• Wednesday, 15 May 2024
logo

Maykil Nayt bo Gulan: Dîmenekî mezinbû dema me dîtî Serok Barzanî pêşwaziya palewanên Kobanê dike

Gulan Media December 28, 2014 Dîmane
Maykil Nayt bo Gulan: Dîmenekî mezinbû dema me dîtî Serok Barzanî pêşwaziya palewanên Kobanê dike
Pirofîsor Maykil Nayt birêveberê pirograma xwendinên Îraq û Kurdistanê ye li şîretgeha Waşinton ji bo xwendinên siyaseta Rojhilata Nêzîk û pir bi hûrî û siqî li ser rewşa Kurd û Kurdistan û Îraq û Turkiya kardike, ji vê jî zêdetir pêwendiya berdewam ligel siyasetmedarên Kurdistan û Îraq û herwiha berpirsên Emerîka li Kurdistan û Îraqê heye, pir caran jî dema şandên Kurdistanê seredana Emerîka dikin Pirofîsor Nayt û Pirofîsor Dêyvîd Polok li şîretgeha Waşinton mêvandariya şandên Kurdistanê dikin û li ser pirsên Kurdistanê semînaran ji bo wan girêdidin, her di mawê çend mehên borî de, paş dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve vê şîretgehê mêvandariya herdu berêzan Dr. Fûad Hussên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa serokê fermangeha pêwendiyên derve a Hukumet Kurdistanê kir û semînareke fereh li ser pirsa Kurdistanê paş dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve ji wan re girêdan, giringî dana Pirofîsor Nayt bi pirsa Îraq û Kurdistanê ji bo pêdana şîretane bi rêveberiya Emerîka ji bo arastekirina siyaseta Emerîka li Îraqê, lewra Gulanê giring zanî li ser rêkeftina vê dawiyê a navbera Bexdad û Hewlêrê de û pirsa pir çekkirina Pêşmerge ev gotûbêja fereh bi Pirofîsor Maykil Nayt re encambide, ev jî deqa wê ye.
* Em dixwazin di derbarê rêkeftina vê dawiyê a navbera Hukumeta Îraq û Herêma Kurdistanê pirsyarê bikin ku herdu alî li ser şandina neftê û parvekirina dahatê gehiştine rêkeftinê, tu çawa li vê berpêşçûnê dinêrî?

- Ez dibînim rêkeftina vê dawiyê a navbera Bexdad û Hewlêrê de tiştekî pir pozetîve û em pir li hêviyê sekinîn û demeke dûr û dirêj kişand, lê ev tenê destpêkeke, herçiqas ev rêkeftine di çarçovê bodceya 2015ê de ye lê ev tengê gava yekemîne ji bo çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan de.

* Gelo ta çiqasî ew omîde heye ev rêkeftineya di bodceya 2015ê de were cêgîr kirin?

- Biryar derên serekî yên Hukumeta Îraqê, Heyder Ebadî serokwezîr û Adil Ebdulmehdî wezîrê neftê, guvaşeke mezin kirin ji bo gehiştin bi vê rêkeftinê, ez bawer nakim ev kare kiribin û bixwazin bi sernekeve yan di bodceya 2015ê de neyê cêgîr kirin, ji ber vê ez dibînim ku derfeteke baş heye ji bo ku di bodceya 2015ê de were nivîsandin bi şêweyekî ku nermî têde be, bi nêrîna min derfeteke baş heye ku di sala 2015ê de were cêbecêkirin, lê paş sala 2015ê û li sala 2016 û 2017ê de wê keyseke cuda hebe, gelo Hukumeta Federal û Kurd wê rêkbikevin li ser ku ev di berjewendiya herdu aliyan de ye yan wê Kurd bi şêweyekî serbixwe neftê bişînin li sala 2016 û 2017ê.

* Di van dawiyan de me pêşveçûna şiyanên pêşmergeyan di şerê dijî DAIŞê de dît, gelo ta çiqasî vê dînamîkiya şer guhertiye?

