• Thursday, 02 May 2024
logo

Nexiş wê bê guhertin

Nexiş wê bê guhertin
Ji ber ku em beşekin ji vî welatî pêwiste em xwe amadebikin ji guhertinên tê re û çi giringe ji bo doza me divê em wê bikin , mala xwe li hevbidin ,armancên xwe diyar bikin hev qebûl bikin li hev werin ji ber ku ev dem dema dan û sitandinê ye dema hev qebûlkirinê ye û hevgirtinê ye ,demek hestyare pêwîste em jî li gor demê biguncin , bercewendên miletê xwe biparêzin ji van metirsî û aloziyan .

Rewş ne arame ,siyasetmedar û rewşenbîr asoyên nuh vekin bingeha wê dûrî ezîtî û zikreşiyêbê , bîr û bawerya nîzîkî hev bikin hingê emê her tiştên xwe çareserbikin . ev gav û her gavên li hevhatinê mejiyek azad û ronakbîr jê re divê ku bercewenda milet li ser hemî bercewendên partîtî û kesaytî re bê , nabê kes kesî bê par bikê ji ber ku gulek tenê buharê çênakê ,buhar bi gulên rengîn buhare , bi hemerengiyê şên dibê .

Şîpêlên guhertinan tên , da em jî ji van guhertinan ne bê parbin , divê em yekbin û divê em wekû bizava kurd li Sûryê biguncin li gor demê û guhertinên tên , û yan jî milet wê rabe û rêxistinan li paş xwe bihêle , weke çawa ciwanên çalak li MISRÊ û TONISÊ rêxistinên siyasî li paş xwe hiştin û rijêm ruxandin .

Ev bûyerên çêdibin divê em lê guhdarbin , û beşdariyê di rêveberya vê qûnaxa hestyar de bikin , ji ber ku ev berpirsyarîk me ya dîrokî ye li hember miletê me , û ji me tê xwestin ku em daxwaza gelê xwe pêkbînin .

Ev ezmûna dîrokî li pêşya weye ,

Gelek pirs hene divê kar ji wanre bê kirin ?
ka we çawa xwe amadekirye ji vê qûnaxêre ?
ka Hûn weku bizav çi pirojê we hene ji dahatî re?
ka we hev qebûl kiriye .?
navê gelek partiya weke hevin ka çi çareserî we jê re dîtiye ?
û gelek pirs hene divê bi bersiv bibin .
ne wek filistîniya ka XALID MEŞEL wê li kû rûnê ? û çi bêjê?
cihê rûniştina mirovekî li hevhatina miletekî paş têxê .
dan û sitandin pêwiste tevayî be ji ber ku hemî vexwendîne ji bo çareseryê da em bighin armanc û hêviyên ku bi dehê salane em kar û xebatê di ber de dikin
pêwistiya niştîmanî û netewî me neçar dikê ku em yek deng û yek dest û helwistbin , ezîtî û xweperistî bese ,ger em ne yekbin emê nikaribin nûneratiya gelê xwe bikin yekîtiya me serkitina me ye û parçebûn bindestî ye .her yek ji me vê zanê lê em nakin .....gelo çima?!!!!

Vê derfetê ji dest xwe ne berdin , dema çû nema tê em li benda vê delîvê gelek mane ,giringe em hişê xwe ji dêl hestê xwe bi karbînin , bi yek helwistê dakevin meydana kar û xebatê û bi rengek şaristanî rê li ber dijmin û neheza bigrin , dem hatiye bernedin .
bûyerên /2004/ê nevegerîne ve .
di bûyerê /2011/an çikesê hat kuştin bû şehîd çi ji xwepêşandera û çi ji desthilatê
çima şehîdên meyê /2004/ ne şehîdin ?!! we dan û sitandin li ser vê yekê kiriye .? gerek ewjî şehîdê vî welatîbin ev teşqele wa bi serê me anî ,ev welat me xwîn di berde daye , ji heyamê Osmaniya û Firensiya ve ta roja îro .

gelek kesayetiyên mizin serweriya vî welatî kirine kurdin û herkes vê rastiyê dizanê , û geleka leşkerî ya vî welatî kirine û bê nasname ne çima wê yên wan şehêdbin û yên me wê ne şehîd bin ?!!!!.

mafê me kurda ne dana nasnamê ye nasname mafekî xuristî ye ,em kurd netewa didoyê ne di vî welatî de giringe ev tişt di yasayê de bê çespandin , em miletekin li ser xaka xwene welatê me hatiye parçekirin li gor rêkeftina Saykis- Bîko ya nexşê siyasiya deverê guhertî .
ev nexşê siyasî namîne ta ebed weke xwe wê bê guhertin li rojhilata navîn li gor miletê wê weke çawa Yekîtiya sovyêt herifî li gor daxwaza miletên wê , ne li gor daxwaza rijêm û sistema , ne emê ji deshlatekî rizgarbin û bikevin bin destê rijemek dîtir , dmên rijêmên diktatorî çûn bê veger , ev dem dema dîmuqratiyê ye divê rewşenbîriya dîmuqratî bi karbînin , û pêre biguncin , ev welat yê me tevaye divê em avakin û berevaniyê jê re bikin dijî hemî neyar û nehezan.
Top