Mala zimanê me yê wêran - 1
August 26, 2011
Gotar û Nerîn
Li Kurdistanê, mirov ji jiyana giştî dabirî be û tenê bi karûbarê mala xwe rabe, tenê bo bextê xwe digirî. Di dam û dezgehên mîrî de kar bike, bo şepirzayiya dam û dezgehan xembar dibe û derûna wî şêlû dibe. Di siyasetê de kar bike, temenê wî bo aloziya pirsa kurdî diçe û haya wî jî bi destê kurdan bi xwe, av û av diçe. Eger bê û di şûna min de be, heroj reftarê digel daner û nivîskaran û zimanê kurdî bike, hindek xema wêranî û bêkesiya zimanê kurdî bixwe, mala wî bi yekcarî wêran dibe. Baş bizanin û hay jê hebin, eger ev ziman bi awayê niha biçe û bo biryara zaravesazî û çaksaziyê navendek nebe, yanê nivîskar gundarî li bîrûboçûnên kesên ji wan şarezatir nekin, êdî ev ziman dê kor bibe û sedsala bîst û yekê temam nake.
Ezê di vê nivîsê de behsa hindek ji wan malwêraniyên ku destê nezanan, anîne serê zimanê kurdî bikim. Ez çiqasî jî bikarim çewtiyên heyî rast bikin, rêya aşkerekirina çewtiyên zimanê kurdî, rêyeke dûr û dirêj e, gelek wext divê. Fermûn ji vir û pê de hûn û karesat. Lê tîkaye vî tiştî ji bîr nekin ku, min bo vê nivîsê pişt bi bîrewerî û têbîniyên serpêyî girêdaye. Ger wextê min hebûya min dê baştir nivîsandibaya.
Paşgirê Ge: Ev paşgir diçe ser du cur peyvan. Yekem diçe ser navan, wek rû rûge, der derge, kar karge, şer şerge, cê cêge, aş aşge, kan kange. Duyem: diçe ser rehê çawig (koka mastaran (raderan) ) wek: kêlge kêl+ge “kêllan”, ruange ruan+ge “ruanîn”. Ruange ew cih e ku rawçî (nêçîrvan) lê temaşeyê cihê nêçîra xwe dike. Di zimanê axavtinê yê nû de bo “mersad” (erebî ye) bi kar hatiye û gelekî hêja ye.
Paşgirê ge, naçe ser çawig (master/rader). Ev arîşeyeke mezin a nivîsa kurdî ye ku neşarezayan dehan zaravê danîne. Çawig û paşgirê “ge” çûye ser wek: nûsînge, xwardinge, xwêndinge û jînge. Divê ev bên rastkirin. Ziman li ser regê rasteqîne yê xwe de geşe neke, çarenivîsa wê her mirin e. Wek em dibînin mirov bi asayî fêrî zimanek yan çend zimanan dibe ji ber ku wek matematîk binke û sîstemê zimên jî heye. Nemana sîstem di zimên de nemana bingeha zimên e.
Rastkirina van peyvan û van çewtiyên ku çêbûne, hêsan e eger daxwaz hebe û navenda biryardanê hebe. Bo nimûne nûsînge. Nûsînge diyar e ji radera “nûsîn” hatiye. Koka nûsîn “nûs” e. Koka rader di nihaya kurdî de yan di rewşa nerê (bi erebî nefî) de tê berçav. Wek: nemir, nejî, nezê, nekirr û nefiroş yan bi pêşgirê erê (bi erebî misbet), wek bidwê, bikuj û bibir, bibez, bilêr. Hindek car jî kok, peyveke serbixwe ye, wek “jî”, di kurmaciya jorîn de dibêjin “jiyê te çende”. Jî temen e.
