• Friday, 03 May 2024
logo

Nivîskarî

Nivîskarî
Min armanc ne ew e, dûr û dirêj dîroka vê pîşeyê vebêjim.
Herwiha bikevim nav analîzên kûr ên peyivê.
Li gorî min nivîskarî qabiliyeta giyana derûnî ye û kûrayî û abadîniya ramanê diderîne.
Qunc û hucre heta atomên mejiyî bi berdewam dixe nava tevgerê.
Mîna zemberekên dezgeha saetê wan atoman dixebitîne.
Meriv dema kêliyek ji pencereya vê vegotina min li meseleyê binihêre, pê ra dikare vê jî bêje: Qabîliyeta nivîskariyê, diyariyeke xwezayî ye ku bûye para kêm kesan.
Mîna bestekarî, wênesazî û hunerên din.
Paşê behreya zanîn û ezmûnan peywireke sereke hildigire di berhemdarî û hilberîna vê pîşekariyê da. Ne tenê ji aliyê manewî, ji aliyê madî va jî, heke nivîskar bi hatina berhemên xwe bijî ev îş dibe pîşekarî. Ev jî mafê nivîskar e, ked û emega wê/wî ye.
Lêbelê hejmar û qezenca berhem û pirtûkan tena serê xwe ne sedemên ji bo heqkirin û layîqbûna vê pîşeyê. Hêza nîgaşê (xeyal, mûxayele) pêwist e ji bo vê îşê.
Nivîskarî; aso hebe, asoyan raxîne dikare bibe pîşe.
Nivîskar ji pêsîrên êşê bimije, hêvî bide dê bikare bibe rêwiya/ê abadîniyê.
Heke pênivîs çirûskê bide tunelan, bibe cîhnûmaya labîrentan hingî dê berhemdar be.
Gelo nivîskarên hezkirî hêza xwe ji kuderê werdigirin?
Ji navdariya xwe? Ji pirbûna pirtûk û berheman? Yan ji xelat, pesn û reklaman?
Naxêr! Qet ne yek ji wan jî...
Sirê hez û navdariya nivîskar di hilşîneriya wê/wî da ye.
Hilşîneriya tabû û baweriyan, beredayîkirina hêz û qudertê cewhera sirê nivîskariyê ye.
Min beriya bi çendekî li fîlimekî temaşe kiribû. Li ser jiyana bestekar Gustav Mahler hatibû kişandin.
G. Mahler di çend kareyên wê fîlmê da di kompartimana trênekê da rêwîtiyê dikir, difîkand û notayan dinivîsî.
Leşkerekî serkevirê çargoşe yê Awûsturyayî li hember wî rûniştibû û bi nîvawirên nejixêrê lê dinihêrî. Vî leşkerî bi qederek şûnda bi dengekî hişk jê pirsî: „Hun bi kîjan olê bawer dikin?“
Mahler bi toneke nerm û her bi notayên xwe mijûl wiha bersivand wî serçargoşeyê:
„Ez bestekar im.“
Tabî ez pirsên mina „Ez kî, nivîskarî li ku?“ Ka xwezayê ji vê qabîliyetê çiqas ez bi par kirime?“
Bihêlim li aliyekî, werim çend gotinên dawî li ser nivîskariya kurd.
Taybetmendiyên nivîskariyê ku min li jorê qala wan kir gerdûnî ne.
Nivîskarên xwediyên van taybetmandiyan li her deverên cîhanê dişibin hev.
Ji dergeh û dîwanan hatine qewitandin, afarozkirîne, mahkûmê tenêtiyê ne, dîlên nîgaşên xwe ne.
Û tiştên din...
Lê heke hun nivîskareke/î kurd bin, nîgaşên we kurdî be, wey li halê we.
Ev taybetmendiyên gerdûnî du car dibin para we.
Hun ê terkedunya bin, wê kesek nebêje oof!
Yanê qiyamet li we rabûye hêdîka.
Top