Mala zimanê me yê wêran - 2
September 5, 2011
Gotar û Nerîn
Pêşgirê Da: Wek me berê jî got pêşgir û paşgir hêmayên girîng ên ziman kurdî ne û hêmanên herî girîng in jî. Dewlemendiya kurdî vedigere bo paşgir û pêşgir. Zimanê kurdî ji ber van pêşgir û paşgiran peyvên nû dizê. Bo nimûne: birîn dabirîn, dirîn dadirîn, kişan dakişan, weşan daweşan, xuran daxuran, şikan daşkan, hênan dahênan, bezîn dabezîn, şorîn, daşorîn, şêlan daşêlan û dehên din. Peyv bi pêşgir yan paşgirê, wateyeke cuda heye ji wateya peyva resen. Paşgir û pêşgir reftareke çewt digel bê kirin, ziman wêran dibe.
Erê “dakokî” ji çi hatiye? Pêşgirê “da” bixin ser kokîn çi wateyek nade ku me bihîstibe. Wateyek jî bide nêzîkî wateya “dîfah-berevanî” nabe. Hebe û nebe, bi wateya “bergirî” bi karanîna dakokî çewt e, karê nezanan e. Di hindek ferhengên kurdî de “dakokî” heye lê bi baweriya min çewt e û resen nîne. Baş e çima em “berîwanî berevanî” bi kar naynin ku di kurmanciya jorîn de jî û ya jêrîn de jî heye?
Ji wan peyvên ku min li jor nivisîn “daşêlan” peyveke serincrakêş (balkêş) e. Şêx Mihemedî Zal bo rûdana otomobîlê bi kar aniye li şûna “dehs” ya erebî. Niha ez gelek caran di rojnameyên kurdî de dixwînin, dibêjin “Kesêk otomobêl şêlaî”, yanê kuştiye, ev çewt e û “daşêlan” rast e. Şêlan “ tedlîk” e, xweş e û mirov jî nakuje.
Destê nezanan zimanê kurdî şêwandiye, têk daye. Di edebiyata kurdî de du peyv bi kar tên ku yek ji wana: Lawandinewe ye bo “resa’a” ya ereb. Ya duyê jî Daşorîn e bo “hiceh” ya erebî. Her du jî çewt in. Divê em pena bibin nimûneyên folklorîk ku kêşe li ser nîne. Folklor dibêje: “êware bînîm mangay elawan, pêm got bo macî gotî be çawan”. Yan “Bo çi namalawênî, to xwa bimlawênewe”, “dayîk mindal elawênêtewe ”Herçî “ resa’a” bo mirî ye. Lawandinewe bi kurmanciya jorîn “lorîn” e. Divê bo “reca’a” bêjin “serdûlke” ku jin li ser gora evîndarê xwe bi awazê dibêjin. Hûn rastiyê bixwazin, lawandinewe “ muxazele” ye.
Daşorîn jî ku pêşgirê “da” çûye ser şorînê (şuştin) ku taybet bo zeviyê ku ji xwê hatiye şuştin tê bikaranîn. Bi ya min peyva “firawêtin” bo “ hiceh” gelekî baş e. Peyv di kurmanciya jêrîn û jorîn de heye. Awêtin yan avêtin diyar e ku hawêştin (avêtin) e. Herçî “fir” e ji “vir”ê hatiye. “vir” di kurmanciya jorîn de yanê fîşal û fişe (vir). Bi giştî “firawêtin, viravêtin” bo “hiceh” jê baştir nîne. Kurdî zimanekî biçûk û xirab nîne ku bi wî awayî reftar digel bê kirin, eger mirov vegere jêder û bingehên kurdî, dê peyvên baş peyda bike. Tenbelî û nezanî hincet nînin bo danîna peyvên çewt û nerêk.
Nikûlî çiye? Gelo ji “înkar” ê nehatibe? Bêşik wiha ye. Baş e eger ji înkarê hatiye, her înkar baştir e bo nivîsînê. Baş e, we kirasekî kurdî lê kiriye lê dê bibe: ”nikûrî”, nabe nikûlî. Cext, zexta erebî ye, wateya tekîdiyê jî nade. ”tekîd” di kurdî de dupat e û firepat e, gelekî baş in. ”Çalakwan” kurdên bakur bi kar tînin ”çalakvan”, paşgirê ”wan”, ku ev paşgir çûye ser,dibe peyveke qor (hîç û pûç) û bê wate.