Reng e (heye ku-dibe ku) di berê de ev kok wek peyven serbixwe bi kar hatibin. Ji ber ku “nûs” dişê peyveke serbixwe be bi wateya “kitabe, miqal, essay”. Dema ku paşgirê “ge” biçe ser nûs, dibe nûsinge. Nûsinge bo “mekteb: ofîs” temam e. Dema ku paşgirê “ek” biçe ser nûs, dibe “nûsek”, nûsek bo “amêrê(daçek) nûsîn” temam e. “Yar” biçe ser nûsîn dibe nûsyar “muherir”. Jînge jî divê “Jîge” be ji ber ku jînge çewt e. “Jîwar” jî li gor pîveka peyvsaziya kurdî temam e. Ji jî+war pêk hatiye. Her weha jî paşgirê “ar” çûye ser û bûye jiyar (bi erebî hadara). Lê mirov nikare peyva “jînwar” ji bo tiştekî bi kar bîne (bo bîa yan hadaraya erebî) çewt e. Ev paşgir naçin ser raderê peyvê. Tenê paşgirê “ewe” diçe ser çaw: wek şardinewe, xwardinewe, jiyandinewe. Ev paşgirê “ewe” di kurmanciya jorîn de tê pêş û dibe pêşgir: veşartin, vexwarin, vejiyandin. Di hindek şêwezarên (devok) kurmanciya jêrîn de (bo nimûne mukriyanî), wek ya jorîn diçe pêş: weşardin, wexwardin û wejiyandin.
“Nûsyan” cuda ye ji nûsînê. Her ji ber nêzîkî hev in, ezê qala wê jî bikim. Di kurdî de paşgirek heye: “enek”, diçe ser koka radera “nûsan” ku ew jî her “nûs” e û dike “nûsenek”. Nûsenek striyeke ku bi hiriyê mih û bizinan ve dizeliqe. Ev nûsenek, deqawdeq “lezge”ya erebî ye. Bi min ecêb e di ragihandina Kurdistanê de dibêjin “lezge”, ereb bi xwe jî bi kar nahênin ji ber ku “lezge” bi awayê axaftina “ a’mî” ye ne ku zimanê standardê erebî.
Pêşgirê Ra: Pêşgir û paşgir ewe e ku wateyeke nû bo peyvan çêdike. Peyvsaziya di zimanê kurdî de bi rêya bikaranîna pêşgir û paşgirê rû dide. Pêşgirê “ra” peyvên nû çêdike wek: bûn rabûn, kirdin rakirdin, guşîn raguşîn, jenîn rajenîn, xistin raxistin, spardin raspardin û hwd..
Heye ku “raşkawî” yek ji wana be û ji “ra+şikan” ve hatibe bo wateya “ saraha” ya erebî, lê ne wiha ye û destkariya nezanan e. “Raşkan” di kurdî de tiştekî din e. Ebdull Pêşew di helbesteka xwe de dibêje “şew raşka”, dibêje “ şew raşka dergaketim lê bikewe” yanê “ raşkan” dirêjbûn e û tenê jî bo şevê ye. Bi çi awayî digel “saraha” têkilî nîne.
Peyveke ji vê kirêttir “radestkirdinewe” ye ku bi vî awayî tê ravekirin: “ra+dest+kirdin+ewe”. Ev peyv çi nîqaş naxwaze, çewt e. Di vir de pêşgirê “ra” çûye ser nav ku “dest” e. Pêşgir tenê diçe ser rader (master), koka rader û lêker.
Raşkawî û radestkirdinewe, bi destê nezanan hatine çêkirin. Xobedestewedan yanê “teslîmbûn”, danewedest yanê “teslîmkirin”, qet pêwîstî bi radestbûn û radestkirinê nake. Bo “saraha” yê jî em dikarin bêjin “kiraweyî (vekirî)”, “be kiraweyî gotim”, “kirawane gotî”. “Raşkawî”, qet wateya pêwîst nagihîne. Gelo ji ji peyva “rakşawî” nehatibe? Ji ber ku mirov di rakşawî (paldan) de baştir û vekirîtir diaxive. Ez wiha dizanim ku raşkawî, radestkirdinewe û binûse, lawên Kurdistana Rojhilatê anîne.
