• Wednesday, 15 May 2024
logo

Zuhêr Elcezaîrî bo Gulan: rizgarkirina Şengalê ji aliyê pêşmerge ve destpêka rizgarkirina hemû navçeyên dagîrkirî ye

Gulan Media January 13, 2015 Dîmane
Zuhêr Elcezaîrî bo Gulan: rizgarkirina Şengalê ji aliyê pêşmerge ve destpêka rizgarkirina hemû navçeyên dagîrkirî ye
Serketinên Hêza Pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞê û rizgarkirina Şengalê, li ser astê navxwe û îraq û cîhanê dengvedaneke mezin hebû, hemû aliyan jî ev serketine bi guhertineke giring di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de dizanin û tekezê li wê yekê dikin ku paş ev poz şikandina DAIŞê li ser destê pêşmerge, êdî DAIŞê ew efsaneye namîne ku cîhanê lê temaşedikir.

Ji bo axaftin li ser van serkeftina me ev dîmane li gel nivîser û rojnamevanê îraqî Zuhêr Elcezaîrî encam da û wî jî bi vî rengî bersiva Gulan da:

* Eger tu bikarî boçûna xwe li ser ev şerê vê dawiyê çêbûyî derbibirî dema Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê karî çiyayî Şengalê û perçek ji bajarê Şengalê bidestxin ku ew çiyaye wek xewnekê bibû û hemû cîhanê behsê dikirin ku çawa wê were rizgarkirin?

- Çiyayê Şengalê di ser rûberekî mezin a navçeyê re ye, wate cihekî stratîjî ye û rizgarkirina vî çiyayî û derdora wê destpêkeke jî ji bo rizgarkirina hemû navçeyê û li DAIŞ xistin li navçeyên din, lewra bidestxistina Şengalê ku DAIŞê destpêkê wek cihekî stratîjî dagîrkir û xelkê wê derbederkirin û ala xwe a reş lê vena ji bo kurd û xelkê û heta ji bo hemû navçeyê pir giringe, ji ber vê ez bi omêdim ku ji bo destxistina cihên din hemahengî dinavbera Hêza Pêşmerge û Sopayê Îraqê de hebe, daku ziyanên giyanî kêmtir bin û bi kêmtirîn dem serkeftin were misoger kirin, niha xwebexşîn û qûrbanîdan li cem pêşmerge di astekî bilind de ye û baştir rêzên xwe rêkdixin, hevdem li başûr jî hêzên Îraqê mijolî xwerêxistinê ne, lewra piştrast ez dibêjim ku pêşmerge serkeftineke berçav di vê mawê de bidestxistiye. Ez dikarim bêjim ku sêyeka serketinê bidesthatiye lê Mûsil xaleke bi zehmete, çûnkî bûye cihekê berhemêz ji bo ew kesên çûne nav DAIŞê, lewra ev hewcî bi çareseriyeke siyasî heye, dilrihetkirina suneyan jî li navçeyê zêdetir bi wê yekê tê kirin ku em xelkê wê bi xwe beşdar bikin û li dijî DAIŞê beşdariyê bikin.

* Bergiriya hevbeş û hemahengiya di navbera Sopayê Îraqê û Pêşmerge de ta çiqasî di şikandina terorîstên DAIŞê de garîgeriya xwe heye?

- Heger Hêza Pêşmerge û hêzên çekdarên Îraqê bi hev re û bi canekî teba şer li dijî DAIŞê bikin ez dibînim wê şûnwarên erênî bicihbêle herwiha tebayiya di navbera ereb û kurdan de bihêztir dibe, çûnkî şerê hevbeş rewşa siyasî hêmin dike, hevdem hewcî bi civîna serkirdên siyasî heye, lewra ez dibînim gîştine çareseriya siyasî li cihê kirêz û aloziyê, paşê her aliyek ji wan du aliyan pêwîstiya wan bi aliyê din heye, çûnkî metirsî bo ser hemû îraqê zêdebûye, heta heger DAIŞ jinavhere, renge karên têkder encam bide û ziyanê bigehîne herdu aliyan, lewra pêwîstiya me bi hevkariya siyasî û serbazî û hewalgîriyê heye ji bo rûbirûbûna wê metirsiyê ku hereşeye li ser Herêma Kurdistan û navendê bi xwe û hemû Îraqê, çûnkî me dît ku DAIŞê pir hewil dan û heta radekê karî karwanê perepêdana herdu aliyan kulek bike li ew cihên ku destê wan geheştinê, lewra ez dibêjim qûnaxa paşerojê wê girantir be ji qûnaxa paşerojê, çûnkî metirsî zêdetir dibe, lê zanayiya siyasiya herdu aliyan pir pêwîste bi taybet jî çareserkirina kêşeyên siyasî û abûrî yên neftê di navbera wan de bi dirûşma rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê ne tenê ji bo Îraqê belku ji bo hemû navçeyên Rojhilata Naverast, niha terorîstên DAIŞê bi sedema êrîşên serkeftî yên hêza pêşmerge û sopayê Îraqê di şikest û paşveçûnê dene, lê metirsiya mezin jî di wê yekê de ye ku ew bi awayekî berbelav kiryarên xwe yên leşkerî encam bidin, ku ev jî dibe sedema zêdetir kulekkirina hewla perepêdanê wate xerckirina samanekî darayî a mezin ji bo van hêzan ku em dibînin ji aliyê bergiriyê ve pareyekî mezin ji bo vî alî tê terxankirin, lê êrîşên vê dawiyê we kir ku wêreyiya DAIŞê pir nizim bibe ku wê karîgeriyeke erênî li ser zêdetir hemahengiya di navbera hemû aliyên pêwendîdar de hebe ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê.

* Niha em derbazî sala nû dibin, ku hên Hukumeta Ebadî tu gavên cidî û karîger neavêtiye ber bi yekxistin û avakirina hêzeke sîstematîka serbazî li welat, tu sedema vê yekê di çi de dibînî?

- Gav avêtin di vê derbarê de pir bizehmete, hilweşandina sopayekê û avakirina sopayeke din renge pir salan dirêjke, girantirîn tişt ji bo her dewletekî ku leşkerekî nîştimanî û yekgirtî a xudan bawerî dirust bike, mixabin ew a niha di warê serbazî de li Îraqê tê kirin pêktê ji çaksazî û kêmkirina gendeliyê di nav sopayê de, ne avakirina hêza serbazî ku bi temamî baweriya wê bi welat hebe, ne anîna mîlîşiyayên çekdar û xistina wan di nav sopa de bi navê avakirina sopa, lewra gereke derfeteke din bidin Ebadî daku bikare vî karî bike, lê ne ku yekalîker be di gavên xwe de belku hûrtir û wêrek tir be, çûnkî em li hember metirsiyeke mezina şer dene, avakirina sopa di dema aştiyê de pir zehmete, vêca heger di demeke weku niha de be ku şerê DAIŞê bi yaqê me girtiye û gereke pêwîstiya me bi aramî û wiryayî û berpirsyariya nîştimanî hebe.
Top