• Tuesday, 30 April 2024
logo

Mam Celal ji Gulan re: Hevpeymaniya Partî û Yekîtî hevpeymaniyeka pîroz e û di ser her tiştekî re ye

Mam Celal ji Gulan re: Hevpeymaniya Partî û Yekîtî hevpeymaniyeka pîroz e û di ser her tiştekî re ye
Birêz mam Celal Talebanî di heyama serokatiya komara Iraqê, di çwar salên borî de bi ew serokê serkeftî hatiye naskirin ku kariye di rewşeke zor aloz û ne normal de serokatiya welatekî weku Iraqê bike ku têde li ser her tiştekî hevrikî heye, belê li ser çawaniya bi rêvebirina serokatiya Iraqê û li ser şêwazê birêvebirina serokatiyê ji aliyê wî ve, tu hevrikber tunene, tenê ew hinek kesên ku berî niha ew axaftinane dikirin ku pêwîste li şûna mam Celal kesekî din ê 'ereb bibe serok komar, ew axaftinane jî ji serûçavkên hizreka şovîniya 'erebî dihatin kirin, ku nabe birêz mam Celal wek nûnerekî hevpeymaniya kurdistanê û niha jî wek balyorawê Herêma Kurdistanê serokatiya komara Iraqê wergire, eger ne weha be jî ta niha wan nikariye li ser karê wî weku serok komar rexneyekê lê bigrin ku cenabê wî ne hêjayî wê postê ye, di ev rewşa ku pirosesa siyasiya Iraqê di qonaxeke pir germ re derbaz dibe bo yekalîkirina her sê postên serwerî yên serok komar û serok wezîr û serok perleman, hemû aliyan ew doseye ta astekê yek alî kirine ku Mam Celal wek kandîdê serok Barzanî û hevpeymaniya kurdistanî ye bo wergirtina postê serok komar kandîdekî bê hevrike û hemû alî bi kandîd kirina wî razîne, bo baskirin li rewşa niha ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û peywendiya navbera cenabê wî û cenabê serok Barzanî û hevpeymaniya stiretîjîk a navbera Partî û Yekîtî, birêz mam Celal li Koşka Serokatiya Komara Iraqê pêşwazî li peyamnêrê kovara ''GULAN'' kir û bi vî rengî pirsyarên me bersiv dan, ev jî têkista dîmana taybeta ''GULAN'' e li gel mam Celal serok komarê Iraqê:
Gulan: di destpêkê de û berî her tiştekî em dixwezin ji cenabê mam Celal wek serok komarê Iraqê bipirsin, gelo birêz barûdoxê niha yê Iraqê çawa dibîne? Gelo wek serok komar ta çi astî geşbîne?