Hindek car li mirov ecêb tê, yên ku peyvên kurdî danîne, çi jîriyek bi kar neanîne, heya bigire jîriya zarokekî jî.
Yek ji wan peyvan “nanewaxane” ye. Nanewa wek “Destewa, aştewa, pêşewa” peyvek e ji naw+paşgirê “ewe” çê bûye. Nanewa kesê ku nan dipêje ye, yanê “nanewaxane” cihê nankirinê nîne, cihê çêkirina zilamê nanewa ye. Bigotana “nanxane” dê baştir bûya.
Ez peyva “nanpêjî” bi kar tînim ku di kurmanciya jorîn de heye. “Nanpêj” jî nanewa ye. Ev bo xatirê ziman yekgirtiyê ye an na berê “nandîn” hebû. Nandîn û kadîn, ya yekê cihê nan û şîvlênanê bû. Yê din cihê ku tê de ka dihat komkirin bû. Bila “Nanpêjî” bo “Mexbez” be û nandîn jî bo Metbaxa malan. Melewange jî her weha ye, bi maneya cihê kesek e ne ku cihê melevaniyê. Diviya bêjin “Melewanige”.
Hindek pevy bûne navê dam û dezgehên mîrî, ji wana asayîş. Asayîş farsî ye divê bi kurdî “tenahî” be ku peyveke resen e.Tenahî yanê “istiqrar” li navçeya Badînan bi kar tînin û bo vê armancê gelekî hêja ye. Li Hewlêrê jî berê dihat bikaranîn, piştî ku ji derve an ji kar dihatin, digotin “min xwe tenya kiriye” , yanê “cilkê minê male li ber min e, cilkê rakişan û paldayînê”, ku ev jî her “ istiqrar” e. “Parêzga” û “parêzga” jî çewt in.
Xuya ye wateya wan ji erebî hatina wergirtin: “Muhefeze, mufafiz.” Parêzga (parêzgeh) ji “parêz+ga” pêk hatiye. “ga” paştirê cih e wek derga, rêga, cêga. Ew “a” ya “ga” zêdetir dengê farsî ye, kurd dikşînin û dikin “derge, rêge, rêbazge, cêge, dêge, hwd…”. Lê arîşe her ew nîne. Ne xem e bila “ge” nebe û “ga” be, arîşe di “parêz” ê de ye. Parêz yanê pena (rex-tenişt) yan pesar, folklore dibêje: “Mangeşew xoş e mang (hevy) li perêzê”. Perêz li vir parêz e, yanê heyv di peneyê de be û piçek tarîk be ta ew digel yara xwe bigihin hev. Yan dibêje “Ez diçim parêzê yare” yanê ez bi dizî diçim ba wê.
Dûreperêz “kesê ku xwe ji xelk dûr digire” ye. “Parêz” wateyeke din jî heye, kesek nexweş be xwe ji hindek tiştan “diparêze” . Îdyomeke kurdî bo misilmanekî ku xwedê gelekî bitirse dibêje, “le awî şew parêz deka” yanê armanc ew e ku ava şev piçek fênik û xweş e, zilam hewqas misilman e wê xweşiyê jî naxwaze.
Em niha werin ser armanca xwe, li gor gelek nimûneyên ku me li jor da, “parêzga yan “parêzge” yanê “pesarge, sipêr, kemîn” , yan cihê ku mirov bo êrîşbirina ser armancekê, xwe tê de vedişêre û ev jî digel armanca “muhafeze” nagunce û herdu peyv bi qasî erd û asman ji hev dûr in. Parêzgar ji wê jî xiratir e, paşgirê “ gar” bo pirjimar e wek: şewgar, rojgar, yadgar û kirdgar. Herçend peyv ji binî ve çewt e lê diviya bigota parêzger wek zêrînger.
