Muhemed Reûf bo Gulan: Ev 3 mehin Barzanî li eniyên şer e û bi hebûna wî ew serketina mezin hatiye bidestxistin
Ew a bûye diyarî ji bo serketinên hêza pêşmerge yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistan û xelkê Kurdistanê ye ji bo piştevanîkirina peyama serok Barzanî ji bo yekgirtina hêza pêşmergê Kurdistanê û gav avêtin daku hêza pêşmerge bibe dezgeheke serbazî nîştimanî, ji vê jî zêdetir seredana şandeke bilind û hevbeş a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê bo cem serok Barzanî li eniyên şer, ev jî bi nîşana teba û yekrêziya gelê me di ev qûnaxa hestyar de tê hejmartin, ji bo axaftin li ser pêwîstiya yekgirtina hêza pêşmerge û serketinên pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê de, me ev dîmaneya taybet bi Mihemed Reûf alîkarê Emîndarê Giştî a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê re encam da û bi vî corî bersiva pirsyarên Gulanê da.* Rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê niha ji her demeke din zêdetir hewil dide ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê bike yek, ji bo vê jî nameyek ji wezareta pêşmerge re şandiye daku lezê di vî karî de bikin, tu çawa li wê biryarê û yekkirina hêza pêşmerge dinêrî?
- Binavê xwedê dilovan û mehreban, berî her tiştî ev rewşa niha Kurdistan têre derbaz dibe, hejmarek pirs hene gereke em bi cidî li ser bisekinin, ji vê jî zêdetir gereke ew axaftinên cidî bikevin qûnaxa kiryar û cêbecêkirinê, vêca di nav wan pirsên giring de pirseke giringa wek yekkirina pêşmerge, ne tenê daxwaza aliyên siyasî ye belku xwasta hemû xekê Kurdistanê ye û gereke karên cidî werin kirin. Ew a cihê dilxweşiyê ye em li roja 31 kanûna yekê, dûbare û carek din me gotineke nû a rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li ser vê pirsê bîst, ew jî tekezkirina kak Mesûd Barzanî bû li ser ew peyama şeş xalî ku ji wezareta pêşmerge re şandî û ji wan re ragihandî, ew xalên ku di wê peyamê de hatine, berê bi mam Celal re ji bo yekgirtina hêza pêşmerge em li ser rêkeftine, herwiha em jî wek aliyên berê yên opozisyonê ku me şeş pakêc ji bo çaksaziyê pêşkêşkiribû, yek ji pakêcan daxwaza yekgirtina hêza pêşmerge û kirina wan bi hêzeke nîştimaniye, lewra heger ev peyama kek Mesûd Barzanî berê rêkeftin li ser hatibe kirin, wate di çarçovê rêkeftina stratîjî a Partî û Yekîtî biryar dane ev hêzane bikin yek hêz, lewra gereke evqas nehata bi paşxistin. Niha jî ku wek tiştekî giring tekez li ser vê pirsê tê kirin, miletê Kurdistanê daxwazê dike, niha jî dem hatiye were piraktîze kirin û bikeve piraktîkê de û were cêbecêkirin, me ji Kobanê heta bi xaneqînê eniyên şer hene, eger em îro hêza pêşmerge nekin leşkerekî yekgirtî û dezgeheke serbazî, ê em ê kengê vê gavê bavêjin? Niha pêşmerge şerekî xwînî bi dijminekî re dike ku nav li xwe dike dewleta îslamî, karên terorîstî bi navê îslamê dikin, ev dijmine pir çek û hêzeke mezin li ber destê wê heye, heta niha kes nizane ev çek û teqemeniye ji kuderê ji wan re tê? Kîjan welat ji wan re dişîne û bi çi tê kirîn? Lewra ev dujminê bi navê DAIŞê metirsiyeke mezine li ser Kurdistanê û vê carê jî bi piştevaniya xwedê û hêza pêşmerge û serkirdên wê em ji Enfaleke din hatin parastin ji ber ku terorîstên DAIŞê bi niyeta Enfalkirinê êrîşî navçeyên sinûrî yên Kurdistanê kirin, lewra bila ev şere bibe sedema yekgirtina pêşmerge gavavêtin ji bo çêkirina dezgeheke leşkerî nîştimanî, berê digotin heger neteweyek yan gelek heta êlek bixwazin di nav xwe de yekrêz û yekgirtî bin her demê pêwîst