Mam Celal: berî her tiştekî ez bi xêrhatina we dikim û sipasiya kovara Golan dikim, ku ew derfet da min daku bersiva wan pirsan bidim ew ên li cem we giring.
Ez di siruştê xwe de piyawekî geşbînim, tu cara di jiyana xwe de reşbîn nebû me, ev jî ne hema ez ê geşbînim, belku lihevdan û hevberkirinên min jî bo rewşa niha di ke ku ez geşbînbim, niha berî her tiştekî, piştî ku beşê herî pira Hevpeymaniya Niştimanî biryar dan ku Nûrî Malikî bo serokatiya wezîran berbijar bike, wateya vê jî ew e ku dergehê damezrandina hikûmetê hat vekirin, çunkî piraniya wan ku 159 kesin piştevaniya hindê dikin ku Malikî bibe serok wezîr, xuyaye jî ku nayê karîn ew beşê mezina şî'an bên piştguhkirin, kurd ji kevin ve xudan hevpeymanî bûn li gel şî'an, bi taybet li gel Civat Bilinda Şoreşa Îslamî, piştre li gel Partiya De'we û hemû aliyên din yên ku berê opozisyon bûn, her ji ber vê çendê kurd nikarin boçûna şî'eyan piştguhbavêjin, herweha kurd bi xwe jî dixwezin, xelk boçûna wan piştguhnekin, her bo mînak demê cenabê serok Mesûd Barzanî, Mam Celal bo serokatiya komarê kandîd dike, ew piştraste ji wê çendê ku dostên di nav şî'an yan di parta Îslamî yan El'êraqiye de rêzê li kandîdkirina wî digrin, her ji ber vê çendê em jî nikarin boçûna şî'eyan piştguhbikin, lewra weha diyar dibe ku bi wê kandîdkirinê wê dergehê destnî‏şan kirina serok wezîran bê vekirin, belê destnîşan kirina serok wezîran bi tenê ne bese bo pêkanêna hikûmetê, bêguman çi cenabê kek Mes'ûd û min be, çi biraderên serkirdatiya herdu partiyan be, weha dibînin ku ew kesê ji kurdan nêzîk ew e yê ku 19 xalên kurdan pesend bike, ta niha ew a min bihîstiye û ta duhî (mebest 3/10/2010ê ye) Malikî bi telefonê ji min re got ''ez hemû xalên hevpeymaniya kurdistanî pesend dikim'' , bê guman ta niha tu kesî negotiye ku em ê hemû mercên kurdan pesend bikin, niha hemû firaksyon li vir in heger em bi Malikî re gîştin akamekê û me îmze kir, xuyaye li wê demê em ê jî piştevaniya wî bikin, heger ew rêkeftine jî bi nivîskî be, ji ber ku ne ew e ya ku tenê bi devî bê gotin, weku dibêjin (deme çît lê keme) ev ne bese, lewra heger ew rêkeftin di navbera Firakisyonên Kurdistanî û Dewleta Yasayê de hat îmze kirin li wê demê pirsa raspartina serok wezîr bo pêkanîna wezaretê tê pêş, ji ber ku niha Tehalufê 140 kursiyek hene, kurd û dostên kurdan jî 60 kursiyek hene, ev wê watayê dide ku pirtire ji 200 kursîkan, ev jî pirtire ji 163 kursiyan, belê ev bi wê çendê ve girêdaye (ez di vir de sedemê pê ve dixim) heger Dewleta Yasayê bi nûnerên kurdan re li ser ew mercên kurdan henî îmze bike, min bo vê mebestê pêr (mebesta wî 2/10/2010ê ye) bi serok Mes'ûd Barzanî re deynkir, ji min re got wek tu bi xwe dizanî û ji hemû aliyan re eşkereye ew kesê daxwezên me pesend dike, em ê li gel wan biçin nav hikûmetê. Vêca piştî ku serok wezîr hat destnîşan kirin, pirsa pêkanîna hikûmetê dimîne, çend alî têde bin, çend alî têde nebin, bi me xweş tê hemû alî têde beşdar bin, ev jî wate bi me xweş tê Iraqiye têde be, Mecilîs têde be, ta ew jî bi me xweş tê aliyekî wek Parta Komonîst jî têde beşdar be, lewra em hez dikin hemû alî beşdar bin, belê çi bi wan tê dan û çi ber bi wan dikeve ev di navbera aliyan de gotûbêj li ser tê kirin, ku helwêsta kurdan hat diyarkirin, ji nû pirosesa destûrî destpêdike, wate gereke perleman kombibe, yekem postê ku tê helbijartin gereke serokê perlemanê be, piştî wê gereke serok komarê nû helbijêrin, piştre serok komar, nûnerê firakisyona perlemanî ya herî mezin destnîşan dike bo pêkanîna hikûmetê, li vir xalek heye ez weha dibînim ku bi şêweyekî ne rast gotûbêj li ser tê kirin, ew xale jî pêktê ji wê çendê ku benda 76ê a destûrê dibêje: ( serok komar kandîdê firakisyona perlemanî (ne firakisyona helbijartinê)) radispêre, lewra pirsyar li vir ew e, di çi demê de (firakisyona perlemanî) dirust dibe? Bêgoman li wê demê dirust dibe ku perlementar bi şêweyekî destûrî hatibin pesendikirin, li nav perlemanê sûnd bixun înca firakisyona perlemantê dirust dibe, raste nûner hatine helbijartin, belê ta bi şêweyekî destûrî sûnd nexwe nabe nûner, lewra firakisyona perlemanî xuyaye û dadgeha destûrî jî her bi vî rengî şirove kiriye û ronkirineka rastane jî kiriye, lewra jî ew demê serok komar kesekî bo pêkanîna hikûmetê radispête, ew kese dest bi danûstanan dike bo dabe‏şkirina postên wizarî, heger di heyamê mehekê de pêkhatin, ew zor başe, heger pêknehatin, gereke kesê hatî raspardin biçe cem serok komar û bêje min nikarî, da ku kesekî din raspêre, belê vê carê ku tê raspardin ne merce ji (firakisyona) mezin yan ya biçûk be, belku destûrê ew a han ji serok komar re hîştiye, vêca ez bi xwe weha dibînim, ji ber ku beşê herî zor a şî'an pêkhatine û beşê herî zor a kurdan jî pêkhatine, pêkhatin bi sanahiye, tenê ev du beşe dikarin hikûmetê pêkbînin, ev ji bilî ku xelkên din jî renge bên û beşdariyê bikin, evca di vê çarçovê de careke din rola kurdan derketiye ku xudan rolekî giringin, kes nikare wê rolê piştguh bixe, navbirekê de hewlek hebû ji aliyê qumçiyên ‘ereban ve boçûneke weha hebû ku heger Iraqiye û Dewleta Yasayê hevbigrin, wê demê karê wan bi kurdan namîne, nizanim ka we ew kaxeze dî ye ew a Hîtî bi navê giropekî dabû Malikî, dibêje: (heger me dî pêwîstiya me bi kurdan heye, em ê li gel bipeyvin), wî jî di hemû postan de cîgir dida kurdan, wek cîgirê serok komar, cîgirê serok wezîran, cîgirê serokê perlemanê, ev tiştekî tîne bîra min, wextekê di yek ji ew danûstanên me li gel hikûmetê encamdidan, Tarêq 'Ezîz her basa na'êb na'êb (cîgir cîgiran) dikir, kek Newşîrwan Mustefa ku wê wextê nûnerê me bû jê pirsî, ((ostaz (mamosta) Tarêq, çênabe di tiştekî de bo mînak serokê olompiyê, tiştekî rewşenbîrî serok kurd be? bo nabe?)), Tarêq 'Ezîz got: (na nabe) û hemû cîgire, ku wate niha gereke em bêjin hezar rehmet li dizê kefenê, vêca ji ber ku piraniya şî'an pêkhatine û beşê zor a kurdan pêkhatine, ez geşbînim û ji min e rola kurdan vê carê bi tekezî karîgertir dibe ji caran.

Gulan: heyamê çend sala ne em hest dikin cenabê mam Celal û kek Mes'ûd wek du serokên niştimanî di hevkêşeka aloz û pira girêk de, gemiya kurdistaniyan di ev deryaya aloz de lenger pê girtiye, pirsyara me ew e gelo di ev barûdoxa aloz de cenabê mam Celal çend hevkarê kek Mes'ûd de û cenabê kek Mes'ûd Barzanî çend hevkarê cenabê mam Celal e?