Em bixwazin ji “parastin yan paraztinê” pevy çê bikin bo ew armanca jor, emê her biçin ser guherîna “parêz”. Kurmanciya jorîn parêzvan û parêzvanî bi kar tine ku zêde hêjatir nînin ji parêzgar û parêzga. Danîna peyvan bo “muhafaza, muhafiz, qeza, qaymamaqam, nahiye, midîr nahiye” karê henekê nîne ku milê peyveke bigre û pêşgir yan paşgirekî pê ve bike. Ne merce jî ji zimanên din wergerîne, divê peyveke kurdane be û wateya armanca mirov bide.
Peyveke din a ku ji hemûyan çewtir e “perwerde” ye. Paşgirê “de” wek di “kirde, birde, perwerde” de heye, peyva xwe kiriye bi navê berkir “isim meful”. Perwerde kesekî terbiye wergirtibe (bi erebî muterebî) ye ku ev jî berevajiya armanca pêwîst e. Dezgeha “terbiye” bo terbîyedanê ye ne ku cihê kesên ku hatine terbîyekirin. Peyv bi vî rengî pêk hatiye: per+wer+de. Ka em bizanin wateya wan çiye? “Per” yanê qelew yan geşekirî. Elaedîn Secadî “mere (mîh) pereke” bo mîha qelew bi kar aniye. Husên Huznî “pera” bi wateya xizmet bi kar aniye.
“Pere” sitandin jî her ji wir hatiye, yanê qelewbûn yan geşekirin. Wateyê awayê bikaranîna Cedawî û Huznî yek tişt e, “xizmeta wan kiriye yan qelew bûye” heman wate ye. Berê “perwer” navê jinane bûye di kurdewarî de, “xatûn Perwer” di edebiyata zargotina kurdî de pir radibore. Niha Perwer navê zilaman e, di kurdiya Kevin de kek Perwer nebûye. “Perwer” tê wateya, xwedîkirî, tenduristiya xweş, pêgihiştî yan qelew.
Perwer wek me got ji “per+wer” hatiye. “Wer” paşgir e bo xwedîtiyê, wek pêwer “giyanliberek pê hebe”, deswer “destê wî hebe”, bextewer “bexta wî hebe”, hestewer “hestê wî hebe”. Têbînî: peyva “pêwer” di xwendina kurdî de bo “miqiyes” bi kar tînin ku çewt e.Tu li “pê+wer” binêre, karê pîvan di vir de nîne, “pê” paşgirek wergirtiye ku paşgir jî bê wate ye. Em bên ser “perwerde” ku me got çewt e û wateya wê berevajiya armanê ye. Ka em çi bikin baş e bo terbiye? Bi ya min “perwerî” baş e, yanê terbiyedan.
Wezareta perwerî “wezaret el terbiye”, peryar: murabî. Bo pirsa “pêwer” jî ku çewt e û wek me gotî bo “miqiyes” a erebî nabe, divê em vegerin ser kêşan û pîvan. Di axavtina kurdî de “kêşane” bo “ma’yar” û “pêwane” bo “miqiyes” dibêjin.
Zimanê kurdî di zimanê farsî de dixiniqînin, kî wiha dike? Wî tiştî jî, her nezan dikin. Di van salên dawîn de bi sedan heye bigire hezaran peyvên wek: mêzgird, salroj, roşinfikir, zîndan, sed der sed, eşkence, berbad yan dariştin li gor pîvana zimanê farsî, wek: hawsergêrî, xudî xoy, heta diwayî. Ka em vana bikin kurdî. Mêzgird: mêzger “ ger yanê pêç (zivirîn-fetilîn), gerî dîlan: pêça şahiyî, gerek çay bo me bîne.”
Mêzger bi erebî tawila mutedîre ye. Salroj: “salweger” kurdiya petî (resen) ye di kurmanciya jorîn û jêrîn de heye, cotyarek ji hevsêyê (cîran) xwe re dibêje: “ezê du bar genim bidime te, salvegerekî din bide min yan du salvegerên din”. Ez dibêjim “salvegera dezgeha me ye”. Zîndan: girtîge. “Bendîxane” jî ji mêj ve heye.
