• Wednesday, 15 May 2024
logo

Dîvîd Filîps bo Gulan: Serok Barzanî bi xwe li eniyên pêş yên pêşmerge ye û şerê çarenivîsaz û serbixweya Kurdistanê dike

Gulan Media January 10, 2015 Dîmane
Dîvîd Filîps bo Gulan: Serok Barzanî bi xwe li eniyên pêş yên pêşmerge ye û şerê çarenivîsaz û serbixweya Kurdistanê dike
Roja Pênşema borî dema me ev dîdare ligel Profîsor Dîvîd Filîps li Hewlêrê encamdida, operasyonên azadkirina devera Şengalê destpêkiribû, hêza pêşmergê Kurdistanê bi serperiştiya yekser a Serok Barzanî, bi pêşmergên li ser çiyayê Şengalê re giheştibûn hev, lê hîn ne qeza Sinûnê hatibû rizgarkirin û ne pêşmerge çûbû nav Şengalê, lê dema me pirsyar ji Profîsor Dîvîd Filîps kir ka ew çawa li vê operasyonê dinêre, ew ajê hebû ku Serok Barzanî di eniya pêş a şer deye û bi xwe serpereştiya wan operasyonan dike ji bo vekirina deriyekî di Şengalê re, Profîsor Filîps berê şîretkarê Wezareta Derve a Emerîka bû û her wî piroseya parvekirina deshelat û dahatê nivîsandiye û di dariştina destûra Îraqê de mifa jê hatiye wergirtin, di vê dîmaneyê de tekez li wê yekê dike ku Kurdistan ber bi dewleteke serbixwe ve gavan davêje û wek xelatekê bo ew şerê pêşmerge bi DAIŞê re dike, gereke Emerîka û Civaka Nêvdewletî danpêdanê bi serweriya Kurdistan û serweriya Kerkûkê wek beşek ji Kurdistanê bike, ev jî deqa dîmaneyê ye.
* Derbarê ev rewşa nazik a niha Kurdistan têre derbaz dibe, em dixwazin hizir û boçûna we bizanin, gelo wek çavdêrekî derveyî çawa win li rewşê dinêrin?

- Ev dema kirêz û derfetê ye di yek dem de, Dewleta Îslamî bûye teheda ji bo bihayên rojavayiyan. Kurdan bihayên rojavayî yên hevbeş bi Emerîka û welatên Ewropî re hene, herwiha selimandin ku kurdan rolekî sentralîk di hevpeymaniya ferenetew de heye ku di şer de ye li dijî Dewleta Îslamî.

* Win amajê bi wê yekê dikin ku ev hum derfet e û hum tehedî, gelo derfetên wê ji bo kurdan çine?

- Kurdistanê ew derfet li ber deste ku serbixweyiyê bidestxe û herwiha wek dewletekî xudan serwerî ji aliyê Civaka Nêvdewletî ve dan pê were dan. Şikandina DAIŞê bê Kurdistanê nayê kirin, gereke Kurdistan li ser ew qurbaniyên ku dane were xelatkirin.

* Lê çima heta niha Emerîka pêgiriyê li ser siyaseta Îraqeke yekgirtî dike?

- Raste heta niha jî Emerîka wek welatekî yekgirtî li Îraqê dinêre, lê Îraq dewletekî şikestiye û yek li ser sêyan ji axa wê di bin destê rêxistineke terorîstî deye. Hukumeta Bexdadê jî di bin karîgeriya girana Îranê deye, gereke darêjerên siyaseta Emerîka rewşê bikin bingeha ew rêçika ku têre dimeşin û tekezkirin li ser Îraqeke yekgirtî rêçikeke şaş e.

* We behsa rêçeke şaş kir ji aliyê Emerîka ve, lê ka ev yek ne tiştekî bi zehmete ku rewş were guhertin, heta Turkiya jî li dijî serbixweyiya Kurdistanê ye, ti vê yekê çawa dinirxînî?

- Bi destxistina serbixweyiyê tehediyeke mezine, ji ber ku Turkiya û Îran herdu li dijê ne, gereke Bexdad û Hewlêr bigehin rêkeftineke hevbeş û pêdaçûn di rêkeftina vê dawiyê a Bexdadê de were kirin, wek gavekê jî ber bi serxwebûnê, gereke wek qewareyekî xudan serwerî li Kurdistana Îraq û Kerkûkê binêrin. Wek qewareyekî xudan serwerî dibe Kerkûkê bi Kurdistanê ve girêbidin, gereke piroseyeke gav bi gav were meşandin ku rol û berpirsyariya Kurdistan û Îraqê were xuyakirin, bi wê rêyê serbixweyî bi rêya gotûbêjan û bê tunûtîjî were bidestxistin.

