Profîsor Hoşyar Merof bo Gulan: Rêkeftina vê carê a navbera Hewlêr û Bexdadê danpêdane bi rewatiya destûrî û yasayî a şandina nefta Kurdistanê
Profîsor Hoşyar Merof şareza di warê pilandanîna herêmî, xudanê pirtûkekê ye li ser pilandanana stratîjî û demeke wek şareza li navendên taybet bi abûr û pilandanînê kar kiriye. Ji bo axaftin li ser karîgeriya rêkeftina navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqa Federal li ser bingeh xweşkirin ji bo vegerandina liva bazirganî û abûrî me ev dîmane pê re encam da û bi vî corî bersiva pirsyarên Gulanê da.* Di demekê de ku hêzên pêşmerge li hemû eniyên şer serketinên mezin tomarkirine, rêkeftina navbera Hukumeta Herêma Kurdistan û Hukumeta Îraqa Federal jî li hundir û derve bûye cihê pêşwaziyeke mezin, tu wek şarezayekî biwarê abûrî çawa li vê rêkeftinê dinêrî?
- Rêkeftina di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqa Federal de di demekê de ye ku pêwîstiya herdu aliyan pir bi jihevnêzîkbûn û jihevtêgehiştinê bû, Bexdad ji bilî guvaş û şiliyên siyasî û leşkerî hevdem di nav kirêzeke girana diravî û abûrî de ye, bi astekê ku niyetbû deynên nêvdewletî bike, Herêma Kurdistanê jî ev zêdetir ji salekê ye dorpêçeke abûrî bi ser de hatiye sepandin û kartêkirina wê bi ser abûrê de giran bûye û rewşa birêveçûna jiyanê giran bûye, ku we kiribû asoya abûrî li herêmê şil be û piraniya pirojeyan li vê herêmê hatibûn seknandin, belênder û bîznîzkar û weberhêber jî bi çavê gomanê li paşeroja Kurdistanê dinêrîn, ev di demekê de ye ku hêzên pêşmerge bi canfîdayî bi dirêjiya 1040 km di şerekî giran de ne li dijî Dewleta Îslamî, ji aliyekî din ve herdu Hukumetên Herêm û Navenddê pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku ji bo bilindkirina astê şandina nefta xav danûstanan bikin û ji hev nêzîkbibin, herwiha şerê DAIŞê û boriyên nû yên nefta kurdistanê bûye tiştekî nû û bê herêma kurdistanê di şiyan de tunebû nefta Kerkûkê bişînin benderên derveyî welat, li gor vê rêkeftinê her rojekê 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê bi rêya boriyên neftê yên Kurdistanê re tê şandin, wate giringtirîn xala abûrî di vê rêkeftinê de bi boçûna min danpêdana hukumeta navendî ye bi rewatiya destûrî û yasayî a şandina nefta Kurdistanê, paşê xalên şandina bodceya herêm û moçeya fermanberan û danpêdan bi rewatiya pêşmerge ji aliyê Bexdadê ve tên, herwiha xaleke dina giring rêkeftinê pirsa pêşmerge û peydakirina komeka diravî ji bo hêzên pêşmerge ku bargiraniyeke mezin li ser xerciyên Hukumeta Herêma Kurdistanê sivikkir, ev jî dike ku di paşerojê de û di rêkeftinên din de pirsa pêşmerge û peydakirina beşek ji bodceya wezareta bergiriya îraqê ji bo pêşmerge be.
* We behsa pirsa neftê kir ku dilê rêkeftinê li derdora wê re digere, gelo destkeftinên Herêmê û abûriya Kurdistanê di vê derbarê de çine?