Mam Celal: ez bi xwe yek ji şanaziyên jiyana xwe wê yekê datînim ku min kariye li gel kek Mes'ûd li ser her tiştekî bi hev re tebabin û rêkbikevin, pir cara ez dibêjim xweziya ew tebaya ku di wextê xwe de min li gel nemir jî hebû, têkneçûba, belê ew a ku niha navbera cenabê serok Barzanî û dilsozên we, bawer bikin cure pêkhatineka stretîjiya tund û bihêze û weha dîkeye ku tu erdhejîn nahejîne, xêra kurd têdeye, xêra gelê kurd têdeye, xêra netewa kurd têdeye, her careka pirsên hûr têne pêş, kêşeyên hûr di navber Partî û Yekîtî de têne pêş, ez di nav birayên yekîtî de dibêjim wê çendê wîn in bîra xwe ew tebayî û biratiya navbera min û kek Mes'ûd û navbera Partî û Yekîtî, çi xêrek bo kurdan têde hebû û berûvajiya wê çi ziyanek bû kurdan hebû, lewra ez hez dikim bi serbestî wê rastiyê bêjim, piştevaniya kek Mes'ûd bo min ji sedî sede, yê min jî bo wî ji sedî sede, wate 99% jî pirtire, ez hezdikim tiştekî ji we re bêjim û min carek din jî gotiye, bawer bikin min hajê nebû ku kek Mes'ûd ez bo postê serokatiya komarê kandîd kirime, heta îlhah kir, li vir ez dixwezim nehêniyekê bo we diyarbikim, kêşeyek di navbera Partî û Yekîtî de hebû, kek Mes'ûd got: (min peywendî bi wê kêşê ve tuneye, û ez her mam Celal bo postê serokatiya komarê kandîd dikim û her piştevaniya wî dikim), lewra ez hez dikim win jî zanibin û xelkê Kurdistanê jî zanibe, ku navbera min û kek Mes'ûd pir başe û bihêze, li ser bingehê destkeftiyên gel û li ser bingehê bîrûbaweriya Yekîtî boçûn û helwêsta me li ser pirsan hatiye damezrandin.

Gulan: cenabê mam Celal bi wê çendê navdare ku karîna komkirin û ji hev nêzîk kirina aliyên Iraqî li cem heye, belê niha hest tê kirin ku ji rê derketinek heye, bitaybet jî her sê aliyên Meclis û Fezîle û Iraqiye, pirsyar ew e gelo bernamê mam Celal çiye da ku wan jî vegerîne nav pirosesa siyasî?

Mam Celal: her du alî dostê min in, wate hum Meclis E'le (Civata Bilinda Islamî) û hum jî Parta Fezîle, win bi xwe zanin li gel Meclis E'la li demê opozisyonê navbera me pir pir baş bû, çendîn peymanên morkirî di navbera me de hebûne, baweriya me jî bi hev heye, herweha li gel Fezîle jî em dostin, ez giringiya beşdar bûna wan di hikûmeta bê, di pirosesa siyasiya Iraqê de, baş tê digêm, ji ber wê min hewl jî daye. Her bo mînak di van rojan de ez li gel Fezîle rûniştibûm gotin tu here wekîlê me be û li gel Malikî baxfe, da ku li ser beşdariya me di hikûmetê de em li hevbikin, li gel Meclis her tim em axiftine û me ji wan re gotiye win dostên me yên stretîjî ne û mebesta me win di hemû tiştekî de bin, lewra em ê pir li gel wan hewl bidin ku bikin helwêsteka hevbeş, ji ber ku hebûna her du aliyan pêwîste, belê win bi xwe dizanin kurdan barekê taybet heye, em ne tenê du partin, em welatekin, neteweyekin, me hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, em niha nikarin, heger em tenê partek ji partan bana me dikarî bêjin em naçin nav hikûmetê, belê heger em niha bêjin em naçin nav hikûmetê, erê budca hikûmeta herêma Kurdistanê wê ji ku derê were? Erê peywendiyên li gel Bexdayê wê çawa werin rêkxistin? Erê beşê kurdan di postûkarên cuda cuda yên li cîhanê kî dadimezrîne? ji ber vê em ne tenê du partên siyasî ne, em ji ber neteweyekê ve berpirsin ku ew jî netewa kurde, heger tiştek jî ne li gor dilê me be em nikarin wek partên din helwêstê bigirin, carina tiştê ne li gor dilê me jî hebû, belê em di hikûmetê de beşdarbûn, me xebat di perleman û hikûmetê de kiriye da ku daxwazên kurdan bicihbînin, bi rastî li destpêka roxana rijêmê heger kesek hebe bi wijdan dîroka Iraqê binivêse wê bibînin ku her dem kurdan hewl dane Iraqiyan yekbixin û komî ser hev bikin, hinek cara dest ji tiştê xwe berdane ji ber xatirî yekîtiya Iraqê, her bo mînak berî roxana Sedam em serbixwebûn, gelo hikûmeta Kurdistanê ser bi kê ve bû? Bêguman ne bi ser tu kesî ve bû, ser bi perlemana xwe ve bû, belê piştî wê em hatin û me bi xwe, xwe bi ser Bexdayê ve kir, me bi xwe, xwe kir beşek ji sîstema Bexdayê, me bi xwe, xwe kir beşek ji destûra Bexdayê, me xwe bi tiştên giştî ve girêda û wizareta derve û berevanî hemû dane hikûmeta navendî, lewra her dem kurdan hewl daye tebayî û biratiyê biparêzin, em vê helwêstê dirêjiyê pêdidin û ez bi kesatiya xwe şanaziyê bi wê çendê dikim ku navbera min û hemû aliyan başe, her bo pêzanînên we ta ew ên di opozisyonê de jî weko Partiya Be'sa ‘Erebî ya Komonîst a ser bi Sûriyayê ve, peywendiyên min li gel heye, herweha hinek cara ew ên ji xwe re dibêjin Muqaweme tên cem min û ez li gel daxifim, lewra heger xwedê hezke ez ê bi hemû şiyanên xwe hewl bidim Parta Fezîle û Meclis di hikûmetê de kombikim, ez weha dibînim em dikarin Fezîle yê beşdariyê pê bidin kirin, belê heger Meclisê beşdariyê pê nekin, em ê hind nêzîk bikin ku nebe hevrik û dijminatî, belku di delîveka din de bên û beşdar bin.

