• Tuesday, 30 April 2024
logo

Piştgiriya Ferhad Pîrbal

Piştgiriya Ferhad Pîrbal
Ji demekê ta demekê di navbera Mela û rewşenbîran de şerek derdikeve. Ev şer jî ne daxwaza rewşenbîran e weku mela îdîa dikin, û rastî jî berevajî ye, ji ber şer her tim ji minareyên mizgeftan de dest pê dike û ji wir radigihînin ku rewşenbîr gawir in û ji ayînê vegerîne û xwîna wan helal dikin. Ta niha qet nebûye ku rewşenbîrekî xwîna melayekî helal kiribe, bi tevî ku hinek ji van melayan hizir û bîra paşketî û kufkî di nav vî gelê ku fersenda dîrokî ji bo xwenasîn û pêşkeftinê li ber vebûye. Tiştê ew dikin tawaneke mezin e, û eger lêpirsîn pê vebe dê bihêne zindanîkirin. Eger karûbar bi kefa melayan biçe, kurdê bi hezar salî dê bi berev paş vegerin, weku kurd berî hezar salî di bin xêr û bereketê de mabûn û niha jî jê bêpar mabin.

Ez li vir çêra hemû melayan nakim, yên baş jî di nav wan de hene. Di dema berê de melayan civak bi rê ve dibirin, û çend kesên navdar jî di raboriya gelê kurd de ji nav wan derketin pêş. Wek Mela Findiyê Hewlêrî di warê civaknasiyê de. Mela Mihemedê Mezinê ê Koyê di warê hizir û rewşenbîrî û wêjeyê de û hin siyasetmedarên mezin wek Qazî Mihemed Serokê Komara Mehabad a kurd sala 1946ê. Ev kes zêdebarî ku kesayetiyên olî bûn di heman demê de serkirdeyên ku civak berev rizgariya ji nexweşî û kevneperstiyê dibirin.

Ev şerê ku ji demekê heta ya din li Silêmanî û Hewlêrê di navbera oldar û melayên mizgeftan û rewşenbîran de dertê, ne şerekî olî weku mela diyar dikin, eger ew şerê gawiran dikin kesî rê li wan negirtiye bila herin şerê wan gawiristanê bikin, lê ev şer şerê nirx û payên civakî ye. Ew dixwazin em di sedsala 21ê de weku sedsala 7ê hizir bikin û bijîn, ew bergiriya pa û nirxên rizî dikin ku dem bi ser re derbaz bûye, lê rewşenbîr dixwazin bibin pireyek hizir û bîreweriyên nûjen derbazî nav civaka kurdî bikin, ew civaka ku pêdiviya wê ji her demê bêtir ji wê pêngavê re heye. Ev melayên ku ji hev ketî ne û ji cîhanê dûr in ta radeyekê nikarin nirxên xwe yên bi ser dimirin û diparêzin bi civakê bidin qebûlkirin, her wiha nikarin di mala xwe bisepînin, tên di gotara roja înê çend reşûrût û belengazan pê dixapînin. Weku ewê bixwaze di serdema iPad de şabeşa siwakê bike.

Berî 1400 sal, ji dema hatina Îslamê bo herêma me, û ta demeke dire ji derketina wê jin kole û bidest bû. Kesek nikare vê rastiyê înkar bike û rûpelên dîrokê jî bi mînakan tijî ne. Hin serkirdeyên Îslamê hene, wek mînak mêr bi roj kuşt û bi êvarê bi jina wî re xew kir. Ez nabêjim ev ayîn e yan ayînê ev yek helal kir, lê ez dibêjim ev tîtal û nerêtên wê demê ne. Lê em di roja îro de dibînin ku hin melayên kurd di gotara înê de daxwazê dikin ku çi tişt di destê jinê de nebe û dixwazin jinê bikin kole, û hizirên xwe bi sed behane û gotinên pûç dipêçin. Kesê vî karî bike li pey yasa û tîtal û nerêtên niha kesekî paşketî ye, yasayên zagonê daxwaza yeksaniyê di navbera jin û mêr de dikin. Jêdera piraniya tundûtûjiya li hember jinê di roja îro de, ew gotarên roja înê yên bê wate û pûç in ku zaf jin bûne qurban ji wan gotinên vala û kufkî re.

