Dr. Roj Nûrî Şawîs bo Gulan: Bodceya Pêşmerge bi hejmar tê nivîsandin û xerckirina wê bi tu mercekê ve nehatiye girêdan
Rêkeftina vê carê a navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal a Îraqê li ser pirsa bodceya Îraqê, tevî ku ne rêkeftineke hemaliye ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera her du aliyan de, lê rêkeftineke pir giringe li ser pirseke hestyar û çareserkirina bodceya pêşmerge û kêşeya nefta Kurdistanê di nav piroje bodceya Îraqê de, naveroka vê rêkeftinê komeke pirsên giring li xwe digre ku jêrxana serweriyê bo Kurdistanê dadimezrîne, wek danpêdan bi hêza pêşmerge wek beşeê ji sopayê dewleteke federal, danpêdan bi kontrolkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê ji aliyê pêşmerge ve û di ser hemûyan re Kerkûk, herwiha razîbûn ku nefta Kerkûkê bi rêya boriyên neftî yên Kurdistanê re were şandin bo bendera cîhan a Turkî, ev jî wate hukumeta Îraqê ne tenê danpêdanê bi siyaseta nefta Herêma Kurdistanê dike belku danpêdanê bi rewayiya boriyên neftî yên Kurdistanê jî dike, ev boriyane wê stratîjiyeta veguhastina nefta Kerkûkê biguhêre û bi Kurdistanê ve girêbide, ji vê jî zêdetir ev rêkeftine di rewşa ji aliyê hukumeta federal ve neyê cêbecêkirin destê Herêma Kurdistanê berdide ku ew jî pabend nebe bi vê rêkeftinê û wê demê her çi bike wê rewatiyeke nêvdewletî hebe, herwek çawa Neteweyên Yekgirtî û Emerîka di îmzakirina rêkeftinê de destxweşiya herdu aliyan kirin, ji bo axaftin li ser naveroka vê rêkeftinê, peyamnêrê me li Bexdadê ev dîmane bi rêzdar Dr. Roj Nûrî Şawîs cîgirê serok wezîrên hukumeta Îraqê re encam da, ev jî deqa dîmaneyê ye.* Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdadê de bi pêşveçûneke mezin di piroseya siyasiya Îraqê de tê hejmartin û tê hest kirin ku guhertinek di eqliyeta siyasiya hukumranên Îraqê de peydabûye, tu wek cîgirê serok wezîran çawa li vê rêkeftinê dinêrî?
- Ez nikarim ji vê yekê re bêjim gorankarî di mejiyê siyasî de, belku mejî hatiye gohartin, ew ên hukumeta nû ya Îraqê avakirine û kes cuda ne ji ew ên berî niha, bo nimûne kesên wek Heyder Ebadî, Îbrahîm Ceferî û Adil Ebdulmehdî ev bi şêweyekî din hizirdikin, lewra ev hukumeteke hevpeymaniye û hizir û bîrên hemereng têde ne, beş ji goşeyekê li pirsê dinêre û beşekî din ji goşeyeke din li pirsê dinêre, lê helwîsta giştî rêkeftine di navbera ew hizir û boçûnên cuda de, bi taybet li ser pirsa bodce û zilma bodceyê, ku pirsa neftê jî di nav pirsa bodceyê de ye, rêkeftin li ser van pirsan wê watayê nade hizir û boçûna hukumetê hatibe guhertin, belku wê watayê dide ku hukumet bi serokatiya wezîran û hemû wezîran piraniya wan di derbarê abûr, darayî, asayîş û siyaseta Îraqê bi hevberkirin digel piraniya di nav kabîneya berê de, baştir têgehiştine, herwiha baştir di rewşa Kurdistanê têgehiştine, di heman dem de nabe ew ji bîra me here, îsal ne wek salên berî niha ye, pirsa abûrî di Kurdistanê de ber bi pêşve çûye, pêwendiyên Kurdistanê li ser astê navçe û nêvdewletî zêdetir ber bi pêşve çûye, Kurdistan di asteke din deye, Kurdistanê qûnaxa zehmet derbazkir û bo demê neh mehan bodce û moçe ku mafê xwe bû, lê hate birîn, tevî ew şerê giran yê bi DAIŞê re û ew hemû penaberên ku hatine Kurdistanê, tevî wê deshelata Kurdistanê bi şêweyekî pir ciwan rêveberiya wê rewşê kir û bi hevkariya xelkê Kurdistanê ew rewşa giran û zehmet derbazkir, lewra ev jî wê watayê dide heger Hukumeta Îraqê guvaşan zêdetir bike, renge Kurdistan ji wan guvaşan bê minet be û bikare bê bodceya Bexdadê welatê xwe bi başî birêve bibe. Lewra ji ber van sedeman û sedemên din jî bûne hokarê ku ev rêkeftine di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federala Îraqê de peydabibe.