Gulan: niha di pirosesa pêkanîna hikûmeta nû a Iraqê de, kêşa kandîdkirina serok wezîran yek alî bûye, helbet win ên birêz dizanin raspardina serok wezîran pêdivî bi (50% + 1) ye, belê ji bo serok komar pêdivî bi 2 ji 3 ya dengan ne, ev jî wê wateyê dide ku gereke aliyê kurdistanî pabend be bi hikûmeta hevbeşa niştimanî da ku postê serok komar derbazbibe, gelo win ên birêz ta çend bi pêkanîna hikûmeta havbeşa niştimanî pabendin?

Mam Celal: ez dixwazim li ser peyva cenabê we ronkirinekê bidim, ji bo derbazkirina serok komar tenê di gera yekê de ew rêjeye gereke, di gera duyê de gerek nabe, bula em bêjin suba du kes yan sê kes xwe bo postê serok komar kandîd dikin, di helbijartina yekê de her kesekî 2 ji 3 yê dengan birin wate 217 deng birin ew tê helbijartin bo serok komar, heger kesekî ew rêjeye ne anî, careka din di navbere her du kesên xudan pirtirîn deng de helbijartin tên kirin ew ê pirtir anî xwe heger nebe 2 ji 3 yan her ew dibe serok komar, lê heger em vê meselê bi hikûmeta hevbeşa niştimanî ve girêbidin, bi a min ev ne karekî diruste, em bi xwe hikûmeta hevbeşa niştimanî bi giring dizanin û me bi yek ji daxwazên serekî yên kurdistanê daniye, lewra em her ji destpêkê ve li ser hikûmeta hevbeşa niştimanî rijdin ku hemû alî têde beşdar bin û em bi xwe jî di postan de beşdariyê bikin, da ku em jî di rêveberiya dewleta Iraqê de beşdar bin, lê pêkhata niha li berçave û xuyaye Firakisyona Dewleta Yasa û Hevpeymana Niştimanî çend deng hene, Kurdistanê çend deng hene, heger van du aliyan basbikin, her kesê piştevaniyê li van du aliyan bikin di gera yekê de tên hilbijartin, çunkî Firakisyona Dewleta Yasayê û Hevpeymaniya Niştimanî 144 kursî hene Kurdistanî bi xwe û Hevpeymana Kiristiyana 62 kursî hene, ev dibin 206, Meclis û ew an 26 kursî hene, ev 232, Parta Îslamî û Iraqî 10 hene ev 242 , giropek jî nav Iraqiye de 10 hene piştevaniyê lê dike ev 252 kursî, ev pirtire ji 217 dengên ku pêdiviye serok komar pê were hilbijartin, ji er vê bi a min ew ê du ji sêyan bibe ew wê biserkeve, evca mam Celal be yan her kesekî din be ew kêfa xwe ne.

Gulan: pirseka din a girin, pirsa destpêşxeriya cenabê serok Barzanî ye ji bo aliyên siyasî yên Iraqê, herweha kaxeza 19 xalên Hevpeymana Kurdistanî ye bo gotûbêjên hikûmeta bê ya Iraqê, em dizanin destpêşxeriya Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta hevbeşa niştimaniye û kaxeza 19 xaliya hevpeymana firakisyona kurdistanî ji bo parastina mafê kurdaye di hikûmeta Iraqê de, erê cenabê te çawa van du aliyan bi hev ve girê dide?

Mam Celal: destpêşxeriya serok Barzani pir giringe ji bo komkirina aliyên deng di hilbijartinan de birî, da ku bikaribin li ser wan tiştên ku ji hev nêzîk dike û ji hev dûr dike bipeyvin, wê demê xebat wê were kirin ji bo çareserkirina ew pirsên ji hev dûr xistinê dirust dikin, bi a min ev take rêke û tenê ev çareseriye ji bo rêkxistina ew aliyên di hilbijartinan de deng birinî, ji ber ku heger her yek li hêlekê be û li gel hev rûnenin û gengeşê nekin, wiha dê pirs bê çareserî bimîne, sebaret 19 xalên kaxeza Kurdistanî jî, ew tiştekî bineretiye û çi aliyekî wan 19 xalan pesend bike, ew alî ji kurdan ve nizîktire, ez weha haydarim D.Nûrî Malikî duhî jî bi telefûnê ji min re got (min hemû qebûlin) lê ta niha Firakisyona El'êraqiye çi hember wan xalan nîşan nedaye, her çende hinek alî di nav Firakisyona El'Iraqiye de hene dijî wan xalan axiftine, her bo nimûne alî di nav Firakisyona El'Iraqiye de hene dijî benda 140 axiftine, dijî rêfrandomê axiftine, dijî serjimêriyê axiftine, alî hene dijî pêşmergeya axiftine, lê ev ne fermî ye û ta niha helwêsta fermî ya Iraqiye nehatiye ragehandin, ew ê helwêsta xwe nîşan dayî birêz Nûrê malikî ye, bi nêrîna min îro sube (mebesta wî rojên 4û5/10/2010ê ye) nûnerên Firakisyona Kurdistanê wê li gel malikî bicivin û dibe bi fermî helwêst were ragehandin. Ev jî merce ji bo beşdarbûna kurdan di hikûmetê de.

