• Tuesday, 30 April 2024
logo

Firoşkarê Bacan û xiyaran Al-boazîzî keleha diktatûrê Tûnisê Zeyn Al-abidîn hilweşand!

Firoşkarê Bacan û xiyaran Al-boazîzî keleha diktatûrê Tûnisê   Zeyn Al-abidîn hilweşand!
Gava mirin û jiyanê ve bi hev re dibin yek, serhildan çare û dermane û bersiva herî raste!

Piştî 23 salan ji zulm,kuştin,lêdan,îşkence,windakirin û îdam kirinê,va me dît ku çawa dîktatûrê navsal Zeyn Al-abidîn ji xortekî firoşkar ku ji xwe re bacan û xiyaran difrotin reviya û baz da, me dît ku çawa mal û villeyên wî yên ku bi şev û rojan bi kamêra û sîstemên digital dihatin kontrol kirin, di nava rojan de herrifîn û hilweşîn.Villeya Zeyn Al-abidîn li ser derya sipî bû meydana sûret û girtina dîmenan.

Cara yekeme ku di nav welatên misilman de leşker ji aliyê diktarûran vedikşe û xwe dide aliyê miletê xwe û fermanên gule barandinê li erdê dixe.

Şoreşa Tûnisiyan bi hemû pîvanan pîroz û mubareke!

Şoreşa Tûnisiyan ne ji xuberiyê wisa bi serket, ji ber ku xudiyên vî miletî ji rayedar,mafnas,avokat,rewşenbîn,rêxistin,sazî û sandîkayan hemû hişyar bûn,xudiyên vî miletî ji soz û gotinê dîktatûr têr xwarin,xudiyê vî miletî bawerî bi xwîna xortên xwe kirin û bazar li gel rêjîma dîktatûr ne kirin.

*(mînak serhildana Qamişlo).

Bi awayekî rêk û pêk û bi hev re û li seranserî welatê Tûnisê meşiyan û di demek kin de keleha zulm û zorê hanîn xar, bêderên kîn û nefretê şewitand û bi serketin û ji hemû aliyên cîhanê ve pîrozname ji milatê Tûnisê yê qehreman re hatin.

Ew xortê Tûnisî bi agirê xwe mezintirîn Televizionên cîhanê li xwe kirin mîvan,mezintirîn saziyên mafên mirovan li cîhanê ji wî re çîçek û gul diyarî kirin,

agirê Al-boazîzî hêşt ku serokê gewretirîn dewlet Barack Obama biaxive û ji bêdengiya xwe jî bi derkeve

Al-boazîzî yê ku agir di mala wî de ne bû,di roj û şevekê de agir bi mala qirêj tirîn dîktatûr xist û şewitand û di hundirê mehekê de welatê xwe rizgar kir

Al-boazîzî welatê xwe kir mînakek,bilind û bilind ta ku miletên din yên cîran û dûr,yên feqîr,perîşan û azadîxwaz li pêy şopa Tûnisiyan bimeşin.

Al-boazîzî dersek ji dersên xebatê û nemiriyê diyarî miletên Ereb û misilman kir.

Zeyn Al-abidîn çû û reviya û baz da û ne ma vedigere wek Seddam Husên û rojên tarî bihorîn û bextê gelê Tûnisiyan li miletê me Kurd be .
Top