bû şerekî derve ji wan re peydabikin daku hevdu bigrin, niha şerekî nexwastî û xwînî bi yaqê me girtiye, lê heta niha jî hêzên me hev negirtine, ev jî şermeke dîrokî ye ji me re, ji vê jî zêdetir heger em bixwazin bibin xudan kiyanek wiha gereke em wê yekê bizanin ku dewlet li ser bingeha sê hêzan çêdibe ku ew jî ev in: (hêza hişk ku ev jî du hêzin hêza leşkerî û hêza aborî hêza sêyê jî hêza nerim e) niha bi sedema derxistina neftê bingehek bingehek ji bo hêza abûrî dirustdibe û me gava yekê avêtiye, hêza leşkerî jî ku hêza pêşmerge ye ji ber ku karî bergiriyê bike û serkirdên wê karîn mil bi milê pêşmerge şer bikin û hemû partiyên siyasî jî piştgiriya pêşmerge û serkirdên wê dikin û milet jî bi yekdeng daxwaza yekgirtina hêza pêşmerge dike, ev hemû ji me re dibêjin êdî tu wateyek nemaye ji bo hebûna du coran ji hêza pêşmerge yan du cor serkirdatî li Kurdistanê, me di civîna bi kak Mesûd Barzanî re me piştevaniya xwe ji bo peyama wî derbirî û me tekez li ser wê yekê kir ku giringe ev gave ne tenê ji bo yekgirtina hêzên 70 û 80 yên Yekîtî û Partî be û hejmareke din dirust bike, belku ev piroseye giringe ku bi nîştîmanîkirina hemû hêzên pêşmerge be daku bibe dezgeheke leşkerî nîştimanî û ew hêza tu intîmaya hizbî tune be belku tenê întîmaya wê ji bo nîştiman û netewe hebe û xelkê Kurdistanê şahidê ji bo ev întîmaya nîştimanî bin, ji bo vê jî bingeheke dîrokî hatiye pêşiya me, xelk hêza pêşmerge bi leşkerê xwe dizanin û gere rê hatiba dayîn xelkê Kurdistanê wê li kêleka pêşmerge bi çek bergirî bikira lewra berî ku ev heste zeîf bibe yan neomêd bibe gereke hêza pêşmerge bibe dezgeheke serbazî nîştimanî. Piştre û bi piştevaniya xwedê ku em di vî şerî de biserketin û DAIŞ nema, carek din em li pêkhata vê dezgehê û yasayên vê dezgehê vegerin û dergehê vekin gencên vî welatî bikin leşker (xwebexiş yan îlzamî) gencan di nav hêza pêşmerge de rêkbixin, li ser astê wergirtina gencan ji kolêjên leşkerî em wê gavê bavêjin ku wergirtin ji kolêjên leşkerî li gor viyan û nimrê xwendevanên Kurdistanê be û ne li ser piştgiriya hizbî be û li ser bingehê wan mercan be ku ji bo leşkerekî hevçerx pêwîstin.
* Birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ji destpêka vî şerî ve li eniyên şer e û her li wir jî pêşwaziya we kir xuyaye ew jî wek fermandarê giştî a hêzên çekdarên Kurdistanê hest bi pêwîstiya vê yekgirtinê kiriye, gelo we di civînan de hest bi vê hezê kir?
- Ew me di wê civînê de dît bi rastî mandîboneke zor bi kak Mesûd Barzanî ve diyarbû, ew jî a wê yekê ye ku kesek di eniyên şer de be û bi xwe serkirdatiyê bike, eger ji şer dûr be wiha ji ber dilgiraniya gelo şer li kuderê ne û nûçeyên eniyên şer çine, herwiha DAIŞ çawa êrîşê dike û pêşmerge çawa berevaniyê dike, wiha mirov mandî dibe, kek Mesûd Barzanî ji me re got: (ez ji bo pênc şeş rojan hatim eniyên şer lê ev bû sê mehin ez li eniyên şerim), carina ger şandeke biyanî tê Kurdistanê ji bo pêşwazîkirinê tê piştre ew vedigere eniyên şer, hola civîna me ne koşk û telar bûn belku odeka leşkerî bû, di wê odê de Mesûd Barzanî şiroveyeke leşkerî yên hemû eniyên şer ji me re behis kir, li ser nexşa leşkerî ji me re ragihand ka şer çawa hatine kirin, çend hezar kîlo metro ji aliyê pêşmerge ve hatine rizgar kirin, ku zêdetir ji 3400KM docar ji axa Kurdistanê hatiye rizgarkirin, hezjî dikir ew şanda me her di ew navçeyên nû azadkirî re vegerin, me jî wiha kir ku em hatin em di ser bendava Mûsilê re hatin, me hemû ew navçeyên hatine azadkirin dîtin, giringiya wan navçeyan