- Min hertim û ji destpêkê ve gotiye ku hereşeya serekî bo ser DAIŞê Kurd in, ew jî ji ber sedema cugrafî, Kurd ji paytexta DAIŞê nêzîkin, wate Mûsil, herwiha sinûrekî dûr û dirêj bi DAIŞê re heye, di heman dem de pêgeheke pir baş de ne ji bo êrîşkirina ser DAIŞê hum li Îraq û hum li Sûriyê, em dibînin Civaka Nêvdewletî jî heman hizir heye, ku Kurdistan bûye bijardeyê pir ji hevkarên nav hevpeymaniyê ji aliyê bikaranîna bingehan ve, vî karî bi rêya firokxaneya Hewlêrê dikin, yan dixwazin bi rêya bingeha esmanî a Bastirme ji nêzîkî Herîrê encam bidin, ji ber ku encamdana vî karî li Kurdistanê metirsî têde tuneye, herwiha pêşwaziya wan tê kirin û nêzîkin ji dujmin. Ji ber vê kurdan rolê yekalîker heye hum li Kobanê û herwiha li Îraqê jî, çûnkî heger hewila birîna sinûr li gel Sûriya were kirin, wiha tenê Kurd dikare wî karî bike, destpêkê ji Rebîe bo Şengalê. Bi heman şêwe li derdora Mûsilê jî kurd rolekî giring dibînin di operasyonên li ser Mûsilê de ji aliyê peydakirina bingehan ji bo çend mîlîşiyayên erebî ku girêdayî Nucêfî bin, wek hêza rizgarkirina Mûsilê ku ew hêzane niha di bin sîbera kurdan de meşq pê têkirin. Ez tiştekî din di derbarê pêşmerge de bêjim, ew jî ew e ku ev şere qazanceke pir mezin a pêşmerge têde bû, raste ta niha şerek bû ku baceke mezin hatiye dan, û zêdetir ji çend sed pêşmergeyan şehîdbûn, ku gereke ew qorbaniyane li bîr bin, lê bi şêweyekî giştî ev wê bi ezmûnek be ku al û gor bi ser pêşmerge de tîne, çûnkî renge li dawiyê û li dawiya vî şerî yekeyên pêşmerge di bin sîbera wezareta pêşmerge de werin rêkxistin, ew jî wê tiştekî baş be û bi wê watayê tê ku Civaka Nêvdewletî wê bikaribe bişêweyekî rastewxo alîkariyan ji bo pêşmerge bişînin, heta niha çek bi rêya Bexdadê tên şandinû li wir tên parvekirin û paşê ber bi Hewlêrê ve tên şandin û rêgirî li hatina tu çekan nehatiye kirin û em dibînin Civaka Nêvdewletî bi şêweyekî ber bi zêdebûnê ve muamelê bi pêşmerge re dike, di mawê sê mehên bê de jî 30 hezar pêşmerge wê temama çek û pêwîstî ji wan re were peydakirin ji aliyê herdu Hukumetên Elmaniya û Emerîka ve, ew jî hindî çwar yan pênc firqene ku temama alav û otombêlên tektîkî û di hinek rewş de çekên giran ji wan re tên peydakirin, ku ji bo pêşmerge ev gaveke mezine ber bi pêşve.

* Gelo ta çiqasî berpêşçûna şiyanên kurd bo şandina neft û peydakirina dahatê karîgerî hebû li ser gorîna hevkêşeya hêzê li gel Hukumeta Îraqê?