* Di rêkeftina vê carê de dihate hestpêkirin ku astê danûstanan di navbera Herêm û Hukumeta Îraqê de hevsengî pêve diyarbû, Bexdadê vê carê bi zimanê ji hev famkirinê diaxfî, gelo hokarê dirustbûna vê hevsengiyê çibû?
- Hukumeta Federala Îraqê niha ji bilî ku kêşeyeke siyasiya mezin heye, di heman dem de kêşeyeke mezina darayî û abûrî jî heye, lewra hewil dide bi Herêma Kurdistanê re rêkbikeve daku kêşeyên siyasî kêmbibin, herwiha bi Herêmê re rêkbikeve daku rewşa xwe ya abûrî rastbike, ji vê jî xerabtir di demekê de Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê li hember hevdu seknîn, lê dijminekî hevbeş ku DAIŞ e di rûyê herduyan re derket, ji vê jî zêdetir heta niha Hukumeta Federal nekariye wê neftê berhmbîne ku di pilana abûriya xwe de destnîşankiribû ku pêktê ji berhmanîna sê milyon bermîl neft di rojekê de, tenê 2.4 milyon bermîl neft berhmaniye, hevdem bodceya Herêma Kurdistanê jî neşandiye, lê nikariye abûriya xwe rêkbixe, lewra niha hum pêwîstî bi zêdekirina berhemanîna neftê heye, hum jî pêwîstî bi zêdekirina çavkaniyên dahatê heye, pirsyar li vir ew e gelo Hukumeta Îraqê di ev rewşa taybet ku ketêye, çawa dikare çavkaniyên dahata xwe zêdebike? Bêgoman take rê rêkeftine ligel Hukumeta Herêma Kurdistanê. Ji ber ku di çarçovê vê rêkeftinê de dahata neftê ji bo hemû Îraqê ye, bi wê yekê jî tiştek ji Herêma Kurdistanê bi dest dikeve, herwiha şandina nefta Kerkûkê ye ji ber ku niha ew nefte nayê firotin û tu rê tinene ji bo şandina wê, li gor vê rêkeftinê rojane 300 hezar bermîl bi rêya boriyên neftî yên Kurdistanê wê were şandin, ev jî take rêya bileze ji bo rêxstina rewşa abûrî a Îraqê. Ji ber ku eger ev yeke nebe, gereke deynên navdewletî bike, ji bo vê yekê jî di ev rewşa Îraqê de tu aliyek ne amadeye bi ew qebarê mezin ku pêwîstiya Îraqê pêye deynan bi vî welatî din, ev jî bi sedema şêwazê hukmkirina hukumeta berî vê hukumetê heta niha Hukumeta Îraqê ne cihê baweriyê ye, lewra ev rewşe palder bû, ne ji ber ku wan bawerî heye ligel Kurdistanê rêkbikevin, belku palder bû ji bo ew ên baweriya wan bi rêkeftina bi Kurdistanê re tunebû, ku vê carê rêkbikevin û ev rêkeftine peydabibe.
