Mala zimanê me yê wêran – 6
November 8, 2011
Gotar û Nerîn
Bawegodanewe: مجاملة. Ev derbirîn li Hewlêrê gelekî tê bikaranîn. Dibêjin, “kerîm gotî û selîmîş bawegoy dayewe” yanê piştgirî li bîr û hizra Kerîm kir. Merc nîne Kerîm rast be. Bawego kitûmit dike “مجاملة” ya erebî. Micamele zêdetir derew e. Lê gelo bawego wek peyv çiye û ji çi hatiye? “Ba” belê ye, “wego” yanê gotiye, reng e “vego” be, “ba wego”, “we” ya paşgir hatiye pêş. Yanê yê yekê her tiştekî gotiye û yê din gotiye rast e, waye, rast dibêje, eşhedû waye. Min bawego di kitêba “Ber le wey kar le kar bitrazê (veqete) ” de li şûna micamele bi kar anî û bi ya min gelekî guncan e, di kurdî de peyveke ji wê baştir dest nakeve. Carinan dibêjin “bago”, “bagoy da”, heman tişt e.
Berdîl: فدیة. Tiştê ku bo wergirtina dîlekî li şûna wî dîlî tê dayîn. Berê di zargotina kurdî de digotin “belawergêr” yan “belagêr”. Bo nimûne, “Belagêrî to bê, belawêgêrî balat bim, belawegêrî Kurdistan bû.” Belawegêr yanê belagêr ku ev zêdetir tê maneya “فداء” û qurbanî, lê berdîl bijardinek e ji neçariyê. Gelo binyada peyvç çiye û çawa bi kart ê, ka em bizanin? Di kurdiya bakur de dibêjin “ ez ji dêla te bim” yanê li şûna te de bim. Her weha berdêl (pevguhartina jinan). Xwedî pez ji pezê qelew re dibêin berdîl. Bertîl jî heye yanê “رشوة” ya erebî.Ev hemû di bingehê de yek in. Gelo dîl, tîl û dêl yek tişt in yan na? Binyada peyvê çiye? Bi rastî bo me naçe ser hev. Li ber destê me deqên kevin yên zimanê kurdî nînin ta bên hawara me.
Em neçar in ji mêjûyeke dereng a peyvan ve dest bi lêkolînê bikin. Ezê li jêr wek nimûne behsa peyva “şiw” yanê dar bikim:
Çend sal berê min di kowareke kêmtîrêj de gotarek li ser peyva “şû” nivîsand. Bêşik şû (şiv) dar e. Di kurmanciya jorîn de jê re dibêjin şiv. Paşgirê “wan van” diçe ser û dibe şiwan şivan. Du dengên “w v” digihin hev û divê bi yek pît bên nivîsandin. Pêwîstî bi du pîtan nîne. Şûwan şivan darek bi destê wî de ye, ew binyada peyvê ye. Di deveoka silêmanî de, ji mêrd (mêr) re dibêjin şû, şû mêr e, ne jin e. Şû darek e ku berê zava di pêşwazî de bi serê bûkê de dikişand, bi amajeya wê çendê ku tu hatî bin siya vê dare. Şû dareke ter a kurt e û jê re dibêjin, şûlk û şûrk jî.
Bi ya min “şû” bi wateya dar di hizra me de xwe girtiye, berê peyv çi bûye, ew mijara pisporiya mêjûya kevin a peyvan e. Jêderên kevin divê, bi ya min mijareke fireakademî ye û kêrî vê peyvsaziya vir nayê.
Paydoz: baykot. Paydoz biryara bicihiştina civîn û karûbarek e, ji ber ku paydozker ji awayê birêveçûna wî karî razî nebûye. “Beyanî ewan hatin, hêndey nebir tûre bûn û peydoziyan kird”. Bi wateya piçekî cuda “Peydoz” jî dibêjin.Peydoz li pey tiştek geran e. “Kewtîne peydozî ewey bizanîn kabra çûete kwê?”
Petî: مجرد. Em dikarin jê re bêjin çawî petî “عیون مجردة”, pê petî “pêxwasî”, nanî petî “ bê pêxor”, destî petî “destî betal”, destim petî ye yanê çekê min nîne an bê desmaye me. Kurdî ya petî, kurdiya ku ji peyvên biyanî hatiye paqijkirin. Peyva petî di gelek cihan de tê bikaranîn lê di nivîsa kurdî de hemû ji bîr çûne.