ew e ku ji jêr ve nefte û li ser jî axa çandinê ye, ew navçeye bi navûdenge bi Deşta Mûsilê, ew navçeye baştirîn navçeye ji bo çandinê û heger baş were bikaranîn têra hemû Kurdistanê dike, lewra her wek kek Mesûd Barzanî ji me re behskirî û me bi xwe jî di dema vegerê de dît, ez dikarim bêjim hemû navçeyên Kurdistanî hatine azadkirin, heger hinek cih jî mabin, pir kême û ew navçene ku ereb û kurd û turkman dinavhevdene û kurd têde pir kêmin, ew bi baweriya partiyên siyasî yên din jî bû ku pêşmerge zêdetir pêşve nere û di sinûrê Kurdistanê de bisekin û bergiriyê li Kurdistanê bike, lê heger xelkê wan navçana bi xwe bixwazin navçeyên xwe azadbikin wê demê Kurdistan wê alîkariya wan bike. Ev jî wek erkekî îraqî ku pêşmerge beşeke ji sopayê îraqê. Herwiha di ew civîna bi Barzanî re me behsa wê yekê kir ku ew biryara cenabê wî dayî ji bo yekgirtin hêza pêşmerge biryareke baş e û em piştgiriyê lê dikin û giringe kar li ser were kirin, kek Mesûd bi ev piştgiriya me kêfxweşbû, herwiha me tekez li ser wê yekê kir ku ev baweriya niha li cem aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê heye, bila lez were kirin û bikeve qûnaxa cêbecêkirinê, ji ber ku niha hemû cîhan li Kurdistan û Pêşmerge dinêrin, raste ew piştgirî û alîkariya me dikin, lê li ser erdê me dixwînin û dinêrin da bizanin gelo ta çiqasî em amadene me leşkerekî hevçerx ji bo paşerojê hebe. Herwiha li wî sinûrî ew yek ji me re xuyabû dema serkirde bi xwe di nav şer de be, xelk jî baş şer dike, heger şer serbazî be û serkirde bi xwe li nav eniyên şer be, wiha şer gerim dibe û xelk jî bi wêrekî û moraleke bilind şer dikin û omêd bi destxistina şer heye, ew şerên ku kek Mesûd ji me re behsê kirin, hebûna wî di eniyên şer de encamên wê yên pir baş hebûn, pêşmerge û heta xelkê navçeyê jî baştir hatin pêş û bi moraleke bilindtir şer kirin, di hemberê de jî dujmin wate DAIŞ û hevkarên DAIŞê li ew navçeyên ku dibînin fermandê hêza çekdar û hemû fermandarên leşkerî li eniyên şerin, morala wan dişkê, lewra me destxweşî lê kir û me piştevaniya vî karî wî kir, kek Mesûd jî bi omêdekî mezin bû û amaje kir ku em li hember metirsiyeke rasteqîne û cidî de bûn lê niha em ji tirsê derketin û bi piştevaniya xwedê carek din ew tirse bi ser Kurdistanê de nê.
* Ji dema dest bi vî şerî bûye, pêşmerge li eniyên bergiriya Kurdistanê ne, heger ji aliyê olî ve em li vî alî binêrin, gelo em dikarin bîjin: bergirî û xweragiriya pêşmerge Cîhada Dîfae?
- ez di bersiva vê pirsyarê de wek muftî û zalim naxfim, lê ez ê wê bêjim ku Dr. Elî Qeredaxî wek serokê hemû zanayên îslamî li cîhanê fetwa xwe daye û axaftina xwe kiriye, xuyaye Dr. Elî Qeredaxî sîmbola hemû zanayên îslamê ye, lewra ez dibînim fetweya wî bes e, bi baweriya min bergirîkirin li axa welat mafeke hemû olên esmanî bi hemû gelan bexşiye daku berevaniyê ji ax û giyan û hebûna xwe bikin, lewra gereke em ev mafê xwe yê rewa cêbecêbikin, ev jî erkekî rewa û rewiştî û yasayî a me ye, em nehatine wek DAIŞ yan ji bilî DAIŞ aleke reş bilindbikin û li ser binivsînin: (La Îlahe Île lah) û li jêr vî navî dest bi reşkuştin û qirkirina regezê neteweyekî din bikin wate bergiriya me pîroze, bergiriya pîroz jî ew e tu berevaniyê ji xwe wek mirov û bergiriyê ji ax û netewe û ola xwe bikî her bergiriyeke pîroz jî li cem xwedê rewaye, li ser erdê bi hemû yasayan rewtî pê tê dan, bi dirêjiya dîrokê kurdan ne demjmêrekê jî êrîşî tu gel yan neteweyeke din nekirine êrîşî ax û namosa kesî nekiriye û her bergirî kiriye û her bergiriyek jî reway.
