niha em gîştine astekî ku em dikarin bêjin terorîstên DAIŞê nikarin êrîş bikin û eniyeke me bişkênin, lê wek şerî ji nişkave û êrîş û vekişîn dibe bikarin ji bo demeke kin cihekî yan girekî bidestxin lê ew nikarin li wir bimînin.

* Êrîşa 9 vê mehê a DAIŞê bo ser Guwêr û mana wan li wir bo yek, du demjmêr, heta çiqasî nedihat çaverêkirin? Gelo çawa ew derfet ji wan re çêbû ku wê êrîşê bikin?

- Berî her tiştî ez dixwazim vê yekê bêjim ku cugrafiya û topografiya vê navçeyê pêktê ji sinûrê navbera Kurd û Ereb, herwiha bi dirêjiya sinûrê navbera vê eniyê ku 20 KM, rûbarek di navbera me de heye, herwiha navçeyeke bi dar e û bilind û nizmîpir têde hene, li vê navçeyê gundên ereban hene, lewra dijmin dikare derbazbibe, herwiha şêwazê vê navçeyê jî bi wî rengiye ku dijmin dikare xwe veşêre, lê tevî vê jî hertim êrîşên ji nişka ve dihate çaverêkirin, di şer dejî carina dijmin dikare pêşbikeve, a giring ew e ku werin şûnvedan, ew hêzên li vê navçeyê hene hinek kêşeyên teknîkî hene û bi wezareta pêşmerge ve girêdayîne, her ji bo vê pirsê wezîrê pêşmerge yê Hukumeta Herêma Kurdistanê seredana me kir, gereke zûtir ev kêşeya teknîkî were çareserkirin ji ber ku li vê navçê bêtir pişt bi hêzên asayîşê hatiye girêdan û hêzên asayîşê jî rolekîpir giring û mezin lîstine ji bo parastina vê deverê û di wî şerî de hejmarek pêşmergên asayîşê bi xwîna xwe bergirî li Guwêr kirin, heta ku hêzên din yên pêşmerge bi hawara wan çûn û karîn terorîstên DAIŞê bişkînin û ji Guwêr derxin.

* Yek, du rojên borî birêz Serokê Herêma Kurdistanê seredana mîhwerê Guwêr kir, gelo wî tu pilan û tektîkên şer û rênimayiyên taybet hebûn? Herwiha heta çiqasî giringe eniyeke têlî li ev navçeya giring dirust bikin daku rê nedin carek din terorîstên DAIŞê bidizî derbazbibin?

- Hatina serok Barzanî ji bo mîhwerê Guwêr ji bo wê yekê bû bi fermandeyên leşkerî re bicive û pilanekê dîne daku rêqutke carek din terorîstên DAIŞê bidizî bên, derbarê beşê duyê ji pirsyara we ez dibînim ji bo topografiya vê navçeyê karekî girane ku eniyeke têlî were danîn, ji ber ku wek berê jî behs kirî sinûr cudaye û beşek av e beşek jî kaş û nizmiye û beşek jî bi dar e, lê niha ev pirse di bin xwendinê deye û em mijolin di çarçovê pilaneke leşkerî de hêla bergirî de bi şêweyekî pir baş rêkbixin.

* Tu wek pêşmergeyekê kevin yê çiyê û niha jî wek perlementar û pêşmerge, dema tu serok Barzanî li meydana şer dibînî, tu wek fermandeyekî leşkerî hest bi çi dikî?

- Wek ez birêz Serok Barzanî dinasim, ji lawîniya xwe ve pêşmerge ye û bi pêşmergatî çavê xwe vekiriye, lewra dîtina serok Barzanî li eniyên şer karekî asayî ye, ji ber ku ev ne cara yekemîne ez dibînim serok Barzanî tê eniyên şer, her dema tirs li ser Kurdistanê bin, wî dest ji hemû tiştan berdaye û hatiye eniyên şer û li kêleka pêşmerge li eniyên şer bûye daku ji nêzîk ve aje hemû kêşeyan bibe, lê heger tu wê pirsyarê ji min bikî, ta çiqasî hebûna serok Barzanî li eniyên şer karîgerî li ser morala pêşmerge û serketinên pêşmerge heye? Di bersivê de ez ê bêjim: ew a we kirî ku ez di her rewşekê de li eniyên şer bim, ew e ku serok Barzanî bi xwe li eniyên şer e, ez ê çawa bikarim rûnim dema ez dibînim serok Barzanî bi xwe bi şêweyekî meydanî li eniyên şer e û wek pêşmerge serpereştiya şeran dike?

* tu wek pêşmergeyekî Kurdistan û lawekî Hewlêrê ku niha serpereştiya ev mîhwerê giring dikî, peyama te a dilrihetiyê ji bo xelkê bajarê te û hemû Kurdistanê çiye?

- Berî her tiştî ez pêşmergeyê Kurdistanê me, serok Barzanî fermanê bide ez li ku bim, ez ê li wir bim, li cem min her bosteka axa Kurdistanê li her çwar perçeyan wekî heve û ji bo serbixweyî û azadiya Kurdistanê em bûn pêşmerge û li pir cihên vê Kurdistanê me xebat kiriye, lewra li cem min her bosteka axa Kurdistanê Hewlêr e, niha jî li ser fermana serok Barzanî ez li vê eniyê me û ev kar e li ser milê min e, ez ne niha belku berê jî pişt şikandina terorîstên DAIŞê li Ab a borî min xelkê Hewlêr û Kurdistanê dilrihetkiriye ku dijmin nikarin carek din eniya Guwêr bişkênin, bi watayê dagîrkirina Guwêr, ez niha wan piştrastdikim ku carek din Guwêr nayê dagîr kirin û niha tu tirs li ser Guwêr tinene, lê ku ez bêjim terorîstên DAIŞê êrîşî Guwêr nakin, ne wihaye, ez wek fermandeyekî leşkerî dibînim ku ew ê xwe pir carên din biceribînin, wek çawa li 9 vê mehê xwe ceribandinî renge di wan êrîşan de jî bikarin li çend cihan pêşrewiyê bikin, lê ew nikarin li ber xwe bidin û wê werin şikandin, herwek çawa vê carê jî tenê piştî du demjmêran hatin şikandin, ji vê jî zêdetir niha em di hewla danîna eniyeke têlî de ne, ev jî hîn eniya şer ewle dike.

Top