* Kurd şerê DAIŞê dikin, pêşmerge li eniyên pêş yên şerê DAIŞ in, lê heta niha Emerîka PYD û PKK ji lîsta terorê dernexistiye, bo çi Emerîka heta niha pêgiriyê li ser ev helwêsta xwe dike?

- Vê dawiyê û li Parîsê civîneke giring di navbera Salih Muslêm û rêveberiya taybeta Emerîka bo Sûriyê hat li darxistin, di rewta berpêşçûnê de gereke Emerîka ji nêzîk ve hemahengiyê bi PYDê re bike ji bo encamdana karên xwe. Berxudana pehlewanane li Kobanê wê lîskê biguhêre. Gereke PKK ku hatine nav vî şerî ji lîsta rêxistinên biyanî werin derxistin. Hukumeta Turkiya danûstanan bi PKKê re dike, herwiha agirbest û kişandina hêzan hatin encamdan. Enqere di piroseya danûstanê de ye bi PKKê re, derxistina vê rêxistinê ji lîsta terorê wê kartêkirinek pozetîv hebe li ser danûstanên siyasî û wê piroseyê ber bi pêşve bibe û bibe sedema gîştin bi rêkeftinê berî helbijartinên perlemanî li Turkiya li meha Hezîranê de.

* Raste Emerîka li Jenêfê Salih Muslêm dît, lê kurd li eniyên pêş yên şerê DAIŞê ne û bergiriya kurdan xala guhertinê bû di şerê dijî DAIŞê de, eger wiha neba niha perçek ji Turkiya wê di bin destê DAIŞê de bûya, gelo çima heta niha Emerîka dudile di piştevanîkirina kurdan de?

- Dewleta Îsalmî DAIŞ di yekxistina PYD û PKK û Pêşmerge de serket, kurdan dema rastî metirsiyê bûn wiha ji bo armancên hevbeş de cudakeriyên xwe didin alî. Turkiya di demeke hestyar deye derbarê pêwendiyên jê re tên gotin piroseya aştiyê. Gereke mafên siyasî û kiltûrî ji bo kurdan zêdetir peydabikie, heger na ew jî wê ber bi radîkaliyl ve biçin, rêzdar Erdogan behsa aştiye dike, lê li dawiyê kiryarên wî dibine sengê sentralîk, ne gotinên wî. Dema helbijartinên perlemanî li meha Huzeyranê tên encamdan wiha dengder wê hukum li ser partiya Dad û Geşepêdanê bidin.

* Lê renge heta niha Erdogan dudil be û şerê DAIŞê neke, yan li dijî wan nesekine?

- Rêzdar Demîrêl serokê berê yê Turkiya got: piraniya welatan tenê dewletek hene, lê em li Turkiya xudanê du dewletan e di sîbera partiya DAD û Geşepêdanê, hên herdu dewlet hene. Niha dewleta din pêktê ji Dewleta Îslamî. Dinyabîniya Partiya Dad û Geşepêdanê û aydiyolojiya Dewleta Îslamî hevşêwene, her çiqas tektîkên wan cuda ne. pêwîste Turkiya biryarekê bide, ka paşeroja wan li Ewropa û Rojava ye yan îslamîzekirina zêdetir a Turkiya û reftarkirina li şûna Îxwan Muslmîn. Ew omêda Emerîka ye ku Turkiya buhayên rojavayî wek demokrasî û ferehiyê li xwe bigre û li pêşiya radîkalbûnê bisekine. Gereke Turkiya gaveke ron û konkirîtî bavêje. Gereke bingeha asmanî Encerlîk destnîşanbike daku ji aliyê Emerîka û hevpeymanan ve were bikaranîn ji bo pilana şer, herwiha gereke pirograma meşqpêkirin û li hevkomkirinê temam bike ji bo yarmetîdana opozisyona nerima Sûriya. Pêwîste Turkiya zêdetir beşdariya hevpeymanetiya nêvdewletî bibe daku cihê xwe yê baş xar din bidest xwe ve xe. Emerîka û Turkiya di armancekê de hevbeşin, ew jî pêktê ji rizgarbûna Esed.

* Baweriya pir kesan wiha ye ku Erdogan amadeye ji bo nûneratîkirina xîlafeta îslamî, lê ew li dijî xîlafeta Ebo Bekir Bexdadî ye, gelo tu çawa vê dijheviyê di hizirkirina Erdogan de dibînî?