Arîşeyeke din heye ku her kurdên bakur çêkiriye. Kurmanciya başûr dibêje paşeroj yanê “misteqbel- dahatû” . Ew wiha têgihiştine ku ev “paş” raborî ye û li şûna “mazî” danîne. Paşî hatine li şûna “misteqbel” “pêşeroj” çêkirine. Tu digel xwendewarekî kurdê bakur danişî behsa raboriyê bikî, ew dibêje qey tu behsa dahatiyê dikî, behsa dahatiyê bikî, ew dibêje qey tu behsa dahatiyê dikî. Ev e xwendewarê kurd heta ku tu arîşeyek çareser dikî, ew ji te re bîstên din peyda dike.
Ev çewtî berencamê nezaniyê ye, diyar e kesek “bêşik yek kes” çêkiriye ji ber ku 2 kesan çewtiyeke wiha ya mezin nakin. Em li başûr dibêjin “Paşan dêm(ez dê paşî bêm)” yanê di dahatiyê de têm, ew jî dibêjin “ez paşî têm”, yanê paş her paş e û pêş her pêş e, kurdan tê de çewtî nekirine. Ew kekê roşinbîr vî karî kiriye. Divê ragihandina bakur vê çewtiyê serast bike.
Em digel binûs(nivîskar) û danyarên kitêban de gelek caran rûbirû dibin, karmendên Dezgeha Arasê peyva “dabûnerît” dikin “dawûnerît”, “damûdezga” dikin dawûdezga, “babûbapîr” dikin bawûbapîr. Binûs (nivîskar) tên ba min û dibêjin te ji wan re gotiye lewra wiha dikin, tîkaye bila destkariya kitêba me neyê kirin.
Bi ya min dengê “w” di zimanê kurdî de resentir e ji dengê “b”. Kurd dibêjin: aw û taw. Fars dibêjin: ab û tab. Di kurmanciya jorîn de: av, tav. Dengên “w” û “v” di kurdî de heman tiştin. Dengê ”m” jî her wek ”b” resen nîne. Wek nimûne kurdî: nav, farsî: nam. Lewra divê em binivîsînin dawûdezga ne ku damûdezga, dawûnerît ne ku dabûnerît. Kurd dibêjin: ziman, hindek car jî ziban yan ziwan. Em bikin ziwan baştir e, wek awayê axaftina cafetî.
Peyveke ciwan di zimanê kurdî de heye bi ya min gelekî baştir e, ew jî “balyoz” e, herçend e piranî “balwêz” bi kar tînin. Min di deqeke folklorî de xwend ku D. Qadir Fetahî Qazî berhev kiriye û Dezgeha Arasê çap kiriye, balwêz wek balgwêz hatiye, paşî dengê “g” nemaye. Di gelek peyvên din de jî dengê “g” diçe, wek : gotim utim, guşîn uşîn, guşar uşar. Balwêz “balgwêz” kevoka ku berê li şûna postaya niha, name li jêr baskê wê dihat girêdan û dibir cihekî dûr. Balyoz bi erebî “sefîr” e. Rojnameya “sefîr” a lûbnanî li tenîştê navê xwe wêneyê kevokekê daniye.
Çend peyvên din jî dilê min xweş dikin herçende bingeha wan bi çewt e lê ji ber ku destê bizan û şarezayan çêkirine, bûne peyva rast û hêjayê rêz. Yek: “kowar”, ev peyv di zimanê nivîsîna kurdî de bi çewtî bûye govar. Husên Huznî di bîstên sedsala berê de çêkiriye. Lê çima bûye govar? Carekê min ev ji D. Kurdistan pirsî, ji min got, “heye ku (dibe ku)” kurdên bakur ji kowara “Hawar û Dema Nû” wergirtibin û “w” kiribin “v” û bûbe bi kovar. Reng e (heye ku) wan kowar jî şaş xwendibe û gotine qey ev “k” , “g” ye, yan şaşiya çapê li ser kowara Huznî de hebûbe “Kowarî zarî kirmancî” û “k” ya ser kowar “ g” çap bûbe. Bi kurdî peyv bûye govar. Kurdên başûr careke din “ev dahênan” ji bakur wergertine.
Min carekê din jî behs kiribû, kowar ji “ko+war” çêbûye. Husên Huznî ev çawa kiriye? Ez çend sal berê ketim li pey bingeha karê Huznî. Min fêm kir ku camêr bo zanîna binyada peyva “magazine” (bi erebî micelle ye) daku bo kurdî bi kar bîne, li ferhenga îngîlîzî nêriye. Megezîn di ferhenga îngîlîzî de yanê cihê ku tê de kelûpel hatibe hilgirtin. Mucelle jî babetên cur bi cur li xwe digire. Ez dibêjim heye ku û dûr nîne megezîn ji “Mixazin” a erebî hatibe. Tirk dibêjin “Maxaza”. Di van salên dawîn de “mexaze”ya cilfiroş di Kurdistanê de bûye “koge”, rast kirine. Husên Huznî hatiye megezîn yan mexazîn kiriye “kowar”. Destê wî xweş bin, herçende peyvsazî bi vî awayî nabe. Niha divê “govar” a çewt careke din bibe “kowar”, tîkaye. Du: peyva “ramyarî”, nizanim ev peyv ji aliyê Huznî ve an ji aliyê Tofîq Wehbî ve hatiye dahênan? Heye ku herdu pev re, ji ber ku pev re Kowara Dengî Gêtî Taze derdixistin di salên çilî yên sedsela borî de. Çîrok ev e: “siyaset” a erebî dibêjin ji bixwedîkirina hespan hatiye, hesp tore (bihêrs) û nerihet e û kesekî dixwaze ramî (kedî) bike, kîye ew kes? Kek Ramyar “Saîs”. Kek Ramyar çi îş dike? Karê wî ramyarî yanê siyaset e. Peyvsazî ne wiha ye lê tiştekî xweş kirine.