Pêşbirkê yan pêşbirke: “منافسة”. Peyveke din a nêzîkî vê peyvê heye, kêberkê “مسابقة” ye. Di ya yekê de wate ew e ku kê pêş li kê bir, ya duyê de wate ew ku kî berî kê digihe armanc û nîşane. Nezanan herdu jî kirine “kêbirkê”, yanê kî ji kê dibe. Hemû peyv tûşî têkçûn û şêwanê bûne. Bo nimûne her di warê pêşbirkeya mirovî de, zoranê yan zorane yanê “مصارعة” kirine zoranbazî. Zorane jixwe bazî yan wazî (yarî-lîstik) e, pêwîstî bi peyvên din nake. Em dikarin bêjin “zoraneyî siyasî, zoraneyî komelayetî, zoraneyî mirov legel siruşt da”. Ew wateyên gelekî guncaw û nêzîkî çêşkeya zimanevaniya kurdî ne. Eger hûn rastiyê bixwazin zorane bo “صراع” gelekî baş e û milmilane (qayîşkêşî) jî bo “مباراة” baş e. Arîşeya me ew e, zimanê me ewqasî tûşî bêserûberiyê bûye û bêkes maye, niha çareseriya pirsên wê gelekî dijwar bûye, eger biryara desthilatê nebe.
Min li navçeya Barzan navê gundekî bihîst, “zorekvan”. Min ji çend kesan pirsî gelo wateya vî navî çiye, lê kes nezanî. Bi ya min, zorekvan “مصارع، ملاكم “ e. Heye ku cihê camêrekî jêhatî bûbe di warê zoranê de. Mirov dikare vê peyvê bo warê “werzîn” bi kar bîne.
“Werzîn” yanê meşq û rahênan, berê werzandina hesp û mayîn meşûr bû. “Werziş” wek “nimaîş” farsî ye. Divê em derbirînên kurdî bêjin daku yada me ya civakî ku ziman beşê wê yê serekî ye, resentiya xwe ji dest nede. Werzîn “ریاضة” ye bi hemû curên xwe ve. Werzandin meşq û rahênan e “تدریب”. Bo “ریاضی” mirov dikare bêje werzîwan, werzîvan. Ev ziman ewqas wêran bûye.
Piştîne “خلفیة”. Piştîne ji bakgraund baştir e. Pişt+îne, wek gilîne, defir û kaseya gilîne, gilîne yanê tiştê ku ji gilê hatibe çêkirin. Piştêne: “حزام” wek peyveke siyasî, piştêne wek gilêne, “gilêney çaw”. Mirov dikare bêje piştêneya tenahiyê “الحزام الامني” û piştêne “حزام” ye ku hêzên ewlekariyê bo parastina navçeyekê digirin ber xwe.
Pirayî : غالبیة. Di kurdî de zorîne û kêmîne bo “أكثریة و أقلیة “ tên gotin, lê me bo “أغلبیة “ çi gotinek nîne. “Pirayî” gelekî nêzîkî kurmanciya jorîn e jî. Di kurmanciya jorîn de gelek wateyên peyv zor hene. “Piranî û pirate” jî hene lê “pirayî” wek peyv guncawtir e.
Têrayî “كفایة” . Têrayî di kurmanciya jorîn û jêrîn de jî heye. Mirov dikare bêje “kurd têrayî zewî heye.” Yan “em nane têrayî me naka”, ji wê çendê cuda ye ku mirov bêje beşman nake(têra me nake) yan pêy têr nabîn. “ “ dibe “radey têrayî”.
Pêçke: bo “عجلة” ji rewrewe baştir e. Pêçik bo kurmanciya jorîn jî xweştir e. Niha nayê bîra min, lê reng e di kurmanciya jorîn de jî heman peyv hebe. دوران عجلة التاریخ: Sûrdanî pêçkey mêjû. Sûrdan ji sûranewe cuda ye. “Zewî bi dewrî mang da sûr deda (dizivire), min be dewrî to da sûramewe.” Sûranewe demî ye, sûrdan berdewam e.
