Çopçî IV
November 22, 2011
Gotar û Nerîn
Tirkeke/î li Almanyayê li ser kolanan yeke/î biyaniyê serreş bibîne, mîna ku dijûnê meriv bide yekser dipirse „türkmüsün?“! Ti car napirse „Tu bi tirkî dizanî?“ Ji wê/wî qey hemû serreş tirk in, ewqas ku îdeolojiya rasîst û faşîst di hiş û rûhê wê/wî da hatiye kolandin!
Heta niha ez rast li tirkeke/î nehatime ku gotibe “Euro”, dibêje ; „lîra“ ji pereyê Ewropayê ra!
Navê tax û kolanên almanî mîna „Gesunburun“ xirab dike, bi tirkî dibêje; „kesîkburun.“
Çend xwendiyên wan ên zanîngehê jê derînin, hemû bi almaniyekî lewitandî dipeyivin…
Jixwe xirabkirina kulturekî, zimanekî, talankirina aborî û dewlemenidiyekî wiha dest pê dike ji aliyê tirkan va. Hêdî hêdî û bi rik, bi rêxistin, fen û hîle. Paşê jî ew guneh û sûcê mezin tê.
Eynî mîna gûr li keysê ye, ku avêt erdê qîlên xwe di qirêkê da diçikîne.
Dema meriv li tevger, rêxistin û bicîbûna tirkan a li welatên Ewropayê binihêre, salên destpêka hatina wan ê Kurdistanê, Enedolê yên salên 900 an tê bîra mirov:
Çi digotin di wan salan da? „Em hêzeke ciwan û şerwan in, em ê „îslamê“ li dijê Bizansa „gawûr“ biparêzên û bi alîkariya emîrê kurd ê Merwaniyan ketin wan welatan û ji hev tarûmar kirin.
Çi kirin di wan salan da, dev ji ola xwe ya şaman berdan, ji bo kamûflaj hema kirasê „îslam“ li xwe kirin, bêku li bejn û bala wan bê. Hîn jî bi vî kirasê sexte digerin. Hostayên kamûflaj û kemînê ne.
Waye ji niha da ji rojavayiyan ra dibêjin: „em bi vê turk-îslama xwe ya nerm(!) we ji ya radîkal diparêzin.“ Û rê li ber xwe vedikin. Fetullah Gulen bîlasebeb di koşkan da najî li Florîdayê.
Qet ne dûrê aqilan e, ku vana ji bo berjewendiyên xwe sibeyê bêjin; “xiristiyanên heqîqî“ em in.
Ji selçûqiyan heta îro çi hat serê wan kultur û welatan? Li dîrokê vegerin.
Çi hatiye, tê serê koloniya wan ê dawî Kurdistanê, herin bibînin.
Nivşên wan tirkan îro jî ji Ewropiyan ra dibêjin em hêzeke ciwan û xebatkar in, çi xebat hebe, çiqas erzan be em ê bikin. Yanê bi gotina wan: „Abî, abî ne îş olsa yaparim!“ dibêje û bi cî dibe.
Ji bo Ewropiyan ev hîn „lê lê“ ye! „Lo lo” jî tê!
Tê, heke Ewropayî hişên xwe winda bikin û deriyên yekîtiya Ewropayê EU ji “Tirkiyê” ra vekin.
Ne kultur dimîne, ne ronesans. Ne azadî dimîne, ne tolerans û ne jî ew demokrasî!
Êdî xwedê jî nikare Ewropayê ji destên zirzûla wan a birçî û ji reşetariya wan xilas bike!
Bila dewlet û nijadperestên tirk jî zêde bi kêfê nekevin û ava devê wan neherike, ku ew dê Ewropayê jî ziwa û talan bikin. Bi vê awayê tola Wiyenayê rakin ji navenda Ewropayê!
Milletên Ewropayê ne kurd in, ku kultur û welatên xwe bi destên akinciyên tirk da berdin.
Demokrasî û şaristaniya Ewropayê wisa zû û hêsan ava nebû. Bi dehan şer û du şerên mezin ên cîhanê derbas kirine, bi mîlyonan xwîn rijandine.
Ne hêsan e ku welatên xwe terkê xirabmaliya tirkan bikin.
Ew ne em in!
Lêbelê zarokên çopçiyan li pişt wan desteka dewleta tirk, di nava bi sedan rêxistin û şîrketan da bi rêkûpêk hewl didin, dixebitin ku van welatan jî pêşî bi rêya nifûs û bazirganiyê û paşê jî bi rêyên ku tên zanîn dagirin.
Gotinên serokwezîrê tirk ku li nîvê Ewropayê li ber çopçiyên dest bi alayên tirk da digot: “Minare rim, kumbet mertalên me ne!”, hîn ji bîr neçûne. Ev e diyariya tirkan ji miletan ra: “Rim û mertal!”
Ew dê Ewropayê bi wan rim û mertalan dagirin (!)
Ev angaşta min dibe ku dûrê aqilan be. Lê îhtimaleke biçûk e.
Jixwe sûc û belayên mezin, ji îhtîmalên herî biçûk dertên!
Çopçî bibe bazirgan wê diya xwe bifiroşe, ji bûkalemûn jî xirabtir wê bikeve her reng û dilqê.
(didome)
SERSAXÎ
Ji ber koça dawî ya mamostayê dilovan Î.Şerîf Wanlî, serê miletê me û malbata wî sax be!
E.D. Mamostayê hemû zemanan www.gelawej.org.de