- Wek min behsê kir şandina neftê bi rêya boriyên nefta Kurdistanê çi nefta Herêmê yan nefta Kerkûkê danpêdane bi destûrîbûna vê pirsê, ev jî paş wê yekê ku berê Hukumeta Malikî û wezareta nefta Îraqê bi tundî li dijê bûn û kêşe û astengên navxweyî û nêvdewletî peydadikirin, ev ji bilî ku welatê Turkiya ne di astê çaverêyiya me de bû, niha Kurdistan rojê 250 hezar bermîl di rojekê de dişîne û 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê jî bi rêya boriyên neftî yên Kurdistanê dişîne derve, di hemberê de 17% bodceye ji bo Herêma Kurdistanê dişînin, wate ev destpêkeke ji bo ku pirojeyên neftî û şandina neftê û gavavêtin ber bi pêşesaziya neftê bikeve qûnaxeke din û bi kirdar ber bi abûriya serbixwe gavbavêjin, aliyekî din û giring a vê rêkeftinê ew e raste Hukumeta Îraqê ew maf daye xwe ku nefta Kerkûkê bi nefta Humumeta navendî bizane, lê di hemberê de Kerkûk û temama navçeyên kurdistanî yên derveyî herêmê di bin destî hêzên pêşmerge deye û nefta wê jî di boriyên Kurdistanê re derbaz dibe ku di danûstanên taybet bi cêbecêkirina mada 140ê de kurd dikarin mifayê jê bistînin, lê ez ê vegerim ser wan boçûnan ku dibêjin: ((nabe kurd hemû hêkên xwe têkin selkekê)), anku ji bilî dahata neftê gereke pê çavkaniyên din yên dahatê de bigerin daku dahata neft û hemû dahatên din jî ber bi kertên pêşesazî û çandinê ve were birin û êdî dahateke tenê tunebe bi taybet ku Herêma Kurdistanê yek metro derya tuneye ji bo şandina neftê, piştgirêdan bi Pêtro Dolar şaşiyeke dîrokî ye ku Îraq û abûriya wê ketinê ye û ev hemû kêmûkasiyên abûrî û darayî ji me re anîne.
* Gelo dibe ev rêkeftine bibe destpêkek ji bo vegerandina baweriyê û omêda weberhêner û sermayedarên hundir û biyanî bi abûriya Kurdistanê çêbibe?
- Berî her tiştî rêkeftin û bi laez cêbecêkirina wê pir dilxweşker bû ji birgehên wê, heta rêkeftin li welatên wek Turkiya û Îranê jî dike ku hemû astengan li hember Herêma Kurdistanê rakin, çûnkî niha dergehê Çraqê di rûyê Herêma Kurdistanê de vekiriye, mifadarê serekî jî ji vê rêkeftinê xelkê Kurdistan û Îraqê bi giştiye, çûnkî kirêza darayî a herêmê û xerabbûna rewşa jiyana îraqiyan li navçeyên naverast û başûrê Îraqê tenê welatiyên asayî û xudan deremetên kêm û navend ziyanê dibînin, lê ew pêwendî bi bîznîzkar û sermayedarên hundir û biyanî ve heye, ev yeke jî pêwîstî bi çavxuşandinê ye, çûnkî piraniya here zor a bîznîzkar û bajirganên me ne hokar û yarmetîderên çareserkirina rewşê bûn û zû pareyên xwe ji bazar û bankan derxistin, û bi vê rûyê rasteqîne a ne nîştimanperweriya piraniya wan bazirgan û bîsnizmanên navxwe û biyanî eşkere bû, ta astekî ku kompaniya hene ne amadene bacên xwe jî bidin, ne ku alîkariya hukumet û koçber û xelkê hejar bike. Lewra ev rewşa bi ser herêmê de hatî ew yeke ji me re diyarkir ku gereke çiqas zû be gavên wêrek ji bo serbixweyiya abûr û piştbestin bi berhemê navxwe bavêjin madam kurdan xewnek heye ji bo serbixweyiyê û avakirina dewleta Kurdistanê, dorpêça abûriya Bexdadê ew yeke selimand ku abûriya Kurdistanê paşketa hukumeta faşil a Bexdadê ye ku abûrî amrazeke bi destê partiyên taîfî yên Îraqê de, lewra gereke em siyasetê bikin edayek di destê abûrê de, dahata neftê jî nedine kompaniyên bazirganî û belênderan, belku bikine di xizmeta kerta berhemanînê de ku di pêşesazî û çandinê de xwe dibîne.