Gulan: birêz cenabê serok komar wek me bihîstî wizareta pilandananê biryardaye serjimêrî bo 5/12/2010 were paşxistin, erê gelo çî girintî heye ji bo vê carê di dema xwe de serjimêrî were encamdan?

Mam Celal: hikûmetê biryar nedaye pirosesaa serjimêriyê li Iraqê herûher paşbixe, yak du meha ji ber hinek egerên teknîkî paşxist, ez wiha tê digêm, serok wezîr rijde li ser encamdana serjimêriyê û ne ê puşman ne, ji aliyê Iraqiye û hinek aliyên din bizav hatkirin ji bo serjimêrî were paşxistin, lê serok wezir tekez dike ku divê ev sal serjimêrî temam bibe. Bi a min beşdariya kurdan di hikûmeta bê de serjimêriyê misuker dike, ji ber ku ev tişte bo kurdan nabe lewra bi a min ev sal serjimêrî wê pêk were.


Gulan: cenabê mam Celal wek kandîdê kurdan ji bo wergirtina postê serok komar li Iraqê, her dema em bas li postê serok komar dikin, em bas li para kurdan di Iraqa nû de dikin, erê bi wê saloxetê ku cenabê mam Celal kandîdê kudistanî ye ji vî postî re, gelo çawa win temaşey vê yekê dikin?

Mam Celal: rastiyek heye dixwazin veneşêrim û ji we re bêjim, yekem kes ku pêşinyar kirî ez bibim serok komar cenabê serok Barzanî bû, bi rastî jî li wê demê ez hinekî dudil bûm, ji ber ku deshilatên vî postî pir kêm bûn wek bi kurdî em dibêjin (le şan û pêlî min nedeweşayewe = li ber û bejina min nedihat) anku min xwe ji hejî vî postî nedidî hindî deshilata wê kêm bû, paşî aliyên din jî pir ji min daxazkirin min jî qebûl kir wek dizanin post mera hêja nake, mirov bihayê dide wê postê û bi rê ve dibe, piştre jî tu mam Celalî û hevpeymanaiya kurdistanî piştevanê te ye, nabe kes te piştguh bavêje, ta heger deshilatên destûrî jî kêm bin, di nav mekteba me a siyasî de dudilî pir bû, ew a rast kek Kosret pir rijd bû ku divê ez qebûl bikim, di nav ‘ereban de jî D. 'Adil 'Ebdulmehdî bi min re ket di nav bizavê de daku ez qebûl bikim, di encam de ez bûm serok û min ew rolê ku we bi xwe bîstî gerand, bi a min beşê pir ji xelkê di nav siyasetê de ji rola min gerandî razîbûn, piştî wê ez ji hêjayî wê hatim dîtin ku ji aliyê Merce'iyetê jî ve ji min re hatin gotin kilîla tenahiya Iraqê, cara duyê ez ji bo postê serok komar hatim kandîd kirin dîsa bi pêşinyara cenabê Barzanî bû, bi a min ew wek bihadariyekê ji kurdan re temaşe dike û dijî wê ye ku kurd wek welatiyên pile du werin danîn, dibêjin wele ev poste ji bo 'erebên sune ye, biya min giringiya wê tenê ev e, hegre na deshelata vê carê ji cara pêş kêmtire, raste vê carê serok bitenê ye, lê cara berê deshilata vîto a li yasayî di destê serok debû, vê carê ew vîto ye jî nemaye, lewra wek teklîf min ev poste qebûl kir û bi a min heger bi hevkariyek timam di gel serok hikûmet nebe, ev kar bi başî birêve naçe. lê li we venaşêrim ji ber tiştek bi min xweş tê, ew jî ew e ku serok komar deshilat heye ji bo bicihkirina benda 140 ê rolekî bilîze. serok komar deshilat heye daxwazê ji perlemanê bike ku sînûrên parêzgehan biguhêre û wek berê bike, dema me ev daxwaze pêşkêşkirî, wate gavên yekemîn ji bo bicihkirina mada 140 ê tên havêtin, ji ber wê wek 'ereb dibên (tetbi' ewza' = siruştîkirina doxê) û asayîkirina rewşê mercê serekî yê bicihkirina mada 140 ê ye.

Gulan: cenabê te yê piştraste ku wê vê carê jî postê serok komar ji kurdan re be?

Mam Celal: erê ez weha dibînim, ji ber ku hemû aliyên xwedî deshilat li Iraqê heta Iraqiye jî tevî ku hinek dibên nabe ev post ji kurdan re be, lê piranî bi fermî dibên ji kurdan re ye, bo mînak Dewleta Yasayê û Havpeymana Niştimanî, ew ên di Hevpeymaniya Niştimanî de ji bo serokatiya wezîran nabin piştevanê Malikî ew jî dê piştevaniyê bidin mam Celal ji bo serok komar, weha bextê me yê sipî temam dibe (bi kenî)

Gulan: aliyê kudistanî pir bas li cêbecêkirina destûra Iraqê dike û ev wek mercek daniye ji bo beşdarbûna kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de, piris ew e erê gelo ta çi radê win rijdin li ser vî mercî? û ta çi radê ev merc dê rewşa navçên dabirî wek Kerkûk û Xaneqîn û Şingal çareseriyê bike?