- Ez ê dawî tişt di derbarê pêşmerge de bêjim berî ez bersiva pirsyara we bidim. Niha mihê 100 milyon dolar ji moçeya pêşmerge ji aliyê Bexdadê ve tê dan, ku ev jî pêşveçûneke mezine û hate bîra min ku ez destnîşanbikim, omêd ew e ku ev gaveke pozetîv be. Bi veger bo pirsyara we şandina neftê û parevekirina dahatê, ez dibînim kurdan di vê payîzê de manoreke siyasî a kara encamdan û serketî jî bûn, çûnkî ew nakokî di nav kurdan de hebû ku paş dorpêça abûriya Bexdadê gava me ya bê wê çi be û çawa bê dahata Bexdadê em ê xwe rizgarbikin, lê niha hevgirtineke mezin heye derbarê wê pirsê de, ez dibînim Nîçirvan Barzanî û Qubad Talebanî û Aştî Hewramî û wezîrê darayîRêbaz Hemlan hemûyan bi hev re karkirin daku hewil bidin baweriyê bi Hukumeta Herêma Kurdistanê dirust bikin ji bo ku wê yekê diyarkin ku Herêma Kurdistanê pilana abûrî ji bo sala 2015 heye heger Hukumeta Federala Îraqê rêkeftinê neke, wiha asayî ye çûnkî Kurdistan dikare di sala 2015ê de dahata xwe peydabike. Şandina neftê bi şêweyekî serbixwe ji aliyê Kurdistanê ve ne tiştekî asan bû, bi wê watayê hat ku Kurdistan ji aliyê dahatê ve wê kêmûkasî hebin, bi kêmasî di nîva yekem a sala 2014ê de û digel saleke darayî a bizehmet li Herêma Kurdistanê, lê li dawiya sala 2015ê Herêma Kurdistanê dikare darayiya xwe peydabike, dema ev pilane mehek berî niha ji Perlemana Kurdistanê re hate pêşkêşkirin, vê yekê hêzeke mezin da siyasetmedarên Kurdistanê dema dest bi gotûbêjan kirin li gel Bexdadê, çûnkî bi hûrî ew yeke rûnkirin ka wê çibikin heger bexdad negehişte rêkeftinê bi wan re, herwiha piştevaniyeke siyasî a baş hate kirin ji aliyê partiyan ve, bi rastî ev alîkar bû, ji ber vê ez dibêjim gorankariyek di abûriya Kurdistanê de çêbûye û di bijarde hene, a yekê bi şêweyekî serbixwe neftê bişînin, a duyê dahatê bi Bexdadê re parvekin, renge dabeşkirina dahatê sala 2015ê karekî locîkî be, lê renge karê locîkî li sala 2016 û 2017ê şandina neftê be bi şêweyekî serbixwe. Lê niha bijardeya duyê li pêş Kurdistanê ye.

* Win çawa li biçekkirina mîlîşiya dinêrin ji aliyê Hukumeta Îraqê ve, ku berê jî hukumeta Nûrî Malikî amadeyiya xwe derbirî ji bo çekdarkirina her hêzeke taîfî ku bixwaze şerê DAIŞê bike û niha jî behsa avakirina hêzeke çekdar ji bo Kakeyî û Êzîdî û Mesîhiyan tê kirin, vê jî kir ku li Kerkûkê xwepêşandan were kirin û daxwazkirin di bin sîbera hêza pêşmerge de bin, ta çiqasî ev bersiveke raste bû ji bo biryareke ne dirust?

- Xuyaye ev pirsyareke aloze, ez dibêjim mîlîşiyayên baş û mîlîşiyayên xerab hene, dibe ev bi sadepêşandana pirsê be, lê ev rêyeke têre tê omêdkirin encamên baş hebin. Ez dibêjim hinek ji ew mîlîşiyayên ku ji başûr tên di demê dirêj de ew metirsîne bo ser sinûrê Kurdistanê, hêza Bedir ku ji aliyê Îranê ve piştevaniyeke bi hêz lê tê kirin wê cihê dilgiraniyê be ji bo kurdan heger li derdora Kerkûkê hatin bi cih kirin, wek Dozxurmatû, Qeretepe, Celewla û hemû wan cihan, ev li dawiyê wê bibe pirsgrêk. Ji aliyekî din ve ez dibînim giringe hizira zêrevanên sinûr were cêbecêkirin, ku her parêzgehekê polîs û zîrevanîn nîştimanî yên xwe hebe li Îraqê ku parêzvaniyê li axa xwe bike dema DAIŞ tê dûrxistin. Hizira Sehwe jî bi min baş bû, heger hukumeta Îraqê cêbecê bikiraya, wiha renge niha DAIŞ derneketiba, ku ew jî bi çekkirina êlên sune û kemîneyan bi xwe ve digre li navçeyên xwe, lê gereke bi ajêhebûn ev kare were kirin, wek Mesîhiyan li deşta Neynewa, Kakeyiyan û Şebekan û Êzîdiyan li navçeyên wan ku ew jî bo demeke pir dirêj wiha bû ku polîsê xwecihî bi vî şêweyî bû û nûneratiya xelkê kiriye, li navçeyên kêşe li ser jî raste Kurd û Sune û ew ên din Turkman karkirine ku hevsengiyekê di nav hêza polîs de dirust bikin. Ez zanim wê cihê nerihetiyê be ji bo kurdan ku giropên çekdar yên nû di sinûrên wan de hebin, lê di rastî de pêşmerge wê bi şiyantirîn hêza çekdar be di navçeyê de û heger reftara giropeke çekdar bi wan baş nebe, wiha wê bikarin rêgiriyê li reftara xeraba wê giropê bikin. Gereke kurdan bawerî bi xwe hebin ku di dema salên bê de ew ê karekterên serekî bin li navçeyên kêşe li ser.