* Xaleke bi ecêb a danûstanên vê carê di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal de, hazirbûna Hisên Şaristanî ku berê doseya neftê di destê wî de bû, sedema hazirbûna Husên Şaristanî çi bû? Herwiha Şaristan wiha tê naskirin ku çavkaniya kêşeyane di doseya neftî a navbera Herêm û Hukumeta Îraqê de, gelo we çawa karî bi amadebûna wî bigehin rêkeftinê?
- Amadebûna Husên Şaristanî ji ber wê yekê bû ku demeke pir dirêj doseya nefta Îraqê di destê wî de bû û di mawê çwar salên borî de agehdarî doseya nefta Kurdistanê bû, ew bi xwe jî peyayekî bi ezmûn û zanaye, ew wedike ku hizira Şehristanî ligel hizira Hukumeta Herêma Kurdistanê hev negire, ew e ku wî hizireke navendî heye û dixwaze hemû deshelata siyaseta neftê navendî be, lê Hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze di çarçovê destûra Îraqê de bi xwe siyaseta nefta xwe darêje û bi xwe bingehekê ji bo pêşesaziya neftê dirust bike û bi xwe nefta xwe bifroşe, lê dahat ji bo hemû Îraqê be, lewra ev navendîtiya Şaristanî destûr piştgiriyê nake, lê tevî van hemûyan Şaristanî locîkiyane rewşa niha a Îraqê dixwîne, herwiha aje rewşa Kurdistanê heye, lewra hate dawet kirin bo nav kombûnê û di kombûnê de rolekî nerênî nelîst, berûvajî rolekî erênî lîst ev rastiye û gereke were gotin, lê wî alî bo çi Şaristanî anî? Bêgoman ji bo ku ew jî piştgiriya rêkeftinê bike wate ev rêkeftine rengvedana hizira hemû aliyekî be û paşê tu alî li dijî rêkeftinê dernekeve. Ev jî tiştekî baş bû.
* Xaleka giringa din a vê rêkeftinê şandina nefta Kerkûkê ye bi rêya boriyên neftî yên Herêma Kurdistanê, gelo ta çiqasî Kerkûk bûye beşel ji danûstanên wê rêkeftinê û ta çiqasî ev gave ji bo paşeroja Kerkûkê giringe?
- Ew nefta ku ji Kerkûkê tê berhem anîn û tê şandin ji bo derve, ji sedî sed di bin kontrola Hukumeta Herêma Kurdistanê deye, li gor destûra Îraqê jî ew navçane bi hemahengî di navbera Hukumeta federal û herêman de tên rêvebirin, lê heta niha ev hemahengiye tunebû û Hukumeta Federal bi xwe destbilind bû di rêveberiya van navçan de, herwiha dema salekê ye jî nekariye bi şêweyekî rêkûpêk nefta Kerkûkê berhmbîne û bişîne derve, ev jî ji ber wê yekê bû, demeke dirêj terorîstên DAIŞê ew boriyên neftî diteqandin ku nefta Kerkûkê tê re dihat şandin, piştre DAIŞê Mûsil jî dagîr kir, wiha borî bi temamî kete jêr kontrola terorîstên DAIŞê, û bûye sedema ku bi temamî şandina neftê were seknandin. Heta DAIŞ li Mûsilê be kes nikare nefta Kerkûkê di boriyên berê re bişîne, lewra ew nefta ku niha li Kerkûkê tê berhemanîn kême û renge tenê têre pêdiviyên navxwe bike, lewra eger ew nefte neyê berhemanîn û şandin, wiha dibe zererê wê bo bîrên neftî jî hebe û berhema bîran wek berê nebe, lewra pêwîste ji aliyekî ve ew nefte were berhmanîn û şandin û ji aliyekî din ve gereke rêya şandinê ewle be, niha jî ji boriyên neftî yên Kurdistanê bi selamettir tuneye daku nefta Kerkûkê bigehe bendera cîhan li Turkiya, ev rêye jî hum ji bo Kurdistanê û hum jî ji bo Îraqê mifa heye, lewra ku di rêkeftinê de hatiye: (Hukumeta Herêma Kurdistanê rêdide rojane 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê bişîne) ev wek xala yekemîn danpêdaneke fermiye bi rewatiya boriya neftî a Kurdistanê û xaleke pir giringe, xala duyemîn ew e ku ew nefta li Kerkûkê berhemtê rêyeke stratîjî nû jê re hate dîtin, xala sêyem ew e ku ew rêya stratîjî axa Kurdistanê ye, ev wate Kerkûk bi Kurdistanê ve tê girêdan, herçiqas ev pirsa heta niha bi fermî biryar li ser nehatiye dan ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê, lê ev gave dibe hokarê ku kêşeya Kerkûkê bi asantir were çareserkirin. Giringiya Kerkûkê ji bo Îraqê nefte, ew nefte jî niha bi rêya Kurdistanê re tê şandin, ev jî destkefteke madî a giringe ji bo Îraqê.