Pêçe be dewre: حلقة مفرغة. Sûrdan le pêçe bi dewre da: الدوران في حلقة مفرغة. Pêç di kurdî de ji “منعطف” ê re jî tê gotin, dibêjin “pêçî mêjûyî”.
Pakwerî: نزاه. Peyveke nû ye, ji pak+paşgirê “werî” pêk hatiye. Pakwekerî: “تصفیة”. Pakwekerî her pakkirin e, “we yan ewe” ya paştir ya li kurmanciya jêrîn, li kurmanciya jorîn dibe pêşgir. Ew di gelek navçeyên jêrîn de jî heye. Bo nimûne deswekerî ku destkirdin e. Duhî min ji germiyaniyekî bihîst got, “ciyawebûîn” yanê ciyabûnewe. Bo peyvsaziyê dê gelek sûd ji vê şêwezê bê wergirtin. Ez daxwaz dikim wek gaveke din bo nêzîzbûn li kurmanciya jorîn, herdem binivîsin: wenusîn, wekirdin, weşuştin, wegêran, wedozîn.
Pêkute: اصرار. Pêkute ji “pêkutîn”ê tê. Mirov dikare bêje, pêkuteya aliyê kurdî li Iraqê ji bo paşeroja demokratîk.” Pêdagirî û pêdagirtin” jî dibêjin lê ev bi rastî riste ne ne ku peyv. Peyv çiqasî kurt û puxt be baştir e.
Pirkêşî: “مبادرة “. Pirkêşî baştir e ji destpêşxeriyê. Destpêşxerî 3 peyv in, Pirkêşî peyveke kurd û kevin e, kurdan hertim bi kar aniye. Herçend kar, dest bi pêşxistin e, min di kurdewarî de zêdetir peyva destpêşkerî bihîstiye.
Pêwe (pê ve): bewlawe. Le to pêwe yanê le to bewlawe, lemro pêwe (ji îro pê ve) yanê lemro bewlawe. “Pêwe” bo zimanê nivîsînê yê niha ji bewlawe baştir e. Ji ber ku pêwe di kurmanciya jorîn de jî heye “ji îro pê ve” (lewro pêwe, le êsta pêwe). Pêwe tê wateya “pêwe manewe (pê ve mayîn)” jî, “destêkî pêwe nemawe (pê ve nameye).
Toqelan: “قمة “ . Kongreya Qoqelanî Erebî, Toqelanî Aborî. Ev ji lûtke baştir e. Lûtke ji lût (difn-poz), lê zêdetir bo çiya û berzayî (bilindayî) baş e. Toqelana çiya, cihê herî bilind yê çiya ye, benden hemû cihê bilind e, benden beşê serê çiyayê ye ne ku tenê lûtkeya wê.
Towbirînewe: Jenosîd. Tow di kurmanciya jorîn de tov e. “Towebirîn” tovebirîn ji jenosîd baştir e, ji ber ku kurdî ye. “Şerî towbirnewey komelayetî: حرب الابادة الجماعیة . Berê digotin, “filan binemale towiyan birayewe” yanê ocaxa wan kor bûye, kes di ocaxa wan de nemaye. Towbiranewe bo “انقراض “ gelekî baş e çimkî ji ber xwe çêbûye û kes tê de tawanbar nîne. “Towbiranewey mamot, towbiranewey dînasor”, lê towbirînewe wek “towbirînewey ermen” ji aliyê Osmaniyan ve berî û di dema şerê cîhanî ya duyem de, pêştir biryar li ser hatiye dayîn. Biryara pêşeveyî “سبق الاصرار “ e. Bineweyî yan jêreweyî “مخفي “ e. “Bizawî kurdî caran le şaran bineweyî bû” yanê serweyî yan aşkere nebû.
Twêk: “شریحة “ . Di nivîsîna kurdî de dibêjin twêj. Dibêjin çîn û twêjê civakî.Twêj “شریحة” nîne, twêj “قشرة” (qaliq,qaşikl) e. Twêk yan twê deq û deq tê wateya “شریحة”. Di kurdî de dibêjin pîvaz twê twê ye. Bê şik civak jî twê twê ye. Toşkeser “tojik (kenik)” e.