Mam Celal: parastina destûr bi pile yek di dest kurdan deye, ev jî ji ber du egeran, yakemîn: madeyek di destûrê de heye dibêje (her destkariyek di vî destûrî de mafê kurdan biguhêre, ne qebûle) wate rêyê li hemû destêwerdanên mafên kurdan winda bike digire.
duwemîn: her destêwerdanek di destûr de pêdivî bi 2 ji 3 ya ji dengên perlemanê ye û divê hemû parêzgeh li ser razî bin, heger li sê parêzgehan 2 ji 3 yan ew biryar retkirin, wiha ew cihê xwe nagire û bisernakeve. da li vir em nimûneyekê wînin, migirtî perlemanek hat û biryar da destûrê biguhêre, em li sê parêzgehan redbikin, sernagire û bisernakeve, lewra tekez dikim ku guhartina destûr bi pila yekê di destê kurdan deye, parastina destûrê jî di berjewendiya kurdan de ye, ji ber wê kurd destûrê di parêzin, ji bilî vê jî hemû welatiyên Iraqê rijdin li ser wê ku destêwerdan di destûrê de ne yê kirin, belku hinek ji 'erebên Sune û qewmeciyên 'ereb dawaza destêwerdana destûrê dikin lê şî'an ev daxwaz nekiriye.

Gulan: cenabê we ku serok komarê Iraqê ye li ser siyaseta Emrîka li Iraqê haydare, erê gelo paş vekêşana hêzên Emrîka ji Iraqê siyaseta nû ya Emrîka li Iraqê dê çawa be û di çarçovê siyaseta Emrîka li Iraqê de wê cihê herêma kurdistanê li ku be?

Mam Celal: pêdiviye ez çend rastiyekan di siyaseta Emrîka de li hember kurdan berçav bikin, aliyê hikûmeta niha ya Emrîka, baskekê wan dijî azad kirina Iraqê bû ku serok Obama ye, û baskê din tevê pirosa azadkirina Iraqê bû ku Co Baydin û xanim Hêlarî Kilînton e, di encama giftûgoyên xwe de serok Obama karê Iraqê da destê Co Baydin û jêre got başe tu berpirsê doseya Iraqê yî û vê rewşê birêve bibe, niha jêre xuya bû ku li Iraqa azad demokrasiyê çend giringî heye, zanin ku ta radekê li Iraqê biserketin, diktatoriyet li ser Iraqê rakir, niha sopayê xwe bi kêfxweşî vedikêşin, hikûmeta demokratîk peyda bû, azadî û demokrasî heye, lewra jî parastina Iraqê bo yek ji kar û erkên wan, bitaybet di rêkeftina Sofa de, me di wê rêkeftinê de bendek dana ku divê Emrîka parêzerê sîstema federal û demokras a Iraqê be, Emrîka ev bend qebûl kir, serok Obama jî di gotara xwe de ji bo neteweyên yekgirtî got em dixwezin peywendiyeke sitratejîk û hevbeşiyek sitratejîk a berdewam li gel gelê Iraqê dirust bikin, merema me ew e em giringiya Iraqê dizanin û dê di gel bin, lewra ji min ne weha nîne wek xelik têdigehin ku Emrîka dê ji Iraqê barke û desta jê berde, Emrîka giringiya Iraqê zane, nabe ew giringiya Iraqê piştguh bêxin, lewra bi dîtina min peywendî di astê siyasî û bazirganî û abûrî di navbera Iraq û Emrîka de wê pêşve biçin, herweha li van nêzîkan de şandekê bazirganî yê Emrîka wê were daku ew peywendiye bihêztir bikevin.

Gulan: cenabê serok komar ku heyamê 4 sala ne tu serok komarê Iraqê, erê ta çi radê di heyamê van çwar salan de we kariye peywendiyên diplomasî nêvdewletî û ‘erebî bi rûyê Iraqê de vekin?
Mam Celal: dikarin bêjim ne tenê li gel welatên ‘erebî belku me kariye li gel welatên ne ‘erebî jî peywendiyên Iraqê baş bikin û pêşbêxin, her bo mînak Çîn ku welatekê mezinê cîhanê ye û dênekê mezin li ser Iraqê hebû, dema min şandek di gel xwe bir û em çûn wir deynên xwe li ser Iraqê rakirin û bi aşkerayî got ji ber xatirê filan kesî (wate mam Celal) ku dostekê kevnê meye lewra me dênên xwe li ser Iraqê vebirîn, her weha dema serokê Çînê Hozcintaw razîbûna xwe nîşan da ku çek bifiroşe, wê demê rosiya ne difrote me wezîrê me yê hundir li gel me bû, her zû kontiraktek bi 100 milyon dolaran pêra îmze kir, herweha ji bo baş kirina peywendiyan tevî Rosiya me bizav kirin, welatên ‘erebî jî ez dibînim bi hemûyan re başe, ez çûm Sûryayê û dergehê başkirina peywendiyan min vekir, herweha ji bo Misrê min peywendiyên xwe bikaranîn ji bo başkirina peywendiyên di navbera Misr û Iraqê de, herweha li gel Si'ûdî, Qeter, Kuwêt, min peywendiyên xwe yên berê hebûn hemû bikaranîn da ku peywendiyên Iraqê tevî wan welatan baş bibin, her bo mînak ku wê demî xelkê behsa peywendiyên di navbera Si'ûdî û Iraqê de dikir, paşayê Si'ûdî dilsoziya xwe da min, hum jî bi cenabê serok Barzanî da, ev belgeye jî ew e ku em kurd di navbera welatên ‘erebî de hokarê pêkhatin û tebayêne, herweha Turkiya, ez çûm Turkiya û min paywendî dirust kir heta serok Gul got hatina te şoreşek di peywendiyên di navbera Iraq û Turkiyayê de dirust kir, paşê ev bû fakter ku rêkeftina sitretîjîk di navbera Iraq û turkiya de hat îmzakirin, wate me roleke xêrê bo Iraqê lîstiye.