Ji zincîreya navên dam û dezgehan de, dayenge ji “hezane” hatiye. Dayenge wek melewange û nanewaxane, cihê xatûnê ye ne ku cihê kar. Divê bêyî paşgirê “ge”, bêjin “dayenî” . Karê xatûn çiye? Dayenî. Li kuderê? bo nimûne li “ dayenî behar”. Bo baxçeya sawayan bi erebî “rewşet al etfal”. Bi ya min paşgirê “çe” kurdî nîne, turkî ye. Em dikarin peyv ji zimanên din werbigirin lê nabe em rêziman yan dariştin werbigirin. Kurd dibêjin rez û bax. Herdu jî yek tişt in. Baş e çima rez bi kar neanîne, tevî paşgirê “çe” ya tirkî bax bi kar anîne? “rezgeyî sawayan” ji wê gelekî ciwantir e.
Pêş maweyekê di rojnameyeke kurdî de peyva “banewa” ket ber çavê min ku li şûna “musatehe” hatiye bikaranîn. Banewa wek dîmen, xweşik û ciwan e lê ka em bizanin gelo li gor pîveka zimanê kurdî ye? Me di vê nivîsê de berê behsa peyvên wek: nanewa, destewa, pêşewa û aştewa kir.Hemû ji navek û paşgirê “ ewa” çêbûne. Ev paşgir û hemû paşgir û pêşgir çi maneyek nîne, tenê hêmanên zimanî ne. “Banewa” diyar e mebest jê, “ban awakirdin yan awedankirdinewe” ye. Yanê “înşaat”, eger wiha be divê mirov bêje “banawayî”, wê demê gilî namîne. Nabê em bêjin “ banewa”. Banewa bo hostayê bînakar yan şîrketa “înşaat”ê baş e. Bo nimûne “Kompanyaî banewayî ladê” . Lê li beramber “musatehe” lib a min peyveke din pesend e:
Rojek min telefonî Doktor Nurî Talebanî kir bo peyva “musatehe”. Got ew peyv ne kurdî ye. Min pê baş bû ez ji Doktor Nurî bipirsim ji ber ku wî berê ferhengeke yasayî daniye. Got: musatehe ew e, hikûmet zeviyek dide te bo çend salan, bo nimûne 25 sal, bi mercê wê çendê ku ban (bi erebî satih) li ser çêbike. Paşî ku grêbest temam bû, yanê piştî 25 salan, tê, tevî wî banî ji te destine. Min got baş e, yanê “bebananewe”. Di awayê axaftina Germiyanê de “bebananewe” yanê li ser ban de. Di awayê devoka silêmanî de ku em pê dinivîsin, “ be bananewe” yanê tiştek bi tiştekî din ve. “ Debê zewiyeke bi bananewe bideynewe be mîrî paş tewawbûnî wade” . Ew jî tê maneya musatehe.
Di vê maweyê de peyvek ez gelekî matmayî hiştim, ew jî “têge” bû ku li şûna “mefhûm” tê bikaranîn. Hiriya ku nezan birêse dê wiha lê be. Qasî ku min hay jê heye, peyv ji aliyê ragihandina navçeya Badînan ve hatiye dahênan. Wek me çend caran dupat kiriye, pêşgir û paşgir amêr in, pê peyv tên çêkirin. Pêşgir û paşgir bê wate ne. Di peyva “têge” de diyar e “ge” paşgir e, “tê” jî di “têgeyiştin” de pêşgir e. Pêşgirek û paşgirek pevre bên zeliqandin peyvek çênabe. Nabe jî bêjin “tê” pêşgir e û “ge” jî ji “geyiştin yan gehîştin” hatiye. Ji ber ku “ge” di “geyiştin” de çi pênaseyek nîne, tenê du tîp in. Ez ditirsim mamostayê zanistgehê ev pevy çêkiribin.