- Erdogan wek sultan û xelîfeya îslamî helsûkewtê dike, lewra li şûna morikê mirovatiyê, diyardeya pozpilindiyê bûye xesleta cudaker di siyaseta derve a Turkiya de.

* Serok Barzanî wek pêşmergeyekî helsûkewtê dike, niha ew li hêla pêşe, wî rewşa şer guhart, gelo cîhan çawa li ev rola Barzanî dinêre ku serkirdatiya hêzên dijî DAIŞê dike?

- Serok Barzanî li eniya pêşe û pêşewayiya êrîşekê dike ji bo vekirina rêyekê di Şengalê re, her dem Civaka Nêvdewletî berê xwe daye kurdan û daxwaza hevkarî û qûrbaniyê jê kirine, kurd wek hêzeke beja ji bo şerkirin li dijî Dewleta Îslamî kar dikin. Gereke bi hevkariya ewlehiya yekser û piştevaniya dîplomasî kurd werin xelatkirin. Li şûna şandina çekan bi rêya Bexdadê gereke Emerîka kenaleke yekser veke ji bo pêşmerge bi rêya firokxana Hewlêrê daku çekên girantir bidinê û ziyanên mezintir bi çekdarên DAIŞê gînin.

* Îraq bûye qada meşandina siyaseta navçeyê, niha jî Hadî Elamirî hêza Heşda Şebî komdike li parêzgeha Enbarê, gelo taçiqasî ev Îraqê dixe metirsiya şerê navxwe?

- Gereke serweriya yasayê bi ser Îraqê de were vegirtin. Heşda Şebî ji bo avakirina mîlîşiya de di demê kin de wê karîgeriyeke pozetîv hebe, lê di demê dirêj de mîlîşiya Îraqê neseqamgîr dikin, herwiha nakokiyê di navbera giropên taîfî de dirust dike. Heta ku êlên sunî beşdar nebin wiha ne dişiyan deye Dewleta Îslaamî were şikandin. Ew stratîjiya şerkirina li dijî Dewleta Îslamî tê bikaranîn gereke hêzên çekdar yên Îraq û Pêşmerge û êlên sunî li xwe bigre. Herwiha pêwîste pilan hebe ji bo rêvebirina Mûsilê piştî rizgarkirinê.

* Herêma Kurdistanê rêkeftinek li gel Hukumeta Bexdadê encam daye, t çi astê ev rêkeftine ji bo niha ya Kurdistanê giringe?

- Rêkeftineke pir giringe, herçawa be, ev rêkeftineke demkî ye û tenê ji bo dema salekê ye. Ku bi sedema vê rêkeftinê çavkaniyên darayî ji bo Herêma Kurdistanê tê şandin, ev jî kêşeya hatina diravan kêm dike, herwiha qebarê neftê diyardike ku gereke Kurdistan bi Kerkûkê ve jî bişîne. Gereke ev rêkeftine bi fermî bibe beşek ji pirojeya bodcê ji aliyê Perlemana Îraqê ve. Wê demê Bexdad û Hewlêr li ser bingeha ew rewşa heyî cardin danûstanan bikin. Ji sala 2015ê ve Kurdistanê gavdavêtin ji bo bihêzkirina dezgehên xwe di demekê de ku ber bi serwerî û serbixweyiyê ve diçe.

* Biryar hatiye dan sê firqeyên pêşmerge werin avakirin û bingeheke asmanî a Emerîka li nêzîkî Hewlêrê were avaakirin, ta çiqasî Emerîka wê çekên giran bidin pêşmerge, baweriya me wiha ye ku çekên giran hemû corê çekan li xwe digirin ji bilî çekên etomî?

- Gereke berdewam çek ji pêşmerge re werin peydakirin, herwiha ew pêdivî bi çekên pêşketî ne ji bo rûbirûbûna çekên pêşketî yên Dewleta Îslamî. Dema leşkerê Îraqê Mûsil berdanî, çekên xwe ji bo DAIŞê hîştin, çekdarên Dewleta Îslamî pirtifaqtirin bi sedema bidestxistina ew çekên ku li Emerîka hatine çêkirin. Gereke pêşmerge baştir werin pirtifaq kirin. Baş e Elemaniya mûşekên Mîlan peydakirin, herwiha Ferensa doşkeyên 20 mîlîm peydakirine ku dikare otombîlên zirpoş jinav bibe, pêşmerge bi hewcî wan çekan heye ku pê bibin hêzeke şerker a karatir. Metirsiya wê yekê tune ye ku pêşmerge wan çekan li dijî Bexdad yan ji bo bidestxistina serbixweyiyê bikarbînin, dema gavan ber bi serxwebûnê jî davên, wê bi rêya diyalogê be.