* Gelo ewlewiyatên Emerîka çine di şerê dijî DAIŞê de bi taybetî ku 1500 kes şandine ji bo alîkariya leşkerê Îraqê û hêza pêşmerge? Herwiha nirxandina we ji bo seredana Çak Hagil ji bo Îraqê çiye?

- Emerîka hêdî hêdî alîkariyên leşkerî ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê zêde dike, niha em di rewşekê de ne ku hukumeta Emerîka daxwaza diravan dike ji bo meşqpêkirin û peydakirina kel ûpelan ji bo neh firqeyên Îraqî, firqeyek ji bo êlan li Enbar û sê firqeyên Pêşmerge, ku ev hemû pêwîstî bi şeş milyar dolare ji bo meşqpêkirin û kel û pelan, ev jî bernameyekî pir mezine, Elmanî jî herwiha bi kêmasî kel û pel û meşqpêkirinê ji bo du firqeyên pêşmerge peydadikin, wate ev bernameyekî pir mezin a meşq û kel û pelane. Herwiha rewta êrîşên esmanî yên Hevpeymanên Nêvdewletî jî bilez bûye, renge di çareka yekê a sala 2015ê de êrîşa ser Mûsil û Tekrît û Feloce dest pê bike û wê demê Emerîka dîsa wê alîkariyên leşkerî siq bike ku wê hêzên taybet yên Emerîka li xe bigre û wê kar ligel pêşmerge û leşkerê Îraqê de bikin ku êrîşên esmanî bikin û hevkariyê bikin di pilandanan ji bo operasyonan û pêdana zanyariyên hewalgêrî, Ez dibêjim em ê vê di çareka yekê a sala 2015ê de bibînin. Xala serekî di navbera Emerîka û Kurdistanê de ew e ku ji aliyê leşkerî ve niha Kurdistan hevpeymanekî nêzîkî Emerîka ye bi hevberkirin bi her demeke dina berê de, Emerîka niyet heye bingeheke nû li Bastirme, nêzîkî Herîrê avabike ku ez dibînim wê bingeheke domdirêj be, wê destpêkê meşq û kelûel ji bo sê firqeyên pêşmerge peydabike, lê ji bilî wê ez piştrastim wê berdewam jî be ji aliyê hêza esmanî ve ku li bingehê bicih bû, herwiha Emerîka wê piştevaniya dirêjxayen bo wezareta pêşmerge peyda bike, ev jî tiştekî baş e ji ber ku berî niha Emerîka ji aliyê piraktîkî ve tu muameleyek bi pêşmerge re tune bû, lê ev şere dibe sedem ku Herêma Kurdistanê di yekxistina wezareta pêşmerge de cidî beû dibe sedema ku Emerîka di hevpeymanîkirina leşkerî a Herêma Kurdistanê de di paşerojê de cidî be, ev jî tiştekî pir baş e.

* Boçûna te çiye derbarê şandina hêza pêşmerge ji bo Kobanê û vegera wan û şandina hêzeke nû li cihê wan? Ku serok Barzanî bi germî bixêrhatina wan kir?