Gulan: me gulê bûye dibêjin dema rijêma Be'is çekê etonomî dijî kurdan bikar anî we li çiyayên kurdistanê dest bigirînê kir, hez dikin bizanin ew rûdane çawa bû? herweha niha ku tu serok komarê Iraqê yî tu ew tawana dijî gelê kurd hatî ancamdan çawa temaşe dikî?

Mam Celal: li vir ez hez dikim rastiya rûdanê ji we re ronkim, gef li me kiribûn ku wê çekên etonomî dijî me werin bikaranîn û me çi nebû em xwe pê biparêzin, lê berî kîmya baran kirina Helebçeyê, di pir caran de li dola Balîsan, Berê Merge, gundê Yaxsemerê ku ez lê bûm ew gond rastî top barankirinê bûn ku dengê wan topan cuda bû û bênek jê dihat, me zanî ev çekê kîmyayî ne li dijî me bikar tînin, birastî wê li navça me tu bandorek li ser min nekir, lê dema xeber hatî li dola Balîsan 101 kes hatin kuştin, yek ji wan zarokek bû tenê jiyê wî du roj bûn, ew î pir bandoûr li ser me hebû, ne bidestê min bû hêstir ji çavên min hatin rijîn, hez dikim bizanin bavê min mir min ne dagirî, birayê min şehîd ket, biraziyê min şehîd ket min nedagirî, lê bo karesata dola balîsan û şehîdbûna wî zarokî ez giryam.

Gulan: tiştekî din heye em dixwazin yekser ji cenabê te bipirsin, pir cara em dibîsin, dibêjin mam Celal pir qerdarê Hêro xanê ye, gelo mam Celal xwe bi qerdarê Hêro xanê dizane? herweha erê gelo Hêroxan li cem Mam Celal çi digehîne?

Mam Celal: qerdarî ew e ku Hêro tehemula hemû wan nexweşiyên hatin rêya min, ez derbeder bûm bi min re bû, ez çûme çiya ew dikarî li bajêr bimîne, lê bajar bi cih dihîşt û dihate çiya li cem min, du zaro hebûn her du zaroyên xwe li cem diya xwe hîştin û hate cem min, ne kême jinek du zaroyên xwe li şûn xwe bêle û were çiyê, ku li çiya rewşa me pir xerab bû, bawer bikin em di odekê de dijiyan, piştî derbazbûna salekê hinekî rewşa me baş bû em çûn cihek din me ew ode kir axira dewar (hêstir)an, ev wate her dem Hêro di nexweşiyên jiyana min de li gel min bû, herdem di xebatê de li gel min bû, carekê ji min qeherî bû nameyek ji min re şand nivîsndibû ji min re gotibû her çawa be wê ji min qebûl bike ku min û te bi hev re kaşê Kejoşitê derbazkiriye (kejoşit kaşekê pir zehmet û asêye), ev jî li cem min pir giringe ku hevjîn di xweşî û nexweşiyan de li gel min be ku dikarî li bajêr tev zarokan be, tevî vê hemûyê wê li çiya kar jî dikir û ne rûniştî bû, diçû wêne di girtin, giringî bi zarokên şehîdan û bi birîndaran dida, ev hokareka bihêza peywendiyên me bû.

Gulan: di bareya hikûmeta herêma kurdistanê de, niha bas li wê çendê tê kirin ku li gor rêkeftina sitratejîk ya navbera Partî û Yekîtî mawê hikûmeta herêma kurdistanê du sal ji Partî re du sal ji Yekîtî re ye, cenabê we di bareya vê pirsê de çi dibêjin?