* Ev rêkeftina navbera Hukumeta Herêma û Hukumeta Federal de tenê li ser pirsa bodce û mûçeyê bû, lê kêşeyên navbera Herêm û Bexdadê de pirin, gelo we behsa wan kêşeyan kiriye, yan civîn wê berdewam bin?
- Kêşeyên Hukumeta Herêma Kurdistanê, kêşeyên hukumeta kevin a Îraqê ne û ji ev hukumeta nû re mane, hinek jî kêşeyên kûrin û nabe bi seredana şandekê di dema du rojan de ew kêşane hemû werin baskirin û çareserkirin, ew kêşeyên ku li ser rêkeftin hatiye kirin ev demeke pir dirêje hazirî jê re hatiye kirin û seredana Herêma kurdistanê jî hatiye kirin, wate çareserkirina kêşeyan amadekarî jê re gereke, lewra nayê karîn di demeke kin de yan di civînekê de ew kêşane hemû werin çareserkirin. Lewra di vê rêkeftinê de tekeza serkî li ser bodce û pirsa neft û pêşmerge bû di nav bodceyê de, herwiha tekezkirin bû li ser ew zimanê bodce pê tê nivîsandin. Win bi xwe zanin ew zimanê sala çûyî û a berî wê ku bodce pê hatibû nivîsandin, bodce kiribû yasaya sizadanê û çendîn birge têde bûn ji bo sizadana Kurdistanê hatibûn danîn, lewra em li ser wê yekê rêkeftin ku zimanê boceyê gereke zimanê bodceyê be û behsa hejmar û dahat û çawaniya xerckirina wê dahatê bike, li ser pirsa neftê sala pêrar wan daxwaza jimareyekê dikirin ku Kurdistanê şiyanên berhemanîna wê tunebû, lewra ew wek hicetekê bû daku bodceya Kurdistanê bibirin, di bodceya îsal de em geheştine wê rêkeftinê ku Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîl di rojekê de bide û rojane 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê bi rêya boriyên nefta Kurdistanê re bişîne, li hemberê gereke Bexdad rêja 17% a bodceya Îraqê bişîne Kurdistanê. Pirseke din a Kurdistanê pirsa pêşmerge ye, hemû alî agehdarin ev kêşeye ji wê demê de dirust bûye ku bodceya wezareta bergiriya Îraqê ket ser bodceya serwerî û ji wê demê de em hewil didin beşek ji bodceya wezareta bergirî bo pêşmerge were terxan kirin, ji ber ku dema bodceya serwerî hindadibe, wiha rêjeya 17% a Kurdistanê kêm dibe, lewra gereke kêşeya pêşmerge ji bodceya serwerî ku bodceya wezareta bergirî jî bi xwe ve digre beşek ji bo pêşmerge were terxan kirin daku wê kêmbûnê rast bike û herwiha pêdawîstiyên pêşmerge jî peydabike, berî rêkeftina vê carê û di salên borî de me pir caran danûstan li ser vê pirsê kirine, lê ew qet razînebûn beşek ji bo pêşmerge were terxan kirin, lê vê carê me ji roja yekê ve ku piroje yasaya bodceyê li civata wezîran hat xwend û me lêkolîn li ser kir me dakokî li wê yekê kir ku gereke ew zimane ron û eşkere be û ew hejmare têde were nivîsandin ku ji bo pêşmerge tê terxankirin û ev pare bi tu mercan ve neyê girêdan û gereke were dayîn, derencama danûstanên vê dawiyê bi taybet ku şanda Hukumeta Herêma Kurdistanê jî hat dakokiyeke pir baş li bodce û mafê pêşmerge hat kirin, rewşa niha jî alîkar bû, ji ber ku pêşmerge eniyeke bi dirêjiya 1050KM bi terorîstên DAIŞê re heye, lewra ew razîbûn ku beşek ji bodceya wezareta bergiriyê bo pêşmerge terxan bikin, ew beşe li gor hejmaraa rûniştvanane, ev jî pereyekî baş e, heger têra hemû pêdiviyên pêşmerge neke jî wê têra beşekî baş bike û di heman dem de danpêdane bi pêşmerge wek beşek ji sîstema bergiriya Îraqê û erkê ser milê Hukumet federale ku di peydakirina pêwîstiyên pêşmerge de beşdar be.