* em civakekin ku piraniya me muslimanin, di heman dem de jî terorîstên DAIŞê ew hemû karên hovane li jêr navê xwedê û quranê de kiriye, gelo ta çiqasî ji civaka me hoşyarkirin giringe?
- Ez ji bo dîrokê vê dibêjim, derdegî gelê kurd heye heta xwe ji wî derdî xelas neke rizgar nabe, pêşewa Qazî Muhemed pir ciwan ev petaye destnîşankiriye û di wesiyetnama xwe de sê caran destnîşankiriye û gotiye: (kêşeya mezin a Kurdan ew e li derdora serkirdeyên xwe komnabin, eger serkirdeyek jî jê re çêbibe pişta wî berdidin û bi hev dikevin), vêca li vir ez ê bersiva pirsyara we bidim, te behsa olê kir, ez dibêjim Dr. Elî Qeredaxî ku serokê hemû zanayên ola îslamê ye li cîhanê li ser êrîşa DAIŞ bo ser Kurdistanê fetwayek bi curet daye, lewra gereke çiqas melayên Kurdistanê hene ev fetwaye şirovebikirana bi ayet û hedîs û mebestên şerîetê hemû aliyên wê ji xelkê re ronbikirana, lê yek mela jî behsê nake, ev ji bo eniyên şerê hêza pêşmerge jî her wihaye, ez zelal dibêjim, kek Mesûd Barzanî ev sê mehin li eniyên şer e, baş e ji bilî ragihandina partî, kî hat li ser meydanîbûna kek Mesûd Barzanî di şeran de bafxe? Em dibînin kes nake, lewra her serkirdeyek rabe çi serkirdeyekî siyasî be yan serbazî yan olî ew ê din xwe jê bêdeng dike û li dora wî komnabin ev nexweşiyeke di nav kurdan de, heta em vê nexweşiyê derbaz nekin em nagihin tu encaman, derbarê ala DAIŞ, min pir cara gotiye, ev ne cara yekê ye ev ala reş tê hilgirtin û (la îlahe île lah) li ser tê nivîsandin û xelk û genc pê tên xapandin, diroşma (la îlahe îla lah) diroşmeke pîroz û mezine û bingehê hemû pirensîpên îslamê ye, lewra dixwazin xelkê û gencan pê bixapînin, bilindkirina wê pir asane, paçike û li ser tê nivîsandin û temam, lê genc û xelkê vî welatî gereke zanibin ku yekemîn armanca (la îlahe île lah) parastina kerameta mirove, çawa dibe dibin van peyvan de keramet û namos û paşeroja gelekî destdirêjî bo were kirin, ev çawa dibe? Lewra DAIŞ û bilî DAIŞ û bi ew kurdên ku li wirin, ew a ku dikin 100% dijî peyva (La îlahe île lah)e her wek nimûne, di destpêka Meke de soreta (elkafîron) hatiye, dawiya vê soretê pêktê ji (Lekum dînekum we lî dîn) wate ola we jî heye û ola min, ev mezintirîn dergehê azadiya ol û bîr û baweriyê ye, li Medîne soretek hatiye (efe inte tekrehul nase heta yekono muimînîn) di vê ayetê de xwedê tîne bîra pêxember ku dema îslam dibe dewlet û bihêz dibe, nabe pêxember hewil bide xelkê bi zorê îslam bike, vêca ev komkujiya DAIŞ û berî wê Qaîde, di kudera ola îslamê deye? Ev şerê deshelatê ye, heta niha jî kes nizane jêderê vê DAIŞê kiye, ew li ser erdê têkeliyeke xuyaye ji kevine Beisî û kevne Qaîde û kevne Musteşar û selefî cîhadî tekfîrî cuda cuda herwiha ew erebên dijberin ku berê me amajepêkir ku xwe bi birayê kurdan didan zanîn û paşê xiyanetî kirin, lê ev hemû bê dezgehên îstxbaratî û pilana welatan nabe, pirsyar ew e hêzek ku jêderê wê diyar nebe û her mejiyek hest bi wê bike hêzek pê çênabe ku şerê Îraq û Îran û bîst welatan bike lewra di dîrokê de tiştî wiha çênebûye, tunebûna jêderê DAIŞ jî pirsyaran dirust dike.
* ew tawanên reşkujiya DAIŞê dikin taçiqasî ola îslamî retdike?