Mam Celal: hez dikim boçûna xwe ji we re bêjim, nêrîna mam Celal, çi demekê min cudahî di navbera Nêçîrvan û Berhem de nekiriye, zanibe ez ew kese me ku demê partî Nêçîrvan Barzanî ji bo serok wezîran kandîd kirî, em wek yekîtî yekalî nebibûn ji ber ku me hikûmetek li sulêmaniyê hebû, di heftekê de min got em amadene hikûmeta xwe li sulêmaniyê jinavbibin û biçin di hikûmeta kek Nêçîrvan de beşdar bin, ji ber ku li cem min cudahî di navbera Nûçîrvan û Berhem de tuneye, ez herduka bi bira û biraza û xuşewîstê xwe zanim, navbera min û herdukan pir başe. ez bi vî rengî meselê dibînim û dixwazim tiştekî ji we re bêjim, bi baweriya min ew hevpeymana sitratejîk a di navbere Partî û Yekîtî de ji bo kurdan pir giringe, niha bo mînak baskek mezin ji me cuda bû, merema min Goran e, helbet ew ên ji me cudabûnî ne kêm bûn, tevî wê dijayetiya me jî kir lê rewşa kurdan ji ber hev neçû, nexweşî û hevrikî di nav partên din de hebe rewş têknaçe, lê xwedê neke heger navbera Partî û Yekîtî têkbiçe rewşa kurdan wê têkbiçe û em dê hemû deskeftên xwe ji destbidin, û ew a pêwîst em nikarin bikin, ji ber wê pirsa hevpeymaniya Partî û yekîtî pirsa jiyan û mana miletê kurd û herdu aliyên pêve girêdayî ye, ji ber wê li cem min hevpeymaniyeka pîroz e û di ser hemû tiştekî re ye, çi tişt nîne em vê hevpeymaniyê gorî wê bikin, belku pêwîste em hemû tiştan gorî vê hevpeymaniyê bikin, her bo mînak em bêjin helbijartin, çend kes ji Partî bin yan çend kes ji Yekîtî bin ez hemûyan bi yên xwe zanim, bi kurtî ez bi çavê yekbûn, yekdest, em yekin temaşe herdu aliyan dikim, we bi xwe dî min çend gotin li ser kek Mes'ûd kirin, bawer bikin ew gotin ji dilê min bûn, çunkî gotinên ron û diyar mucamele têde tuneye, dibe di odeka girtî de mirov bikare pir rengên cembazî (mastawe) xweşêrîn kirinê bike, lê dema gotarekê ji bo xelkê dide û telefizyon û radyo tomar dike, ew gotinên ji dilin û min her tiştê di vê demê de gotî gotinên ji dil bûn. ez qet ne puşmanim li ser yek tîpa min derbarî kak Mes'ûd û helbijartina wî gotî, lewra ev pirse pir mezine û divê wek tiştek pîroz em lê temaşekin, ev mesele pir ji wê mezintire ka wezîrekê Partî zêdetire yan wezîrekê Yekîtî, ez bi xwe her wê naxwênim, bo nimûne demekê D. Roj li cihê Berhem hat danan, biryarbû wezîrekî partî dest ji kar ber de û wezîrekî Yekîtî here şûnê, lê wenekir û ta niha jî min bas nekiriye, ev jî ji ber ku ez wezîrên Partî jî bi yên xwe zanim û wezîrên Yekîtî jî bi yên Partî zanim, ev dîtina min e ji bo berjewendiya kurdan, ka mînakek din ji we re bêjim, em wek Yekîtî hêrişeka mezin li ser mebû ji aliyê wan ve yên ji me cuda bûne ku digotin aha mam Celal Yekîtî da partî û digotin qet ew hikûmetê nadin me, lê dawiyê me hikûmet jî wergirt û Berhem jî bû serok wezîr û kek Mes'ûd jî got her çi tiştê mam Celal got wê bikin. min jî got har çi tiştê kek Mes'ûd dibêje bikin, ev ruhe giringe bo mana me.

Gulan: erê bi çavekê ku tu serok komarê Iraqê yî, te çi peyamek ji welatiyên Iraqê re heye, bitaybet ku niha welatiyên Iraqê pir bêhêvî bûne?

Mam Celal: berî ez bersiva we bidim hêvîxwazim win (pir)ê ji nav pirsa xwe rakin, ji ber ku raste rewşa welatiyên Iraqê xirabe, lê ne pir xirabe, tu temaşe bike, muçê niha çende û yê serdemê Sedam çend bû, rewşa jiyanê niha çawaye û caran çawabû, duyemîn ez ji we rojnamevanan û nivîseran û vekoleran hêvîxwazim bi rengekê giştî temaşey Iraqê bikin, Kurdistan Iraqe 4.5 - 5 milyon Iraqî li Kurdistanê di jiyanek xweş û pêşketî û avedan de jiyan dikin, besra baştire ji hinek cihan, tevî wê ez nabêjim hemû tişt temame û çi kêmûkasî tunene û ez nizanim buhara bêxim nav dilan, ne weha ye, lê ez pişt rastim heger hat û me hikûmeta nû pêkanî, hikûmeta hevbeşa niştimanî, ez pişt rastim ku wê Iraq pir pêş ve here, ji ber ku yekemîn me dahatî heye û em dikarin gelek pirojên hemereng ên baş pê bikin, duyem petrol zêde dibe, sêyem ew girêbestên petrolî çi li kurdistanê çi li Iraqê hatine îmze kirin berhemê petrolê zêde dikin û dahatiyê me pirtir dibe. çwarem bi dehan welat amadene werin Iraqê û qerza bidin Iraqê û dest bi pirojan bikin, paşê em perê wan bidinê, piştî vê jî xuya bû gazeka pir li Iraqê heye, lewra jî paşeroja Iraqê pêdivî bi Hikûmeteka rêkûpêk û kara û şareza û zana heye wek her carna em di nav xwe de dibêjin (hikûme mal awadim).

Gulan: pirsyara me ya dawî, demekê berî niha rêkxirawa Opêk beyannameyek belavkiribû, di wê beyannamê de metirsiya wê çendê nîşandabû ku Iraq bibe welatekê wiha di hinartina petrolê de ku hevrikiya welatên pir pêşketî bike, erê win li ser vê pirsê çi dibêjin?

Mam Celal: Iraq di du tiştan de dikare hevberkiyê li gel pir welatan bike, yekeê neft,ya dî jî gaz (xaz), Iraqê gazeka herî pir heye, her li Enbar kêlgeyeka pir mezina gazî heye, û her li çemçemal ta kelar yek heye, eger ew du kêlge werin dirust kirin we bikaribin bi riya loleyan bişînin Ewropa, û dê rikeberiya gaza Rûsê bike, herwiha ew girê bestên Iraqê ji bo berhemanîna neftê Îmza kirinî, bitinê li kurdistanê dikarin rojane berhemê wan di rojekê de bigehe yek milyon bermîlan, li başûr di karin di yek roj de bigehe 5-6 milyon bermîlan, ev jî ji wate bi kêmî Iraq dê bikare du caran biqasî niha berhem hebe, herweha perê jî hindek pişkên Iraqê hene bi ser welatên dn da hatine parvekirin, ewjê de werbigire, lewra tê pêşbînî kirin di paşerojê de Iraqê rolekê giring di her du biyavên neft û gazê de wê hebe.





Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî, Kalo Kalo
Top