Yên ku rêzimanê kurdî danîne, li ser navê termên rêzimanî jî li hev nekirine, bi rastî sedem û cihê şermê ye. Civîneke li ser vê pirsê dikare arîşeyên heyî çareser bike lê heye ku rêkeftin di nav kurdan de ji mêj ve sedem û cihê şermê bûbe. Bo “fî’il, fail û mefhul bîhî” çendîn peyv hatine danîn: kirdar û ferman û kar bo “fî’il”, biker û berkar bo “fail û mefhul bîhî”. Lê binêre çend çewtiyên zimanî di wan peyvan de hene: Biker çewt e, “ker” ji “kirdin(kirin)” ê hatiye û diçe ser nav wek: nanker, rawker, îşker. “Ker” pêşgir wernagire ji ber ku bi xwe rola paşgir dibîne. “B” li vir pêşgir e, wek bikuj, bibir û bilêr. Berkar bo” mefhul bîhî” nabe, ji ber ku “ber” li vir tê wateya “pêş”, wek : berçaw, berbûk, berdem, berbang, berşêw(berşîv). Ji bilî wê çendê piraniya peyvên hanê di warê watesaziyê de ne hêja ne. Kar yanê “’emel”, kirdar jî her wiha ye, ferman “emir” e, zêdetir jî emirê şer bûye di kurdiya berê de. Fî’il tiştekî din e, divê peyveke serbixwe hebe û ji “’emel” cuda be. Pêşniyara min ev e:
Kirdin di kurmanciya jorîn de dibe kirin, ji wê jî “kir” peyda dibe. Wek min berê jî gotibû, hindek kokên raderan (master) peyvên watedar in. Wek nûs “em nûset key nûsîwe?”, jî “jiyê te çende?”. Eger tu di rewşa nerênî de werbigirî her yekcar zor in: nemir “nemir û nejî”, nexor “malî nexorî”, nenas, nekir “nekir û nefiroş”. Ji ber wê yekê “kir” bi temamî fî’il e. Peyvên wek : kir, kiryar, berkir bo “Fî’il, Faîl, mefhul bîhî” gelekî guncan in. Berê me dibihîst, digotin şal û şepikê badînanî ji ”kir” çêdikin. Berê rank û çoxeya (cileke kurdî) ”kir” li navçeya Soran de gelekî meşûr bû. ”Kir” fî’il e, ”kiryar” kesê ku bi karekî rabibe ”fail”, ”berkir” jî bo ”mefhûl bîhî (obje)”. Ziman pêş ve diçe, bila ”kir” ji îro û pê de bo ”fail” û ”kar” bo ”emel” be.
Kara (aktîv) bo “fail, amil” gelekî guncan e. Kara li ser kêşa (vezn) ”zana” , kesê ku dizane. Bêguman ”tuana” jî kesê ku tuanaya (karîn, şiyan) wî heye ye, di axaftina kurdî de berdewam bi çewtî li şûna ”qabîliyet”ê tê bikaranîn. Divê bêjin ”tuanim niye birom bi rê da” ne ku tuanam nîne. ”Wêra” jî ew kes e ku diwêre yanê aza. Biwêr jî wek aza ye. Di kurmanciya jorîn de ”wêrek” jî dibêjin.
Ka em piçekî jî li ser paşgirê ”yar” biaxivin. Di axaftina kurmanciya jorîn de “kiryar” bi wateya kesê ku karekî kiribe yan jî encama karê wî tê bikaranîn. “Kî kiryarê vî karî ye? Ev kar kiryara kê ye?” Pirs ev gelo “fa’île yan mefhûl?”. Ka em li ser vê mijarê rawestin: Di kurdî de paşgirê “yar” bi du awayî tê bikaranîn. Yek. Koka rader (master) dike navê kiryar wek cotyar, froşyar, kiryar. Yên din koka master dike navê berkir “isim mefhûl” wek : pirsiyar, biryar, nasyar. Eger ziman bi pêwîst bibîne li şûneke din kiryar bo wateya “isim mefhûl” bi kar bînin, me çi îtîrazek nîne. Ew ne alozî ye, dewlemendî ye. Di dema xwe de li “Korî Zanyarî Kurdî li Bexda” Mesûd Mihemed gotareke dirêj li ser peyva “zanyar” nivîsand, lê heta niha jî herkes “zanyar” li şûna zanyarî bi kar tine, dibêjin qe zanyarî ye. Zanyar “alim” e, pirsiyar “sual” e û biryar “qerar” e.
Her di warê peyvên rêzimanî de, bila ji bîra min neçe, ezê amaje bi peyva “ranaw” bikim ku peyveke pir kirêt û nebicih e, çi wate û binyadek jî nîne di zimên de, reng e ew jî destebirayê “raşkawî û radestkirdinewe” be.
AKnews - Werger: ed