- di axafinên berê de jî min ev yek destnîşankir, ew tawanên DAIŞ bi navê îslamê li dijî Kiristiyanan dikin, yekser li dijî Quranê bi xwe ye, ev ji bo Êzdiyan jî raste, Êzdî wek bi xwe dibêjin 59 caran hatine wêrankirin daku wan wek ol nehêlin, lê dîrokê selimandiyê her hizir û baweriyeke ku bûye ol û hejmarek pêketî hebin û baweriya wan pê hebe bi dawî nabin, lewra ku ez dibêjim li dijî Quranê bi xwe ye, wate ev baştirîn redkirine ji bo hizira DAIŞiyan û ew a ew dikin, daku zêdetir ez vê yekê ronbikim, ji bo ku xelkê muslimanên vî welatî vê yekê fambikin şerê bi navê ol şerekî nedizê û ne vedizê herwiha şerê li dijî ol jî wiha ye, bi ol re şer nayê kirin, lê gereke tu bi ol re lihevbikî ka heta kuderê ew ola mifa jê tê wergirtin em dibêjin îslam hemû meqole, lê em nemaqolin û nizanin bi ciwanî muamelê pêre bikin, azadiya olan xwedê bi xwe daye, li serdemê hozretê Omer leşkerê îslamê digîşte Nehawend, tên ji me re dibêjin li wir pir gel hene, lê peyama wan a esmanî tuneye û tevheve, di nav de jî hene ku baweriya wan bi yek xuda heye, em çi bikin? Hezretê Omer di bersivê de ji wan re dibêje: ( bi wan re bidin û bistînin wek ku xudan pirtûk bin) vêca ka em li mejiyê Omer bikin ku 14 sedsalan berî niha ev axaftin kiriye, ev ji me re dibêje: hizirkirina hizretê Omer çiqas ji mejiyê kesekî DAIŞî cuda ye, pirsyar ew çawa muamele bi (ehlê kîtab) anku xudan pirtûk re tê kirin? Bêgoman di îslamê de muameleya ehil kîtab wek yê musliman tê kirin, herwiha di destûrê Medîne de ku pêxember nivîsandiye (Yehûd miletekî bi bawerdaran re ne) çûnkî Quran dibêje: (Qul ya ehlu kîtab tealo île kelîme sewa beynena we beynekum) di vir de behsa yek xuda dike, pirsyar li vir DAIŞo te ev komkujiye û nehîştina regezekî ji kuderê aniye? Quran ne bi te re ye, lojîka xelîfeyên yekem û duyem û sêyem ne bi te re ye, meqasidê şerîetê ne boi te re ye, lewra gereke musliman van rastiyan zanibin. Du mehan berî niha me simînarek li zanîngeha Silêmaniyê hebû, mamostayekî zanîngehê pirsyarek ji min kir û got: dibêjin li her cihekî Kirîstiyan û Cuhî û olên din hebin li wir aştî heye, lê li her cihekî îslam hebe, aştî tuneye? Di bersivê de min jê re got: behs ne behsê olan û îslam û kirîstiyan û cuhoyane, lê ez ê her bersiva te bidim bila xelkê din jî têbigehin, min got: (Roman 300 şerê mesîhiyetê kir, paşê bi wan re li hev hatin û ev Ewropa îro paş wê lihevhatinê ye, yehûdiyet jî çwar hezar sal wek ol şer kiriye, her li vê îraqê şahê Babiliyan çû welatê wan dagîrkir, ew ên nehatin kuştin demeke dirêj birin bo Babilê û pişt re ji hev belakirin, her çwar pênc mal şandine derekê, lewra ku cuhî li cîhanê hatin belavkirin, ew paş şerê Babiliyan bi serê wan hat, lê paş 4000 sal em gîştine wê baweriyê ku cuhî temam nabin, çûnkî li her cihekî bin bazarê wî welatî dagîrkirin, lewra neçar bûn li cihekî kombikin, destpêkê xwestin li welatekî Ewropî wan kombikin, paşê anîne Felestînê, niha jî gereke bi îslamê re lihevbikin, rêz li şerîeta wan were girtin wek me di destûra xwe de nivîsandiye, muameleyek ciwan pê re were kirin daku hum musliman hizir bike bi ciwanî ola xwe birêvebibe û ji teror û tundiyê dûrbikeve, hum jî ew ê xwe bi misliman nizane li hizira xwe vegere, mebesta min ew e êzîdî wek ol tenê yek kes jî bimîne wê bimîne û ji nav naçe, lewra heger DAIŞ dixwaze êzdiyan qirbike wiha ev yeke bisernakeve û xudanên wê dê her bimînin.