Tebayî: “ توافق، ائتلاف “. Demokrasî bi tebayî, hikûmetî tebayî. Di kurmanciya jêrîn de tebayî yanê rêkiya di nav xwe de. Di hindek navçeyan de dibêjin, pêkeweyî û legelî. Dibêje, “Ew tebayî min hat”. Li bakur bo “hemûyî” bi kart ê. Tev hemûye, karî tevayî, karî hemwayî yan pêkeweyî. Wek hûn dibînin tebayî tevayî peyveke sertaserî ye. Reng e kelhur bêjin “tewayî”. Peyveke din ku gelekî tê bikaranîn, bi taybetî kurdên jorîn zêdetir bi kar tînin, “tevger” e, tê maneya “bizaw, bizav”. Berî hertiştî, ne tevger e ji ber ku tevgir e û tê wateya “جبهة” yan kongre. Dibêjin “tev yekiyan girtûe”. Destpêka salên 80ên sedsala bîstê min ev peyvê wek vê maneya vir “ cebhe û kongre” bihîst, paşî di ragihandina kurdî de wateya xwe ya rastîn ji dest da.
Terxan: تخصیص. Di kurdiya niha de terxan heye bo “تفرغ” Dibêje, min xwe bo vî karî terxan kiriye yan çi bo vê projeyê çiqas terxan kiriye? Yanê “تخصیص”. Terxane bo “تخصیصات” gelekî guncan e bo nimûne “Terxaneyî darayî lepênaw (ji bo) geşepêdanî barî tendirustî danîştuwan da.” Diyar nîne ka koka terxan kurdî ye yan na, lê berê bo jiyana bê kêşeyî û bikeyfî hatiye gotin. Dibêjin “gay terxane bemla û bewla da desûrêtewe”. Hacî Qadir dibêje, “Be terxanî bi ser naçê lemewpaş, leher lawe detanharin weku aş”. Wek hûn dibînin amaj “delalet” a peyvê, ji çaxekî bo çaxekî din diguhere, her ev e zindîbûna zimên, ziman mêjû ye.
Divê peyvsaziya me, berî hertiştî pişt bi peyvên kevin bibeste. Peyvên kevin, mêjû û yadmana neteweyî ye. Dabiran ji wê mêjû û yadmanê, dê me tûşû “awîbûn (namobûna mirov bi xwe): إغتراب” bike. Mirov li herçî biyanî be nabe li zimanê xwe biyanî bibe. Ziman niştimanî duyem e.
Cûtewerî: إزدواجیة . “Werî” wek ya di kwêrewerî û destewerî de. Destewerî û pêwerî hebûna dest û pê ye, kwêrewerî rencdane wek kwêr(kor), kor bi destan tiştan li tiştan digere. Cûtewerî ew e ku cûtê(cot) tiştekî heye. Cûtewerî kesayetî: “الإزدواجیة الشخصیة.”
Çendane: أضعاف. Dûçendane: مضاعف. Çendan dûçendane: أضعاف مضاعفة. Çendan paşgirê “e” çûye ser û bûye peyveke zanistî. Dûçendane yanê du hênde (du qet). Çendane ji dûyê zêdetir e.
Xo (xwe): di kurdî de bi belavî tê bikaranîn, di zimanê nivîsînê de bikaranîna “xo” gelekî kêm bûye. Ez li vir çend nimûneyên awayê bikaranîna vê peyvê dinivîsînim bo nîşaneya dewlemendiya kurdî: xonuandin “ إستعراض “. Di folklorê de tê gotin, “Kem bê kem biçû kem xot binwêne”. Nuandin: “تمثیل”, ranuandin “تظاهر” e ku xwenîşandineke vala, hîç û pûç e. Ka em dîsa bên xwe “xo”, wek xobizêw “otomatîk: آلیة الحركة”, mitmane bixoyî (bixwebawerbûn) “الثقة بالنفس”, lexoderçûn “غرور”. Bo nimûne bêje “ rêjîm niye le rêjîmî Sûriya lexoderçûtir”. Xobijêwî “التمویل الذاتي” . Bikarhatina xo di zimanê kurdî de bêjimare û bê sinor
e.
Desteware: “صفقة”. Destewareyî bazirganî, destewareyî siyasî. Desteware destebere ye, tiştek bi dest bê hilgirtin û birin yan destebare ye ku dike bare destek. Desteware peyveke gelekî bicih e bo “صفقە”.
