• Wednesday, 15 May 2024
logo

Şiwan Raber bo Gulan: Birêz Mesûd Barzanî rolekî bilind û berceste di azadkirina navçeyên Şengalê de hebû

Gulan Media January 12, 2015 Dîmane
Şiwan Raber bo Gulan: Birêz Mesûd Barzanî rolekî bilind û berceste di azadkirina navçeyên Şengalê de hebû
Derbarê rewşa îro a Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo yekkirina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, Şiwan Raber endamê serkirdatiya Komela Îslamî bi vî rengî boçûnên xwe ji Gulaê re rêxistin:

Ji ber ku niha em wek Kurd û Kurdistan zêdetir ji berê di rewşeke nehemwar û taqîkirinnê de ne, pilanên dijminan li ser me pirin, pirose û qûnaxeke mezin û girig li pêşiya me ye ku ew jî ragihandina Dewleta Kurdî û parastina gel û welatê me ye, pir giringe Kurd hemû yekdest û yekhelwêst û yekperçe be, ev jî bi wê yekê têkirin ku em hukumraniya xwe bikin dezgehî, dadweriya civakî peydabikin, ewlehiya neteweyî û nîştimanî biparêzin û xizmeteke mezin ji gel û welatê xwe re bikin, em berjewendiya gel û welat bi ser berjewendiya kes û partan de helbijêrin, zêdetir rêzê li hev bigrin, nakokiyên nîgetîf bidin aliyekî, ber bi serbixweyiya gel û welat ve gavan bavêjinn, em partatiyê di dezgehan de nekin, partî destê xwe neke nav hukumetê, rêzê li îrada xelkê bigrin, baweriya me bi radestkirina aştiyane a deshelatê hebe, em hêzên xwe di wezareta pêşmerge de bikin yek, mîlîşiya û hêzên taybet nemînin, wezareta pêşmerge serkirdatiya serbazên şer û şêwir û pêşmerge bike, em zêdetir sinûrên xwe bihêz bikin, nakokiyên avxweyî çareserbikin, em piştevaniya nêvdewletî bi dest xwe ve wînin, em jêrxwena abûriya xwe bihêz bikin, hukumraniya baş a gel û welat bikin, azadiya pozetîv zêdetir peydabikin, mafên mirov biparêzin, mezin hizir bikin, paşerojeke geşa dûr bikin armanc, li şaşiyên hev bibûrin, deshelat û samana welat qorx nekin û di berjewendiya xwe de bikarnehînin, xizmeta baş a gel û welatê xwe bikin, zêdetir rêz li pêşmerge were kirin û zêdetir xizmeta wan were kirin, hevdu ji pilanên dijminan agehdar bikin, li ser hizir û boçûna siyasî û endamtiya partî hevdu yasax û qedexe nekin, pilana li hev nekin, em hemû bi gel û welat re pir sax û rast bin. Ji bo xelkê karbikin û bijîn, ne tenê ji bo xwe. Em hemû bi hev re armancên gel û welat bikin nîşan û destkeftan zêdetir bikin. Ev hemû hokar û bingehên serxwebûn û rêçika dewleta kurdî ne. derbarê rolê birêz Kak Mesûd Barzanî wek serokê herêmê vê dawiyê li şeran bi taybet di bidestxistina navçeyên Şengal wî rolekî bilind û berceste hebû, ew bi xwe demekê li wir ma û serkirdatiya şer kir, lewra heger hemû hêzên Kurdistanê bi hemû yekeyên serbazî li hemû navçeyeya di bin fermana wezareta pêşmerge û serokê herêmê bin, wê berhem û destkeftên baştir hebin û ew jî wê li pozetîf û nîgetîva şer û rewşa pêşmerge berpirsyar bin û ew jî mafekî destûrî yê wan e.
Top