Em li şûna sed binivîsin set baştir e û kurdîtir e. “Setî set kurtîtir e” Eşkence, farsî ye, kurd dibêjin “darkarî”, Hacî Qadir gotiye, “Nazanim karkarî çiye ‘aybî? Her kelamê heq e niye ‘eybî”. “Berbad” bi kurdî berba ye. Hawser di şî’rê kevin a kurdî de “Hemser” bûye ku farsî ye. Hawser xweş û kurdane ye. Paşgirê “bend” jê re zêdetir dibe û wateya girêdanê, bestinê dide, “hawserbendî”. Kurdan berê gotine “zawabendî”. Folklor: “ Ez ji te re li quntara Sehendî bêm ba dayîka te bi zawabendî”. Sed heyv û mixabin , şivanên berê di peyvsaziyê de ji pisporekî zanistgeha Kurdistan û Kora Zanyariyê şarezatir bûn.
Tikaye li vê xinqandina kurdî di farsî de binêrin ku min di nava kevanê de kurdiya wan nivîsandiye:
Erziş (sûd, kelk), Amadebaşî (xosazdan), Ayinde (dahatû), Bexş (çake), Pexş (bilawkrdinewe, weşandin), Pexşname (bilavok), Penahende (penaber), Poziş (lêbûrdin), Deramed (dahat), Ruxsar (rû, rûmet, dêm(dev) ), Rênmayî (rênwênî(ji rênumandinê), Saziş (koldan (tawîz)), Serzenşit (gileyî, binaşit, gazin, sikala), Sermayeguzarî (desmayegêrî), Şayiste (şayen, hêja), Komekbexş (yarmetîder, arîkar), Kenargîr (lapergir, dûreperêz), Guzarşit (derbirîn), Friyaguzarî (behanaçûn-bihawarçûn), Le miyaneyi (le katî, le nêwanî), Miyanro (nêwangir, nêwanro), Miyangîrî (nêwangrî, nawendgirî), Nimayş (niwandin-numandin), Nimayinde (nwêner), Nawzed (nawbirdin), Hoşdarî (uryadarî, agedarî), êdî bikşîne heta ku diweste.
Li şûna ku em bêjin “xoy (xwe) le xoy da” baştir e bêjin “xoy bo xoy”, yan li şûna “xudî kabra(zilam)” bêjin “kabra xoy”. Kurdan berê wiha digot. “Beş be halî xom” kurdane nîne, bêje “yek bi barî xom”, gundiyên Hewlêrê wiha dibêjin, reng e li cihên din jî wiha bêjin.
Peyva “sermaya” û “desmaye” li jor derbas bûn, ka em yekalî bikin. Sermaye farsî ye bila di zimanê axaftinê ya rojane ya me de jî hebe. Kurdî desmaye ye, desmaye “rasmal” e. Desmayegêr bi erebî “mustesmir” e, desmayegêrî “îstismar” e.
Em niha jî li ser peyva maye rawestin. Dibêjin: kurdî bo me bûye “maye” ya şanaziyê, “bûwe be maye “ yanê bûye hoy (sedem).
Mayekî û watayekî bo “madî û manewî” baş in û tên bikaranîn jî. Ragihandina kurdên bakur dibêjin “makî û mînakî” ku çewtiyek tê de ye. Mînak û mînakî baş in bo “mîsal û mîsalî” lê makî çewt e.Mak di kurdî de yanê dayîk yan tiştê bingehîn, bo nimûne “zak û mak”, “zak” yanê kar û berxê ku nû zaye, “mak” diya wan e. Mak bo cihê ku roj jê hilte jî tê gotin. Folklor dibêje: “roj hilatiye le makê day le sîng û xenawkê”, mak bi erebî “ esîl ” diviya bogotana: mayekî û mînakî..
Werger: ed (AKnews)