* We çend caran behsa siyaseta neftê û çawaniya mifa wergirtin ji ev samana siryştî kir, gelo rolê vê neftê di serketina rêkeftinê û şikandina aloziya di navbera Hewlêr û Bedad de çi bû?
- Heger ne ji berhemanîna neftê û şandina derve ba hevsengî di serketina rêkeftina navbera Hukumeta Herêm û Hukumeta Bexdadê de tunebû, herdu alî gîştine wê baweriyê ku gereke astê berhemanîna neftê were bilindkirin, lê nabe tenê pişt bi vê çavkaniyê ve were girêdan, em ne xudanê kenarê deryayê ne ji bo serbixweyiya firotina neftê, ji aliyekî din ve her ku diçe bihayê bermîlê neftê di bazara cîhanê de erzaandibe û heger buhayê her bermîlek neft ji 60 dolarî kêmtir bibe wê bodceya Îraq û Kurdistanê rastî kurtanînê bibe, gereke di siyaseta neftê de hizir di yedeka neftê ji paşerojê jî were kirin, gereke em fêrbibin ji derxistina bermîlek nefta xam em dikarin bi dehan car ji berhemanîna neft û benzîn û sotemeniyê û pêşesaziya pîtrokîmawî mifadarbin, bo çi gereke bazarên Kurdistanê hewciya kelûpel û benzîn û sotemeniya welatên derdorê bin? Welatên Turkiya û Îran siyaseta ihtîkara bazaran ji kelûpelan xerab piyadedikin. Bila dahata neftê tenê ji bo xerciyên bikarxistin û moçeyê nere, pêwîstiya me bi pilana stratîjî û bername û karê wiha heye ku civaka Kurdistanê ber bi civakeke berhemhên ve bibe.
* Aliyeke dina giring a rêkeftina di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Îraqa federaal de pirsa pêşmerge bû, bi taybet ku hêzên pêşmerge li temama eniyên şer û li Kobanê jî serweriyeke mezin tomarkirine, gelo tu çawa li vê pirsê dinêrî?
- Ewlehî û aramî koleyê abûriyê ye û bi taybet di vê serdemê de weberhênan û bîznis bi milyonan dolar li vê herêmê xistine kar, ji ber ku di abûrê de sermaye bi tirsonek tê danîn, lewra çi were kirin ji bo parastina sinûrên Kurdistan û tenahiya û ewlehiyê hîm kême, pêşmerge ew kurê welat parêzê Kurdistanê ye ku gereke meşiq û rahênan pê were kirin û çekên pêşketî ji wan re were peydakirin û rewşa jiyan û xêzan û zarokên wan were başkirin, pêşmerge abûriya Kurdistanê û jiyana xelkê diparêze, lewra gereke li rex serketinên pêşmerge û di vî şerî de em abûriyekê dabrêjin û çaksaziyê ji ser heta bi binî encambidin welatên Ewropa û Emerîka di dema şer de dîraktor kirine tank û pêşesaziya şer avakirin, ku paşê bûye bingeheke giringa oêşesazî û şaristaniyê, raste abûriya şer piştê şer digre, lê piştgiriya şer jî tenê bi abûriya pêtro dolar nabe, carina di demê şer de ew serbazê bi yedek hatiye danîn, dema ji bo eniyên şer pêwîstî bi wan tunebû, ew dibirin palê û alîkariya cotkaran dikirin, ev jî daku givaş bi ser milet de neyê, ez tênagehim ew hemû kurdên li serve hene bo çi di biwarê alîkariya derve de nalivin? Gereke siyaseta hevsengiyê hebe û gereke hewil were dayîn Neteweyên yekgirtî bi ser girifta kêmiya bodceyê de were derbazkirin û daxwazê li welatên dewlemend bike bi hawara bi hezaran xêzanên koçberên Sûriya û derbederên Îraq bên ku niha bargiraniyek li ser abûriya herêmê û xelkê wê dirust kirine.