• Saturday, 04 May 2024
logo

Hingî me got!

Hingî me got!
“Bawerî neyarên rastiyê ne û ji derewan bi tehlûketir in.” (F. Nietzsche)

“Hingî me got em westiyan!“ Gotineke gorbihuştî hunermed Mihemed Şêxo ye.
Niha nayê bîra min ka wî ev gotin di kîjan stranê da gotiye.
Min li arşîva xwe ya mûzîkê nêhêrî nedît, li înternetê geriyam peyda nekir wê stranê.
Heke min peyda bikira min dê ji wê stranê bi çend rêzikan dest bi vê nivîsê bikira.
Melodiya wê stranê niha li ser zimanê min e.

Xebat û kampanyayên eşkere û nepenî yên li hember azdî û serxwebûna Kurdistanê,
ku van rojan dîsa sor û berfireh bûne wê stranê anî bîra min.

Helbet Amerikayê ji nû va kifşe nakim. Kî li hember vê daxwaza rewa ye, kifşe ye.
Kî vê daxwazê her carê di bin navê hedef û berjewendiyên „stratejîk” da dike qurban, ew jî!

Têkoşîna milletê kurd a ji bo azadî û serxwebûnê, ji dawiya sedsala 18 an heya îro bi jan û şanaziyên xwe, bi berxwedan û îxanetên xwe va heya îro berdewam e.

Jan û şanazî, berxwedan û îxanet hema bi qasê hev in, ji kûrayiya dîrokê tên, ji îrojê derbas dibin û heta pêvajoya kolonîkirina Kurdistanê wiha berdewam be, ev dê xwe berdin pêşerojî jî..

Naxwezim vê dîrokê dûr û dirêj careke din vebikolim. Cî jî ne guncaw e.

Di vê sedsala 21 an da zanist, teknîk û têlekomînîkasiyon ku dunyayê îdare dike, em bi çi mijûl in?

Du sed sal derbas bûn hîn jî li ser mafên rewa yên kurdan, statûya Kurdistanê gengesî tên kirin!
Mîna: Gengeşiyên li ser zimanê kurdî û zaravayên wî! Qetîna ji dagirkeran yan jiyana bi wan ra!
Yan jî bi gotineke din Kurdistaneke otonom, federal yan xweser!
Miletên dunyayê bi ku va diçin, em bi ku va?

“Hingî me got em westiyan!“

Belê heta statûya kurd û Kurdastanê di vê rewşê da be, em dê bibêjin.
Em mehkûmê gotinê ne. Heta azadiyê û ji wê wêdatir jî..

Helbet ne ewqas nîvnezan im, min hinek hay ji dunyayê heye:
Kurd ne yên berê ne.
Di vê sedsalê da wê azadiyek, statûyek yan jî dewletek dê misoger ji bo kurdan jî hebe.

Lêbelê çawa? Hemû bi hev ra yan hêdî hêdî!?

Gelo xencerên di pişta parçeyekî da hinek bên sist kirin, di yên din da bên şidandin?
Yan wê ev xencer hemû bi hev ra bên kişandin yan tê da dê were badan?
Pirseke sereke ye.

Tam jî ji bo ku ev pirs rastê bersiva xwe ya rast neyê, xebat û kampanyayên nepenî û eşkere yên dagirkeriyê bê westan û rawestan berdewam in. Tabî di bin navê ol û „îzmê“ da û bi hezar riyê.

Ez ê tenê behsa du ji wanê herî dawiyê bikim:
Yek: Kampanyaya BILGESAM a tirk ku li Kurdistanê kurdên Zaza- Kurmanc ji hev cûda kiribû û bi awayeke rewa rast li protestoyên hin ronakbîrên kurd hatibû.
Ev „Bilgesam“ xwedêgiravî saziya navenda lêkolînên stratejîk a merivên „zana“ ye.
Kî ne endamên vê „Bilgesamê“? Çend generalên malnişîn, wezîrê berê yê karên derva yê Tirkiyeyê,
Misteşarê MITê yê berê, serokê yargitayê yê berê û helbet çend „profesor“ jî.
Binihêrin, hemû yên berê, malnişîn û şêwirmend.
Jixwe çi tê serê miletekî ji destê wan mûşawir şêwirmendan tê.
Îsmet Înonu, ku kurd jê ra dibêjin „Îsmetê kher“ jî di zemanê xwe da li milekî „îlmiye“ li milê din seyfiye (yanê eskeriye) diçû seferên Kurdistanê.
Helbet li aliyê tirkan jî guherînek heye:
Hejmara îlmiye û seyfiyeyan zêde bûye û her wiha bûye sazî jî.!

Du: Çend melayên hîlebaz ên ereb di fetwaya xwe da gotine:
„Kurdên ku bixwezin ji Îraqê biqetin û bibin dewlet „kafir“ in! Di dînê îslamê da ji hev qetîn tineye!“
Ereb ji hev qetiyane bûne 22 dewlet, ew ne „kafir“ in?
Mîna ku tîpên erebî yên sûreyê „enfal“ ji bîr kiribin!
Çend melayên kurd jî bersiva wan fetwabazan dan.

Du bûyerên bi jan û kevn ku ji rehên dîrokê tên. Ne nû ne û di encamê da digihên hev.
Ev rehên bi jan hêza xwe ji kuderê digirin?
Ji kurmên darê.
Kurmên ku di destê tirkan da bûne bivir û li koka darê dixin.
Kî avê dide wan rehan?
Koremarên ji darê yên di bin xwelî û qûma çolên ereban û ku bi israr in li nav mayîna tarîtiyê.

Ka kî nîne di nava wan kurm û koremaran da?

Heke sibeyê mesela defaktoyek çêbe, dunya je me ra bêje:
„Kurdino de bes e, êdî hun gune ne, herin ji xwe ra bibin dewlet!“
Tu were em bibêjin:
“Me dewlet navê, destê me ji birayên me yên tirk, ereb û faris naqete!”
Ew melayên rûgenî yên Îranê ku her roj çend însanan mîna çewalên kartolan bi stûnên elektrîkê û bi vîncan va bi dar va dikin. Ew melayên ku di dema xwa da destekeke bi têra xwe ji kurdan jî wergirtibûn ji bo “şoreşa îslamî!”

Tirsa kurm û koremaran ez xwarim.


(avestakurd)
Top