- Tiştekî mezin ku em dibînin serok Barzanî wek fermandeyê hemû hêzên pêşmerge pêşwaziya palewanên Kobanê bike, herwiha giringe ku em dibînin Turkiya jî piştevaniya piroseya şandinê kir, em dizanin ku Turkiya sedemên xwe hene ji bo encamdana vî karî ku pêwendî bi kêşeya kurd – li Turkiya- ve heye û pêwendî bi wê yekê ve heye ku ta radeyekê kontrola wê yekê bike ku li Kurdistana Sûriya çêdibe, lê giringe jî ku em bibînin Turkiya asankariya çûna pêşmergan bike, ez dibînim ev karekî baş e ji bo kurdên Îraq û Turkiya û Sûriya jî û ez hêvîdarim bi arasteya rast û dirust ve here.


* Berpirsên Kurd dilgiranin ji helwîsta Turkiya ku alîkariya Kurdistanê nekir dema DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bû, lê piştre serok wezîrên Turkiya seredana Kurdistanê kir, herwiha Turkiya razîbû meşqê bi hêza pêşmerge bike, pirsyar ew e gelo Turkiya nêrîna xwe li hember Herêma Kurdistanê carek din dadirêje?

- Turkiya hewildide li helwêsta xwe veger di asta kurdên Îraqê de, meha Ab û Eylolê du mehên xerab bûn, Turkiya jî êdî êdî geheşte çareseriyekê, çareserî jî rêdan bû ku pêşmerge biçin Kobanê, herwiha şandina rastewxo a dahata nefta Herêma Kurdistanê bû, bi rêya van du karan Turkiya carek din nîşanda ku dikare bibe dost û ev jî hinek ji ziyanan çakbike, niha renge Turkiya rolekî baş hebe ku hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bike ku nefta Kerkûk û Herêma Kurdistanê bişîne. Em dibînin di meha Tişrîna Duyê de 150 hezar bermîl neft ji Kurdistanê paş rêkeftina ligel Hukumeta Federal, hatiye şandin ji bo Turkiya, yekser ji aliyê palavgeha Potraş aTurkiya ve hate palaftin, vê jî kar ji bo Hukumeta Îraqê asan kir ku neft hat û Turkiya jî yekser neft kirî, diyare ew rêkeftine pir bi lez tê cêbecêkirin. Dawûd Oglo serok wezîr û Taner Yildiz wezîrê wizeya Turkiya rolekî pir pozetîf dîtin ji bo gîştina wê rêkeftinê, ez hêvîdarim Turkiya rolê pozetîv yên zêdetir bibîne, di nav de li derdora Mûsil ku renge dest bi hinek hevkariyê kiribe di şerê dijî DAIŞê de li wê navçeyê ji aliyê meşqpêkirinê ve û Turkiya pêwendiyên baş hene li navçeya Mûsilê ku renge mifa jê were dîtin di şerê azadkirna Mûsilê de li sala bê.

* Gelo em dikarin vê carê ji her demeke din zêdetir geşbînbin?

- Erê ez niha temam geşbînim, ez xweşhalim ku Hukumeta Îraqê niyeteke cidî nîşanda di danûstandinan de, ez xweşhalim jî ku pêşmerge erdê bi dest dixe, me zanî ev yek wê çêbibe û pêşmerge wê bi tundî li pêşiya wan bisekinin, tiştekî başe ku em vê yekê bibînin, herwiha tiştekî baş e ku karvedana Turkiya di asta bê omêdiya kurdên Îraqê de em dibînin ku beşdarî pirsa ewlehî û neftê dikin. Wate pirsgirêk bi arasteyeke pozetîv de ddiçin, di van rojan de em ê Qubad Telebanî bibînin li vir li Waşinton DC, ez dilgermim ku guhdariya wê goftûgoyê bikim, ji ber ku pir tiştên pozetîf niha çêdibin.

* Peyama te ji bo xelkê Kurdistanê çiye?

- Ez pêroziya xweragiriyê lê dikim û xelkê Kurdistanê saleke bi zehmet derbaz kirin di 2014ê de û ez hêviya bextekî geş ji we re dixwazim di 2015ê de û bi a min wê saleke pir baştir be.
Top