Wezîrê Ewqafê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nûnertiya bîreweriya paşketî dike, bertek û pêşbiriyê ji pirsa “Cênder” re dike, bêguman ew dizane ku wateya cênder yeksanî ye yan jî ew ne hêja ye bibe wezîrek di hikûmeteke de ku dirûşma yeksaniyê hildide, lê ew dibêje ku cênder bi wateya zewac û hevsergîriya di navbera mêyîne bi mêyîne re û nêrîne bi nêrîne re ye. Temaşe bikin ev çawa nirx û hizirên nûjen yên pêşkeftinê badidin û dişewînin.

Pirsgirêka me ne di hişê kevin yê li ser civakê zal de ye, bêguman civaka me bi hezar salan di bin bîr û hizra eşîr û êlê de ne baştir bû, kêşeya me ku Kurdistan niha desthilata siyasî û birêveberiya xwemalî heye, bi behaneya pêşkêşkirina jiyaneke nûdem ji civaka me re. Sîstem û yasayên herêmê li ser binemayeke pêşkeftî û nûjen hatine dariştin, lê li aliyê din em dibînin ku dam û dezgehên mîrî û yasayî bi seriyên vala û paşketî tijî bûne. Mizgeft dezgeheke fermî ye û mela lêçûn û mûçeyên xwe ji hikûmetê werdigirin, lewma nabe ew hikûmetê li pey xwe de bikişînin berev aliyekî ne li gor arasteya hikûmetê ya giştî. Eger karûbar bi vî şêweyî berdewam bin, dê ezmûna hikûmetê di nîvê re bibe du beş. Îcar çon dam û dezgehên dewletê kesinan dihewîne, ji ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bergiriyê nekin.

Hizir û bîrên berî hezar salî bi rêya hikûmetê vegeriyan ku li ber rewşenbîr û dahênana wêjeyî bibin asteng û tirs. Ev yek pêdiviya Kurdistanê bi şoreşeke rewşenbîrî derdixe pêş, şoreşeke rewşenbîrê wek ewa Mao Tse-Tung li Çînê di salên şêstî de li dij dijminên sîstema xwe rakir.

Dam û dezgehên mîrî û dadgeh û mizgeft û hemû ewên hikûmet lêçûna wan dide û li wan xerc dike, divê tenê metod û bîrdoziya hikûmetê hilgirin. Sekinandina rewşenbîrekî li pêş dadgehê wek tawankarekî ya dîlekî ji ber weşana tekstekî wêjeyî, ne ew paşeroj e ku gel ji ber ve xebat kir û xwîn rijand. Têkçûna nivîskar û helbestvan û rewşenbîran li ber doza mela û îslamiyan di dadgehên Herêma Kurdistanê de, nîşana xerabiyê û paşerojeke reş û metirsîdar e. Çê nabe, mela bi serkevin û rewşenbîr têk biçin. Em ne di serdemên navîn yên Ewropa de ne, em di sedsala 21ê de û riswabûnên me li hemû cîhanê belav dibin di heyama çend xulekan de. Ev mela û îslamî û xwedî bîr û hizirên kufkî û genî di nav civakê de, şabaşa siwakê di serdema iPad-ê de dikin, hizir û bîreweriya wan tenê li vê mînakê tê lewma min dan ber hev.

Divê rewşenbîr di vî şerî de serî danexin û netewînin, ev şer di navbera raman û hizirên rizî û nirx û paya nûjen de, yekalîker e. Ferhad Pîrbal di maweya 8 mehên raborî de, di bin zext û fişarê de bû ta lêborîna xwe ji melayan bixwaze û ji raman û bîreweriya xwe paş de vegere, lê wî serî daneyna ta li dadgehê jî. Diviya rojnameya Aso jî ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih bi xwe ve tê weşan, lêborîna xwe nexwestiba, ji ber weşana tekstekî wêjeyî yê li hevhatî û ji zimanê erebî wergerandî. Dîroka ereban bi deq û tekstên weku wî tijî ne, lê belê bi tekstine ji wî pêşvekirîtir jî, di heman demê de ku ereb xwediyê vî olî ne, çi bertek û pêşbirî û rêgirî ji wan tekstan re nekirin.

(AKnews)
Top