• Friday, 03 May 2024
logo

Qiyamet rabû?

Qiyamet rabû?
Êşên herî xedar ên ku em xwe bi xwe dijîn in. (Sofokles)
Çi bû?
Heft parlamenterên DTP ji aliyê dewleta tirk va hatin vetokirin.
Bi meş û protestoyan milet anîn heyecenê. Hew mabû qiyamet rabûya!
Hun li benda çi bûn?
Ew dewleta ku welatekî mîna Kurdistanê dagirtiye û talan kiriye, miletê kurd bi tevê hebûnî û zengîniyên wî va bi salan e mendele kiriye û hîn xirabtir dest daniye ser çerenivîs û pêşeroja wî; wê wisa hema bê xirecir ji we ra bigota; „de kerem kin bi reng û daxwazên xwe va werin meclisa min!“
Meclisa mebûsanê osmanî jî di navê da, ka heta îro kîjan milet, ol û bawerî bi reng û daxwazên xwe di meclisên tirk da cî girtine?
Heke bi awayekî hewl dabin ketibin wan meclisan jî, çi hatine serê wan li holê ye.
Di salên 1960 an de mînaka (partiya karkerên tirk) TIPê heye.
Ev partî tenê ji bo ku di kongreya xwe ya 4 an da gotina “kurd” bi kar anî, ji aliyê dewleta tirk va hatibû girtin.
Dîsa di wan salan da partiya Turkiyeyê ya nû (YTP) ya di seroktiya Yûsif Ezîzoglu da, ku doza kurdî felan jî nedimeşand, tenê ku Ezîzoglu kurd bû, av lê hate miçiqandin.
Ji partiya HEP heta DTP ê, yên ku hate serê vê partiyê nehat serê mîrîşka rûçikî!
Bi dehan car qedexe bû, doz lê hatin vekirin. HEP, SODEP, DEHAP niha jî DEP navên xwe guhertin!
Hin ji wan parlamenteran sirf ji bo ku rengên kesk û sor û zer girê dan û hewl dan ku sonda tirkî bi kurdî bixwin, mebûsên tirk qiyametê rakirin li serê wan, ew ji meclisa xwe derxistin û avêtin hepsê.
Herî dawî endamên DEPê, siyastvanên kurd li Amedê destên wan bi kelepçeyên naylon kîp kirin, bi çavên şilope û bi porên gijik li ber deriyê dadgehê dan rêzê û ku piraniya wan hîn jî girtî ne.
Ala û sembolên tirk, di dilê Kurdistanê da çikiyaye kes qiyametê ranake!
Dewletê vetoya li ser wan 7 kesan rakir, ku careke din werin meclisê, çend daxwazin biçûk bikin û ew serenomiya şovenîst careke din dûbare be û çareya gel, di golgeniyan da bixeniqe!
Meseleya me û meclisa dewleta tirk bûye mîna lîstika mişk û psîkê.
Her carê ew ê endamên kurd ji meclisê bavêjin, hepis bikin, partiya wan bigirin, ên me riyeke din bibînin careke din berê xwe bidin wê parlamentoyê..! Wê “banê mezin!!”
Ji mebûstiya meclisa tirk temijîn e, yan bi rastî jî bawer dikin ku mafên demokratîk ên miletên kurd dê bi dest bînin di wê parlamentoyê da, ku destên wan jê nabe û her carê berê xwe didinê!
Heke bawer dikin, ti gotinên min tineye, ji bilî xwestina serkeftinê. Bila riya wan wekirî be!
Navê wê jî danîne: “Demokratîkkirina welêt! (ülkenin demokratîkleştirilmesi!)
Kîjan welat?
Helbet em ê jî di nava êşên xwe yên xedar da bijîn!
Li gorî daxuyaniyên çepemeniyê yek ji wan berendamên parlamenteran rêzdar Şerafettîn Elçî dibêje; “Heke ez bêm hilbijartin, ez ê kongreya neteweyî ya kurd bicivînim..”

Helbet kêfxweşî û daxwaza miletê kurd kongreya neteweyî ye.
Lê ne wek şert ji bo ku hun werin hilbijartin.
Hun ê hem bibin endamê meclisa tirk û hem jî bangê kongreya neteweyî bikin.
Ecêbê giran!
Kongreya neteweyî karekî me yê derengmayî ye.
Sed mixabin ev karê sereke her carê dibe qurbana jeopolîtikayê û digevize di nava dest û pêyên partî û siyasetmedaren da!
Çare ne di mecila tirk, di meclisa Kurdistanê da ye.
Mecliseke demokratîk ku çareseriya êş û derdên milet wek peywira yekemîn hilgire ser milên xwe.
Xîmê vê meclisê heye, bi têra xwe kûr û saxlem e.
Ev xîm hêza gelê kurd bi xwe ye, ku bi salan e ciwanên xwe berdel dide ji bo nirxên xwe yên neteweyî û demokratîk.
Baş û dirûst nirxandina vê hêzê man û nemana me ye.
Neku her carê ev hêz were fetisandin di nava labîrentan da!
Berdewamiya raperînên sivîl ên gelê kurd, bi taybet ên di warê ziman û perwerdeyê da wê bikare riya meclisa Kurdistanê jî veke û me ji birînên me yên xedar rizgar bike.
Yan na em ê çend sed salên din jî bimînin di labîrenta da!
Hîn xirabtir; vebalên zarên me wê di stûyê me de jî bimîne.
Û em ê her bimînin deyindarên wan! (Avesta)
Top