* Paş hilweşandina rejîma berê a Îraqê tu yek ji karekterên serekî a nav piroseya siyasiya Îraqê bûyî, derbarê rêkeftinan jî te rolekî xuya hebû, gelo paş rêkeftina vê carê paşeroja Kurd di piroseya siyasî a Îraqê de wê çawa be?
- Ev rêkeftina me vê carê kiriye, rêkeftine li ser çareserkirina beşek ji kêşeyane, hemû kêşe nehatine çareserkirin, lewra em ê berdewam bin daku hemû kêşe werin çareserkirin, ger em werin ser rêkeftinan , me ji sala 2003yê ve heta bi niha rêkeftinên pir baştir û ferehtir û kûrtir ji vê rêkeftinê kirine, heta ku rêkeftin di wî astî de bûn miletê me ji me razîbû, wek rêkeftina Hewlêrê ku hukumeta berê li ser hat avakirin, lê di hukumeta Nûrî Malikî de kesatiya serok wezîran û ew stafê ku li gel kar dikirin wan jî piştgirî dikir, wan siyaseteke wiha dane meşandin ku berûvajî hemû wan xalan bû ku em di rêkeftinê de li ser rêkeftibûn, vê jî wekir ku berî her tiştî welatê wan di rewşeke xerab keve, ji vê jî zêdetir pêwendiyên xwe jî bi Herêma Kurdistanê re têkdan, lê niha ev hukumete nû ye û ev jî yekemîn rêkeftine bi vê hukumetê re û herdu hukumet bi vê rêkeftinê xweşhalin û behsê dikin, li cêbicêkirinê dimîne, pir kes renge bipirsin ji bo cêbecêkirinê gerentî çiye? Ez di bersiva pirsyara wan xelkan de dibêjim: berî her tiştî gereke em bizanin di siyasetê de gerentî ji bo tu rêkeftinekê tuneye, ew a dibe gerentî, hevsengiya hêzê ye, wate heger cihê te bihêz be, wiha ew ê li hemberê te îmze bi te re kiriye wê pê pabend be û cîbecê bike, heger cihê te jî zeîf be, wiha aliyê hember wê hewil bide bi aliyê xwe ve bikşîne, lê di vê rêkeftinê de ku me li ser bodceyê kiriye, tevî ku hemû kêşe çaresernekiriye, lê beşê giring yên kêşeyan çareserkiriye ku ew jî kêşa pêşmerge û nefte, vêca ji bo cêbecêkirina vê rêkeftinnamê me peregrafek di piroje yasaya bodceyê de zêdekiriye û me nivîsandiye: (heger her aliyek pabend nebe bi cêbecêkirina naveroka vê rêkeftinêaliyê hember jî mafê xwe heye pê pabend nebe), ev jî wate heger Bexdad pabend nebe, wiha Kurdistan jî ne nefta Kerkûkê di boriyên xwe re bo wan dişîne û ne 250 hezar bermîlên xwe jî dide û bi xwe nefta xwe difroşe û tu kar bi Bexdadê namîne.