Didan pêda nan: “الاعتراف”. Nabê mirov bêje “dan” çimkî peyv didan e. Çîroka wê ev e: mirov ku neçar bibe rastiyeke veşartî bêje, dane dane û liserxwe (bisebir) pevan rêz dike, mirov dibêje qey bi didan diaxive. Didan pêda nan “idyom” nîne, lîstika zimanî tê de nîne, wênegirtina ruhê gotinê ye.
Danûstandin: “مفاوضات”. Peyveke libar e lê dibê wek xwe bê nivîsandin ne ku bêje danûstan. Danûstan bê mane ye. Dan û standin diyar e ku dan û wergirtin e “اخذ وعطاء”.
Dilerawke: “قلق”. Di kurdî de jê dibêjin “nîgeranî” ku ne “قلق” e, nîgeranî nerihetî ye, ez bawer jî nakim binyada nîgeranî kurdî be. “Dilerawke” sedî sed “قلق” e, berê di axaftina xelk de gelekî dihat bikaranîn digotin “pêwîst bem dilerawkêye naka.”
Dagirtin: “تعبئة”. Ji pêşgirê da+ girtin pêk hatiye, “Piyalekem bo dagirewe çayekî tirîş dexomewe”, min sedan caran ev hevok ji gundiyên kurd bihîstiye. Kurdên bakur jî bi heman wateyê bi kar tînin “çaya min dagire”. “Wêstgey dagirtinî ardû: محطة تعبئة الوقود”. Dagirtin tê wateya anînaxwarê jî: Barekeyan dagirt, çawî lêm dagirt. Di bingehê de heman wateyê lê bi amajeyê cuda.
Serge: منطلق. Serge ji “مبدأ” cuda ye ku me berê jî got bi kurdî dibe “binew, binewê”. Serge seretage û destpêka karekî ye yan sedema bipêwîstbûna wî karî ye, wek bi erebî dibêjin “منطلقات مبدئیة”, ew dibe sergeyî binewayî.
Serşar: منطلق. Balefirên şerker piştî rahênan yan êrîşa bo ser armancekê vedigerin bo serşarê xwe. Serşar di bingehê de ew e, di hindek yariyên zarokan de, binkeyek heye yarîker ji wir derdiçin û paşî vedigerin wir. Li ba min serşar peyveke libar e bo babetên leşkerî nemaze hêzên asmanî. Piştewşarkirdinewe “ “e, ew e ku hêzeke şerker çi asmanî çi bejekî çi avî, bê şikandin û neçar bibe, ber bi serşarê xwe paş ve vegere. Şar di piştewşar de, binke ye, armanc jê “مدینة” bajar nîne. Cihê kombûyûnê ye ku şar jî di bingehê de her ew bûye. “برمائی” bi kurdî dibe “bejawekî”. “جبلي” kejekî.
Bixwênê birêz wek tu dibînî min li vir yarîker û çepawker bi kar anî. “Ker” ji koka “kirdin” ê hatiye, rola paşgir dilîze di peyvê de. Kurd dibêjin, nanker, hêrişker, îşker. Cihê daxê ye ev “ker” di nivîsîna kurdî de dane paş, bi hinceta ku digel kerê guhdirêj têkel dibe. Bi rastî asta vê gotinê gelekî nizm e. Yarîkerê futbol, tennisê bi ceste (beden) bilîzin. Kare zêdetir kirin e ne ku zanîn. Meştderê yarî, dibe ku yarîzan be lê yarîker nabe. Yarîker ew kes e, bi rastî yarî dike û dilîze.
Peyva “tir” jî ku gelekî ciwan e, wek dibêjin, “yekêkî tir (yekekî din), carêkî tir”, kirine “yekêkî ke, carêkî ke”. Ev çewt e. Bêşik “ke, dike” ne çewt in lê zimanê nivîsînê nînin. Dibêjin tir li tirr diçe. Ev jî her gotin û eqlê di pirsa peyva “ker”ê de ye. Gelek tişt hene zimanê axaftina gelî ne û nabe bên nav nivîsînê, wek dibêjin “geîştote, çote, bote” lê divê em bêjin “geîştûtewete, çûwete, bûwete. Yan jî li şûna bûbû dinivîsin bibû. Bibû çewt e.
Werger: (AKnews)