* Ew a ku pêşmerge pir bi hewceyê ye, tank û hêza asmanî ye, gelo tu şans heye ev çekane bi pêşmerge werin dan/

- Ez ne kesekî serbazî me, ji ber wê ez nikarim bersivê bidim, lê ez dibînim ku kurd pêwîstî bi kelûpelên serbazî û rahênanê ne, serkeftina Kurdistana Îraqê di berjewendiya Emerîka û cîhan û herwiha kurdan deye jî.

* Niha behs behsa Mûsilê ye, parêzgarê Mûsilê jî niha li Hewlêrê ye, Şîe jî bêdeshelatin, gelo ew şanse heye ku kurd û sune ji bo rizgarkirina Mûsilê hevkariya hev bikin?

- Erê bingehek heye ji bo vê yekê, lê Mûsil bajarekî mezine û hêza esmanî a Emerîka di vî şerî de nabe hêzeke yekalîker. Şerê Mûsilê wê şerê cade bi cade be û wê hêzên beja li xwe bigre, pêşmerge bi şiyan û pabendin, parêzgarê Mûsilê pêşinyara bi çekkirina polîs û êlên sune kiriye, lê gereke ev piroseye bi ajê heyî kar li ser were kirin û pabendbûna wan were selmandin.

* Çûna pêşmerge ji bo Kobanî xala guhertinê bû di vî şerî de û niha pêşmerge li Kobanê ne, ta çi radê çûna pêşmerge ji bo Kobanê bûye sedema nehîştina sinûran di navbera perçên Kurdistanê de û gelo çawa ev rewşe tê nirxandin?

- Gîştina pêşmerge bo Kobanê giringiyeke sembolîkî heye. Bergirîkarên Kobanê pêwîstiya wan bi hêza mirovî zêdetir tuneye, belku pêwîstiya wan bi çekên zêdetir hene, hewciya wan bi top û çekên pêşketî heye ji bo şikandina hêzên Dewleta Îslamî ku êrîşî bajêr dikin. Niha Sûriya dewletekî şikestiye. Wê rojek were û ev şerê navxweyî bi dawî were, wê demê jî Sûriya jî wek Bosniya ku ew dema şerê navxwe têde bi dawî bû sê kanton bûn û her yek ji aliyê mîlîşiyayan ve dihat kontrolkirin û parastîbûn û her yekê bi xwe hukmê xwe dikirin, pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û PYDê bi şêweyekî mezin ber bi pêşveçû, Rojava û Kurdistana Îraqê berjewendiyên stratîjî yên hevbeş hene, li dawiyê Kurdistan wê hewcî bi deriyekî be ji bo ser deryayê, ku ew jî wê bi rêçkeka di navçeyên jêr kontrola kurdên Sûriya re heta bi Lazkiye û tertosê. Pêwîste kêşeya kurd li ser astê navçeyê werin çareserkirin, ne tenê wek kêşeyekê di çarçova Îraqê de.

* Salekê berî niha te ew pêşinyare kir ku PKK ji lîsta terorê were derxistinû Ebdula Ocelan were azadkirin, lê niha Turkiya tu ji van tiştan nekiriye, gelo niha dema wê nehatiye?

- Min pêşinyara baştir kirina rewşa Ebdula Ocelan kir di zindanê de û min ew pêşinyare kir li ser astê nêvdewletî derwazeyên zêdetir hebin, derxistina PKKê ji lîsta terorê gavek bû gereke zûtir bata kirin, gereke Emerîka destpêşxeriyê bike ji bo derxistina PKKê ji lîsta terorê, ew jî wê karîgeriyeke pozetîf li danûstanan bike.

* Niha tu li Kurdistanê yî, gelo tu çawa li rewşa niha dinêrî û çawa li paşeroja Kurdistanê dinêrî?

- Ez li 9 Abê li Mêrdînê bûm û di rê de bûm ji bo Hewlêrê. Her çawa be, ez nikarîm batama ji ber ku rêya esmanî hatibû girtin û hemû geştiyên bazirganî hatibûn hilweşandin. Ew serdemê qeyraneke mezin bû, lê niha ew qeyrane derbaz dibe, Herêma Kurdistanê şiyana rûbirûbûna DAIŞê nîşandan. Wan pabendbûna xwe nîşandan wek hevpeymanê Emerîka di şerê dijî terorê de. Gereke Emerîka wek heye muamelê bi Îraqê re bike, ne wek ew a dixwaze hebe. Li dawiyê baştirîn û take dostê Emerîka li Îraqê gelê kurd e.
Top